|
|
|
|
 |
Êzdiyatî û pîroziya
ciyografiya çarşemê
Hoşeng Biroka
Yek ji serkeftîtirîn demên
xwedawendane, ku di giyanê
bawermendê êzdî de, wek demeke „tekûz“
„kamil“, „serkeftî“ û „bijarte“
tê pîrozkirin, dema çarşemê ye.
Ev dema „serkeftî“, „rasteqîne“
û „bijarte”, di mîtolojî û
teyolojiya êzdiyatiyê de, bi
gelek nav û şênên curbecur tê
binavkirin:
Dema çarşemê/ cejna çarşma sor,
dema destpêkan/ cejna sersalê,
dema çarşma nîsanê, dema
Basimbarê, dema Hêkesorê, dema
xwedawendan/ cejna Tawisî Melek.....htd.
Êzdî vê demê angorî salnameya
Grîgorî/rojhilatî [1], her sal
di yekemîn çarşema meha nîsanê
de, pîroz dikin û wê demê di
kesayetiya xwe de, wek proseseke
bawermendane dûbare dikin, û
herweha giyanê xwe bi giyanê
xwedawendên xwe re bi yek dikin.
Li ser astekî xwedênasî (teyolojî),
mirov dikaare vê demê wek dema
kiasguherîna herî „dirêj“, „fereh“
û „bilind“, li qelem bide, çimkî
di vê dema çarşembeyî de, xwedê/
xwedawend û ademîzad tîqe-tîqe
rastî hev tên û herwisa li hev
mikur tên. Wate bi qasî ku ew li
ser astê xwedawendane dema
asîman e, ewqasî jî ew li ser
astê ademîzadane dema erdê ye.
Bi gotineke din ew dema
pêrgîhevhatin û
di-hev-re-derbasbûna giyanan e:
Giyanê xwedawendan û giyanê
ademîzadan.
Ev dem di kok, bineret û bingeha
xwe de, sê demên xwedawendane li
ser sê astan navdilî xwe dike:
- Roj/ Çarşem.
- Meh/ Nîsan.
- Demsal/ Buhar.
Gelo çima û ji bo çi ev sêgoşiya
demê; ya pîroz?
Aya çine ew dûmahîkên mîtolojî û
teyolojî; yên li dûv
pîrozwergirtina vê dema sêgoşane;
ya herî pîroz di ciyografiya
pîroziyên êzdiyatiyê de?!
Aya ji bo çi ev çarşema
destpêkane/ çarşema Tawisî Melek
wek destpêka salnameya êzîdiyane
tê qebûlkirin???
Çarşem di ciyografiya pîroziyên
êzdiyatiyê de, xwedî pileyeke
xwedawendane, taybetmend û
bijarte ye. Ew li gorî baweriya
êzîdiyan, dema „Peyva pîroz“, „fermana
pîroz“, „giyanê pîroz“, „dahatina
pîroz“, „afrandina pîroz“, „dê û
bavên pîroz“, „pêwendiyên pîroz“
û „destpêkên pîroz“ e. Lewma ew
wek roja mişt „bihna xwedê/
Tawisî Melek“, „axaftina xwedê“,
„keskahiya xwedê“, „bêrîkirina
xwedê“, „şaz û qudûmên xwedê“ „eşqa
xwedê“ û „serborekên xwedê“ di
mîtolojiya êzdiyatiyê de, tê
xwendin.
Ji seqa, rewiştûtîtal û
dabûnerîtên vê cejnê diyar dibin,
ku ew dema herî „hêzdar“ û bê
hempa ye: „Destpêkirina hêzdar“
„Afrandina hêzdar“, „xwedawendiya
hêzdar“, „ademîzadiya hêzdar“, „hevdîtina
hêzdar“.....htd. Lewra Mirovê
êzîdî hewl dide, ku di rabûn û
rûniştinên xwe; yên vê dema
çarşembeyî de, dema xwe; ya „ademîzadane“,
„dîrokî“, „lawaz“ û „girtî“, bi
dema xwedawendên xwe; ya „xwedawndane“,
„mîtiyane“, „serasayî“, „hêzdar“,
„reha“ û „berdayî“ re, hemdem
bike.
Herçiqasî ku çarşem wek aliyê
herî pîroz, di êzdiyatiyê de,
werê liqelemdan,û bi xemleke
êzdiyane a xurû xwe bide pêş jî,
lê ev roj wek dema helkeftinên
pîroz û xwedawendane, hîn
xwedanciyekî berz û bayexdar e,
di paşxane û bîreweriya kurdî a
giştî de.
Çarşem li seranserî asîmanên
kurd; yên mozayîkane: ji
rojhilat heta bi rojava, û ji
bakur heta bi başûr, wek dema
giyanê pak û pîroz/ giyanê
bilind/ giyanê fereh/ giyanê
xwedawendane, tê pejirandin:
Çarşeme xweş çarşeme lo çarşem e
mala bûkê l´ber çeme lo l´ber
çem e
bûk bi zavê re bi kene lo bi ken
e
Çarşem rojek pîroze lo pîroz e
serê zavê b`koloze lo b´koloz e
zava li bûkê bi doze lo bi doz e
Çarşem rojek çi xweşe lo çi xweş
e
xêl wî hatin bi meşe lo bi meş e
anîn bûkek keleşe lo keleş e
Çarşem roja xwedaye lo xwedaye
deryê xeman dadaye lo dadaye
kêf û xweşî tê de ye lo tê de ye
[2]
Ev sirûd/ dirûze; ya ku li
seranserî „kurmanciyê“, di demên
bûkxwestin, xêlvanî, tidark,
şahî û dawetan de, dihate û hîn
jî tê nuhêrandin, keskahî,
bilindahî, ferehî, pîrozî û
bayexdariya çarşemê wek demeke „serkeftî“
û „bijarte“, di rabûn û
rûniştina mirovê kurd de, û
herweha di bîreweriya wî a giştî
de, nîşan dide.
