 |
Xwedayê bi Kurdî di navbera
Kurdistana „çinînê“
û „Êzdîstan“ê de
Hoşeng Broka
Pirsa „Êzdî Kurd in yan na“, wate
Xwedayê êzdiyane Xwedayekî kurt
û Kurmancî, yan jî „kurt û êzdî“
ye, pirsa her kêlîk û her „barûdoxên
hestyarane“; her ferman û her
jiholêrakirinên „hestyarane”;
her ketin û her rabûnên „hestyarane“
û pirsa her gêwilê her parleman,
her hikûmet û her „mîrên
hilbijartinên“ „hestyarane“ ye.
“Êzdî dikarin Kurd bin, yan na”,
ne pirsa duh bi tenê bû, îro bi
tenê ye, û ne jî dê ya sibê, bi
tenê, bimîne.
Ew pirsa her „Ermenistan“, her „Erebistan“,
her „Aşûristan“, her „Tirkistan“,
her „Ecemistan“ên “hestyarane”
bû, û wisa diyare, ku ew dê wek
pirsa „Kurdistanên hestyarane“
jî, bidome.
„Êzdî kurt û Kurmancî ne, yan
na“, berê bi qasî îro, ji
lidarxistina hîpotêzeke berguman
û lêkolana „gumannameyeke“ „kurt
û zanistî“ û wêdetir, ew pirseke
100% siyasî û ne bêrî ye.
Di derbareyê vê pirsê de(Êzdî
Kurd in, yan na?), heta aneha
gelek „gilîname“, bang û
nivîs(bi taybetî di van çend
mehên dawiyê de), çûne
belavkirinê.
Bi qasî ku ew berê(û aneha jî), bi Ermenî, bi Erebî, bi Asûrî,
Kildanî, bi Tirkî, bi Farisî ne
bêrî bû(û hîn jî), mirov dikare
wisa bixwîne û têderbixe, ku
aneha vê „Kurdistana azad“ jî,
ew ne bêrî, û ne jî wisa „ji
Xwedê re“ ye.
Ew pirsa berî belavkirina „kêksê/الكعكة“
, berî belvakirina deng û rengan,
berî belavkirina Parlemanan,
berî belavkirina xetan û sînoran
û berî belavkirina welatan e.
Ew pirsa ji „Kurdistana sor“ heta bi „Kurdistana azad“ e.
Ew pirsa navbera herdu Kurdistanan, pirsa berî wan bû û vaye
hîn jî pirsa piştî wan e.
Ev „Êzdî Kurd in, yan na?“ ji bo min, ji pirsê û wêdetir, ew
„bersiveke provokatîv“ e.
Ji gera di pirsekê de, bihtir, ew bersiveke xetimî, berdest,
tim li kar û hazir e.
Ji pirseke berguman û bêrî û mezintir, ew „bersiveke berguman“
û ne bêrî ye.
Û ew ji pirseke bîrdoz, nandoz û tim hazir bihtir, ew
bersiveke „doblajkirî“, „nefilterkirî“
û „kelê“ ye.
Kurdistan
xatirê „navê Xwedê“ ye
Êzdiyatî li ser asta xwe, ya antropolojî û atnolojî, bê guman,
wek bareyeke Hindo-Aryanî û bi
Kurdî rû da.
Ew wek bareyeke bi Kurdî hat û hîn jî bi Kurdî diçe.
Ew bareyeke Kurdî û Kurdî bû, ku bi Kurdî navê Xwedê hilda;
ku bi Kurdî, perwesteyî navbera herdu destên Xwedê bû;
ku bi Kurdî, „ferman û ferman“, li ser „kuştina Xwedê“ giriya;
û ……..
ku bi Kurdî, nav di aliyên mala Xwedê, ya di Kurdî de, da.
Di „ilmê Êzdiyatiyê“ de, ku aliyekî mezin ji mîtolojiya wê
digire, Kurdistan, nêzîktirîn û
pêştirîn „mala Xwedê“ ye.
Kurdistan di hin duwa, dirûze û „nivêjên“/nimêjên Êzdiyan de,
wek „ferztirîn welatê Xwedê“, tê
liqelemdanê.
Ji ber ku wek tê gotin „lêv ji diranan pêştir in“, lewre
„Kurdistan“ jî wek welatê herî
nêzîk ji „Xwedayê êzdiyane“ re,
ji welatên „Xwedayên xelkên din“,
pêştir e.
Di „Nivêja Rojhilatê“ de, Êzdî weha perwesteyî navê Xwedê
dibin, daku „li halê
mala wan (Kurdistanê), bipirse“:
Tu hem derdî, hem dermanî, hakimê şah û gedayî!
Ya Rebî tu padîşahê erş û kursî, xaliqê ga û masî
Ya Rebî bi xatrê navê xwe ke, halê Kurdistanê
Êzîdiyên rojhilat û rojavayê, bipirse.
Di Êzdiyatiyê de, ji xwendina „defterên îmanê“, yên li ser
dil, ezberkirî, diyar dibe, ku
bi qasî ku „Kurdistan“ dikare „mala
axretê/mala wê dinyayê“ be,
ewqasî jî ew dikare „mala
dinyayî/ mala vê dinyayê“ be.
Di „paşnivêjê“ de, Kurdistan weha ji Êzdiyan re, dibe „welatê
mizgîniyê“:
Şerfedîn xerezê gelî,
mizgîniyê bibête Kurdistanê.
Belav kin deftera îmanê.
Şêşims roja Êzîdiyan e.
Şerfedîn mîr e, li dîwan e.
Li ser asta „îdyolojiya neteweyî“, Êzdiyatî di „defterên“ xwe
yên „îmanê“ de, Kurdistanê wek „welatê
serkeftî“, beramber bi welatên „dagîrkerên“
wê, nîşan dide.
Kewate, di Êzdiyatiyê de, „Kurdistana li jor/ Kurdistan wek
welatê „duwa, dirûze û nimêjan“,
bi qasî „Kurdistana li jêr/
Kurdistana bi xwîn û goşt“, tê
xwendin û perestinê.
Bi qasî ku nimêjên Êzdiyan dibêjin, Kurdistan hem welatê „dînê
wan“, hem jî welatê „dinya wan“
e; hem welatê bi Kurdî, yê „vê
dinyayê“ û hem jî welatê bi
heman Kurdiyê, yê „wê dinyayê“
ye.
Di van sebeqeyên jêrîn de, „Kurdistan/welatê şîlîganê/welatê
kêfa serkeftî“, li ser asta
nimêjê û perwestebûna ji Xwedê
re, beramber bi „Ne-Kurdistanan“,
weha tê xwendin:
Şilîlxan beketin Kurdistanê,
wê topan berditin Tirkistanê,
textî raketin bibin Kurdistanê,
qeda wê bikevêt mala Erebistanê.
û ew tê wateya, ku Xwedayê Êzdiyatiyê Xwedayê Kurdistanê ye.
Kurdî „zimanhalê“
navê Xwedê ye
Di bîr û baweriya Êzdiyatiyê de, Xwedê „kurt û Kurmancî“ ye.
Ew ji navê xwe (Xwedê/ Xweda/ Xwedan/ Xwedawend/ Ezda/ Êzda/
Êzî/ Yezdan/ Êzdan) heta bi zarê
xwe, „kurt û Kurmancî“ û bi
Kurdî ye.
Navê Xwedê = (Xwe+da= yê+xwe+dayî/ Xwe+dê/didê= yê+xwe+didê),
ku bi Kurdî, li ser asta
fîlolojî û etîmolojî, tê wateya
„yê xwe bixwe dayî/ yê xwe,
bixwe, afirandî/diafirîne“, di
Êzdiyatiyê de, heman wateya
Xwedê, wek „afrênerê xwe û her
tiştî/afrênerê gerdûnê“, li ser
asta mîtolojî û teyolojî jî,
dide(Qewlê afrandina dinyayê;
Qewlê keniya maran; Qewlê Tawisî
Melek, Qewlê îmanê…..htd).
Ligel kartêkirin û bandora „çanda Xwedayên yên din“ li ser „çanda
Xwedayê Êzdî“, lê hîn jî mirov
dikare wî di rabûn û rûniştina
Êzdiyan de, wek „Xwedayekî petî“,
bi Kurdî, bixwîne.
