
Li ser
vexwandina Navenda Çanda Kurdi
ya Cegerxwîn
li Yûnanê
(Athena) bi amadebuna dora 100
kesayetiyên
ku bi cand û wêjeye
mijûl in, Helbestvanê
Kurd Hêmen
Kurdaxî
li roja yekşemê
di 25. 01. 2009-an de,
şevbihêrkek
helbestî
lidarxist, her weha germahiya
helbestên
Kurdaxî
serma û seqema .Athena heland û
hastên
beşdaran
germ kir.

Ji katjimêr
18.00 evarî
şevbihêrke
piştî
rawestandin kêlîkek
bê
deng dest pê
kir, ji hêla
berpirsê
navendê
ve hate vekirin.

Kurdaxî
hin helbestên
xwe di ber mûzîkeke
taybet re xwendin, pişt
re gotebêjek
kurt li ser helbestê
u hunera wê
xwand, dû re, bi pirs û tevlêbûnan
şev
dewlemend bû, Kurdaxî
ji, bersivên
xwe yên
bi wate u tiji beşdar
kêfxweş
û dilşad
kir.