|
Demeke dirêj e ku ez tev li civatên wêjeyî
nebibûm. Min bêriya civatan kiribû. Van deh
rojên derbasbûyî derfet çêbû ku ez du şemiyan
tev li du civatan bibim. Du civatên berevajî
hev. Ez ji ya yekem derketim û “rih bi min ve
hat”ibû . Civateke ji zêdeyî du sed kesî li
Bonnê, di 2.11.2008’an de kom bûbûn û di bin
navê Mîhrîcana Helbesta Kurdî* de, geh bi kulmên
mezin, geh jî bi kulmên biçûk her kesî ji hêla
xwe de dixwest şitla kurmanciya kesk av bide.
Hinek bilind firiyan û hinek nizim, lê hemûyan
bi hev re dikaribûn mirov bêyî li hatina xwe
poşman bibe, ji wir vegere. Berevajî wê civata
din, ku di 8.11.2008’an de li Frankfurtê bû.
Civata belavkirina xelatên “Pêşbaziya Helbest û
Çîrokan ya Huseyîn Çelebî”** bû. Destpêkê, divê
bê gotin ku aliyên vê pêşbaziyê yên erênî jî
hene ku ji pazdeh salan ve ye ev pêşbazî bi
kedeke mezin a çend xwendekaran, salê carekê,
çêdibe. Ji lez û bez û mijûlbûna herdem ya
amadekarên vê civatê xuyabû bê çiqasî zehmet e,
ku ji bo çalakiyeke wêjeyî, yan jî gereke ku
wêjeyî be, mirov bi sedên kurdan bîne cem hev.
Ji dûr ve gava mirov li mijarê dinêre hem ciwanî
û xortaniya van xwendekarên hêja, hem jî dana
kedeke mezin di riya wêjeya kurdî de kêfa mirov
tîne. Lê ji nêzîk ve dema mirov rewşa zimanê
kurdî di vê civatê de dibîne, mirov ji
bêhêvîbûnê ji hawhaw dikeve. Bê guman ev
bêhêvîbûn xwe dispêre çavkaniyeke mezintir ku ew
civaka kurd a li Ewropayê ye û bi taybetî civaka
kurdên Bakur.
Ez ê sê mînakên biçûk rêz bikim:
- Yekem hevoka xortê ku hatibû min bibe cihê
civatê, di telefonê de, ew bû ku bi kurdî nizane
û li zimanekî din digeriya da ku em ji hev fêm
bikin.
- Yekem hevoka xortê ez vegerandim rawestgeha
trêna vegerê ew bû ku ew bi kurdî nizane û tenê
bi tirkî û almanî dizane.
- Li ser standa pirtûkan, min li buhayê
pirtûkeke bi kurdî pirsî. Ya pirtûkfiroş
nizanîbû “Ev bi çiqasî ye” tê çi wateyê.
Ew cara sisêyan bû ku zimanê almanî tê bi hawara
min ve.
Dema min li rewşa van xort û keçan û bi dehên
xwendekarên mîna wan dinêrî ku digotin ew li
Almanyayê ji dayik bûne yan jî di zarotiya xwe
de hatine Almanyayê, lê yek hevokê bi kurdî
nizanin saz bikin. Wisa jî hemû bi tirkî baş
dizanin. Min bi xwe nikaribû ez wan tenê sûcdar
bibînim. Ji wan bêhtir bala min diçû ser rewşa
dê û bavên wan. Ev çi hêz e dihêle diyeke kurd
ne li Tirkiyê û ne li Kurdistanê, li Almanyayê
bi zarokên xwe re bi tirkî biaxive?
Ew zarok îro di Zanîngehên Almanyayê de bûne
xwendekar û li kêleka almanî tenê bi tirkî
jiyana xwe derbas dikin. Ji bo ez neheqiyê li
çend xwendekarên ku baş bi zimanê dayika xwe
dizanibûn nekim û hejmara wan ji hejmara tiliyên
destekî kêmtir bû, ez dikarim bi rehetî bibêjim
ku piraniya civata xwendekarên roja belavkirina
xelatên pêşbaziyê ji van xwendekaran pêk dihat
ku ne haya wan ji wêjeya kurdî heye û ne jî
berhemên nivîskarekî kurd xwendine û ne jî haya
wan ji helbest û çîrok û romana kurdî heye.
Min, bi hestin tevlihev, li wan xwendekarên
ciwan ên kurd dinêrî bê çawa dixwazin taybetiya
xwe biparêzin û wekî xortin dilsoz tevbigerin,
lê herdem bi zimanê biyanî.
Çavekî min bi dilgermî li ser wan tevger û
hewildanên wan bû, çavê min ê din li ser mala
kurd li Ewropayê bû.
Agirê ku ew mal daye ber xwe, zarokên wê malê
çawa bê rih û bê rû kiriye.
Ew her du civatên ku di bin siya wêjeya kurdî de
li her du bajarên Almanyayê çêbûn, du dîmenên
cuda bûn ji rewşa civaka kurd a li derbideriyê
ku carna mirov dilxweş dike, carna jî dihêle
mirov li ber neynika rastiyê xwe melûl û
şikestî bibîne.
Li ku derê zimanê kurdî li ser lingan be, mirov
jî pê re bejinbilind û geş dibe. Li ku derê
zimanê kurdî şikestî û heliyayî be, dil jî dişke
û serê xwe dixîne bin lihêfa tenêtî û xerîbiyê.
…………………………………………………………………………………………………..
Çavkanî:
diyarname.com
|