Tevî ku mirov di „Meshefa Resh“ de, pêrgî „Xwedayekî koktêl“
tê, lê „Kurdî“, her mayîye yek
ji sîmayên berz, yên wî „Xwedayê
Êzdî“.
Kurdî di wê „pirtûka jar“ de, ku ji „Xwedêgiraviyê“ û wêdetir
naçe, wek „zimanhalê“ navê Xwedê
û karûbarên wî , hatiye
liqelemdanê.
Her tişt,
bi Kurdî diçe
destên Xwedê
Ligel alozî û problematîkiya qonaxa şêxadiyatiyê, ku sîmayên
Xwedayê Êzdî, ji reseniyê çûn „koktêliyê“,
lê zimanê „aliyê navê“ wî, her
„kurt û Kurmancî“ ma.
Zorbeyî zorî „ilmê sîngê“/„kultûra bîrê“ (Qewl, beyt, duwa,
dirûze, xerîbok, lavij, payîzok…..htd),
ku Êzdî heta roja îro, bi wî, li
ber dergehên Xwedayê xwe, yê
„kurt û Kurmancî“, perweste
dibin, bi kurdî(Kurmanciya
jorîn) rû da ye.
Zimanê rabûn û rûniştina komelgeha êzdiyane, yê rojane jî (ji
xeynî Komelgeha Başîk û Bahzanê,
ku bi Kurdiyeke tevlîhevkirî bi
hin Erebî û hin ziman û devokên
din, yê wê herêmê, dan û
standinê dike), jixwe xurû, bi
Kurdî ye.
Wate Kurdî di Êzdiyatiyê de, hem zimanê dîn û hem jî yê
dinyayê ye;
hem zarê Xwedê û hem yê mirov e;
hem zarê asmanan û hem yê erdê ye;
û hem zarê mirin û hem yê jiyanê ye.
Kurdî di Êzdiyatiyê de, zimanê ji Xwedê heta bi ademîzadan û
ji ademîzadan heta bi Xwedê ye.
Ew zimanê li jor, yê wexta Xwedê û li jêr, yê wexta afrîdeyên
wî, yên bi Kurdî ye.
Rê,
ji Kurdistanê
diçe mala Xwedê
„Laliş“, ku li gora bîr û baweriya
Êzdiyan, „havên“ û „navenda“
gerdûnê ye,
wek maleke bi Kurdî, bo
heskirina Xwedayekî bi Kurdî,
diçe gavên bawermend û
serdanvanên xwe, yên bi Kurdî.
„Laliş“ hem wek cih û hem jî wek têgeh, li ser asta teyolojî,
mîtolojî û dîrokî, hîn jî ciyê
vekolîn, guftûgo û danûstandinê
ye.
Ligel nependiya Lalişa „dîrokî” û „mîtolojî“, lê mirov
dikare „Lalişa halê hazir“, ya
„bi xwîn û goşt“ û berdest, wek
„aliyekî eşkere“, bi Kurdî,
bixwîne.
Piraniya serdangeh, koşe, ber, dar,
seqa û sêrmoniyên dorûberên
Lalişê, bi Kurdiyeke eşkere,
diçin bîra Xwedê.
Kewate pirraniya perestgeh, serdangeh, quncik, serderî, agir-
û çiradank, dar, ber, alî, çiya,
gelî, kanî, seqa û sêrmoniyên,
ku di Lalişê de, rû dane(û hîn
jî rû didin), bi mentiqekî
kurdiyane, hem çûwine navên xwe
û hem jî çûwine û hîn jî diçin
navê Xwedê.
Ji hêla din ve, jixwe, hemî „malên êzdiyane“, ku rê ji wan
diçe navbera destên Xwedê, li „wargehên
Kurdan“ rû dan e.
Hemî perestgeh, „agir-geh“ „Xweda-geh“ û „Ezda-gehên“
êzdiyane, li wir rû dane, ku ax,
av, ba, û agir bi Kurdî bûn;
ku çiya, çem û cobar bi Kurdî bûn;
ku alî û mirin û jiyana bi wan, di wan de, û li ser wan, bi
Kurdî bûn.
Bi gotineke din, „Lalişên êzdiyane“ li Kurdistanê rû dan, ku
ji wir, rê bi Kurdî, diçûn(û hîn
jî diçin) mala Xwedê.
Ne-danûstandina bi Kurdî
jidestberdana
Xwedayê „Lalişa“
bi Kurdî ye
Li ser asta dinyayî jî, ku îro roj „Civata Rûhanî”,
rêvebiriya Êzdiyan, dike,
helwesteke eşkere û vekirî, di
derbareyê pirsa Êzdiyatî û
kurdiyatiyê de, nîşan dide.
Serê pîramîda vê „Civaka Rûhanî“, ya îroyîn, ku li hêleke wê
„Mîr Tehsîn Beg“ e û li hêla din
jî „Şêx Xeto yê Babê Şêx“ e, di
van çend salên dawiyê de,
Êzdiyatiyê wek Kurdiyatiya resen
û kurdiyatiyê jî wek Êzdiyatiyaa
resen, heldisengînin.
Di konferansê 16.07.2005an de, ku di derbareyê „paşeroja
Êzdiyatiyê di Îraqa nuh de“, li
Oldenburg, ku ji hêla „Mala
Êzîdiyan“ ve, hatibû
organîzekirinê, „Mîr Tehsîn Beg“
sebaret bi pirsa „aya Êzdî Kurd
in yan na?“, weha dibêje:
„em Êzîdî Kurd in û me tûcaran kurdîtiya xwe înkar nekiriye
û nakin. Heke ku em zimanê xweyî
Kurdî winda bikin, hingê emê ola
xwe, Êzîdîtiya xwe, winda bikin.
Heke ku em ola xwe winda bikin,
emê zimanê xwe winda bikin”
Babeşêx Şêx Xeto jî, herwekî çawa berê,
bavê wî „Şêx Hecî“, ew jî aneha,
„Êzdiyan“ wek „Kurdên resen“, bi
nav dike.
Ji helwesta serê pîramîda êzdiyane, ya „dinyayî“, diyar dibe,
ku qezenckirina Kurdî(ku zimanê
nimêj, qewl, duwa, beyt, dirûze………..û
xerîbokên Êzdiyan e)
qezenckirina Êzdiyatiyê bixwe ye,
û windakirina wî jî windakirina
wê ye.
Kewate Êzdiyatî dînê „dinya û axreta“ bi Kurdî ye:
Ew dînê dan û standina bi Kurdî, nimêja bi Kurdî û Xwedayê bi
Kurdî ye.
Lewre, „Nedanûstandina“ bi Kurdî, li ser asta „dinya û axreta“
Êzdiyatiyê, tê wateya
jidestberdana Xwedayê Lalişa bi
Kurdî.
Di ala Kurdî de,
„roja Êzdiyan“,
bi Kurdî
hiltê
Bê guman e, ku dîroka Êzdiyatiyê wek rûdan, ji dîroka danan û
rûdana ala bi Kurdî û wêdetir e.
Ala Kurdî(ya kesk, sipî, sor û rojeke zer li ser sipî, di
nêvî de), wek danan, vedigere
destpêka sedsala XX, ku wê demê
ala partiya „Xwîbûnê“/serxwebûnê(1927-1946)
bû.
Wê demê „Xwîbûnê“, ku Qadiyê Komara Mehabadê/Kurdistanê (Berfanbara/Kanûna1945-Berfanbara
1946an) bûbû endamê wê, wek
partiyeke Kurdistanî, li jêr wê
alê, doza „serxwebûn û azadiya“
Kurdistanê, dikir.
Di nav ala „serxwebûn û azadiya Kurdistanê“ de, ku „roja
Êzdiyan“ li gel „21“ tîşikên xwe,
cih girtiye, bê guman, wateyeke
mezin dide.
Jixwe roj, li gora baweriya Êzdiyan, „pîroztirîn“ alî û
nîşana „Şêşimsê“ wan e.
