|
Berxwedan ji mafê mine, lê ne ji mafê we ye
Hêlîn Remê
Peyvdarên rêjêma Ba's li Sûryê, di hemî daxuyan û hevpeyvînên xwe
de bi ragihandina Erebî re, bervaniya tîrorê dikin, bi mehna berxwedan
û tekoşînê dijî dagîrkeran, bi taybet ew kiryarên tîror li Îraqê, ev
arîkarî û piştgiriya rêjêma Sûryê ji tirsa têkçûna wê ye.
Heger em li ragihandina fermî ya Sûryê vegerin, wê ji me re pir
peyvên piştgiriya teroristan diyar bin mîna van peyvan "Berxwedana
millî li Îraqê – rikebera Îraqî - leşkerên dagîrkeran – di êrîşên
dagîrkeran li ser xelkên sivîl li Felûca ….û h d", li gel ku pir
dîkomen hatina girtin bi wan teroristan re rola rêjêma Sûryê têde
heşkereya, û her roj tilya Sûryê beloq tir dibe dijî rêjêma Îraqê ya
demî.
Di baweriya min de ev kiryarên rêjêma Sûryê ji tirsa pêşerojê ye,
çimkî her roj peyamek gefekirinê Ji Sûryê re tête rêkirin ji USA yê,
li gel ku pir pirojeyê Emerîka diyar dibin dijî rêjêma Sûryê, lewra ev
piştgiriya Sûryê ji teroristan re bersiveke ji wan gefeyên Emrîkî, lê
wê rêjêma Sûryê ti sûdeyê jê negire.
Ji bo berevaniyê di ber helwesta xweyî xerab de peyvdarên rêjêmê
hin mehnan ji xwe re diyar dikin, wekû ku wezîrê ragihandinê di
hevpeyvîna xwe de bi "kanala alarabiya" re Mihdî Dexlelleh weha
bersiva pêşkêşa bernameya "BILAREBÎ" dide: "Yadê niha ku mirovek were
mala te ji te bistîne wê helwesta te çibe, mane gerek tu bi hemî hoyan
berevaniyê di ber mafê xwe de bikî, ma ne wusa ye". Li vir em dixwazin
pirsekê bikin, gelo wê helwesta Dexlelleh çibe gava Selîm Kebûl Kurd
ba û ew Şehîdên naverasta Qamişlo Ereb bane, helbet bersiva Dexlelleh
ji me tevan re diyare.
Li gor destpêka êrîşa Felûciyên Ba'sê Sûryê di 12ê Avdara sala bûrî
de li ser bajarê Qamişlo, û di wêneyên vîdiyoyê de diyare ku Felûciyên
Dêrazorê dest bi êrîşê kirin bi arîkariya polîsên rêjêma Ba's ya ku
xwest kula ketina B'siyan li Îraqê di serê Kurdan ve derxe, pêrejî
dixwestin Kurdan bi tirsînin, ji bo rojekê serê xwe û dengê xwe nekin
di rûwê zor û sitemê de.
Bêgoman ev pîvana tevlîhev û gêj ku hew rêjêm dizane ew çidike,
nîşana dawiya wê yê lê em wek rêberê siyasî ji gelê kurd re "wekû
tevgera Kurd" gelo me xwe amade kiriya ji guhertinên pêşerojê re, yan
jî hîn me xwe ji hindurê van rêkxistinên ixtiyar re (kal) derbas ne
kiriye, ev ixtiyariya han di bernameya "Raste Rast" a "ROJtv" de, di
4-1-2005ê diyar bû, di peyva herdû sekreterên (YEKÎTÎ) de, dema
mamoste Hesen Salih weha digot:" li ber dergehê dadegeha ewlekariyê 2
partî (Hevgirtin û Çep) bi me re tên, û tu aliyên din nayên…", lê ya
xerab tir peyva mamoste Ismaîl Ûmer, dema digot, û ew bi xwe dizane ku
ne rast dibêje:"pirtirîn kesên ku amade dibin li ber deriyê dadegehê
hevalê me ne, lê em ne ji wan rêxistinên ku bangewaz û daxuyaniyan
derxin, bi tenê em partiyeke, kar û xebata xwe dikin bê dengênî.
Bibûrin, kar û xebat ne wek we her diwan ne, vaye meha Avdarê nêzîk
bû û hîn me rêzgirtina xwîna Şehîdan negirtiya, û hîn em wek berî
Serhildanê di meşin, pêrejî em dixwazin baweriya milletê xwe bi wan
rêkên partiyetî û ezîtî bînin, û em xwe vegerînin nakokiya biratiyê,
xuyaye Dexlelleh rêberiya me dike û em wekû rêjêm ji me re wêne dike
em li ser dimeşin, raste em miletekî aştiyane ne, lê ji her tiştê re
sînor hene û ((destê tirsok sînga sipî nabîne)).
Tirbespî- 5-1-2005
 |