Neue Seite 1
 

13 September 2011 14:01

Hamza Mohammad

Vajî awayê me

rojava.net- 13/09/2011

 

1-

Di demên tenahiya kûr de

Ez pencera hestên xwe

Divekim û li hember dirûnim

li benda aliyê din ji xwe

hêdî hêdî ez dilê xwe,

Hevalên xwe,

Didim hev û di bin siha wan de

diveşêrim Her zemînek  şewitî

Û di guhên wan de dibêjim :

Bajarê min vegere ji jibîrkirinê

Lê belê ceger û hinavê min amade ne

Ji hatina te re

Û dema min şipiya sekinî ye

Di valehiya şahiyê de weke

Polayê, de vegere

Û ji min re bêje:

Di nav maldariya te de

Di bin siha mijankên

 hêviyên te de

Û di nav van demsalên li

rastiya hebûna te digerin

malekê ji te re avabikim

 

-2-

bê lebat li xwedayê xwe dinerim

Û bi zimanê canê xwe qîrdikim: 

Belavbûn e li dora te

 nerînên çavên min

Û stêrkên destên min

Belavbûne laşê min di hilma te de

Û bang dikim kesên nabihîzin

Nerîna yekê ji canê min

Vekin û jê bipirsin

Li vîna min

bipirsin li ser aliyê din

Ji perda canê min ê

berdayî li ser bê hişiya we

De werin em bikin yek

dengê xwe 

Li ber ronahiya  dilê te,

tirsa te ,

dilopên xwîna axa te ,

Û berfa çiyayên te

belê ev welatê te ye

na !

Ezê bêjim ev xewna min e

û di dawiye gotinên bê dawî de

tu soza bayê ji

Bayê re yî .

                       

 

 

Hamza Mohammad

 

 

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005