Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

24 March 2008 14:55

     

Helîm Yûsiv: Di romanê de, di helbestê de navên giring hene, lê li gora dîtina min Çîrok bêtir li pêş e.

Hevpeyivîna Vecdi Erbay

 

Hevpeyvîna kovara VIRGÜLa tirkî bi Helîm Yûsiv re

 

 

 - PEN’a Turk bo Fûara Pirtûkan a TÜYAP’ê hûn vexwendin. Bo we wateya vê yekê çi ye?

 Ev vexwendin tê wê wateyê ku daxwazeke cedî li cem rewşenbîr û nivîskarên Tirk heye, bi taybetî ji derdorên xwediyê vexwendinê, ku dawiyê li vê neheqiya demdirêj ya li wêjeya kurdî bînin û perdeya paşguhkirin û ihmalê ji ser afirandina bi Kurdî hilînin.Ev destpêkeke başe ji bo pejirandina zimanekî kevnare û zindî, ji bo pejirandina hebûna wêjeyeke nû ya ku dikare li kêleka wêjeya tirkî cihê xwe bigre, bêyî ku ev hewildan kuştin, çewisandin, girtin û şidetê bi xwe re bîne.Bihevrejiyana di qada wêjeyê de dikare bibe mînakek ji bo guhertina mentelîteya siyasî ya li Turkiyê serdeste ku, ji bilî yekrengî, yekzimanî, yekçandê nayê pejirandin.Vê mentelîteya dijwar Turkiye kiriye goristana ziman û çandên ji bilî tirkî.Vexwendina min vexwendina zimanê Kurdî ye, vexwendina wêjeya Kurdî ya moderne, êdî dem hatiye ku bibe xwediya wî mafê ku zêdeyî heyştê saliye jê hatiye stendin.

 

2- Hûn di demeke wisa de hatin, ku seqaya siyasî aloz bû. Turkiyayê amadekariya leşkerkêşiya bo ser sînorên Başûr dikir, tund û tûjiyê girtibû ser kuçe û kolanan. Di vê navê de, hûn çend rojekan bi wêjekarên kurd û turk re hatin cem hev. Wêjeyê berê xwe bi kû ve kir, siyasetê berê xwe bi kû ve? 

 

Em di demeke weha de dijîn ku dengê top û tivingan herdem bi ser dengê wijdan û wêjeyê dikeve.Di wan rojan de weha xuyadikir ku  saziya leşkerî li Turkiyê siya xwe avêtiye ser civaka tirk bi giştî û di mejiyê her tirkekî de xwestine ku mejiyê leşkerekî biçînin.Biserketina vê siyasetê, dê berê Turkiyê bide reşayiyê û rêyên girtî.Wan rojan li Stenbolê, li kolanan ava gemar ya pêlên nijadperestiyê lingên min jî şil kirin.Ev cara yekêye ku kolan min ditirsînin, ne cih û deverên girtî.Mirov dema di hundirên girtî de aciz dibe, ji xwe re li kolanê digere, da ku bêhna xwe derxîne.Vê carê kolanên Stenbolê dibûn cihê bêhntengî û aciziyê, tenê pencereya wêjeyê ya ku li TÜYAPê vekirî bû bêhna min derdixist.Civata wan wêjevanên xweşik yên Tirk û Kurd pencereya mina herî fireh bû vê care li Stenbolê.Tu caran weke vê care pêwistiya me ya bi edebiyat û wêjeyê xwe nedabû pêş.Hewa nijadperestiyê tiştekî wehaye ku Oksejînê li derdora xwe nahêle.Ji bo me Wêje ew oksejîn bû.Min ji xwe dipirsî, eger ne ji wêjeyê ba, dê ev dinya çawa bûya gelo?.Me yê çawa karîba bi hezkirin li çavên hev nerîba.Wêje oksejîna jiyanêye, siyaseta ku îro li Turkiyê desthilatdare jî, heta dawî rê li ber mirinê vedike û hemû deriyan ji bo zêdebûna kuştiyan vekirî dihêle.Bi gotinekê, li Turkiya îro weke ku wêjeyê berê xwe daye jiyanê, weha siyasetê jî berê xwe daye mirinê.

 

3- Hûn bi çavdêriyên bi çi rengî ji Stenbolê veqetiyan?