„Şêşims“ bixwe jî, ku li ser asta
Xwedawendiya Êzdiyatiyê wateya „Xwedayê
rojê“, dide, di heman demê de,
ew wek navekî, yan jî rûyekî ji
rûyên „Xwedyaê hemîşe û tekûz“,
tê selimandinê.
Êzdî her ku diçin duwa û nimêjan, berê
xwe didin „rojê“
û bi Kurdî,
perwesteyî Xwedayê xwe, yê „kurt
û Kurmancî“, dibin.
Lewre „roj“ wek „simboleke Xwedawendane“, di gelek qewl, duwa
û dirûzeyên Êzdiyatiyê de, tê
xwendinê.
Di ala Kurdî de, ku „roja Êzdiyan“, bi Kurdî hiltê, li ser
asta „rêyalîteya siyasî“ jî,
nîşana rêyalîstiya têkildariya
mikum, ya navbera Êzdiyatî û
Kurdiyatiyê ye.
Ne „Quds“ bi Kurdî
bêrî ye,
û ne jî „pirs“
Tê gotin, ku „mirov bi pirsê diçe Qudsê”.
Kewate, rê ji „pirsê“, diçin dîn û dinyayê, ku navbera mirov
û Xwedê ye;
rê ji wir diçin mirin û jiyanê, ku navbera mirov û Xwedê ye;
diçin giyan û ceste;
diçin wê dinyayê û vê dinyayê;
diçin buheşt û dojehê;
diçin mîtafîzîk û fîzîkê;
û diçin efsane û zanistê,
ku navbera mirov û Xwedê ye.
Ev tê wê wateyê, ku ancix bi „çanda pirsê“, mirov bigihe „çanda
Qudsê“, ku li ser asta vê
metelokê, ew serencama „pirsa
eşkere“, „mirovê eşkere“, „Qudsa
êşkere“, „gerra eşkere“ û „Xwedayê
eşkere“ ye.
Ma gelo li sera asta pirsa „Êzdî Kurd in yan na?“, wek
„provoke-nameyekê“, „pirs“, „Quds“, „gerr“, „Xwedê“, „Êzdî“,
„Kurd“ û „Kurdistana“ wan,
eşkere ne???
Bi ya min, nexêr.
Ma piştî hewqasî Êzdiyatî bi Kurdî; hewqasî Xwedê bi Kurdî;
hewqasî cihên Xwedê û dengûbasên
wî bi Kurdî; hewqasî „Kurdên
Xwedê“ bi Kurdî, edî pirseke
weha „Erê Êzdî Kurd in, yan
na?“, dikare were bêrîkirinê.
Bi hizir û boçûna min, dîsa nexêr.
Li ser asta vê „provoke-pirsê“, bi hizir û boçûna min, ne „Kurdên
Qudsê“ bêrî ne, û ne jî „Kurdên
pirsê“.
Ne kurdên „di mafan de“ bêrî ne, ne jî Kurdên „li derveyî wan
mafan“.
Ne Kurdên Êzdî, ku berê Xwedayê êzdiyane, ji kurdiya destên
wî; ji Kurdiya mal, serdangeh û
Lalişên wî; ji Kurdiya nav û
defterên wî û ji Kurdiya rex û
berên wî, bi „darê zorê“, werdigerînin,
bêrî ne, û ne jî „Kurdên
hukumraniyê“, bêrî ne, ku berê „Kurdistana
azad“, bi „darê berjewendiya
partiyane û yekta“, didin êl,
eşîret, liq, malbend, partî,
kesûkar û „malxwêyên mala“ xwe.
„Kurdistana bûyî“,
„pirsa Êzdiyan“, bi Kurdî,
pirrtir û
aloztir kir
Di beşê rabirdû de, ji vê „bersivnameyê“, li jêr çend „navnîşanên“
curbecur, min hewl da, ku ez
Êzdiyatiyê, wek „oleke bi Kurdî,
di Kurdî de, û ji bo Kurdî“, ku
bûwiye û hîn jî dibe, li ser
gelek astan (antropolojî,
etnolojî, teyolojî, mîtolojî,
sosyolojî, îdyolojî……..htd.), li
xwendin û analîzekirinê, bidim.
Lêbelê, bi ya min, ew tenê aliyek, yan jî qetek, ji bersiva
wê pirsa pirr e. Ew hinek bersiv
e, lê ne bersiv sax e.
Bersiva pirsa „Êzdî Kurd in yan na?“, berî Kurdistanê, ne
mîna bersiva wexta „Kurdistana
bûyî“ û piştî wê ye.
Berê, ku Kurdistan „hîn nehatibû“, bi qasî ku ev pirs eşkere
bû, bersiv hîn eşkeretir bû.
Bi qasî ku „yên antî-Kurd“, eşkere, Kurdî li Xwedayê êzdî,
qedaxe kirin, Xwedê di bîra
Êzdiyan de, eşkeretir, „kurt û
Kurmancî“ ma û bi heman „kurtûKurmanciyê“,
eşkertir jî, çû berxwedan,
pêdarî û serbizavtinê.
Bi qasî ku Kurdistan, eşkere, ji Êzdiyatiyê hate hilkirin,
Êzdiyan jî eşkeretir, bêriya
tewafa li „Kurdistana Xwedê“,
kirin.
Û bi qasî ku Êzdî, bi zimanên Xwedayên „yên din“, eşkere, li
„ferman“ û kuştinan, hatin dayîn,
daku ji bîra dîrok û ciyografiyê
herin, Êzdî dîsa eşkeretir, çûn
Kurdî, daku bi heman Kurdiyê, di
bîra heman Xwedayê xwe, yê „Kurt
û Kurmancî“ de, bimînin.
Berê, ku „Kurdistana azad“ hîn nebûwibû, pirsa „Êzdî Kurd in
yan na?“ di navbera Êzdiyan/Kurdan
û „Ne-Kurdan“ de(Ereb, Tirk,
Faris, Ermen…… û Aşûriyan), diçû
û dihat, lêbelê Êzdî, wek
kêşeyeke giştî, di xirecira wê „çûnûhatina“
„ne-Kurdîkirina“ bi „darê kuştin
û fermanê“ de, ligel dîroka ji
„72“ fermanên giran, her Kurdên
bi Kurdî, di Kurdî de, û ji bo
Kurdî û Kurdistana xwe, man.
Lê îro roj, paş „bûyîna Kurdistanê“, êdî pareke mezin ji wê
pirsê û bê
guman ji bersiva wê jî, ketiye
navbera Kurdan û Kurdan xwe
bixwe, anku navbera Kurdên
Êzdî(ku xwe wek Kurdên „jinbavê“
hest dikin) û Kurdên „Ne-Êzdî“(ku
Kurdên biryar û hukumraniyê
ne).
Vê „Kudistana azad“, ku heman pirs, êdî dijwartir û
xeternaktir, Kurd û Kurd, tê
lidarxistinê, mirov bi sîgnaleke
„ne-xêrê“ re, rû bi rû, dimîne.
„Pirsa Êzdî Kurd in, yan na?“(bihtir, wek pirseke siyasî), ku
aneha pareke ne hindik, ji pirsa
„Kurdistana bûyî“ digire, êdî,
roj bi roj, pirrtir û aloztir
dibe û bi qasî pirrbûn û
alozbûna pirsê, „Êzdiyên wê“, „Kurdên
wê“, „gerra li wê“, „Quds“ û
herweha „Xwedayê wê“ jî, di
çûyîna ber bi wê ve, ne-bêrîtir
û ne-eşkeretir, diçin û tên
lidarxistinê.
Di „Kurdistana bûyî“ de, ku li wir, pirsa „Êzdî Kurd in, yan
na?“, hilbijartin bi hilbijartin,
parleman bi parleman û hikûmet
bi hikûmet, Kurd û Kurd,
mezintir û pirrtir dibe, navbera
Êzdiyan(ku xwe wek „Kurdên li
derveyî mafan“, hest dikin) û
Kurdên „desthilatdar“ de(ku wek
„Kurdên di mafan“ de, mafdar,
tevdigerin), her ku diçe,
astengtir û nexweştir dibe.
