|
Kurmancî
li Rojava û Başûrê Kurdistanê:
Ji ber ku ev mijara me ya cihê
danûstendinê ne gilî û gazin in, ne jî
girêdayî rewşa takekesane ya çend kesan
li Rojava an li Bakur e. Ji bo ku em xwe
dûrî şîroveyên dirêjî ku dibe şaş bêne
fêmkirin, bibin. Li vê derê, ji bo rewşa
Kurmanciya me ya nivîskî li Başûrê
Kurdistanê zelal bibe, di vê nivîsa xwe
de, ez ê destpêkê rê bidim bersiva
nivîskarekî, wisa jî ez bi bersiva
nivîskarekî din nivîsa xwe biqedînim.
Fethullah Huseynî û Pîr Rustem du
nivîskarên Kurmanc in ku li Başûrê
Kurdistanê bi cih bûne. Herduyan dev ji
nivîsandina kurmancî berdane û bi erebî
dinîvisînin. Min jî pirsa vê diyardeya,
ku ji bo min tirajedî ye, kir.
Bersiva Fethullah Huseynî ev bû:
„ Ji bo mesela kurmancî, tu jî zane
ji bo çi min dev jê berdaye. Ez li
şûnwarekî me ku kurmancî lê tuneye. Bi
rastî bêjim, gava ez bi erebî
dinîvisînim hest dikim ku ez xiyanetê
dikim,lê diyare li kurdistana azad dibe
yek xiyanetê bike ta karibe binivîsîne.
Gava zimanê erebî li kurdistana azad
pîroz be û zimanê kurmancî binpêkirî be,
di aliyê nivîsandin û dahênanê de, mirov
mecbûre, berê xwe bide zimanekî mare wî
heye, asoyên wî hene. Bi dehan rojname û
kovar bi wî zimanî têne weşandin, lê
mirov bi êş dibêje, ku ez bûme yek ji
wan ên ku navên pirtêkên wî yên bi
kurmancî belav bûne , ji bîr dikin.
Heta romana te "Tirsa bê diran" ku, te
berî sê salan li Duhokê diyarî min kir
ku bi zimanê kurmancî bû, min nexwend û
berî sê rojan min ew roman bi zimanê
erebî xwend.“
Eger rewşa Kurmancî li Başûr, perçeyê
azabûyî yê welatê me, wisa be, dê çi „
Qeder“ li benda vî zimanî be gelo?
Wisa jî ev nivîs û berhemên ku bi
kurmancî têne nivîsandin, ji bo kê ne?.
Xwediyên wan kî ne?
Dema mirov li rewşa nivîskarên kurmanc
dinere û pê re jî li rewşa pirtûka
kurmancî ya „bêxwedîmayî“ dinere, bi
sedan pirsên bi vî rengî di serê mirov
de kom dibin.
Hewce nake li vêderê em hewildanên
jiholêrakirina kurmanciyê li ser destên
desthilatdarên soranîaxêv ve bi bîr
bînin, ji bilî helwestên dijminayî yên
nivîskar û helbestvanên soranînivîs ku
kêm zêde ji hêla her kesî de têne zanîn.
Çend
têbînî li ser hin nivîsên têkildar
Hêjayî gotinê ye ku hemû nivîskarên ku
heta niha tev li vê danûstendina bi nirx
bûne, karîbûn, her yek ji hêla xwe de,
aliyekî mijarê yê cuda bide ber
ronahiyê. Ev bi xwe cihê şanaziyê ye û
nîşana pêşketineke berbiçave. Nemaze ku
ev diyardeyeke neteweyî ye û bi ti
derdor û aliyan bi sînor nabe. Bweriya
min ew e ku piştî afirandina berheman,
xwedîderketina li mafên xwe yên rewa,
hem di nav civakê de, hem jî di nav
hêzên siyasî yên bi bandor de, erkê her
nivîskarekî kurd e. Ev yek ji taybetiya
rewşa wî tê ku nivîskarê zimanekî
qedexebûyî û birîndar û li ber
telefkirin û talanê ye. Ev nayê wê
wateyê ku rola xwe bi rola
siyasetmedaran re biguhere yan jî li
benda dilovanî û rehma kesekî bimîne.