Ev bîreweriya evradar bi „aliyê
çarşemê“, herçiqasî ku ew
taybetmendî û reseniya xwe ji
mîtolojî û kelepûrê êzdiyatiyê
digire û xwe bi xemleke êzdiyane
a xurû dide pêş jî, lê mirov
dikare vê wek bîreweriyke
desthiltdar li seranserî aliyên
kurd û herweha ciyografiyên wî;
yên mozayikane, li qelem bide.
Di dema ku çarşem di gelek herêm,
navçe û komelgehên kurdiyane de,
wek rojeke xwedawendane û pîroz
tê wergirtin[3], bêyî ku mirovê
kurd (Kurdê ne êzîdî) di wan
komelgehan de, di wateya vê rojê
de; ya teyolojî û mîtolojî de
bigihê, mirov dibîne ku êzdiyatî
(ol, teyolojî û mîtolojî)
pîrozwergirtina çarşmê wek
proseseke xwedawendane/ roja
xwedê û Tawisî Melek, li ser her
êzîdiyekî/ ê,daku ew di vê demê
de/ dema herî serkeftî, bişê
giyanê xwe bi giyanê „Tawisî
Melek“ re bi yek bike, wek erk û
wezîfeya oldarî a herî pîroz,
ferz dike.
Çarşem di êzdiyatiyê de, berî
her tiştî, wek roja „Tawisî
Melek“ tê qebûlkirin. Ew dema
herî destpêkane ye, anku ew
destpêka destpêkan e.
Çarrşem demeke vekirî, mîtiyane
û lîtorjiye. Li gorî mîtolojiya
êzdiyatiyê, di vê demê de, her
tişt dikare xwe bi destpêkên xwe
re bi yek bike.Ew dema
xwedûbarekirin û xwevgerandina
pîroz ; a reha û bê sînor e.
Eger ku em xwendineke stûnî
(vertikal) û rasterast
(horizontal) ji vê dema çarşemê;
ya efsaneyî re bikin, em dê
bibînin, ku ew demeke bela-wela
ye di navbera du gerdûnan
(Kosmos) de: Gerdûna mirovane, û
gerdûna xwedawendane.
Çarşema aferînê
Çarşem di mîtolojiya êzdiyatiyê
de, hindek caran wek roja
destpêka dawiyê: Destpêka
aferînê û dawiya taristana
gerdûnwerî, destpêka nijinandinê
û herweha dawiya şêlûbêliyê, tê
xwendin. Ew (Çarşem) roja
tewawbûna xwedawendan ji kar û
barê aferînê ye, herweha ew roja
bidawîanîna şêlûbêliya
gerdûnwerî ye.
Di „Dû`aya aferînê“ de weha
hatiye:
Xwedawendê min danî esas e
şemiyê lê kir kiras e
çarşemê kire xelas e [4].
Ji vê sebeqê tête famkirin, ku
çarşem roja herî pîroze; ya ku
tê de bavçakên mirovahiyê; yên
destpêkê/ xwedawendên destpêkê,
Gerdûn,xwerist û mirov
afirandine.Weha çarşem dibe roja
kamilbûnê: Kamilbûna gerdûn,
xwerist û mirovî. Anku ew dema
kamilbûna sêgoşiya kosmogonî û
xwedawendane ye.
Çarşema miriyan:
Çarşem di mîtolojiya êzdiyatiyê
de, wek roja „serdana miriyan bo
zindiyên wan“, tê liqelenmdan.
Lewra çarşem wek demeke evradar,
ji bo „şîv û taştêyên
xwedawendane“, ku êzîdî wan
serqeyî serê miriyên xwe dikin,
tê terxankirin. Çimkî
bawermendên êzîdî wisa bawer
dikin, ku di vê roja pîroz de,
wê miriyên wan rûberên mirinê bi
giyanekî ji çarşemê bibirin û
werin serdana wan. Goristan di
hizir, bîr û baweriya êzîdiyan
de, sax û zindî ne. Lewra em
dibînin, ku têkiliya mirovê
êzîdî/ yê zindî bi miriyên wî/wê
re têkiliyeke zindî û brdewam e.
Ev têkilî di demên cejn û
erefatan de, wek têkiliyeke berz
û desthilatdar di kar û barê
êzîdiyan de, tê xwiyakirin.Di
van demên pîroz û çarşembeyî de,
ciyografiya mirin û jiyanê, di
giyanê bawermendê êzîdî de, bi
yek dibe. Çu sînor di navbera
goristanên miriyan û „goristanên
zindiyan“ de namînin: Êdî mirî û
zindî bi hev re dixwin, vedixwin,
cejnan pîroz dikin, bêriya hev
dikin û xewnan dibînin...!!!
Êdî ev demên pîroz di mîtolojiya
êzdiyatiyê de, û di serê wan de
dema çarşemê, dibin berzex ji bo
derbasbûnên pîroz, di navbera
mirî û zindiyan de. Herweha
mirina êzîdiyekî/ ê di tixûbên
ciyografiya çarşemê de, yek ji
mirinên herî bextewer e, li gorî
baweriya êzîdiyan. Çimkî miriyê/
a ku teslîmî êvara/roja çarşemê
dibe, ew li gora mîtolojiya
êzdiyatiyê dibe mêvanê giyanê
Xwedawendê çarşemê; yê herî
gewre Tawisî Melek.
Çarşema hêminî û bînvedanê:
Li gora mîtolojî û baweriya
êzdiyatiyê, her tişt di roja
çarşemê de, di derya hêminî û
vehisandineke gerdûnwerî de,
avjen dike. Anku ew roja „Nirvana“[5]
êzdiyane ye, daku mirovê êzîdî
kar û barê ku Xwedawend di
destpêkê de pê rabûwine, di vê
dema pîroz de dûbare bike û
herweha kirasê xwe di giyanê
Xwedê/ Twisî Melek de biguherîne.