Dengê „defa Kurdistanê“,
mîna berê,
nema ji dûr ve,
xweş tê
Paş şerê kendavê yê diwemîn(16.01-28.02.1991), ku di
serencama serhildana adara 1991ê
de, Kurdistana başûr, ji
dîktatoriya hikûmeta navendî, ya
„Îraqa Seddam Hisên“, rizgar bû,
heman-heman dewlteke Kurdî, di
herêma Kurdistanê de, ku DYA, ew
wê demê, wek „herêma li jêr
embargokirina hewayî“, îlan
kiribû, hate damezrandinê.
Mîna hemî pêkhatiyên wê „Kurdistana bûyî“, yên li ber
comerdiya destên „partiyên
Kurdên desthilatdar“, Êzdiyan jî,
kêm-zêde, para xwe ji
destkeftiyên „azdaiya“ wê
Kurdistana, ku êdî hate ber
devan, wegirtin.
Yek ji diyardeyên herî balkêş, di derbareyê bidesxistina
Êzdiyan ji hindek destkeftiyan
re, ku li jêr siya hikûmetên
herêma Kurdistanê, dihatin
belavkirin, ew e, ku maf li şûna
bihatana bidesxistin û
wergirtinê, ew Xwedêgiravî, „miftûbelaş“,
dihatin „bixatirkirin“, „diyarîkirin“
û „serqekirinê“.
Bê guman, li ser asta mafên hemwelatiyê, cihêwaziyeke mezin
di navbera „mafwergirtinê“ û „mafbixatirkirin“
yan jî „mafdiyarîkirinê“ de,
heye:
„Mafwergirtin“, ku maf, di rê û kenalên yasayî û rewa de, tên
cîbicîkirin û wergirtinê,
proseseke tam bi serê xwe,
cihêwaz û cuda ye, ji „mafdiyarîkirinê“,
ku hin maf, di rêya proseseke li
derveyî yasa û rêdanan, li jêr „comerdiya“
hin destan, dikarin werin yan jî
tên pêşkêşkirin, „bixatirkirin“
û diyarîkirinê.
Eger „Kurdistan“, li ser asta fîlolojî wateya „Kurd+stan=Welatê
Kurdan“ bide, lê wateya „Kurdistana
bi xwîn û goşt û rêyalîst“
wateyeke berferhtir dide.
Lewre, li ser asta danûstndina rêyal bi „Kurdistana rêyalîst“
re, bi ya min, nabe ku „siyasetên
bi Kurdî“, di vê serdema global
de, ezmûneyên „Tirkiya Tirkan“,
„Erebistana Ereban“ û „soviyêtistana
prolîtaran“, ku Kurdan ji her
kesî bihtir, êş û azar li jêr
îdyolojiyên wan kişandine, li
ser hin Kurd(Êzdî, Feylî, Şebek…htd.)
û „Ne-Kurdên“ xwe(Asûrî, Ermenî,
Ereb, Kildan, Turkmen …..htd),
dûbare bikin.
Paş dora 16 salan ji ezmûneya „Kurdistana li ber devan“, hate
eşkerekirin, ku „Kurdistana azad“
ne tenê ya Kurdan e ji „Ne-Kurdên“
wê bihtir, belê ew ya „hin
Kurdan“ e jî, ji Kurdên wê yên
din bihtir (Kurdên Êzdî, Kurdên
Feylî û Kurdên Şebek wek nimûne).
Paş dora 16 salan, bi Kurdî „hilanîn û danîna“ Kurdistanê, û
paş dora 16 salên bi Kurdî, ji
çûn û hatina „azadiya Kurdistanê“,
ku „Kurdistan“, êdî nema mîna „defa,
ku ji dûr ve, dengê wê, xweş
werê ye“, pîvan serûbinî hev bûn,
û „Kurdistana xewnê“ mîna her
welatekî „cîhana sêyem yan jî
dehem“(wek hev e), bû „Kurdistaneke
di destan de“, ku ew jî dikare „xewnên
xerab“ û şevpestên cîranên xwe,
li ser „Kurd“ û „Ne-Kurdên“ xwe,
biceribîne û dubare û dehbare
bike.
Li ser asta Êzdiyan(ku hejmara wan li
îraqê, li pey hindek çavkaniyên
ne fêrmî, aneha, digihe dora 600
000 – 650 000 î),
„Kurdistan azad“ û hikûmetên wê,
heta vê demê, hîn jî ciyê
gazinde, newekhevî, „qalûqîl“,
nerazîbûn û helwestên protestoyî
ne.
Ji bo ku mijar, di vê derbareyê de, hîn konkrêttir bibe, ez
dê hewl bidim, ku hindek hejmar,
bûyer, bare û kawdanên, ku di vî
warî de, bûwine, û hîn jî
berdewam, dibin, bibim
nivîsandin û eşkerekirinê.
Destên „Laliş“,
yên li ber
„berîkên ciwanmêr“,
vekirî
Paş damezrandina „komîta amadekar, ya
bingeha Laliş“(05.10.1992),
di çarşembeke eşkere
de(12.05.1993), û li jêr
çavdêriya parêzgerê Dihokê, yê
wê demê „Ebdilezî Teyib“, yekemî
car saziyeke terxankirî, ji
karûbarên Êzdiyan, yên „civakî û
rewşenbîrî“ re, li
Dihokê-Kurdistana başûr, hate
vekirinê.
Bê guman, ew gaveke pirr giring bû, ber bi erşîvkirina “ilm”
û kelepûrê Êzdiyatiyê ve.
Herweha ew hewldaneke berbiçav
bû, ji bo vekirina derfetên nuh,
li pêş lêkolînkirin û xwendina
Êzdiyatiyê, bi metodine bi
rêkûpêktir.
Lê pirsa ku li vir dikare were kirin ev e:
Aya damzrandina bingeheke wisa, yan jî ji wisa mezintir, û
birêkûpêktir, ji xelkên olekê re,
ku hejmara wan digihe dora
600 000-650 000 î, mafekî rewa û yasayî ye, yan jî „xatirgirtin“,
„diyarî“ û „minet“ e???
Di wexta ku „hikûmetên Kurdistanê“ û „Ibrahîm Xelîlên“ wê
hebûn, û „bingeha Laliş“ saziya
„tikî tenha“ bû, ji bo karûbarên
Êzdiyan, yê „civakî û rewşenbîrî“,
destên „kovara Laliş“, ya reben
û destên avahiya bingehê, li ber
„berîkên ciwanmêr“, her dirêj û
vekirî bû.
Sergotara hejmara 7an(hejmara dereng, a
paş xirecir û lihevketina
endamên bingehê, di navbera „birakujiyên“
PDK û YNK de), ku bi destê
sernivîserê wê demê Dr. Xêrî
nehmo, vê „rastiya tal“
diçespîne û herweha dide
diyarkirin, ku „kampaniyayên
alîkariyê çavkaniya sêwî û tenha
ne bo bingehê“.
Rewşa „Bingeha Laliş“, gihiştibû wê radeyê, ku sipasiyên bo „alîkariya
dest û berîkên ciwanmêr“, her
hejmar mîna „navê kovarê“, li
ser rûpelê pêşî, yê „Laliş“ê, ku
zimanhalê karûbarên wê bû,
dihate xwendinê.
Diyare, ji „desttengî“, „mehûzî“, „bêxercî“
û „bêpereyîyê“, restorîzekirina
avahiya
bingehê(05.05-10.09.1996), ku wê
demê hate ser 200 000 Dînarî,
û herweha hemî „Lalişên“, ku paş
hejmara 6an, ketine destên min
(hj.7an - hj. 16an), tev(li gora
ku kovar dibêje), li ser „hesabê
berîka têkoşer Nêçîrvan Barzanî“,
ku wê demê jî serokê hikûmeta
Hewlêrê bû, hatine çapkirinê.
Tam li vir û ne li dereke din, çend pirs dikarin arasteyî „Lalişiyan“
bi qasî „Kurdistaniyan“ werin
kirinê:
-
Aya bidestxistina „bingeheke“ wisan, maf e, „xatirgirtin“
e, „diyarî“ ye, „fetwe“ ye, yan
„minet“ û sinet“ e?