Berevajî wê, parastin û pêşdebirina
zimanekî bi ewqase dijminên bi hêz û
xedar dorpêçkirî, mîna Kurmanciya me ya
nivîskî, bi kesayetiyên qels û bê
helwest û belengazok, nayêne kirin.
Di derbarê „Tecrîda sosyal“ ya ku
Şêxmûs Sefer di nivîsa xwe de bal
kişandibu ser, ez dixwazim ji serboreyên
xwe jê re baweriyekê piştrast bikim..
…ji bo pirtûka min yekem“Mêrê avis“ li
Amûdê ji „tecrîda sosyal“ bi wêdetir,
min taem û çêja„ Boks û darên sosyal“ jî
ceriband. Wisa piştî derketina romana
mina Sobarto jî, ji tehdîdên kuştinê
bigre, hetanî bi lêxistin û
„tecrîdkirinê“ ku ji nav „civaka me“
dijî min derketin, ne ku ji aliyê rêjîma
desthilatdar ve.
Ev metodên dijwar tenê dikarin mirov
bihêztir û xurtir bikin.
Xala dina ku min dixwest ez zelal bikim
ew bû ku Heyder Omer di nivîsa xwe de
bal kişandibû ser xaleke giring, ew jî
kêmanî û xemsariya nivîskarê kurd di
derbarê hevpîşeyê xwe de. Ew rexneyên ku
rêz kiribûn aliyekî din yê mijara me
derdixîne pêş, ev jî dikeve çarçova
dewlemendkirina mijara me de. Lê ji bo
bûyera girêdayî nivîsandina mina bi
kurdî, ez dixwazim vê bêjim ku mijara me
ber bi wî aliyî de neçûbû û min qala ti
sedemên kurmancînivîsînê nekiribûn. Dibe
ku ew bûyera çûna mala wî vê kêlîkê neyê
bîra min, lê herdem wê bê bîra min ku
Heyder Omer di her helkefinê de
digot:“pêşketina wêjeya kurdî,çîrok û
roman, wê li ser destên wan nivîskaran
be ewên ku di riya zimanê din re teknîk
û hunera wêjevaniyê bidestxistine. Divê
ew nivîskarên ku di zimanê din de
serkeftîne bi kurdî binîvisînin“.
Di çarçoveya vê pêvajoyê de hêvî ew bû
ku li Rojava, di nav kurdên binxetê de,
ew hêz û bedewî ya ku kurdên erebînivîs
didan wêjeya erebî, hêdî hêdî ew
nivîskar ber bi nivîskariya kurdî herin.
Lê, roj bi roj nivîskarên zimanê erebî
di nav kurdan de zêde bûn, nivîskarê
kurdî ji berê kêmtir bûn. Ji nav wanên
ku tenê bi kurdî dinîvisandin jî, ev her
du nimûneyên ku me gotin hene.
Ez ê vê nivîsa xwe jî bi bersiva
hevpîşeyê xwe Pîr Rustem bi dawî bikim.
Çima dev ji nivîsandina kurmancî
berdidin?
-Te çima dev ji nivîsandina bi
kurmancî berda û bi erebî tu gotarên
siyasî dinîvisînî?
Bersiva Pîr Rustem ev bû:
„Helbet û wek hûn dizanin em yek ji ewên pêşîn bûn – ji qonaxa nodî ya
sedsala boriye – ku nivîsîna çêrokê bi
zimanê zikmakî (kurdî) bala me kişandibû
û me karîbûya çar berhemên xwe jî bidana
weşandin û di dû re jî romanek, weke
pirtûkeke elktironî me belavkir û ji
bilî wan jî çend weşanên din; ango bi
giştî û ta nuha heyşt berhemên me yên
kurdî hatine belavkirin, ji bilî yên
dest nivîs.
Lê di evan salên dawî de û piştî ku, doza kurdî bû yek ji dozên
rojhilatê yên sereke – helbet li ser
asteyî ragihandinê – û me dît şerê wê ji
hinek pênûsên şoven de û bi rengekî zor
xerap tête kirin, me xwest em hinek xal
di guftûgoya wan de şirove bikin û li
wan vegerînin, helbet divya ew kar jî bi
zimanê erebî ba; ta ku me karîba deng û
nerînên xwe bigihanda kolana erebî û
helbet tête bîra we ku, gotarên me yên
pêşîn tev lêvegerîn bûn û di bin
navnîşana "Guftûgoya erebî û doza kurdî"
de bûn. Hûn dikarin bêjin ku, evbûn
sedemên pêşîn û serekî ku, hêştin em ber
bi nivîsandina erebî biçin.
