|
Zimanê
kurdî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê:
Bi hatina sala 1946'an re, sala
serxwebûna Sûriyê, dawî li "Hawar" û
"Ronahî" û pê re jî li qonaxa
Bedirxaneyan, hat. Ji 1946'an heta
1968'an, di van bîst û du salan de, yek
rojname yan kovar an jî belavok bi
zimanê kurdî, ne li Sûriyê, ne jî li
rojavayê Kurdistanê, derneket. Balkêş e
ku di van salan de – 1957 – yekemîn
partiya siyasî ya kurdan li Sûriyê hate
damezrandin. Tev ku di nav damezrênerên
vê partiyê de çend rewşenbîrên ku ji
bakurê Kurdistanê daketibûn Sûriyê –
Osman Sebrî wekî mînak - hebûn, lê dîsa
jî zimanê belavokên partiyê yê fermî
zimanê erebî bû. Hejmara partiyên ku ji
wê partiyê welidîn niha gihiştiye zêdeyî
13 partiyan. Hemû partî, bi çep û rastên
xwe, hetanî bi qirikê di nav nakokiyan
de bûn, lê di hilbijartina zimanê erebî
de, wekî zimanê siyasetê, li hev
kiribûn.
Di sala 1968'an de, Cegerxwîn bi
alîkariya partiya ku ew endamekî wê bû,
partiya pêşverû ya demokrat ya kurd li
Sûriyê, ya ku bi navê Hemîdê Hecî Derwêş
tê naskirin, kovareke kurdî bi navê
"Gulistan" derxist. Ew kovar bi
"dektîlo" dihate nivîsandin û çapkirin û
bi dest dihat belavkirin. Li pey wê,
kovarên kurdî hatin derxistin, pirtûkên
helbest û çîrokan jî bi dizî li Şamê
derdiketin, lê zimanê belavokên fermî
yên partiyên siyasî her û her mabû
erebî. Vê rewşê hetanî derdora sala
2000'î, sala derketina min a ji welêt,
ajotibû.
Erebî kirin zimanê siyasetê
Ji roja 17 avrêla 1946'an re li Sûriyê
"Cejna koçkirinê" – îdulcela- tê gotin.
Mebest jê koçkirina leşkerên frensî ji
ser xaka Sûriyê ye. Eger ev roj wekî
cejn ji bo erebên Sûriyê bê binavkirin,
ev yek tê fêmkirin. ereban dagirkerên
frensî ji welatê xwe derxistin û
serxwebûna xwe bidestxistin. Lê ji bo
kurdan li rojavayê Kurdistanê çi hate
guhertin ku ew jî bi hemû hêzên xwe yên
siyasî wê rojê wekî cejnê dibînin û xwe
pê serbilind dikin.
Di rastiyê de, ew roj ji bo kurdan bû
roja bidawîanîna weşanên zimanê kurdî.
Her wisa dagirkerekî "baş" frensî bi
dagirkerekî "xerab" ereb hate guhertin û
siyaseta erebkirinê konê xwe li
seranserê rojavayê Kurdistanê, vegirt.
Heta niha hinek malbat û kes dikevin
pêşbirka serbilindiya ji ber kuştina
serbazên artêşa firensî. "Bûyera,
Beyandûr, wekî mînak.
Tirajediya siyaseta kurdên Binxetê
gihîşte wê radeya ku heta niha yek ji
daxwazên wan yên sereke ev e
“bidestxistina nasnameya erebî ya Sûrî"
ji bo 200-300 hezar kurdên bê nasname.
Dev ji nasnameya kurdî berde, bi salan e
kurd vê daxwazê dikin, ku mîna "erebên
Sûrî" bibin xwedî nasname û rêjîm,
napejirîne.!
Ev kurtemînakên ji siyasetê dikarin
bêhtir mijara me têxînin bin ronahiyê û
van pirsan bîne holê:
Gelo kurdan ji çûna leşkerên Frensayê ji
axa Sûriyê çi qezenc kirin?. Çima zimanê
xwe yê siyasetê kirin erebî?. Ji ereban,
ez bawer nakim ku ji bilî çend dezgehên
"Muxaberatan" yên têkildar tu kesekî guh
dida belavok û weşanên wan. Vê siyasetê
rewşa kurdên rojava anî rewşa "Godot"ê
di şanoya Samuel Biecket de ku azadî û
serxwebûn ji bo wan bûne xeyalên ku dibe
ji derveyî sînoran rojekê bi ser wan de
bê. Vê bêhêvîbûnê berê bi hezarên kurdên
rojava da ber bi Başûr û Bakur de û her
partiyeke mezin ji her du aliyan bû
xwedî şax û derdor û hêvî carinan bi
Başûr ve û carinan jî bi Bakur ve hate
girêdan. Bi dehê salan e ku li wê derê
gengeşiyeke germ di navbera her du
aliyan de, siyasetmedar û "rewşenbîr" li
dar e. Her du alî hev du tawanbar dikin.