-
Aya „bingeha Laliş“, ku wê demê „sêwiya“ 650 000
Êzdî bû(ku ne partiyên wan hebûn,
ne jî martî), ne li jêr
hukumraniya „hikûmeta Kurdistanê“
û paşê „hikûmeta Hewlêrê“, yên
wê demê bû? Gelo çima alîkariya
xwe ya „rewa“, wek „saziyeke
rewa“, ku ji bo „Kurdên rewa“ bû,
ji „wezareteke/ yan jî saziyeke
rewa“, ji wezaret û saziyên wê „hikûmeta
rewa“, wernedigirt:
Aya çima û çawa, rêya alîkariya
„bingeheke“ wisa „komelayetî û
rewşenbîrî“, di „berîka
serokwezîr“ re, derbas dibû, lê
ne di rêya wezaretekê/ yan jî
saziyekê ji wezaret û saziyên
hikûmeta wî re?
-
Gelo di heman dema ku destên
„Lalişê“ û „bingeha“ wê li ber „destên
ciwanmêr“ vegirtî bûn, „wezareta
ewqaf û karûbarên islamî“(wezareta
ku bi navê xwe, hemî dîn û
baweriyên Kurdistanê, di „karûbarên
islamî“ de, kurt û puxt kiribûn),
çend camî, çend „malên Allah“ û
çend karûbarên islamî, yên „rewa“,
bi çend milyon Dolarên „rewa“,
birin „rewayîya“ avakirinê?
-
Gelo wezîr, parlemanter û girgirekên Êzdiyan, yên „Xwedêgiravî“
bi navê Êzdiyatiyê û Êzdiyan, „raportên
mezin“, pêşkêşî „parlemanên
mezin“ û „hikûmetên mezin“,
dikirin, ji „destên Lalişê“ re,
ku haha li ber „dest û berîkên
comerd“, vekirîbûn, çi digotin û
çi heye ku hîn ji wan „destên
jar û perîşan“ re, bibêjin?
Jixwe ev mînakek/ yan jî modêlek
ji modêlên pirr e, ku heta îro,
li seranserî herêmên Êzdiyan,
di serî de jî „Laliş“, berdewam
in:
li şûna ku ew herêm û saziyên
wan, pereyên terxankirî, wek „mafrewayîyekê“,
di rêya pirojeyên eşkere û
kenalên rewa, yên hikûmeta
Kurdistanê re, werbigirin, ew
berûvajî wê, di rêya kesayetî û
„malbend û liqên partiyan“ re,
paş „şabaşdanê“, tên standinê.
„Kurdistana çinîna azad“
û
„Kurdên jinbavê“
Welat(Kurdistan be, Erebistan, yan Şeytanistan be), bê guman,
ne tenê qotîkeke, ku „hemwelatî“,
tê de, li ser „wêneyên serokan“
razên û li ser heman wêneyan, heman „bijî-yan“, heman „ezbeniyan“,
û heman „bi can û bi xwîn-an“ jî,
hişyar bibin.
Welat, ji çêkirina serokan, ji çêkirina hikûmetan, ji
çêkirina „liq û malbendên
partiyan“, parlemanan û ji „nepixandina“
hindek wişe û zarawan (wek
demokratî, azadî, dadwerî, mafê
mirovan…..htd.) û wêdetir, ew
çêkirina/ yan jî awadankirina
hemwelatiyekî berhemhêner e û
aktîv e.
Bê guman, „rêyalîzekirina Kurdistanê“ paş serhildana adara
1991ê, li ser asta kêşeya Kurdî,
ku ji çend sedsalan ve, li dar
e, yek ji mezintirîn
destkeftiyên bi Kurdî, yên
sedsala bîstan e.
Lê Kurdistana, ku „arezû“ bû, û îro „rêyalîte“ ye;
Kurdistana, ku „nebû“ bû, lê îro „bûyî“ ye;
Kurdistan, ku tenê li serê çiyan, li ser destên şehîdan bû,
lê îro li deştan, li meydanên bi
mehfûrên sorerengî raxistî, li
ser milên „serokmalbend“, „serokliq“,
„serokeşîr“, „serokparastin“ û
„serokasayiş“ e, nema êdî mîna
berê, bi tenê wek kêşeya „man û
nemanê“ ye, di navbera Kurdên wê
û „Ne-Kurdên“ dij bi wê de.
Qonaxa „çinîna“ „Kurdistana îro“, ku ji hin Kurdan re „adet“
e, lê ji Kurdên din re „qebhet
e“, nema qonaxa „yan Kurdistan
yan neman“ e.
Ew „neman“ bû, le ew „Kurdistan“ hîn nebûye.
Helpçe bû, lê Kurdistana ji bo Helepçeyê hîn nebûye.
„Enfalistan“ bû, lê Kurdistana ji bo Kurdên „enfalkirî“, hîn
nebûye.
„Fermanistan“ bûn, lê Kurdistana ji bo Kurdên „fermankirî“,
hîn nebûye.
Û „Kurdistana azad“, ji bo hin „mîrekên siyasetê“, hin axa û
hin serokên eşîretan, hin Kurdên
wexta çinînê û hin Kurdên ne
wexta xwe, bû, lê „Kurdsitana
hemwelatiyê“, ya bi qasî xwe, bi
qasî navên hemwelatiyên xwe, û
ya bi qasî êş û azariyên xwe, ji
bo hemî Kurd û „Ne-Kurdên“ xwe,
hîn nebûye.
Bi qasî ku heta vê gavê “hikûmetên Kurdistanê” nîşan dane, ne
ev „Kurdistana azad“, mîna „
Kurdistana berê/Kurdistana li
ser destên şehîdan“ e.
Û ne jî Kurdên vê Kurdistana ku haha, „dirêj û dirêj“ û „kin
û kin“, tê çinînê, mîna Kurdên
Kurdistana din in, ku bê çinîn,
şehîd diçûn, û bê çinîn, dîsa,
şehîd, vedigeriyan.
Li ser asta „pirsa Êzdiyatî û Êzdiyan“,
heta bi dawîtirîn hikûmeta
Kurdistanê, ya yekgirtî û
„43-wezîr“, hîn Êzdî jî(li gel „Kurdreseniya“
wan, wek ku serok Mesûd Barzanî
dibêje), mîna hin Kurdên
din(Kurdên Feylî bo nimûne),
di „Kurdistana azad“ de, wek „Kurdên
jinbavê“, ji hêla Kurdên xwe, „yên
desthilatdar“ ve, tên dîtinê.
Beşdarkirina Êzdiyan(bê guman Êzdiyên PDK-eyî û YNK-eyî), ya
„bi fetweyên partiyane“, di
parleman û hikûmetên Kurdistanê
û yên navendî(îraqî) de, ku heta
vê gavê, rû dane jî, nîşana herî
eşkere, ya vê „hemwelatiya ji
jinbavê“ ye.
Di hilbijartinên îraqî, yên herî dawî de(15.12.2005), li ser
lîsteya „hevpeymaniya Kurdistanê“,
ku ji Êzdiyan dora 110 000 dengî,
çinî, ne paremanterek(ji 53an),
û jixwe ne jî wezîrek(ji 5an),
li ber para wan ket.
Wek tê zanîn, endamê „sêwî“, ku li ser navê Êzdiyan, bi
şêweyekî fêrmî, aneha, cih di
parlemanê îraqî de, digire, „Emîn
Çîço Ferhan“ e, û ew jî wek
serokê partiya xwe(Tevgera
Êzdiyan, bo Sererastkirin û
pêşkeftinê), li derveyî lîsteya
„hevpeymaniya Kurdistanê“,
gihaye „dama Parleman“.
Hêjayî gotinê ye, ku hîn berî vê „Îraq
û Kurdistana fedral“ bi „67“
salan, di Parlemanê „Îraqa
padîşahî/melekî“ de(1939), li
jêr navê Êzdiyan, Kursiyek
hatibû terxankirinê.
Herweha di parleman û hikûmeta Kurdistanê(yên yekbûyî) de jî,
„xwedêgiravî“ bi navê
Êzdiyan(dîsa bi „fetweyên“
Partiyên xwe)
3 parlemanter(ji 111an) û 2 wezîrên wek
hercarê „yedek û bê wezaret/wezîrî
herêm”
(ji nav
43an), cih girtine.