 

Ez ji Stenbolê desttije vegeriyam.Di destekî de gulek û di yê din de stiriyek.Gul naskirin û dîtina heval û dostên min î xweşik bû, ku min hinek ji wan vê carê ew naskirin.Hezkirin û têkiliya wan î germ ji bo min sermiyanekî mezine.Stirî jî, wê seqaya giştî ya ku erd û ezmanê wî welatî dagîrkiribû, di destê min de hişt û tirsa li ser pêşeroja xelkên me bi min re zêde kir.Xweziyek bi min re ma, ew jî ew bû ku ew atmosfera pirrengî û xweş ya li TÜYAPê li hemû deverên Stenbolê bihata dîtin.

çar rojên min pir kurt, pir xweş û pir bi lez derbasbûn.

 

4- We pirtûka xwe ya pêşîn bi erebî nivîsand û çap kir. Çima?

 

Ez jî weke hemû zarokên Kurd yên di temenê min de ji perwerdeya bi zimanê xwe yê Dê mehrûm û bê par bûm.Dê û bavên min nizanîbûn bi erebî.Zimanê bi tenê yê ku li dinyayê pê dikarîbûn biaxivin Kurdî bû.Ji biçûkaniya xwe de ez li malê hînî xwendin û nivîsandina bi kurdî bibûm, lê hetanî bîst saliya xwe jî min nikarîbû her tiştê min bixwesta bi kurdî binîvisanda.ne tenê Kurdî qedexe bû, belê bidestxistina pirtûkên Kurdî jî ne gengaz bû.Kesî newêrî bû pirtûkek kurdî bifrota.Berî ku ez nivîskar bim, ez xwendevanekî weha me ku şehweta xwarina pirtûkan bi min re heye.Xwendin min birçî dike.Min pir dixwend û pirtûkên kurdî yên li ber dest têra min nedikirin.Di wê demê de kaniya çîrokan di hundirê min de teqiya û bi erebî, zimanê fermî yê dibistanê û yê xwendina berhemên wêjeyî,li ser rûpelan herikî.Heta bîst û çar saliya xwe jî min geh bi erebî û geh bi kurdî nivîsand, lê ez ji nivîsên xwe yên bi kurdî ne razîbûm û derfeta çapkirinê jî tunebû.Weha Pirtûka mina mêrê avis di 1991ê de bi erebî li şamê derket.Têkiliya mina bi nivîsandinê re qêrîneke bilind bû ku di rihê min de hatibû komkirin û diva bû ku derkeve der.Ji ber wan şert û mercên qedexekirina Kurdî, destpêkê, li ser kaxetan, bi erebî derket.

 
5- We di vê pirtûkê de qala kurdan, Amûda ku kurd lê dijîn kiribû. Wêjekarên ji

Sûrî, rexnegir çawa nêzîkî van çîrokan bûn?

 

Ez dikarim pirtûka xwe ya yekem weke Nasnamê bi nav bikim.Nasnameya mina wêjeyî di riya vê pirtûkê re di nav derdorên wêjeyî yên Sûriyê de hate naskirin.Mirov dikare di vê derbarê de qala du xetan yan du derdoran bike.Yek jê bi kêfxweşî nivîsarên min û hemnifşên min yên Kurd, pêşwazî kirin û em mîna dewlemediyeke wêjeya Sûriyê dîtin.Ji bilî ku ev nivîs dibin wesîleya naskirin û keşifkirina civaka kurd ku li kêleka civaka ereb dijî û baş wê nas nake.Wêjeya me jî mîna rûdaneke baş dijî siyaseta paşguhkirin û inkarkirinê ya fermî nirxandin.Hetanî ku nivîskarekî Sûrî navdar- Seîd Horaniyê-ku çûye rehmetê, bi navê neviyên Selahedînê Eyûbî çend çîroknivîsên kurd di dosyayeke çîrokan ya kovarekê de pêşşkirin.Divê aliyê hunerî û hewildana nûjenkirin û guhertina di form û awayên çîrokê de jî neyê jibîrkirin, ku ev hewildanên me yên nûkirinê di pêvajoya çîroka Sûriyê ya modern de dihatin nirxandin.Derdorên din jî ew kesên ku di bin çavan re û bi şubhe li me dinerîn.Mîna mêvanekî ku li ser masa xwarinê be û ji hêla xwediyê malê ve nehatibe vexwendin, li me dinerîn.Kurdîbûna naveroka berhemên me li cem wan cihê nerihetiyê bû.Bêtir pesnê wan nivîskarên kurd didan ewên ku mirov di riya berhemên wan re nizane ku ew kurdin.Ew jixwe didîtin û dilê wan ji me bi tasewas bû.Vê dawiyê bêtir mesele eşkere bû û êdî nema rê dan çapkirina berhemên me yên bi erebî jî têne nivîsandin.Ji bilî pirtûka yekem, ji bo çapkirina hemû berhemên min î din destûra weşan û çapkirinê nehate dayîn.