Êzîdî pêrabûna hemî kar û baran,
xweşuştin, cilşuştin, kolana
erdê, rêwingî...htd, di êvar û
roja çarşemê de, wek gunehekî
mezin li qelem didin. Çimkî
çarşem roja dawiye di heftiya
destpêkan de; ya ku tê de
xwedawendên gewre/ bavçakên
destpêkê, ji kar û barê
afirandinê tewaw bûne. Lewra ew
xwedawendên ku ji aferîna gerdûn,
xwerist û mirovî westiyane,
elbete wê pêwîstî hêminî û
vehisandinê bin. Afrandina
gerdûnê bi giştî wek proseseke
xwedawendane, li gora hizra
êzîdiyan ne karekî hesan bûye.
Ew karekî weha fereh, weh dirêj
û weha bilind bûye, bi qasî
ferehî, diêjahî û herweha
bilindahiya xwedê.
Bi vî awayî çarşem di mîtolojiya
êzdiyatiyê de bûye dema
vehisandina xwedawendan û
dûrbûna wan ji „yên din“ û ji
her tiştî, daku ew ber bi xwe ve
kesk bibin. Herweha çarşem li
ser astê ademîzadane, bûye dema
vegera sermedî, dûbarekirina
karên afrandina pîroz û
pişkdariya mirovan di çêkirina
dîroka xwedawendan de.
Çarşema Tawisî Melek:
Aliyê herî pîroz di dema Çarşemê
de ewe, ku ew dema dahatina
Tawisî Melek, wek yekemîn
mizgînxêrê jiyanê, bo erdê ye.
Ew dema kêfxweşiya gewretirîn
sêgoşiya kosmogonî ye (Gerdûn,
xwerist, mirov), ji bo
pêşwazîkirina hatina wî; ya
evradar. Lewra dema Çarşemê,
serkeftîtirîn dem e, li
seranserî mîtolojiya êzdiyatiyê.
Ew bi vê taybetmendiya xwe; ya
evradar û xwedawendan e,
hildipirke pileya dema kosmogonî
a giştî û reha, daku hemî
çarşemên dahatû paş Çarşema
destpêkane/ çarşema serê nîsanê,
bibin ciyografiyeke xwedawendane,
ku bawermendê êzîdî kendûkozên
pîroziyên xwe û sîmayên Tawisî
Melekê xwe, li ser nîgar bike.
Di efsaneya Çarşemê de, weha
hatiye:
Dema ku dunya taristaneke
gerdûnwerî bû, û hîn erd û
asîman ji hev cuda nebûbûn,
Tawisî Melek bi kêsimê „Teyr
Tawis“ li ser dara „Herherê“; ya
sermedî, danî. Bi dahatina wî
xwedawendê gwere re, her tişt bi
şêweyekî tekûz û kamil, hate
afirandin. Ew dema destpêkane
dema Çarşema yekemîn ji meha
nîsanê bû.
Evradariya xwedawendê bê hempa/
Tawisî Melek di efsaneya Çarşemê
de bi taybetî, û di mîtolojiya
êzdiyatiyê de bi gelemperî,
vedigere wê yekê, ku ew berî her
tiştî çalaktirîn û livbaztirîn
xwedawend e, di kar û barê
afirandina destpêkan de:
Destpêka her tiştî.
Ev rola Tawisî Melek; ya pîroz,
wek xwedawendekî kartêker û
çalak, evradariyeke din li ser
astê sêgoşiya bûyerê (Dem, cîgeh,
çalakî/kesayetî), pêwîst dike.
Dema xwedawendane:
Evradartirîn dem di mîtolojiya
êzdiyatiyê de, dema Çarşema
yekemîn ji nîsanê ye. Û ji ber
ku ew demeke zelal, hêzdar,
bijarte û serkeftiye, êzîdî wê
di giyanê xwe de dûbare dikin û
herweha wê ji xwe re wek dema
cejnan werdigirin. Êzîdî di vê
dema Çarşemê de, di hemî rabûn û
rûniştinên xwe de, zehir bi/
teqlîda xwedawendên xwe dikin û
hemî karûbarên pîroz; yên ku
xwedawend di destpêkê de pê
rabûne, di atmosfêrkî mişt
bêrîkirina ebedê û sermedîbûna
destpêkan, dûbare dikin. Çimkî
dema ku mirov bi awayekî
seqayane pişkdariyê di „dawiya
dunyayê“ de û herweha di „
nûkirina afirandina wê“ de, dike,
wê çaxê ew li ser astekî
nîşanewî dibe hemdemê wê dema
destpêkane. Bi vî awayî ew
careke din ji nû ve ji dayîk
dibe û ew bi hemî hêza xwe; ya
jîndar û çalakane, bêyî ku xumûm
bigihiyê, vedigere ser tenga xwe;
a berê, herwekî ew di kêlîka xwe
; ya jidayîbûnê de bê.
Cîgehê xwedawendane:
Evradariya cîgeh elbete ji
evradariya nişteciyê wî tê.
Lewra Dara Herherê a sermedî; ya
ku Tawisî Melek di dema
destpêkan de, li ser daniye û ew
ji xwe re wek nişngeheke reha
bijartiye, yek ji navendên
kosmogonî; yên herî pîroz, di
mîtolojiya êzdiyatiyê de, tê
liqelemdan. Li gora vê
mîtolojiyê, Herher dara/
serûçika kosmognî a tenha û herî
destpêkane ye, ku ji nav
taristana geadûnwerî berz bûye.