Jixwe, wek ku berê jî hate liqelemdanê,
mercê yekemîn û dawî, heta
dawîtirîn hikûmeta Kurdistanê,
ji bo berendamkirin û herweha
niwênerayetîkirina Êzdiyekî (û
her kesekî din), di Parleman,
hikûmet û her ciyekî din de, ku
dûyê biryarê jê here, giranî (yan
jî pileya xizmetguzariya) navê
wî di nav refên herdu partiyên
sereke YNK & PDK de ye.
Wate, hemî Parlementer, wezîr, û girgirekên, ku di parleman,
hikûmetên Kurdistanê û dorûberên
wan de, cih girtine, ew in, yên
ku navên wan di bin imzeya
serkirdayetiya PDK yan jî YNK
de, çûwine qebûlkirinê.
Dibe ku ji mafê her partiyekê be, ku berendamên li gora bejn
û bala îdyoljiya xwe, bigihîne „dama“
parleman û hikûmetê.
Bersiv jî, jixwe wek hercarê amade ye: ev siyaset e.
Lê bi qasî ku ev yek li ser asta „siyasestê“, ji mafê vê
partiyê yan jî wê partiyê be,
hewqasî jî, gereke(li gora azadî,
demokratî û qanûna, ku her
helkeftinên bi Kurdî, tên pifdan
û nepixandinê), ji mafê xelkê be
jî, li ser asta hemwelatiyê, ku
gilî û daxwaznameyên xwe, ji
parleman û hikûmeta „wan
partiyan“, ku mafên wan marjînal
dike, bike.
Di awêneya „gilî û gazideyên“ Êzdiyan de, ku qaşo ew „Kurdên
resen û koka Kurdistanê“ ne,
mirov dikare bi gengazî pileya „marjînalkirina“
„Kurdên din yên resen“ jî, wek
Feylî,Kakayî, Şebekan jî,
bixwîne.
Zorbeyî zorî Êzdiyan(hindek ji girgirekên Êzdiyên, ku li ser
partiyên xwe, tên hejmartin jî,
di nav wan de), gihiştine wê
baweriyê, ku Êzdî(bi qasî ku
dîrok dibêje), ji hêla „tevgera
azadîxwaza Kurdistanê“
ve(tevgera Başûr wek nimûne),
tenê di wexta „Kurdistana tengav“,
„Kurdên tengav“ û „siyasetên
tengav“ de, wek aliyê „Kurdên
resen“, di terazûkirina
hekêşiya(mûadeleya) Kurdî de,
tên berbiçavkirin û herweha
selimandinê.
Paş buhara 1994an(bila ew buhar êdî, bê veger, bicehimê), ku
parleman, hikûmet û Kurdistan
bûn 2 parleman, 2 hikûmet û 2
Kurdistan (Kurdistana YNK û
Kurdistana PDK), rewşa Êzdiyan
ji hêla niwênerayetiya(herçiqasî
100% partiyane bû jî), di herdu
parleman, herdu hikûmet û herdu
Kurdistanan de, baştir bû.
Paş şerê rizgarkirina Îraqê û rûxandina dawîtirîn peykerên
dîktatoriya Seddamî(09ê nîsana
2003an), ku parleman û
hikûmeteke demî, li ser asta
tevaya Îraqê, hatin damezrandinê,
ji Êzdiyan parlemanterek(Heyder
Qaso Şeşo) û wezîrek(Dr. Memo
Osman), wek „fetwe“ li ser
lîsteya YNK û PDK(ku wê demê her
yek ji wan Kurdistaneke bi serê
xwe bû/„Kurdistana Silêmaniyê“ &
„Kurdistana Hewlêrê“), hatin
destnîşankirinê.
Paş lihevkirina PDK û YNK(rêkkeftina
22.01.2006),
ku Silêmanî û Hewlêr di
Parlemanekî, hikûmetekê û
Kurdistanekê de, hatin
biyekkirinê, û ji „Kurdên xwe
yên resen/Êzdiyan“ dora 110 000
dengî çinîn,
ne parlemanterk, ne wezîrek û ne
jî dîplomatek ji wan, hêjayî „mihrevaniya“
lîsteya xwe, ya „Kurdistanî“
dîtin, ku hema bi „fetwe“ jî be,
derbasî „quncikekê“ ji quncikên
iqtîdara Îraqê bikin.
Bê guman ev ne tesaduf e.
Berî hilbijartinên dawî, li Îraqê (15.12.2005) û Kurdistana
fedral (30.01.2005), çav û guhên
me, ji bername, konferans,
aferînî, soz û protokolên
propagandayî(ku pirr tişt dan
paş û nedan pêş), yên ku li ser
rûpel û ekaranên rojname û
televîzyonên mezin, ku haha „mift
û belaş“, li „Kurdên resen û
mezin“ dihatin bealvkirinê,
êşiyan.
Sibê jî, berî referenduma herêma Şingal,
Şêxan û çend deverên din, yên ku
hîn biryara tevlîbûna wan bo
Kurdistanê, nehatiye dayîn,
dê heman „çavêşan“ û „guhêşan“,
heman „aferînî“ û „kurdreseniya“
propagandayî, bi heman „miftûbelaşiyê“,
di heman konferans, rojname û
televîzyonan de, werin
dubarekirinê.
Diyar e, ku siyaseta bi Kurdî, heta aneha, bi „Kurdên xwe yên
resen“ re, ji propagandayê û
wêdetir, nikare(yan jî naxwaze)
here.
Ne tasaduf e, ku paş têkçûna siysetên bi Kurdî, li „Kurdistana
azad“, û piştguhkirina wê ji „pirsên“
kêmayetiyên wê yên neteweyî û
olî re, êdî her yek mecbûr ma,
ku „li maka xwe veger e“.
Eger vegerandina xelkên netewêyên din(yên Ne-Kurd), li „maka wan
ya neteweyî“, heta radeyekê were
behanekirin û famkirin û normal
were wergirtin(rewşa Kurdan ya
ciyosiyasî; leystikên cîranên
Kurdan, ku di heman demê de,
nehez û neyarên Kurdistana wan
in; faktor û hoyên dîrokî,
dîmografî; psîkolojî û kultûrî……htd),
lê vegarandina „Kurdên resen“ bo
„makên wan“, li ser ax û ava
resentirîn maka wan( ku
Kurdistan e), û ne bi çu awayan
jî, nikare ne normal, ne
nîv-normal û ne jî qetek-normal,
were wergirtin.
Li wir, wate, Li Kurdistanê ku her kes êdî, bi tenê „li ser
miriyên xwe digirî“, helbet
lixwe- û lihevmikurhatinek, tê
xwestin û lazim e.
Eger siyasetên Kurdî, yên bi serpereştiya YNK û PDK, ku ev
dora 16 salan li Kurdistanê
hukumraniyê dikin, di hin hêlan
de, bi ser ketibin û encamên baş
anîbin holê û bi dest xistibin(
wek yekkirina biryara Kurdî
beramber bi biryara navendî,
bidawîlêanîna qonaxa şerê
birakujiyê, rûnandina siyaseteke
Kurdî a rêyal li gora helûmercên
nêwdewletî……htd.), lê li hêla
din, û li ser asta siyasetên
hundir beramber bi pêkhatiyên
Kurdistanê, nemaze „Kurdên yedek“
(wek Êzdî, Feylî, Şebek…htd.),
çu encamên baş û berbiçav,
mixabin, bi dest nexitin e.
Encama û nîşana têkçûna van siyasetan
jî, li ser vê astê, rûdana hin
partiyên siyasî ye, ku xwe wek „zimanhalên“
berjewendiyên wan „Kurdên hindik“,
li derveyî partiyên Kurdî, yên
heyî, pêşkêş dikin e, û herweha
wê „Kurdîtiya jinbavê“ di wan
partiyên qaşo „Kurdistanî“ de,
êdî têra xwe, wek Kurdine „yedek“
û „tenê bi nav, resen“, nema ne
dibînin û ne jî dipejirînin.