 
 

6- Çi yekê hişt ku hûn biryara nivîsandina bi kurdî bidin? Gelo ne ji ber wê ramana ku nivîskarê kurd pêwîst e bi kurdî binivîse be?

 

Ji bo nivîsandina bi kurdî min ti biryar nedane.Kurdî zimanê min î Dê ye, zimanê zarotiya mine, zimanê ku ez pê mezin bûme û ez her roj pê dijîm.Tiştê ne normal û ji derveyî xwezayê nivîsandina bi zimanê dine.Nivîsandina mina bi kurdî xelasbûna ji wê rewşa ne normal bû ya ku min bi çûkaniyê xwe têde dît.Ew rewşa ku heta niha hemû zarokên kurd li Sûriyê û li Turkiyê tê de ne.Dilê min tuneye ku ez bi temamî dev ji nivîsandina bi erebî jî berdim.Xwezî min karîbûya bi gelek zimanên din jî binîvisanda, dê xweştir ba.Di baweriya min de mirov nikare bi biryaran zimanê xwe yê wêjeyî hilbijêre, ji ber ku wêje zimanê rihe, rih jî bi xwe bêyî biryarên mejî zimanê xwe hildibijêre.

 
7- Piştî ku we dest bi nivîsandina bi kurdî kir, hûn bi kêşe û aloziyên çawa re rû bi rû man?

 

Nivîsandina bi kurdî hişt ku ez bi xwe re li hev bêm.Ji aloziya wergera ku min di çîrokên xwe yên bi erebî de dikir xelas bim.Ew diyalogên li ser zimanê kesên çîrokê de herdem bi kurdî bûn û dema çîrok bi erebî dihate nivîsandin ew diyalog jî ji kurdî  dihatin wergerandin.Niha di çîrokeke kurdî de, kesên çîrokan bi zimanê xwe, bê werger, dipeyivin.Vê yekê ez û kesên çîrokên min jî rehet kirin.Kêşe û aloziyên ku mirov li wan rast tê, bêtir pala xwe didin çavkaniyên siyasî û civakî ku nivîsandina bi zimanekî qedexe hem dijminên mirov pir dike û hem jî xwendevanên mirov kêm dike, ji ber ku berhem bi awayekî berfireh nayêne belavkirin û xwendin.Hilbijartina nivîsandina bi Kurdî mirov tîne hember dinyayê.Qedera me jî weha reºe ku dema em li zimanê xwe yê Kurdî û li welatê xwe Kurdistanê xwedî derkevin hemû dewletên dinyayê me weke xetereke mezin li ser berjewendiyên xwe dibînin.Yan divê tu ne kurdbî ku tu bê serêºî bijî, yan jî divê tu kurd bî û hema hema her kes bi te re dijmin be.Dinya li me bûye mîna wî miºkê ku Franz Kafka di kurteçîrokeke xwe de qal dikir.Miºk jî mîna me li aliyekî pêncan digeriya.Miºkê di nav çar dîwaran de, çar aliyên wî hatibûn girtin, tenê yek alî ji bo wî miºkî vekirî mabû, ew jî devê pisîkê yê vekirî bû.Ji bo nivîskarê Kurd, Wêje ew aliyê pêncane.

 

8- Nivîskarên ereb ên ku pirtûka we ya pêşîn bi erebî xwendibûn, helwesta wan li hemberî biryara we ya nivîsandina bi kurdî çawa bû?

 

Derdorên nivîskariyê li Sûriyê ne ewqasî firehin.Kêm zêde mirov hemû hevûdu nas dikin.Cudayiya min ji hevalên min î din ew bû ku nasnameya mina kurdî ji roja roj de eşkereye.Min xwe nexiste bin ebaya kesî.Min rengê çavên xwe, zelaliya dengê xwe yê birîndar bi dengê tu kesekî din neguhert.Min dilsoziya xwe ya bi toza ku ez ji nav derketime re xeranekir.Heta niha ez wê toza wan êşên giran ji ser por û çerm û kincên xwe dadiweşînim û naqede.Ji pirtûka mina yekem de ku bi zimanê erebî derketibû ev hemû diyar bû.Nivîsandina bi kurdî nekete şûna nivîsandina bi erebî.Ez bi her du zimanan dinîvisînim.Min Sobarto bi kurdî nivîsand û piştî demeke kin min ew kire erebî û li Beyrûtê weşand.Lê ev demeke dirêje ku ji nivîsandina erebî qut bûme, ji biryaran bêtir mesele girêdayî hatina Elmanyayê û dûrketina ji erebî û ji wê atmosfera kevine.Gelek ji dostên min yên nivîskar yên ereb vê yekê cihê mixabiniyê dibînin û daxwaza berdewamiyê jî li min dikin, ez jî li benda derfetê me ku ev berhemên min î bi kurdî derketine, êdî bi erebî jî bêne weşandin.

