|
Her penaberek şerma
bajaran e,
Her bajarek, neynika demê ye!..
Goristaneke Zindî
Bajarê gelek ji wan û ji xeyalên wan dûr
ji xeynî derewên bajariyan tiştek
nedibihîst.
Kolan gêj bûbûn ji ber serxweşiya
bajariyan.
Bajar niha bê hiş û raman bû. Hest lê
hatibûn dizîn.
Diz ketibûn bajaran. Dizên xewn û
xeyalan.
Bajar niha reben û jar bû.
Bajar, li xwe bûbû dijmin û neyar, lê
bajarî pê nehesiyabûn hê, dîsa weke her
car!..
Ew tenê ‘dijiyan’, ‘dijiyan’ û hema ‘dijiyan’;
haya wan ji mirina wan nebû.
Mirin hebûn, ji nişka ve, mirin hebûn
hêdî hêdî. Ew gelek bi lez û bez ‘dijiyan’,
ji ber wê haya wan ji mirina wan nebû…
Hêdî hêdî dimirîn bajarî… Bajar bûbû
‘goristaneke zindî’…
Bidin Pey Dûriyê
Li gelek dûr!.. (Dûrî, parêzgeha bê war
û wargehan, bê dem û dewranan)
Roj hêdî hêdî diçû ava li gelek dûr.
Nermebayekê rûyê lat û zinaran dialast.
Penaberek li quntara çiyayekî birîndar,
bi hemû bêrî û hesretên xwe, bi dilekî
şewat û bi dengekî ji xwe bawer bang
dikir li valahiya esman:
“Rawestin û guh bidin min gelî evîndarên
cîhanê yên evîn û cîhan lê hatine dizîn.
Ma hûn nabînin, hemû evînên we yên
bêguneh çawa li ber sikratê ne.
Ma hûn nabînin dilê we çawa bi qeyd û
zincîrên nûjen hatiye girêdan.
Ma hûn nalenala rondikên azadiyê
nabihîzin ku çawa dibare ji awirên
çarmixên bê nav û nîşan!...
Hey lo lo, sed heyf û mixabin!..
‘Rastî’yên we ji xeynî derewên xemilandî
tiştek nîn in, her ku hêviyên we yên
dikevin ber ba û bahozên awirên mirovkuj
diperpitin li ber çavên xeyalên zarokan
û hûn ranabin ser piyan dîsa. Ma hûn
nabînin, rê û rêbarên birîndar çawa
kemînan vedidin li ber bêriyên we yên ji
hesrata dîtina xwe bêriya hebûna xwe
kirine û xwe davêjin ber bextê demê… Ku
bext fermana daliqandina we dide bê dem
û wext…
Nizanim, we bo çi ewqas ji bîr kiriye
dengê dilê xwe… Di kolanên bazirgan de
çavên we bo çi ewqas tarî bûne?!..
Hûn çima xewnên zarokatiya xwe nayînin
hawara xwe!..
Dereng nemînin; hê ku goreke din zêde
nebûyî li ser singê vê axê rabin. Rabin
û bikujin ‘xwe’ yê ku we dikuje. Mirinê
bikujin bi destê zarokên selpakfiroş…
Bizanin baş, heta mirinkuj xurtir nebin
ji mirovkujan bila tu kes qala evînên di
paxila azadiyê de veşartî neke ji awirên
heval û hogirên li heval û hogiran
digerin.
Heta evîndarên çirûskên ronahiyê û
rondikên çavên dayikên bê welat ji
zordaran zêde nebin bila çu kes nerûne
li ber siya daran û bibe penaber!..
Ma ew kî ye ku nizane yên rûdinin
dimirin, lê penaber her tim dimeşin,
digerin. Penaber didin pey dûriyê, ku
dûrî qonaxa herî nêzîk e ji bo dil û
giyana wan. Ger tenê du rê hebin li ber
we, nerûnin, bikevin ser riya penaberan,
bidin pey dûriyê weke wan bi hezaran
feylesof, derwêş û pêxemberan!..”
Bibihîzin
Ne tariya şevan, ne berbanga sibehan, ne
serê êvaran, tu car ji bîr nekin banga
penaberan.
Penaber; ‘mirovê bê welat û qonax’,
‘mirovê bê mal û ax!’
Penaber, nizanim bo çi ewqas sêwî ne û
di ferhenga Xwedê de navê wan nîn e?..
Guneha xwe bi penaber neynîn, tenê dengê
wan bibihîzin.
Hûn pê nehesin jî, her yek ji we
penaberek e li vê cîhana mirovxwer.
Dengê penaberê di nava dilê we de
veşartî bibihîzin, ew deng ji xeynî
dengê dilê we tiştek nîn e.
Dengê dilê xwe bibihîzin êdî, da ku ev
cîhan rizgar bibe ji destê ‘niştecihan’,
ji lepên zordaran; da bes çolistan
hembêz bikin hêstrên çavên penaberan.
|