Bê guman, li ser asta pirsa „Kurdên resen“, ne tesadufeke, ku
heta aneha û ne Êzdiyekî bi tenê
jî, ciyê xwe wek „Kurdekî resen“,
di serpereştiya biryara herdu
partiyên „Kurdistanî“ YNK û PDK
de, negirtiye.
„Kurdên resen“, ku rêjeya hejmara wan di „Kurdistana azad“
de, 10% zêdetir e, û ligel
dîroka hindek malbatan, ya
dirêj(beramber bi hindekên din)
di herdu partiyan de, lê hîn
yekî bi tenê jî(hema ji bo
harmonîzekirin û razîkirinê jî),
derneketiye, ku bikaribe „biryarên
resen“ bibe girêdan û vekirinê.
Ev tev, ne jixweber û ne jî tesaduf in.
Ne tesaduf e, ku xizmetguzarî, xercî û mîzaniya bajarokekî ji
bajarokên „Kurdistana azad“, ji
mîzaniya ku li tevaya herêmên
Êzdiyan tê xerckirinê, mezintir
û bihtir e!!!!
Ne tesaduf e, ku herêmên Êzdiyan û hin
Kurdên din, yên „yedek“, ji hemî
herêmên din(bi taybetî herêmên
serokeşîrên mezin, serokbiryarên
mezin, serokraport, serokdef û
serokzirneyên mezin….htd),
perîşantir, bêimkantir û
bêganetir in.
Hisên Hesen Nermo(sernivîserê rojnameya
Qendîlê, ya înternetî), di
nivîseke xwe de,
balê dikişîne ser „mîzaniya
pirojeyên avê li Zemar/4000 000
Dolar“, ku ji „mîzaniya tevaya
herêmên Êzdiyan li ser hev“
bihtir e, ligel ku hejmara
nişteciyên herêma Zemar,
beramber bi hejmara Êzdiyan,
ancix 2%an bike“.
Rojnamevan Tariq Hemo jî, di heman
mijara „marjînalkirina Kurdên
jinbavê“ de(Êzdî, Feylî, Kakayî,
Şebek), “ de, li seranserî çend
nivîsên xwe, bi dilêşî, dike
basa „ pêkenîna li ser rihên
Kurdên resen/Êzdî“
û balê
dikişîne ser xeternakiya „ „fûndamentalîzma
sunî, ya bi kurdî“ û herweha wê
wek „navndiya sunî“, di „Kurdistana
sunî“de, li qelem dide.
Dr. Mîrza Hesen Dinayî jî(şêwirmendê
berê, yê serokê îraqa fedral),
di nivîseke xwe de,
„rêyalîteya Êzdiyan“ wek „trajêdiyeke
rojane“, ditîne ziman.
Dr. Dinayî, li gora rêyalîteya Êzdiyan, ya li dar, wisa diçe,
ku „Êzdî ji bo tevgera
azadîxwaza Kurdistanê, êdî nema
birayên biçûk û delalî ne“.
Kewate, Êzdî ji bo „tevgera
Kurdistanî“, ku îro di
desthilatdariyê de ye, êdî nema
dikarin li kêleka Kurdên xwe „yên
desthilatdar“, wek „Kurdên
biryar û iqtîdarê“, werin
qebûlkirinê.
Lewre Dr. Dinayî, ku diyare li gora ezmûneya xwe ya „tal“, bi
„tevgera Kurdistanî“ re, ku
demekê li nav wan „şêwirmendê
karûbarên Êzdiyan bû“, „ditirse“,
ku rojekê Kurdistan teng bibe, û
„ciyê Êzdiyên wî“ li wir nemîne,
û dawiya dawî, ber bi „deşta
Tîbet“ a Çînî ve, di koçkirineke
„şevpestane“ de, werbibin.
Dibe ku hindek vê „Tirsa“ Dr. Dinayî, wek „tirseke yotopyayî“,
li qelem bidin, lê her çi jî
nebe, mirov dikare wê „tirsê“ li
ser asta „kêşeya Êzdiyan“, wek
sîgnala rêyalîteyeke trajêdiyane,
ku her roj Êzdî li ser radizên û
li ser jî, hişyar dibin, bixwîne.
„Êzdîstan“
serencama „Kurdistana şaş“ e
Li derveyî hin hewldanên biçûk, li ser asta komelayetî, çandî,
rewşenbîrî, Êzdiyatiyê wek
bareyeke siyasî, a berz û xweser,
li derveyî Kurdiyatiyê û
berjewendiyên neteweya Kurd, li
seranserî dîrokê, rû nedaye.
Ligel mîratigiriya giran, ya „72“ fermanên Êzdiyan, ku
hincaran Kurd û Kurd jî, hatine
qewimandinê, lê Êzdî wek
pêkhatiyekê ji pêkhatiyên
neteweya Kurd, paş berzbûna
hizra neteweyî, li ba Kurdan (sedsala
XIX & XX), li ser asta daxwazên
siyasî, her bi Kurdî, çûwine û
hatine û tevgeriyan e.
Wek rêyalîteya bi xwîn û goşt jî, tevî „siyasetên bi Kurdî
şaş“, yên YNK û PDK (wek
desthilatdarên Kurdistana fedral),
ku di serencama wan de, herêmên
Êzdiyan, heta aneha, hatine
piştguhkirin û marjînalkirinê,
lê dîsa li gora rapirsekê, ku ji
hêla „înstîtûta Duhokê ji bo
lêkolînên siyasî“ ve, li ser
pirsa „aya Şingal dê biryara
çarenûsa xwe, bi Kurdistanê re,
bide yan na?“, hatibû
lêkolînkirinê, Şingal(li pey wê
rapirsê) hîn jî, xwe wek „serçêla“
Kurdistanê derdibire.
Di rapirsê de, ku ji hêla rojnamevan
Xidir Dumilî ve, hatibû
şopandinê,
77,5% ji nişteciyên navçeya
Şingal û dorûberên wê, ku
pirraniya wan jî Êzdî ne,
çarenûsa xwe bi Kurdistanê û
hikûmeta wê re, dibînin.
Pirsa ku li vir, xwe bi Kurdî, raberî „Kurdên desthilatdariya
bi Kurdî“ dike, ev e:
Erê „Kurdistana hikûmeta PDK û YNK“ jî, mîna ku Şingalê xwe
bi aliyê wê re, derbirî, aya ew
jî bi heman Kurdiyê 77,5% xwe
wek „Kurdistana amade di şîn û
şahiyên wê“, dide selimandinê???
Li gora danûstandina hikûmeta berdest, di çarçeweya siyastên
berdest, bi Êzdiyên wê (qaşo
Kurdên resen) yên berdest re,
bersiv (li derveyî hin soz û
qirarên balonî û hin şabaş û
propagandayên erzan) ne zelal û
ne jî eşkere ye.
Ji ber ku bersiva „Kurdistana hikûmeta PDK û YNK“, beramber
bi Êzdiyên wê, di mijê de ye;
ji ber ku heman Kurdistan siyasta marjînlakirinê, ya di heman
mijê de, bi Kurdên xwe yên ji „mija
resen“ re, dajo;
û ji ber ku Êzdiyên wê „Kurdistana PDK- û YNK-eyî“, ji „Kurdên
resen“ bihtir, hîn xwe wek „Kurdên
reben“, dibînin, lewma wek
serencama wê „Kurdistana di mijê
de“, „hikûmeta di mijê de“ û
pirrbûn û alozbûna wê „pirsa di
mijê de“, di van çend salên
dawiyê de, li derve û li wir, ku
Kurdistan „ne-azad“, „diçe mijê“,
çend partî, rêxstin û
konferansan, li jêr navê Êzdiyan,
wek bareyeke protestoyî,
beramberî hin „siyasetên şaş“,
yên herdu partiyên sereke PDK &
YNK, rû dan.
Eger mirov nimûneyên „fûndamenatalîzma êzdiyane“, ku li
derveyî Kurdistanê(Ewropa), di
hin civîn, gurûp û komeleyan de
rû dane(û hîn jî rû didin), li
aliyekî bihêle, mirov dikare 3
nimûneyên berbiçav, ku berê wan
li Êzdiyên wê „Kurdistana di
mijê de“ ye, li hejmartinê bide:
1. Tevgera Demokrata Êzdî:
Hizra damezrandina vê „Tevgerê“, di konfaransekî giştî de(ku
ji hin rewşenbîr, siyasetmedar û
akaîmîsyênên Êzdiyan, pêk hatibû),
di Berfanbara(kanûna) 2002an de,
li bajarê Oldenburg/Elmanya,
hate rêyalîzekirinê.