 
9- Ew dema ku we bi erebî dinivîsand, gelo hûn dikarin bibêjin, ku we wêjekarên kurd bi têra xwe nas dikir?

 

Têkiliya nenaskirina wêjekarên kurd bi nivîsandina bi erebî re nîne.Ew nenaskirin girêdayî du tiştane, yek jê mana li Sûriyê.Dema ez li wir dijiyam her tişt di bin kontrolê de bû.Ne tenê kovar û  rojnameyên kurdî, belê hetanî bi yên erebî û ne girêdayî dewletê nedihatin dîtin.Li Sûriyê rojnemegerî, bi wî awayê ku hûn dizanin tuneye. Ji çil salî de sê rojnameyên dewletê yên weke hev hene ku tenê di daçek û reklaman de ne weke hev in.Sûriyê ji bo wêjekaran hepseke girtîye.Carna hatina nameyeke ne li gor dilê wan dibû bela serê me.Sûriyê welatê bi tenê ye li cîhanê ku nameyên kesan vekirî digihêjin destên wan.Heta sala 2000î Internet û telefonên destan qedexe bûn.Di rewşeke weha de, mirov çawa kare wêjekarên zimanekî qedexekirî nas bike.Me bi dizî û bi awayekî ne qanûnî agahiyên li ser wêjeya kurdî didan ser hev, lê herdem bi sînor diman.

Ya din jî mesela pirbûna zarava û alfabêyan di kurdî de rê li ber hevnaskirin û hevxwendinê digre.

Bi derketina mina derveyî Sûriyê re, rewş ji bo min hate guhertin.

 

 

 
10- Kurd li Sûrî wekî hemwelatiyên dewleta Sûrî yên bênasname dijîn. Nivîsandina bi kurdî, çapkirin û belavkirina li jêr van şert û mercan yeqîn ne hêsan e. Kêşe û girêkên ku hûn pê re rû bi rû dimînin çi ne?

Eger em qonaxên ku pirtûk têre derbas dibe li ser sê hîman par bikin, dê ev bin, nivîsandin, çapkirin û belavkirin.

Nivîsandin:Nivîskarê kurd bi zimanê dewleta ku ew perçê welatê wî yê ku lê dijî daqurtandiye perwerde dibe, dixwîne û wêjeya cîhanê nas dike, lê bi zimanê xwe yê ku tenê li malê zindî maye dinîvisîne.Ev duzimanî bandora xwe berdide kûrahiya mejî û rihê wî û carna wî hem ji mizgeftê û hem ji dêrê mehrûm û bêpar dihêle.

Çapkirin:Ji ber qedexekirinê du rê li pêşiya me hebûn.Yek jê, me li Şamê bi dizî û bi perên zêde pirtûk çap dikir, lê li ser dihate nivîsandin ku li welatekî din hatiye çapkirin.Jixwe hayê kesî li Qubrusê jê tuneye ku navê welatê wan li ser bi sedan pirtûkên nivîskarên Sûriyê tê dîtin.Riya din jî ew bû ku pirtûk li welatekî din weke Lubnanê bê çapkirin û bi dizî derbasî Sûriyê bibe.Min bi xwe her du rê ceribandin.Ji bo çapkirina Jinên qatên bilind, deriyê çapxanê li Helebê girtin.Xwediyê wê her ku ez didîtim digot te deriyê min girt.Li derve jî gava ku qaçaxçiyekî xwest romana  min Sobarto ji Lubnanê derbasî Sûriyê bike pêncsed dane(nusxe)pêre hate girtin û bû malê darikên çixatên hêzên ewlekariya siyasî û av û av çûn.

Hêjayî gotinê ye ku ne ji hêla dewletê ve û ne jî ji hêla partiyên kurdan yên siyasî ve alîkarî bi nivîskaran re nayê kirin.Hinekan ji wan ji bo çapkirina berhema xwe zêrên jina xwe difrot, hinekan çêleka malê bi zorê bi wan dida firotin û hinekan jî deyn dikirin, pirtûka xwe çap dikirin û ji ber deyndaran kolan li xwe dizîvirandin û heta niha deyndarin.

