|
Eger
her çûyî bi destê dilovaniyê û berî
xatrê ji bangê eşqê bixwaze,di wan şev û
demboriyên ku peyv ji peyva ken û girî
diza û hevokên çîroka bîrhatinan li ser
dika dilê me dibû pirtûkek qedexekirî li
welatê jana,li gel xwe bibe û paşî bi
lorandina hestên min bêje va diçim…
Bihêle li
îzgehên şîn û şadiyê,di nava bendemana
qirîzkên agirek bê ser û şîn bi dengê bê
dengiyê,hawara bajêrekê nivsitî careke
dî guriya xwe pê bêxe agirek sebrîn xwe
daçemandî welatekê virtî vale,dê tu were
bi min re rabigehîne,bibe namek li xewna
dumahiyê û hêj hişiyarim,xewna bi şevê
ve dibînim wek pelatînkek sêwî
difrim,gerokim di bendemanê de…
Dûr bi
dûratiya cemseran hinda kirim li
dirêjtirîn şevên asmanê avahî lê
diherifin,pêjna min nahilgirin li ber
bangê heyaman dibim xwediyê salnameke
pîroz û salname pire ji rojên bê guneh
heta jibîr bikim her şevek jê
destaneke,destaneke dijî heyvê heta
jibîr bikim her şevek jê volkaneke
guriya xwe daye rozerîna rojê.
Û şinî
dibêjî wexer can!?
Di bîranîna
nivêja te de,bi kîjan zimanî bêjim can?
Demsal
duemîn strana rebeniyê bû di qirika
şevek bê xudan semfoniyeke dirêj
sazdikir ve ,li wî demî dengê kebara
sêdaredanê di gewriya minaran de
dixendiqî,ne roj diheland,ne avadikir me
biajotin serxwebûnê…
Û hêhşta
maye li vî mergestî firîn û geriyan
bûyîne perwazekê simtî bi dizîve tewaf
dikir û hêj tu dîrî,henesa min li bin
tîna şevek şikestî û şev sare û tu sarî
bi saratiyê ewr stewrin û girîna
birûsiyan xanên laşî kesîre dibin,di
xelwetgehên havîbûnê xilfên riya mirinê
vedikin û degerin di navberên dabiriyayî
de ku zarokên sed sala hinda bûyî yêt
pişkurîn wêneyên kevnar ber çav
dikin,tenê yadgar ezim,wek dîlekê ji
mirinê verestî,lê bi hêvî me hemî xwezî
xerîbîne û hem dîsan xerîb xerîb,xwezî
nameyên veşartîne.
Veguhastin
ji pîtên erebî bo latînî
Demhat
Dêrikî |