Çalakgerrê xwedawendane:
Kesayetiya evradar; ya ku di
ciyografiyeke evradar û
atmosfêrekî pîroz de, hem li ser
astê demê/ dema xwedawendane,
hem jî li ser astê cîgeh/ cîgehê
xwedawendane, tevbigere, elbete
wê di serencamê de,
damezrêneriya kiryar û
çalakgerekî evradar, rû bide. Ev
kiryar û çalakerê pîroz jî wê
kiryarekî weha be, ku ew bebetê
xwedûbaerkirin û xwenûkirineke
bê sînor be, di hemî
rabûnûrûniştin û karûbarên
ademîzadan de.
Ev seqayên dûbarekirina bûyerên
destpêkane, û herweha
dûşopandina xwedawendan/
bavçakên destpêkê, bi awayekî
berz di cejna Tawisî Melek de,
ji hêla bawermendên êzîdî ve,
tên jiyandin. Bi nerîneke
teyolojî, mirov dikare jiyandina
û vejandina seqayên pîroz, ji
hêla êzîdiyan ve, di dema Tawisî
Melek de, wek hewldana
hemdemkirina karûbarên xwe(wek
ademîzad) bi karûbarên Tawisî
Melek re (wek xwedawend), li
qelem bide. Bi gotineke din,
bawermendê êzîdî dixwaze di vê
dema „serkeftî“, „bijarte“ û „tekûz“
de/ dema Çarşemê , dîroka xwe/
dîroka mirovane bi dîroka Tawisî
Melek re/ dîroka xwedawendane re,
bi yek bike.
Çarşema hêkan:
Hêk yek ji berztirîn simbolên vê
dema/ cejna pîroz e.Hêk li gorî
seqayên vê demê,navend e, û her
tişt hebûna xwe ji zîvirandina
li dora wê, digire.Bi vî awayî
hêk dibe destpêka her tiştî/
destpêka destpêkan. Erkên olî,
di dema Çarşemê de, li ser her
êzîdiyekî/ ê pêwîst dike, ku
amadebûna hêkê ligel amadebûna
reng, wek nîşana çarşmebeke
evradar, rnegîn, û hêzdar,
amadebûneke hêzdar û berz be.
Aya çima û ji bo çi ye ev
amedebûna hêkê; ya berz û hêzdar?
Ev amadebûn li ser astên simbolî
û razwerî tê çi wateyê???
Gelo çi têkilî di navbera vê
amadebûnê/ amadebûna hêkê û
amadebûna Tawisî Melek de, wek
seqayeke çarşembeyî ji seqayên
dûbarekirin û vegerandina dema
destpêkê/ dema Tawisî Melek,
heye???
Hêk li ser astê wê; yê simbolî,
tê wateya puxtekirineke xweşik
ji dema destpêkan re.
Ew kurtasî û puxteyîya çîroka
gêtiyê ye. Ew kurtasiya dîroka
ademîzadan û xwedawendan pêk ve
ye.
Hêk giyanê gerdûnê û surra
jiyanê ye. Ew Destpêka
destpêkane; ya ku ji bo her
karekî aferînê dibe havên û
hevîrtirş.
Pêwîstiya amadebûna hêkê di dema
Tawisî- Melekî de, nîşaneke
berze ji nîşanên amadebûna hêza
rewayê; ya gerdûnwerî. Lewra
hemî seqayên ku di çerxa hêkê de
dizîvirin
( Hêkşkênandin/ hêkanê, mêşkanê,
kabanê, tidarka rengan,
pîrozwergirtina qaşûlên
hêkan...htd), di dawiyê de, tên
wateya amadekirina karekî pîroz;
ku di dema destpêkê de, ji hêla
çalakgerekî/ kiryarekî pîroz ve,
hatiye kirin.
Seqaya Hêkşkênandinê/ Hêkanê; ya
ku bi hêkê dest pê dike û bi wê
tewaw dibe, seqayeke mişt e bi
simbol û nîşanan.
Eger em xwendineke strûktûralîst
ji van seqayan re, li ser astekî
kûr û stûnî, bikin, em dê
bigihin van encaman:
1. Şikênandina hêkê wek encama
karûbarên seqaya „Hêkanê“, li
ser astekî simbolî, tê wateya
pişkdariyê di karûbarên
neqibandinê de/ neqibandina hêkê.
Li ser astê simbolê, ev yek ji
bo min tê wateya pişkdariyekê di
karûbarên aferînê de; yê ku
xwedawendên destpêkê di dema
destpêkan de, pê rabûne.
2. Pêşbirkî li ser şikênandina
hêkê, di encamê de, pêşbirkiyeke
li ser hêza rewayê û herweha
şêyan li ser karûbarên aferînê (aferîna
tekûz, kamil û giştî) û
damezrandina jiyanê. Lewma dema
ku aliyê serkeftî di pêşbirkê
de, îlana hêz û dijwariya hêka
xwe li ser aliyê/ aliyên dorandî/
binkeftî, di hêkanê de, dike, ew
bi xwe berî her tiştî îlana hêza
rewayê/ surra sêgoşiya afrandinê/
afrandina mirov, xwerist û
gerdûnê; ya „serkeftî“, „bijarte“
û „tekûz“ e.
3. Hêk li ser astê simbolî
gerdûneke biçûk e/MIKROKOSMOS,
ya ku ji wê gerdûna gewre/MAKROKOSMOS
hatiye pijiqandin.
Bê goman qaşûlên ku ji karûbarên
„Hêkanê“ derdikevin jî, di „dema
çarşemê“ de xwedîwateyeke giring
û pîroz in:
Ji ber ku ew qaşûlên karûbarên
hêza rewayek pîroz in, ku
xwedawend di destpêkê de, tê de
pişkdar bûne, û paşê ademîzadan
ew şopandine û karûbarên wan di
demên pîroz de,di kesayetiya xwe
de, dûbare kirine. Lewma qaşûlên
hêkên Çarşmê ciyekî evradar û
payebilind di rabûnûrûniştina
êzîdiyan de, digire. Êzîdî di
dema Çarşemê de/ Çarşema hêkan,
qaşûlên hêkên ku di evradariya
dema Çarşmê de, hatine şuştin,
li ser dexil, zad, bexçe, bax,
zevî, dehil û meyweyên xwe
direşînin. Herweha wan qaşûlên
pîroz hildigirin govên tebayan ,
daku bi ser serê pez, dewar û
lawirên xwe de, werbikin. Daku
di serencamê de, her tişt bi
hêzdariya rewaya hêkê, bi dayîn,
xêrûbêr û bereket bibe.