Ev yeka ji berî çar salan, ango di sala (2006) de rastiyek me bû, lê
mixabin vaye em dikevin sala pênçan û
hûn dikarin bêjin ku, em bi carekê ji
nivîsandina bi zimanê kurdî bi dûrketine
û helbet ji bilî lêvegerîna li (zurneyên
şoven) ên erebî, hinek sedemên din jî
hene û ew bûne kelem da ku, em venegerîn
nivîsandina bi zimanê kurdî, çi yên
girêdayî bi me ve û çi jî yên girêdayî
bi heyam û rewşa çand û ragihandina
kurdî bi gelamperî; ku heya bi êsta îro
nikare rê li pêş nivîskarê Kurd veke û
berhema wî têxe destê xwendevan, eger ku
tu xwendevanê kurdî bibîne. Mixabin û ji
ber sedemên siyasî, îro yek nikare
xwendevanê kurdî bibîne û nemaze yê
kurmancî bi tîpên latînî; vaye nêzîkî
pîst sala bûye û herêma KURDISTAN ê ev
pirsgirêk çareser nekiriye.
Di cîhana rewşenbîriyê de û piştî ku, nivîskar nivîsa xwe (berhema xwe)
bi dawî dike, ew dizane sutubariya wî
tewaw bû û ma ku ragihandin bi rola xwe
rabe û ewê berhemê têxe destê xwendevan,
lê nivîskarê Kurd dizane ku piştî
nivîsandina xwe, dive têkeve cirîdeke
merethonî, da ku karibe pirtûka xwe bide
çapkirin û belavkirin, ne xwendin ji ber
ku xwendevan tune ye û eger ew yeka jî
bidest xist (çapkirina pirtûkê) helbet
cihê wê dê li ser refikên jibîrbûnê be û
ne hişê xwendevan be.
Xala dîtir ku hêştiye em di gotara siyasî de û bi zimanê erebî bimînin;
girêdayiye bi siysetê bi xwe ve ku ew
weke qûma şimîtokiye, her mirovê têde
bilive (bilebite) pêve diçe xwar û nema
kare zûzû vegere, nemaze gava ku hinekî
xwe di bin ronahiyê de bibîne, ew jî
careke din dihêle ku vegerîna wê zortir
bibe û hûn dizanin ku, mirovê rewşenbîe
– nemaze siyasetmedar – çendî ji
ronahiya ragihandinê hej û hez dike. Lê
helbet û ji bilî evan xelan jî – xasma
piştî ku me berhemên bizava Başûrî
KURDISTAN ê, ji berî çend salan ve dît –
em gihîştin ewê baweriyê; eger mirov
neghe azadiyê û pirsgirêka doza miletê
wî çareser nebe, dê nikaribe zû-zû bibe
xwediyê çi sermiyanê û di çi warî çivakê
de be, di hundir de, rewşenbîrî û çand
jî.
Ango heya ku, nivîskarê Kurd karibe çalak be, dive heyameke siyasî
paqij û durust peyda bibe û miletê me
serbest bijî û ev yeka bi xwe jî yek ji
sutubariyên mirovê rewşenbîr e û belkî
sedema ku hêştî em ji nivîsandina bi
kurdî bi dûr bikevin ew be û.. dive ne
ne evên me gotine tev bin jî; dibe ku ew
girêdayî rewşa me ya pisîkolocî be ku,
me xwestibe em tiştekî, warekî, ziman û
zeviyekî nuh nasbikin û têde çalakiyên
xwe bikin û ne dûre hûn bibînin ku,
piştî demekê me ew zevî jî li şûn xwe
hêştiye.. mirov hej nuhbûnê dike.
Li dawiyê silavên me careke din bo we û hemû dost û hevalan û bi hêvîne
ku, me li ser we dirêj nekiribe.. û ev
pirsa we bibe sedem ku, em carek din li
nivîsandina bi zimanê zikmakî (kurdî)
vegerin û.. herbijî çalakiyên bo doza
kurdî û di nav de – li pêşî – yên ji ber
ziman û çanda kurdî.
…………………………………………………………………………………………………………………………………………
Jêder:
www.diyarname.com
|