Di encamê de, ji ber ku zimanê wan ê
siyasetê yê nivîskî erebî ye û yê
axavtina bi xelkê re kurdî ya kolanan e,
piraniya serokên partiyan bi zimanekî
diaxivin ku ne erebî ye û ne jî kurdî
ye. Balkêş e ku yên ji wan bûn xwedî
pirtûk jî, mînak Selah Bedridîn û Hemîd
Hac Derwêş, pirtûkên wan bi erebî bûn û
tu hewcedarî bi wergera wan ê kurdî jî
nedîtine. Eger ji aliyê siyasetê ve
dîmen wisa rû dida, gelo ji aliyê civakê
de dîmenê ziman û nivîskariya kurdî çawa
bû?.
Girêkên civaka kurd û nivîskariya kurdî
Di kurmancî de, peyva herî nêzîkî
"Kompleks"ê, min peyva "Girêk"ê dît. Ji
ber vê ez ê vê peyvê bikar bînim. Eger
mirov berfireh binêre, mirov dibîne ku
li hember amerîkiyan girêkên ewropiyan
hene. Li hember ewropiyan û "şarastaniya
wan", girêkên ereb, yan jî tirkan, hene.
Li hember ereb an tirkan jî girêkên
kurdan hene. Mebest jê girêka
xwebiçûkdîtinê ye. Ev girêk bêhtir di
warê huner û zimên de xwe dide pêş.
Mînakên li ser vê yekê jî bi dehan hene.
Anku dema mirov di nav civakên dinyayê
de li civaka kurd binêre, girêk sêqat û
çarqat dibe û ev girêk aloztir, mezintir
û dijwartir dibe. Di vê çarçovê de,
mirov dikare texmîn bike bê wê civakek e
wisa ku ji zimanê xwe hatiye dûrxistin û
bi her awayî zimanê din pê hatiye
şêrînkirin, wê çawa li nivîskarên zimanê
xwe binêre.
Qedexekirina kurdî û perwerdekirina
zarokên kurdan bi zimanekî din, ligel
mezinkirin û xweşikkirina wî zimanî û
xwediyên wî mesela me dajo ber bi
quncikên asê ve. Mînaka vê perwerdeyê di
nav ereban de, bi peyva "tistekrednî"
gihîşte asta herî eşkere. Dema kesek
kesekî din bixapîne û bixwaze henekê xwe
pê bike, yê din lê vedigerîne: "Ma tu
min kurd dibînî qey?". Anku peyva kurd
tê wateya "Hov", "Ehmeq", "Beradayî û
fêm nake". Ji bilî reşkirina rola kurdan
û tunekirina wan di pêvajoya dîrokê de..
Bi vî awayî, ne mimkûn e nivîskar an
afirênerek ji nav vî miletî û bi wî
zimanê ku "ne ziman e" derkeve, eger
nivîskarek derkeve jî naxwe wê bi zimanê
"pîroz" yê dewletê be. Ew jî
dewlemendiyek e dewlet û miletê wê ye.
Li Sûriyê, hetanî salên heştêyî, di nav
hemû derdorên wêjeyî de, Selîm Berekat
wekî helbestvanekî kurd dihate
binavkirin. S. Berekat, bejnek e bilind
e di helbest û romana bi erebî de, lê wî
yek hevok bi zimanê kurdî nenîvisandiye.
Bi demê re, nav pirbûn û di salên heştê
û nodî de bi dehên navan hatin naskirin
ku hemû, ez jî di nav de, bi erebî
dinîvisandin. Hêjayî gotinê ye ku di nav
van derdorên erebînivîs de jî du beş
hebûn. Yek jê bi temamî, hem ziman û hem
naverok û hem kes mîna erebên Sûrî
tevdigeriyan û heta niha. Beşê din jî bi
zimanê erebî dinîvisandin, lê çavkaniya
naverokên berhemên wan civaka kurd bû.
Divê ez vê jî bêjim ku civaka kurd
hetanî li hember van nivîskarên xwe yên
erebînivîs jî xwedî helwesteke sert û
"dijber" bû. Min bi xwe "rewabûna"
nivîskariya xwe ya wêjeyê piştî pesindan
û pejirandina nivîskarên ereb yên navdar
bidestxist. Tê bîra min, di sala 1987'an
de, di rojnameya "hefteya wêjeyî" de
çîroka min di rûpelê xortan de hate
weşandin ku bi birêveberiya Şewqî
Bagdadî bû, nivîskarê Sûriyê yê navdar,
ji ber ku bi çend hevokên pesindar
çîroka min ji xwendevanan re pêşkêş kir.