Belavkirin: Ji pêncsed hetanî bi du hezaran pirtûk dihatin çapkirin.Pirtûkxaneyan newêrîbûn bifroşin.Şirketên belavkirinê nînin.Pirê caran nivîskar bi xwe di riya dost û hevalên xwe re pirtûkên xwe bi destan belav dikin.Bi dehan pirtûk diçûn û ne pere ne jî yê ku biriye dihate xuyanîkirin.Ew û pirtûk bi hev re winda dibûn.Ev rewş dibû sedem ku yê nivîskar nikaribe mesrefa çapkirina pirtûka xwe ku ji bêrîka xwe daye, derxîne.

Ez bawer nakim rewşeke nivîskariyê weha kambax li ti deverên dinyayê bê dîtin.

 

 
11- Bandora nivîskarên ji wêjeya Sûrî û ereb li pêkhatina nasnava nivîskariya we çi ye?

 

  Bê guman wê bi awayekî ji awayan bandor hebe.Lê ev bandor çawa û li ku bi sînor dibe, dibe ku ez nizanibim.Ji hemû nifşên berî me nivîskarên ku dikarîbûn bandorê li nifşê me bikin hebûn.Navên mîna Zekeriya Tamir di çîrokê de, Sadellah Wenûs di şanonivîsînê de, Henna Mîna di romanê de û Adonîs di helbestê de bandora xwe li seranserê cîhana wêjeya erebî kirin.Nifşên ku ji salên notî û vir de derketin, lingên wan li ser zemîneke xwegirtî bû.Pêşketinin mezin di van qonaxên dawiyê de pêk hatin.Bêtir li ser wêjeyê, weke form û şêwe hate xebitandin ne weku alaveke idyolojîk.Di vê çarçovê de, min jî para xwe ji wê bandorê hilgirtiye.Hewesa min jî herdem ew bû ku ez karibim ji van pêşketinên teknîkî yên di çîroka Sûrî û di çîroka cîhanî de çêdibin sûd wergirim û karibim di Kurdî de hunera çîrok û romanê, li gor imkanên xwe, bajom ber bi nûtirîn qonax ve, ya ku çîrok û roman li her derê gihijtiyê.

 

12- Di roman û çîrokên we de, jiyana jirêzê, bûyer çi qas tê ve diçin, dikeve dilqekî soryalî. Bi ya we, alozî û tevlîheviya ku tiştê jirêzê di xwe de dihewîne çi ye?

 

Ez vê yekê bi taybetiya rewşa ku welatê me tê de dijî ve girêdidim.Diktatorên biçûk, generalên sadîst û unalfabêt ku di jiyana xwe de li her kolanê û li her malê çav û guhan diçînin, dimrin jî dibin pût û peykerên wan li her kolanê mîna heywanên mirî têne dîtin.Ev diktator di riya leşker û ga û gamêş û çêlekên xwe re bi milyonên xelkan dikin dewar û wan dajon axurên ku navê welat li wan hatiye kirin.Perçeyeke paçikê erzan tînin û nav lê dikin ala pîroz.Axur bi bombe û mayînan dipêçin û nav lê dikin welatê pîroz.Gava şerek jî diqewime ew dewarên belengaz berî general û diktatoran histê xwe didin ber kêran, da ku xwedêgiravî di ber vî axurê ku navê wî welate de bimrin.Bi milyonan her sibe zarok bi serê wan sond dixwin û sozê didin ku li ser riya wan bimeşin û yê ne weke wan be xayîne û mafê wî yê jiyanê tuneye.Ew zarok mezin dibin û dibin qesasên bira, xwişk û diyên xwe û cîranên xwe.Sînoran çêdikin û wan pîroz dikin û li ser wan hev du dikujin...Ev hemû tiştên rojanene û ji rêzê ne.Naxwe li devereke weha jiyan bi xwe bi awayekî sureyalîst dimeşe.Li welatekî mîna welatê me hewce nake ku nivîskarek serê xwe bi çêkirina fantazî û xeyalan re bêşîne.Tenê dikare bi wêrekî, bi dilsozî û bi çavê xwe yê sêyem li derdora xwe binere û binîvisîne.Li ber kabûsên rojane yên ku serî hildidin, ew kabûsên ku xewnên şevan li mirovan diherimînin biçûk û lawaz dimînin.Welatê me ji her alî de, di her warî de feqîr û belengaz hiştine, tenê nikarîbûn bi nivîskaran.Dewlemendtirîn kes li cîhanê nivîskarê kurde.Mezintirîn sermiyan jêre welatê wî ye.Welatê me welatekî wehaye ku çiqasî birçîbûna azadiyê lê mezine ewqasî jî bi meteryalên nivîsandinê têre.