Anku mebest ji dûbarekirina vê
seqayê di dema Çarşmê de, li gor
bîr û baweriya êzîdiyan ewe, ku
xwedawendên vê dema pîroz/
xwedawendên Çarşemê wê hêzdariya
rewayeke xwedawendane xêr û
bereketa bax û şîniyên wan û
herweha pez, dewar û lawirên wan,
zêde bike.
Ji ber vê yekê û ji ber
puxteyiya nîşanewî; ya bi hêz di
hêkê de, û herwisa pîroziya wê
di dema Çarşemê de, ev cejn/
cejna Tawisî Melek hindek caran
wek cejna hêkan tê liqelemdan.
Eger ku em bi çavekî
lêkolîneweyî û bi hûrbînî seqa,
rêûrism, rewiştûtîtalên vê dema
pîroz, bixwînin, wê gavê em dê
bibînin, ku çendî têkildariyeke
bi hêz di navbera hêkê de, wek
simbola hêzdariya rewayê û
enerjiya cinsî, û herweha zewacê
de, wek simbola karûbarên
afrandina pîroz, heye. Ji vê
têkildariyê diyar dibe, ku meha
nîsanê/ meha dema pîroz, çima
hem wek meheke evradar û hem jî
wek meha gunehan, di
rabûnûrûniştina êzîdiyan de, tê
pejirandin. Nîsan di mîtolojî û
kelepûrê êzdiyatiyê de meha herî
bayexdar û pîroz e. Herwisa ew
wek meha heramkirina zewacê û
seqayên cinsî li ba êzîdiyan tê
liqelmdan. Çimkî Nîsan di demên
destpêkê de, wek meha
hevgihandina xwedawendan û
herwisa zewca wan ji hev, dihate
terxankirin. Bi vî awayî nîsan
di rêûrism, rewiştûtîtal,
dabûnerîte û rabûnûniştina
êzîdiyan de, dikare wek meha
yadîkirin û bibîranîna zewaca
dstpêkane/ zewca xwedawendane,
werê famkirin.
Di serê sala Babîlonan de/ EKÎTO/TEKLÎMTO,
anku di destpêka meha Nîsanê de,
li angorî salnameya Babîlonî,
seqayên rewaya cinsî (yên pîroz),
bi xweşiktirîn xeml û coşa xwe
ve, dihatin dûbarekirin.Di serê
sala nû de, Eştar/ xwedawenda dê
bi yarê xwe re/ Temûz radizê, û
Padîşah vê zewaca mîtiyane, bi
yekîtiyeke seqayane bi giyanê
xwedawendan re, dûbare dike.
Wate ew yekîtiyeke giyanewî bi
cêrîkê re/ fexra perestgehê; ya
ku nûneriya xwedawendan li ser
erdê dike, di holîkeke veşartî
de, li ser textê tidarka
xwedwendan, li dar dixe. Çimkî
zewac û yekîtiya xwedawendane
rewayê ji erdê re, gerantî dike.
Lewma dema ku „NINLÎL“ bi „
INLÎL“ re, bi yek dibû, baranê
dest bi barandinê dikir. Ev rewa
bi xwe, zêdetir dibe, dema ku
yekîtiya padîşah; ya şadîmanwerî/
yekîtiya jin û mêran li ser
astekî ademîzadane li erdê, dest
pê dike. Weha cîhan/ gerdûn bi
dûşopandin û zehirpêkirina her
zewaceke pîroz/ zewaceke
xwedawendane, xwe nû dike. Çimkî
zewac jidaîykbûna salê dûbare
dike, û pê re rewa, xêr û
bereket, kêfxweşî û şadîmanî,
dibare[6]. Lewma zewac ji bo her
êzîdiyekî/ êzîdiyekê di meha
Nîsanê de/ meha karûbarên zewaca
pîroz/ meha Çarşema sor, wek
gunehekî mezin tê liqelemdan.
Çimkî Nîsan, wek ku ji
mîtolojiya êzdiyatiyê( bi
taybetî jî mîtolojiya Çarşema
sor) û herweha berî wê ji
mîtolojiên Mezopotamya, diyar
dibe, meha rewa û zewaca pîroz
e. Di vê mehê de, xwedawendan
dest bi karûbarên afrandina
pîroz kirin e.
Di her buharê de, paş ku şkarte
û şovên cotkirî, tovên xwe
hembêz dikirn, jin û mêrên Somer
kêf û şahî li dar dixistin, ji
bo pêşwazîkirin û
jinûvevejandina TEMÛZ, yê ku
dihate pîrozwergirtin, hem wek
xwedawendê zarokdayin û
jidayîkbûnê, hem jî wek simbola
mêraniya, ku xwedawenda erdê bi
bêrîkirina wê dihate sotan[7] .
Bê goman ji evradariya meha
Nîsanê re, di kelepûrê
êzdiyatiyê de, dûmahîkeke
mîtiyane heye: Êzîdî dibêjin: „Nîsan
bûka salê ye, çu bûkan di ser
xwe re qebûl nake“[8].
Eger ku ji navan re, nîşan û
dûmahîkên mîtolojî û simbolî, di
kultûr û çandên gelan de, hebin,
wê gavê em dê bibînin, ku
evradariya meha Nîsan li ba
êzdiyan ,wexta ku ew „Nîsan“ê
wek navekî xweş û heskirî ji bo
zarokên xwe; yên mê,
hildibijêrin, di radeya xwe ya
herî bilind de ye.