Çend hevokên bi vî awayî nivîsandin:
"Piştî vê çîrokê, ez ê heta hetayê vî
navî ji bîr nekim û ji we re jî dibêjim:
Vî navî ji bîr nekin…" Piştî vê bûyerê
hem di nav malbata min de, hem jî di nav
"civak" û kesên derdorê de nêrîn hatin
guhertin û bi çavekî din bê qerf û bê
biçûkxistin li min dinêrîn.
Min ev mînak ne ji bo pesindana xwe anî,
lê ji bo mentelîteya danûstendina civaka
derdorê bi mijara nivîsandinê re. Anku
çavên civaka "Kurd" li kesên civaka din
e. Eger "mezinên" civaka din gotina xwe
bibêjin, û "Diplom"ê rewabûnê bidin, wê
demê wê dengê wan bê bihîstin û wê bê
bawerkirin ku mesele cidî ye.
Civaka kurd civakeke bê ezman e.
Civakek wisa ye ku nikare ne stêrkan ji
nav xwe derxîne, ne jî dihêle ku kesek
jê ber bi jor ve bê bilindkirin.
Civakeke hatiye xistin û têkbirin û
çavên wê ber bi jêr de mane. Hemû
hewldanên kesan jî yên bilindbûnê bi
israr têne şikenandin û xerakirin.
Kurdên ku qabiliyeta "stêrkbûnê" li cem
wan hebe jî, ji hêla serdestan ve tên
bikaranîn û bi zimanê xwe û bi îmkanên
xwe yên mezin wan hildikşînin ber bi
ezmanê xwe ve, lê wekî ku kesina jixwe,
ne wekî kurd.
Niha hinekî rewş hatiye guhertin. Dibe
ku rê ji bo kurdî jî bê vekirin, lê dîsa
jî divê malê dewletê be.!
Di nav vê xirecirê de, nivîskarên bi
zimanê kurdî jî "li ber siyê" û di nav
xwe de karê xwe yê nivîsandinê, bêhtir
di riya kovaran re, dewam dikirin. Bi
derbasbûna demê re, hinek ji erebî ber
bi kurdî de hatin û hinek jî berevajî
wan ji kurdî ber bi erebî de çûn.
Yek ji wan mînakên berbiçav hevkarê me
Pîr Rustem e ku li "Sûriyê" bi kurdî
dinîvisand û niha li "Kurdistana azad"
bi erebî gotarên siyasî dinîvisîne.
Min ji Pîr Rustem pirsa vê yekê kir. Ji
bo nivîs dirêj nebe, ez ê carek e din,
di nivîsa xwe de, rê bidim bersiva wî.
Çend hevokên pêwîst
Bi vê danûstendinê, em destên xwe li
ber kesekî venakin û em neçûne ber
deriyê tu dezgeh û derdoran me parsa
qedr û rûmetê nekiriye. Wekî ku
hevkarê me Îrfan Amîda dixwaze
ragihîne.
Nivîsandina bi kurmancî, di van şert
û mercan de, bi serê xwe rûmeteke
mezin e û em pê serbilind in. Ez tu
pêdiviyê bi biçûkxistina mijarê bi
vî awayî nabînim. Mijar ne mijara
çend festîval û helkefinaye û ne jî
girêdayî derdoreke siyasî ya
destnîşankirî ye. Wekî li jor jî min
diyar kiriye, mijar ji sînorê Bakurê
Kudistanê jî berfirehtir e û ber bi
rexnekirina mentelîteyeke siyasî ya
hevbeş ya hemû kurdan de, diçe.
Li kîjan devera dinyayê hatiye dîtin
ku, qala nivîskarên miletekî bû ye û
nivîskarên ku ne bi zimanê wî miletî
dinîvisînin hatine pêşkêşkirin?
Kê bihîstiye ku dema qala nivîskarên
alman bû ye, almanan nivîskarên xwe
yên frensînivîs dane pêş? An jî
frensiyan nivîskarên xwe yên
îngilizînivîs dane pêş?.
Kurt-kurmancî, di qada siyaset û
nivîskariyê de, rewşeke şaş û
berevajî li cem kurdan heye. Ev
danûstendin hewildaneke ber bi
rexnekirina wê rewşa ne normal de û
gaveke ber bi guhertin û
normalkirina wê rewşê de.
Beşê yekem a vê nivîsê:
http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=597
Jêder:diyarname.com
|