 

13- Amûdê bajarekî li ser sînorê Turkiyayê ye. Mezinbûna li ser sînor, kartêkirineke çawa li kesayetiya we û berhemên we kir?

 

Di hişmendiya min de sînor girêdayî xwekuştinê ye.Eger kesekî bixwesta xwe bikuje, digot ezê berê xwe bidim bombeyên sînor.Ez di nav wan bombe û mayînan de ji dayik bûme.Bêhna teqandina wan bi hespên qaçaxçiyên ku di navbera Serxet û Binxetê de diçûn û dihatin de,heta niha li ber pozê mine.Sînor malbata me kiribû du perçe û heta niha.Têlên rêsayî û mayînan nedihiştin ku metika min û apê min î wiyalî sînor min nas bikin.Ez li ser çîrokên welatekî perçebûyî, malbateke perçebûyî û rihekî perçebûyî û şewitî mezin bûm.Ji ariya wê şewata mezin ez çîrok û romanên xwe bi gewde û laş dikim.Ev heft salin ku ez di navbera sînorên vekirî yên Elmanya, Holanda û Belcîkayê re diçim û têm.Dîsa jî her ku ez dighêm rastî sînor dilê min bi lez dike teperep.Ji min weye wê tiştek biqewime.Ez li benda teqandina mayînekê û kuştina zarokekî dimînim.Piştî ez sînor derbas dikim, ez dibînim ku ti mayîn neteqiyane, lê zarokek hatiye kuştin û ew zarok ezim.

 

14- Hin hest hene, ku hûn çi binivîsin, derdikevine ser riya xwendevanan. Tirsa ku bûye navê romaneke we, yek ji van hestan e. Çi hişt ku hûn “Tirsa Bê Diran” binivîsin? Pêkan e ku mirov vê pirsê wiha jî binivîse: Hesta tirsê di jiyana kurdan de çima ev qas tîr û gurr e?

 

Em di zikê diya xwe de têne tirsandin.Dema yek ji me ji dayik dibe tirs li benda wî ye.Li malê tirsa ji bav, li dibistanê tirsa ji mamosteyên dewletê, li erdê tirsa ji general û muxaberatan, li ezmanan tirsa ji Xwedê.Di malzarokê de, em li ser wê tirsa ku di xwîna diya me de bû mezin dibûn û bi şîrê dayikê re ew tirs di hundir hestiyên me de dimeyê û bi mezinbûna me re kevin û tîr dibe.Dibe perçeyek ji bedena mirov û mirov nema bi hebûna wê dihise.Ev tirsa tîr mirovên xerabe li pey xwe dihêle, civakeke xerabe û qutifî li pey xwe dihêle ku, bi hesanî xwefirotin, xiyanet, bêbextî, derew û hemû xisletên civakeke ketî û têkçûyî tê de peyda dibin.Ji lew re nivîskarê wêrek ne tenê hêzên van dewletên hov û barebar li hember xwe dibîne, belê bi civaka xwe re jî rû bi rû dimîne.Ez qala wê tirsa nedîtî dikim, ewa ku bê diran hundirê mirovan dixwe, mirov birîndar dike û xwîn nexuyaye, mirov dikuje bêyî ku mirov diranekî wê bibîne.Ew tirsa bê diran ya ku bi duruvên xwe yên rojhilatî tê naskirin.Du hêzên sereke afirênerên vê tirsê ne, ew jî esker û istixbaratin.Bala xwe bide dewletên ku desthilatiya xwe li ser welatê me dimeşînin, yan pala xwe didin eskerên xwe yan jî pala xwe didin istixbaratên xwe.vê yekê hiştiye ku ew hîmên tirsê yên ku rehên xwe berdidin kûrahiya dîrokê û kûrahiya rihên mirovên me roj bi roj qalindtir, mezintir û dijwartir bibin.

 

15- Diyar e hûn îroniyê jî ji dest bernadin. Tiştê ku tirsê û îroniyê tîne ba hev çi ye?

 

Tirs û îronî du encamên têkiliya serê (general) bi cezmeya wî re ne.

-          general, weke nûnerê wê desthilatdariya eskerî û istixbaratî ya me qal kir –

Li cihê ku xebitandina serî pêwîste, hiş, diyalog û jihevfêmkirin pêwîste, cezme tê bikaranîn.