Bi ser vê qasê de jî, Nîsan
dikare wek meha vehisandina
pîroz û nêzîkbûna ber bi
xwedawendan ve, werê qebûlkirin.
Ew meha/dema kirde û karûbarên
pîroz e; yên ku xwedawend pê
rabûne, pê radibin, û dê hîn pê
rabin. Ew meha dûbarekirina
demên destpêkane ye, yên ku
xwedawendan tê de, bi karûbarên
yekemîn afrandina pîroz, rabûne
û herweha ciyografiya wê dîrok
kirine. Nîsan bi giştî, meha
puxtekirina xwedawendane û
destpêkên pîroz e.
Ji ber ku êzdiyatî wek yek ji
olên xweristyane û herî kevnare
di herêmê de, tê liqelemdanê,
lewma gerdûn li gora fîlosofiya
wê, bi mirov û xweristê re, di
rêya yekîtiyeke guncaw û kamil
de, sêgoşiyeke kosmolojî, a herî
tekûz, pêk tînin: Gerdûn Xwerist
Mirov
Di dema ku ji mirovê/a êzîdî tê
xwestin, ku karûbarên jiyana xwe;
ya rojane, bide paş û gîro bike,
daku bêdengiya cîhana
xwedawendan, bi qelebalixa xwe,
birîndar neke, di heman demê de,
mirov dikare wî/ wê bibîne, ku
ew çawa di heybeta xweristê de,
çogan datîne, û herweha ji surr
û namûsa wê; ya herî evradar re,
perweste dibe. Çimkî li gora bîr
û baweriyên êzîdiyan, xwerist bi
xwe jî, bi karûbarên xwe; yên
pîroz ve, mijûle, daku di
serencamê de ew karûbarên
xwedawendane; yên ku xwedawendên
destpêkê, di demên destpêkê de,
bi wan rabûne, temam û tekûz
bibin.
Ji ber vê yekê, karûbarên
kiştûkalî û herweha kolana erdê,
di meha nîsanê de, ji bo her
êzîdiyekî/ ê, li gora urf, adet
û kultûra êzdiyatiyê, wek
gunehekî mezin tê hesabkirin.
Kolan yan jî „birîndarkirina“
erdê, û herweha birrîn,
kesixandin, û çinîna dar û beran,
di vê demê de, ne karekî rewa û
destûrdayî ye, çimkî her tişt di
vê dema pîroz de, dema çarşemê/
dema nîsanê, di dema karûbarên
pîroz, rewaya pîroz, dayin, rewa
û beraketa pîroz de ye.
Bê guman, li paş heramkirina
kolana erdê, di meha nîsanê; ya
herî evradar de, paşxaneyeke
mîtolojî di rehên dîroka herî
dûr de, heye. Efsane û
mîtolojiyên berî „Quran“ê, wek
têksteke nivîsandî, qedir û
bayexeke giranbuha dayine hizra
rewayê, di bîr û baweriyên mirov
de, ku li aliyekî wê hêz û
harbûna xweristê bû, û li aliyê
din jî hêz, îmkan û qabiliyeta
jinê bi xwe bû, li ser
zehrpêkirin û herweha pêşbirkiya
bi xweristê re. Weha dîtina
hestyar kartêkirin û bandora xwe,
li ser bîra gelek miletan kir,
anku jin mîna xweristê didîtin û
weha jî ew fam dikirin û pê re
diketin guftûgoyê. Di her
afrîdeyekî ji me de, mirov
dikare şûneşop û sîmayên
guhertin û cihêrengiyê, di her
kêlîk û demê de, bişopîne. Lewma
jin wek erda me; ya dayîkane, û
erd jî wek diya me; ya herî
destpêkane û jina mişt rewa û bê
hempa, hate hesabkirin û herweha
qebûlkirin[9].
Lewma hevtemtêlî û hevkêsimiyeke
bê hisab, di navbera „kolana
erdê“ û „kolana jinê“ de, di
mîtolojiyên olên mezin de, bi
awayekî berz û eşkere xwe dide
pêş.
„Înana“ somerî( ku wek
xwedawenda dê, ya herî destpêkê,
di herêma Mezoopotamya de,
hatiye naskirin), weha îlana
birçîbûna xwe; ya cinsî, dike, û
berzûrî aşiqê xwe „Temûz“, dibe,
daku mêyetiya wê bikole:
Erê ji bo min; ji bo mêyetiya
min;
ji bo mesîla li baniyan, kombûyî;
ji bo min,
ez; ya keçik,
wê kî ji min re, bikole?
Mêyetiya min!
Zeviya avdayî, ji bo min.
Ji bo min, ez; ya padîşah,
kî wê ga di dera ha de, bi cî
bike?
Paşê bersiv jê re tê:
periya payebilind,
Padîşah wê ji bo te, bikole,
DOMOZÎ; yê padîşah,
wê ji bo te, bikole
Ew jî bi şewat bersivê
Vedigerîne:
De mêyetiya min bikole,
ey hevalê dilê min.[10]
Lewma gunehê bawermendê êzîdî,
di „kolana jinan“ û herweha
pêkanîna rêûrismên zewacê de, di
dema nîsanê; ya çarşembeyî de,
bi qasî gunehê wî di kolana erdê
de ye.
Bi vî awayî kolan, di hemî
mîtolojiyên dêrîn de,ji kolana
erdê, heta bi kolana mêyetiyê(…)
wek karekî oldarî û pîroz hatiye
wergirtin[11].
Çarşma rengan:
Yek ji beşdarbûnên din; yên vê
dema pîroz/ dema çarşemê,
pêwîstiya beşdarbûna rengan di
seqayên wê de ye, çi beşdarbûna
rengan di hûnana tayên „Basimbarê”[12]
de, çjî di hêkên cejnê de.
