Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

03 August 2008 01:15

     

 Du dîmenên xemgîn ji nivîskariya kurdî

 Helîm Yûsiv


  Ez di vê nivîsê de kesekî bi nav nakim, lê ez ê dîmenên du nivîskarên kurd ji Binxetê pêşkêş bikim. Her yek bi awayekî ye û her yek lawê pêvajoyeke cuda ye, têkiliya di nav wan de ew e ku di encamê de xemgînî li pey helwest û kirinên xwe, li ba min hiştine.

 Nivîskar-1

Ji berî pazde salan ve li Binxetê çîroka nivîsandina bi erebî yan bi kurdî li dar e. Yek ji wanên ku tev li wan nîqaşan nedibû û bi kurdî dinîvisand ev dostê me yê mijara gotinê ye. Çend pirtûkên helbestan bi kurdî çapkirin. Dem derbas bû û qedera her yekî ji me berê wî da deverekê. Ew jî li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê bi cih û war bû. Lê çi hate guhertin?

Hema hema bi temamî dev ji nivîsandina bi kurdî berda û dest bi nivîsandina bi erebî kir. Hem helbest û hem nivîsên wî yên rojane di rojnameyên kurdên başûr de, ku bi erebî derdixînin, têne weşandin. Wê rojê di televizyona Gelî Kurdistan de, mêvanê bernameyeke wêjeyî bû. Kesekî ku bi erebî nizane ji kurdiya wî fêm nedikir. Pesnê kurdên erebînivîs dida ku ew balyozên wêjeya kurdî ne û dengê kurdan e li cem miletên din. Her wisa qala lawazî yan jî tunebûna çîrok, roman û helbesta kurmancî dikir. Dûrketina ji nivîsandina bi kurmancî jî vedigerand  şert û mercên kurmanciyê û bi taybetî tunebûna xwendevanan û her wisa tunebûna qedirgirtinê. Li hember wê jî qala dilrehetiya xwe û kêfxweşiya xwe ya bi nivîsandina bi erebî dikir. Balkêş e ku ev helwest ji navendeke Kurdistanê ( Silêmaniyê) dihate dan. Silêmaniya ku bi rastî jî cihê kurmanciyê lê tune ye.

Min bi dilekî xemgîn, li vî dostê xwe yê kevin guhdarî dikir, lê nizanim çima, wê gavê, dihatim ku vereşim.

 Nivîskar-2

Ji berî heft salan de min ew li Elmanyayê naskir û dostaniyeke bi lez di nav me de çêbû. Yek ji sedemên vê dostaniyê mijûlbûna wî ya bi nivîskariyê bû. Çend pirtûk bi zimanê elmanî weşandibûn û xwe bi wêjeya kurdî jî mijûl dikir. Gava min dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameya Gava Sêyemîn kir, min ew jî, mîna gelek nivîskarên din, vexwendibû bernameya xwe ya wêjeyî. Balkêş bû ku di bernamê de gelekî qala şaşitiyên çapê dikir. Hema hema hemû şaşitiyên ku derdiketin pêşberî me dibûn şaşitiyên çapê. Sal derbas bûn. Deng ji dostê min qut dibû. Gava deng jê dihat, wisa digor ku ew jî bi halê xwe û karûbarê dinyayê daketiye, Bi rastî jî wisa bû. Roj bi roj dibû xwedî mal, milk, dikan û avahî. Lê her ji demekê û demek e din, mîna pisîka ku sibat bi ser de bê, wêje, edebiyat û nivîsandin dihate bîra wî û dîsa têkiliya me germ dibû. Demek diçû dîsa sar dibû û her wisa. Nûçeya dawî, ne di riya wî re gihişte min. Vê carê, di riya dostekî din re bû. Nûçe wisa bû. Rojnameyeke elaman a lokal, a bajarê ku ew dostê min lê dimîne, hevpeyvînek pê re çêkiribû. Heta vir her tişt normal e, lê mesele di naveroka hevpeyvînê de bû. Manşeta wê hevpeyvînê  dihat vê wateyê ( Yê ku bi milyonan xelk wî nas dikin û li vî bajarî kes wî nas nake) li bin manşetê jî fotografekî min û yê dostê min bi hev re hatibû weşandin. Di bin fotograf  de hatibû nivîsandin ku dostê min moderatorê bernameyeke wêjeyî ye bi navê Gava Sêyemîn ku di TVyeke satelît de, bi kurdî, tê weşandin, li kêleka wî, navê min weke mêvanê wî yê bernamê, hatibû bicihkirin. Dostê min fotografekî rast dabû rojnamê, tenê cih guhertibû. Xwe danîbû cihê min û ez danîbûm cihê xwe.

Heta niha min qala vê yekê ji dostê xwe yê nivîskar re nekiriye, ji ber ku ez dizanim wê bersiva wî ev be, ku şaşitiyeke çapê ye.

 

Çavkanî:

www.diyarname.com

 

 

 
 
 


 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de