Û di nav herrî û çirrav û gemarê de tu li seriyê wan rast têyî.Ev dîmenê ku ez nîşan didim ne karîkature, ew bi xwe rastiya rewşa ku xelkên me di siya van dewletan de tê de dijîn.Rewşeke berevajî, serobinoyî heve.Carna ku mirov bi çavekî din li derdora xwe dinere dibîne ku hin tişt hene bi awayekî tirajekomedî dewam dikin ku êdî mirov tenê dikare pê bikene û bike cihê qerfan.Di vê çarçovê de îronî bi xwe jî helwesteke.Ev aliyekî meselêye.Aliyê din ewe ku bi çûkanî dema em li malê pir dikeniyan, diya min ditirsiya û digot, lawo, Xwedê xêr bike, em îro gelekî keniyan.Diya min hînî wê yekê nebûbû ku rojek tenê weha bi selametî bêyî ku ji sibe bitirse di ser re derbas be.Ji ber wê di dema ken bi xwe de jî tirs hebû.Carna ji tirsa zêde jî mirov dikene û hey dikene, êdî aqilwindakirin pey re tê.Naxwe kenê zêde dikare mirov bitirsîne, weha tirsa zêde dikare mirov bikenîne.Ev her du têgeh weke di jiyanê de têne cem hev, dikarin di nivîsandinê de jî, eger  bi awayekî wêjeyî xweşik bê honandin,bêne cem hev.

 

16- Xwendevanên ji Turkiyayê wêjeya kurdî pirr kêm nas dikin. Bi heman awayî, reng e bê gotin, ku wêjeya turkî jî bi têra xwe nayê veguhestin bo kurdî. Ev dûrahî û mesafeya di navbera van her du zimanan/wêjeyan de çi ye bi ya we, ku bi awayê erdnîgarî, dîrokî, siyasî û çandî gelekî nêzîkî hev in?

  

Divê destpêkê ev kevirên qedexekirinê yên giran ji ser sînga ziman û wêjeya Kurdî li Turkiyê bêne xistin.Divê zarokên kurdan li dibistanan bi zimanê xwe perwerdê bibînin.Eger welatek bixwaze li gor pîvanên vê dema me be, dê xelkê ji bo tîpa W yan X nede mehkemekirin.Tenê mirov dikare bi halê welatekî weha bikene.Bi hebûna van birînên kurdî yên di dil û hinav û rûyê Turkiyê de zîl didin de, wêjekariya kurdî jî nikare derfeta geşbûnê bibîne.Weha jî tevgera wergera ji tirkî bo kurdî yan ji kurdî bo tirkî.Siyaseta dewletê ya li hember kurdan û zimanê wan ev mesafe mezin û fireh kiriye, ji ber ku li Turkiyê tenê yek ziman heye, yek çand heye.Zimanê din heye lê birîndare, heye lê li ber siyê ye, heye lê bê imkane, heye lê tuneye.Bi vî awayî mirov nikare li Turkiyê qala têkiliya du zimanan bike.Wê wêjeya tirkî têra xwe veguheze kurdî dema ku kurdî jî têkeve wê rewsha ku tirkî tê de ye, ango bibe zimanekî fermî yê perwerdê.Ev jî mafekî xwezayî yê hemû zarokane ku, îro li Turkiyê zarokên kurd jê bê parin.Berî wê hemû hewildanên wergerê dê bi sînor û girêdayî hewildanên kesan û siyasetan bimînin.Li Turkiyê tev ku hemû derfet hene ku wêjeya kurdî bê naskirin û bê wergerandin, lê bi gishtî tenê dixwazin Mamet Uzun nas bikin.Naskirina Mamet Uzun jî bi vî rengî girêdayî lihevkirina wî bi siyaseta dewletê re ye.Ango dewlet jî, weke ku ji bilî (kurdên) xwe ti kurdan nas nake, ji bilî nivîskarên xwe jî ti nivîskarên kurd naxwaze nas bike.Lê wê ev siyaset bi ser nekeve ji ber ku pîvanên qada wêje û edebiyatê bi pîvanên dewlet û siyasetan re li hev nayên.

 

17- Hûn di sala 2000’î de li Alemanyayê bi cî û war bûn. Kurdî, erebî û niha jî alemanî; gelo hûn hest bi dabeşbûn û tengavbûna di navbera van her sê zimanan û wêjeyan de nakin?

 

Berevajî wê.Her zimanek ji van hersiyan bi serê xwe kilîta dinyayeke cudaye.Pirsgirêka min î nasnamê nîne ji ber ku nasnama min xuyaye.Jê pêve hemû ziman dikarin bibin alîkarê rêwîtiyên nav deryayên nenas.Li pişt her zimanî çandek heye, cîhaneke taybet heye, keşif heye, zanîn heye.Ez jî tiyê zanînê, mereqdarê tariyê û çirandina perdeyanim.