Pêwîstiya amadebûna rengane, di
seqayên vê cejnê de, di
serencamê de, hewldaneke ji bo
amadekirina xwedawendê vê cejnê
bi xwe, wate Tawisî Melek/
Domozîyê êzîdî, wek afrênerekî
rengîn; ku di demeke destpêkane
de, wek dema çarşemê, ji
karûbarên afrêneriyeke
xwedawendane û rengîn tewaw bûye:
Afrandina gerdûneke rengîn,
xweristeke rengîn, û mirovekî
rengîn.
Ev sîmayên Tawisî Melek, wek „afrênerekî
rengîn”, heta radeyeke bilind,
dişibihin sîmayên Domozî/ Temûzê
mezopotamî; yê ku di mîtos û
efsaneyên somerî û babîlonan de,
di qilafet û tenga xortekî ciwan,
di destpêka temenê xwe de, ku bi
rengên kesk û sor xemilandî, û
li ser pişta Teyr Tawisekî siwar,
dihate saloxdanê.
Ev herdu reng jî, ji aliyekî ve,
kurtasî û puxteyîya herdu demên
domoziyane ne: Dema zer/Dema
xatixwestina pîroz/ Dema payîzê/
Dema dahatina domoziyane bo
cîhana jêr/ Cîhana taristanê/
Cîhana mirinê, û dema kesk/ Dema
pêşwazîkirina pîroz/ Dema buharê/
Dema hilkişîna domozyane bo
cîhana jor/ Cîhana ronahiyê/
Cîhana jiyanê, ji aliyê din ve
jî, ew kurtasî û puxteyîya
xwedawendiya domoziyane, ya
rengîn in, wek xwedawendekî
giştî, tgekûz û kamil, ku karîna
wî li ser her tiştî karîneke
reha, bê sînor û bê hempa ye.
Bê guman, ji rengan û wateya wan;
ya sembolî re, rûberekî berfereh,
di xerîteya mîtolojiya
êzdiyatiyê de, heye. Pirê caran,
mirov dikare bi sanahî, di qewl,
dûwa, dirûze, û beytên êzîdiyan
de, rastî van wişeyan were: „Durra
sipî”, „Durra zer”, „Destê kesk”,
„ Êzî yê zer”, „Êzî yê sor”,…..htd:
Ji dûwa êvarê:
Hûn bidin xatira durra sipî ye,
melekê bêrî ye,
surra Êzî ye,
ya Şêşims, li dîwana siltan
Şêxadî,
tu xwe û me jî, bike hêvî ye.
Hûn bidin xaitra durra sor e,
Êzdînê mîr e,
qublet elbidûr e,
ya Şêşims,
bang û hawara me bêt melekê jor
e.
Hûn bidin xatira durra zer e,
ax, av, ba, û agir e,
erd û ezman û ber e,
Êzdînê mîr û herçar surr e,
ya Şêşims,
tu bangîna mala xwe û me jî wer
e[13].
Ji şehda dîn :
kaniya sipî muhra min e,
....
qublet elbidûr qubleta min e,
melek Şêx Sin baxoyê min e,
Şêxmûsê sor xwedanê min e[14].
Herweha çavên bawermendê êzîdî,
hînî perde, û alên rengereng,
yên ku bi rengên xwedawendên wî
hatine vedan, bûne: Wek „Perdeyên
Şerfedîn”, „Perdeyên Şêxadî”,…htd.
Ziyaretgeh û perestgehên
êzîdiyan jî, wisa biryar dane,
ku qub û helêlên wan bi
valahiyên ji rengên xwedawendane/
xwedayên rengane, werin rapêçan,
daku serdanvanên wan bişên bi
sanahî rêya wan bigirin.
Çarşema genim:
Seqayeke din ji seqayên ,ku
hêjayî bas û lêkolînê ye, û
herweha di sewiyeteke evrdar û
berz de, di cejna Tawisî Melek
de, tê pêşwazîkirin û pîrozkirin,
seqaya pêjandina kulîçe û
sewikan e. Ev seqa jî, Domozî/
Temûz ê ku bi aliyekî ji aliyên
xwe ve, wek xwedawendê ruh û
giyanê genim, di mîtolojiya
someriyan de, bi taybetî, û
mîtolojiya mezopotamiyan bi
awayekî giştî, dihate naskirin û
liqelemdanê, li bîra mirov tîne.
Keşifkirin, biservebûn û
bidestxistina hunera çandiniyê,
ji bo mirovê çerxê kevirî, ne di
rêya kiryarekî mirovane re, rû
daye, belkû bihtir di rêya
alîkariyeke xwedawendane re. Û
sinbila genim; ya herî
destpêkane, ku wî/ wê çand, tenê
wek sembola laş û qilafetê
xwedawendê kur(Domozî/ Temûz);
yê kuştî, dihate pejirandin, ku
xwedawenda dê (Înana/ Eştar), ew
hinartibû cîhana jêr, daku
tûreke çandiniyê, ji nuh ve,
bide destpêkirin, û weha bidome
heta hetayê.
Weha ew xwedawendê mirî; yê sax
e, herwekî çawa ew xwedawendê
sax; yê mirî ye; yê ku di payîzê
de, xwe bredide binê erdê, û
paşê, careke din, hildikişe jor,
daku bi xwe re keskahiya buharê
bîne. Bi vî awayî, wî(Domozî/
Temûz) gera jiyana xwe, ya
salane, ku jiyana cihnişînên
destpêkê û herweha ol û seqayên
wê, rastûxo pê ve girêdayî bû,
temam dikir[15].
Weha Temûz (Domozî) / gayê
mangane/ heyvane, mîna Eştara
kesk, bû xwedawendekî şînahî û
peryoda çandinîyê. Ew Temûzê
kesk e, xwedayê hişînkirin û
peryoda çandiniyê ye.