18- Li Alemanyayê, derfeta we heye, ku hûn bi zimanê xwe binivîsin, bêyî ku hûn rastî pest û kotekiyekê bên. Lê ji aliyê din ve jî, hûn ji erdnîgariya ku çavkaniya nivîskariya we ya heya niha ye dûr in. Ev yek bandoreke çawa li we û li berhemên we dike?

 

Guhertina cî û waran bandoreke mezin li min nake, ji ber ku nivîsandin ji bo min encama şewateke şexsî ye.Nivîsandin ew kêlîkên janê ne ewên ku birînê dixurînin, birîna min jî di bin çengê min de veşartiye, ez herim kuderê bi min re tê.Her ku min dêşîne, ji dêvla ku ez biqîrim, ez dinîvisînim.Raste, koçberî ji aliyekî de mirov dûrî wan çavkaniyên bingehîn dike, lê ji aliyê din de jî mirov bi ser çavkaniyên nû vedike.Di Tirsa bê diran de beşekî mezin ji romanê li Elmanyayê derbas dibe.Weha jî di çîrokên Memê bê Zîn de.Ez bawer dikim bêyî hatina mina van deran nivîsandina wan tiştan ne mumkin bû.Niha di nav destê min de pirojeyê pirtûkeke çîrokan heye ku hemû çîrok li ser yek karekterî ne, ew jî karekterê kurdekî penaber e.Em bixwazin nexwazin, devera mirov lê dijî wê siya xwe bavêje ser berhemên mirov.Baweriya min ewe ku warekî nû dikare bibe faktoreke din ji bo pêşdebirin, rengînkirina û dewlemendkirina cîhana nivîsandinê.Weha jî dikare bibe sedema miçiqandin û vemirandina nivîskarekî bê bingeh.

 

 

19- Şansê we heye, ku hûn dikarin bi sê zimanan wêjeya dinyayê bişopînin. Ku hûn li berhemên xwe binihêrin, hûn ê xwe di nava kîjan wêjeyê de terîf bikin?

 

Eger mebest ji pirsê ziman be, ez xwe di nav wêjeya kurdî ya modern de dibînim. Eger mebest jê ekolên wêjeyî be, ez her ekolekê bi serê xwe mîna kirasekî teng ji bo xwe û wêjeya xwe dibînim.Min ji ava hemû ekolan vexwariye, lê wê avê bêtir ez ajotime ber kîjan cihokê, ez bi xwe nizanim.Tiştê ez zanim ewe ku ez bi dilsoziyeke bê sînor êşa xwe, kêfa xwe û dengê xwe dinîvisînim.Ez xwe dinîvisînim.

 

  
20- Çi qas bo salên dirêj li Turkiyayê tune hatibe hesibandin jî, van salên dawîn gelek deqên wêjeyî yên bi kurdî hatî nivîsandin hatin weşandin. Gelo hûn dikarin xwe bigihînin van hemûyan? Bi ya we, navine ku derdikevin pêş, navine ku em bikaribin di nava wêjeya dinyayê de binirxînin  hene gelo?

 

Ez van berhemên wêjeyî dişopînim. Min piraniya wan xwendine.Ji ber dûrbûnê, dibe ku hemû nekevin dest min.Di van pazde salên dawiyê de berhemên wêjeyî yên xweşik derketine.Bi taybetî di warê çîrokê de.Ji çîroknivîsên ku min bi kêmanî pirtûkeke wan î çîrokan xwendiye û bala min kişandine ev hene:Dilawer Zeraq, Yaqob Telermenî, Kovan Baqî, Cîhan Roj, Sîdar Jîr, Edîb Polat, Çiya Mazî, Ibrahîm Seydo, Ronî War,Hesen Kaya, Lokman Polat...û hinekên din.Ji bilî wan, ez nizanim pîvanên (Wêjeya dinyayî) çine, lê ez dikarim bêjim ku di kurdî de jî çîrokên, li gor min, di asta çîrokên herî xweş yên min di wêjeyên zimanên din de xwendine hene.Mînakên ku niha têne bîra min, çîrokên Kamîran Haco, Fewaz Husên, Tosinê Reşîd, Ferhad Pîrbal, Firat Cewerî, Enwer Karahan û Hesenê Metê.

Di romanê de, di helbestê de navên giring hene, lê li gora dîtina min Çîrok bêtir li pêş e.

 

 

 

( Ev hevpeyvîn bi zimanê tirkî di hejmara 114 an ya Sibata 2008a de, di kovara Virgül de hatiye weşandin. Wergera Kawa Nemir)

 

 

 
 
 


 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de