Ew xwedawendê sax; yê mirî ye,
herwekî çawa ew xwedawendê mirî;
yê sax e; yê ku di payîzan de,
xwe berdide zikê erdê, û paşê ji
cîhana taristanê, bi hatina
buharê re, ji nû ve tê vejandin,
û bi xwe re,ew xêr û bereketa
malzaroka tarî; ya ku ew jê
pijiqiye, tîne der[16].
Lewma amadebûna Kulîçe û Sewikan,
wek seqayekê ji seqayên
pêşwazîkirin û pîrozwergirtina
xwedawendê vê dema pîroz anku
xwedawendê cejna çarşemê/ Tawisî
Melek, berî her tiştî, ew
simbola amadebûna genim e, wate
amadebûna xwedawendê genim; yê
herî pîroz Domozî/ Temûz, yan jî
tawisî Melek di rewşa xwe; ya
sax a mirî de/ wek xwedwandê sax;
yê mirî.
Genim di hizra êzîdiyan
de,”afrîdeyekî” evradar e û ruh
û surra Tawisî Melek di ber de
ye, yan jî mirov dikare bi
wateyeke din bibêje, ku herduwan
kiras, di hev û din de, wek du
ruhên xwedawendane, guherandine.
Ji ber vê yekê danûstandina
mirovê êzîdî, bi genim, nan û
zad re, danûstandineke sirf
bawermendane ye, ku genim di
kokê de, wek aliyekî ji ol û
îmanê di wê danûstandinê de,
berz dibe. Ji ber vê evradariya
genim û pîroziya ruhê wî; yê
xwedawendane, di ola êzdiyatiyê
de, mirov dibîne, ku beşdarbûna
genim, wek surreke xwedawendane,
di gelek rê û rism û herweha zad
û xwarinên demên pîroz de,
beşdarbûneke desthilatdar û berz
e: wek amadebûna xwarina Sumatê,
di piraniya cejnan de, û Pêxûn/
Poxîn, Qelatek/ Qelandek, û
Çerxûsê, di cejna Xidir Elyas
de, û herweha keşk û Sewik jî,
di piraniya cejnan de17.
[1] Di 1582 an de, ev
Salname(Grîgorî) li ser destê
papa Grîgorê sêzdemîn, hate
sazkirin. Ev salname jî bi 13
rojan li paş salnameya zayînî ye.
[2] F. Huseyn, Sagcin: çarşem,
kovara navenda çanda mezopotamya
(NÇM), hejmara 12, R. 41.
[3] Çarşem di komelgehên kurdî
de bi gelek navên curbecur tê
binavkirin wek: Çarşmsor;
çarşemreş; roja xweda, roja
firîşteyan....htd.
[4] Ev duwa ji zarê zanyarê ola
êzîdiyan hêja Feqîr Hecî hatiye
wergirtin.
Binêre Hoşeng Broka: Dîrasat fî
mîsolojiya eldiyana alêzîdiya,
çapa taybet, elmanya, 1995, R.
152.
[5] Nirvana di Bûdîzmê de,
pileya herî pîroz; ya xwedanasî/
Bûdanasî û rastînasî ye. Nirvana
ji bo bawermendên bûdîst,
bexteweriya herî gewre û
bayexdar e. Çimkî li gorî pend û
şîretên BÛDA ancex di cîhaneke
nirvanewî de, giyanê erdê/ mirov
û giyanê asîman/ Xwedê, bişên
hev hembêz bikin.
[6] Mirsya Ilyad: Istûret elewd
elebedî, wergerandina bo zimanê
erebî Nîhad Xeyate, Dar Telas,
Dîmeşq 1987, R. 54
[7] Pol Frîşawir: Elcins fî
elalem elqedîm, wergerandina bo
zimanê erebî Fayiq Dehdûh, Dar
Nînewa, cihê weşanê nediyare,
1999, R. 68.
[8] Heta roja îro, êzîdî vê
zargotinê wek erkekî oldarî, li
bîra xwe tînin û herweha wê di
rabûnûrûniştina xwe; ya rojane
de, pêk tînin. Lewma Dema Nîsanê
li ba êzîdiyan, ji bo zewacê wek
demeke pîroz, gunehgiran û
tabûwane, tê dîtin
[9] Mahmûd, Ibrahîm: Alcins fî
alqran, weşanxana Riyad
Alrayis,London, 1994, R.92.
[10] Kraim, Samuel, Xeyata,
Nîhad(Werger): Înana we Domozî/Tiqûs
alcins almuqedes inda
alsomerîyîn, weşanxana somer,
Qibris, 1986, R.92.
[11] Alrebîho, E. Tirkî: Alinf
wel muqedes wel cins fî
almîtolojiya alislamiya,
almerkez alseqafî alarabî,
Beyrût, 1995, R. 87.
[12] Basimbar: Benekî pîroz e,
ji tayên çarşembeyî û rengên
pîroz (Sor, sipî, zer, kesk...),
bi awayekî mukum û ciwan, tête
honandin. Paşê wek sembol û
risma çarşema Tawisî Melek,
êzîdî, ji heft salî heta bi
heftê salî, zend û bendên xwe bi
wê bazin dikin, û herweha
serderîyên malên xwe, cî û
ziyaretgehên xwe, bi wê
dixemilînin.
[13] Dr. Xelîl Cindî,Kovar Laleş,
hejmara 1ê, Duhok, 1993, R.78.
[14] Min ev sebeqe ji kasêteke
teyibê, ku bi dengê hêja Feîr
Hecî, hatibû tomarkirin,
wergirtiye.
[15] Alssewah, Firas: Luguz
Eştar, weşanxana Alladîn, şam,
1996, R.281.
[16] Heman jêder, R. 277.
17 Dr. Cind, Xelîl: Nehwe
marîfet heqîqet eldiyane
elêzîdiye, weşanxana Rabûn,
Upsala, 1998, R. 95.
|
|
|
|
|