Li gora ku di peyrew û programê wê de,
hatiye daxwiyanîkirinê, ew wek „tevger“,
çarenûsa Êzdiyan di çarenûsa
gelê Kurd û Kurdistanê de,
dibînin.
Herweha ew hemî herêmên ku Êzdî lê
dijîn, wek „herêmên Kurdistanî“,
li qelem didin.
2. Konferansê Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Sehîd Beg (li
Oldenburg, 16.07.2005):
Di vî konferansî de, Mîr Tehsîn di çend xalên eşkere de, doza
mafên Êzdiyan yên siyasî, qanûnî,
û kultûrî li hikûmeta navendî ya
Îraqê û herweha hikûmeta herêma
Kurdistanê, dike.
Di heman konferansî de, Mîr Tehsîn dîsa
di xaleke eşkere de, hêvî û
daxwaz dike, ku „hemû cihên ku pirraniya rûniştvanên wan Êzîdî ne, bikevin bin
desthilatdariya herêma
Kurdistanê“.
3. Tevgera Êzdiyan, bo Sererastkirin û Pêşkeftinê:
Heftiyeke gorover paş rûxandina
dîktatoriya Seddam(09ê nîsana
2003an), kewate di 16ê nîsana
2003 an de, li jêr duruşmên mîna
“bijî gelê Êzdî“, „bijî netewa
Êzdî“, partiya „Tevgera Êzdiyan,
bo Sererastkirin û Pêşkeftinê“,
wek tevgereke siyasî, bo „berevaniya
mafê gelê Êzdî“, hate
damezrandinê.
Di bîro, civîn û rêkkeftinên „bi dizî“ de, li ser asta vê
xeta „gelê Êzdî“, „zimanê Êzdîkî“
û „Êzdiyên, ku ne-Kurd û tenê
Êzdî ne“, heman heman bangeşiya
yotopyayî „her tişt ji bo azadî
û serxwebûna Êzdîstanê“, tê
hildanê.
Bê guman, polîtîzekirina Êzdiyatiyê û herweha hewldanên
xweserkirin û cihêkirina
çarenûsa Êzdiyan, ji çarenûsa
Kurdiyatiyê û Kurdistanê,
rûdaneke ne sivik û ne jî biçûk
e.
Li ser asta oleke wek Êzdiyatiyê,
ku „Kurdistan xatirê navê Xwedayê wê“ ye;
ku „Kurdî zimanhalê navê Xwedayê wê“ ye;
ku „her tişt, bi Kurdî diçe destên Xwedayê wê“;
ku „rê ji Kurdistanê diçe mala Xwedayê wê“;
ku „windakirina Kurdî windakirina asmanê Xwedayê wê“ ye,
wê demê, helbet, her hewldanek ber bi dabirana navbera
Êzdiyatiyê, Kurdistan û
Kurdiyatiyê ve, dê teqez, were
wateya „xwekuştineke pirralî“,
li ser hemî astên dînî, siyasî,
sosyolojî, ferhengî…….htd.
Hilkirina Êzdiyatiyê ji Kurdistan û Kurdiyatiyê(yan jî wekî
din), ji hêla kî dibe bila bibe
(Êzdî be yan jî ne Êzdî be),
ciyê xwetêwerkirin, metirsî û
tevlîheviyeke mezin e, ku îro
roj, ji Êzdiyan û Lalişa wan re,
ne lazim e.
Lê ji xwendina jîwarê siyasî li Kurdistana federal, tê
xwiyakirinê, ku „war ew war e,
lê buhar nema ew buhar e“.
Kewate çendîn Xwedayê êzdiyane, Xwedayekî kurt û Kurmancî be,
û çendîn rêya Lalişa Êzdiyên wî,
rabûn û rûniştin, nimêj, kelepûr,
duwa, qewl, dirûze, û „xewnên“
Tawisên wan, di Kurdî û
Kurdistanê re derbas bibe jî, lê
hin caran wek tê gotin, dê „hesabê
malê û sûkê, li hev dernekeve“.
Her çavdêrekî ku pirsa „Êzdiyan“ di Kurdistanê de, dişopîne,
dizane, ku di van çend salên
dawiyê de, rêyaksyonên wan(çi li
„Kurdistanê“, çi jî li derveyî
wê), beramberî „siyasetên
hikûmetên Kurdistanê“, dijwartir
bûne.
Bê guman, di nav wan rêyaksyonan de, mirov dikare hincaran
tundrewî û helwestên „fûndamentalîstane“
jî bixwîne, ku ew di serencamê
de, ne xizmeta Êzdiyatiyê û ne
jî ya Êzdiyên wê dikin.
Helbet, ev rêyaksyon(ligel xeternakiya hindekan ji wan) ne ji
tesaduf û ji xweberiyekê hatine.
Bi ya min pareke mezin ji rûdana van rêyaksyonên, ku Êzdiyatî
û Êzdiyan, li derveyî Kurdiyatî
û Kurdistanê, derdibirin, gunehê
siyastên hikûmetên Kurdistanê,
yên „şaş“ e, ku heta aneha
Kurdên xwe yên „resen“, di rêya
siyaseteke, bi Kurdî „resen“ de,
negihandine „hemwelatiyek resen“
di Kurdistana wan, ya „resen“
de.
„Paş-Kurdistan“
Wek bareyeke giştî, di hikûmet û parlemanên Kurdistanê, yên
heta aneha de, ku rê li ber
rikberiyeke(oposisyoneke) çalak,
hatiye xetimandinê , jixwe
biryara „tekûz“, „girover“, û „bê
şik û guman“, biryara PDK û YNK
ye.
Her tişt di „Kurdistana azad“ de, di rêya „liq“, „malbend“, „parastin“,
„asayiş“ û raportên „mehaşbendên“
herdu partiyan re, diçe vekirin
û girêdanê.
Ji îdarekirina dibistanekê bigre, heta bi îdarekirina
parleman û hikûmetê, tev di bin
„rima“ herdu „mîratgirên“
Kurdistanê re, derbas dibe.
Li wir, ku Kurdistan „azad“ e, her tişt(hikûmet, parleman,
asayiş, polîs, pêşmerge, dadgeh,
çapemenî…..htd.) mîna „modêla
demokratiya rojhilata pêxemberan“,
li ser bingeha „xalûxwarzêtiya
siyasî“, ya di navbera YNK û PDK
de, tê lihevkirinê.
Wek serencama „mija“ demokrtaiya „Kurdistana azad“, mirov
dikare wisa têbigihe, ku YNK û
PDK îro roj, ji Kurdistanê û ji
„azadî“, „demokratî“, „parleman“
û ji „hikûmeta“ wê jî, bi gelekî,
bi iqtîdartir û mezintir in.
Ev jî, mixabin trajêdiya herî mezin, ya wê „Kurdistana mij û
mij“ e.
Li „Kurdistana azad“, mîzaniya herî mezin, giran û „tirtire“(ya
ji milyonan û wêdetir) mîzaniya
herdu partiyên sereke ye.
Li jêr „comerdiya“ vê mîzaniyê, milyonên wê, mehane, wek „mehaşekî“
mift û belaş(ku ji devgirêdanê
heta bi devgirêdanê ye), li „girgirek“,
„endam“, „alîgir“ „raportvan“ „eşîret“
û „rûsipiyên“ herdu partiyên
sereke, tê belavkirinê.
Kewate, li wir, Kurdistan, ku ya „PDK û YNK“ ye, bi awayekî
sîstematîkî hemwelatî, li şûna
ku were awadankirinê, ew(ji
mirîdekî partiyê û wezîfekarekî
normal bigre, heta di rojnamevan,
parlemanter û wezîrekî ve
derkeve), tê pûçkirin û
xerabkirinê.
Di rejîmên totalîtarane de, wisa hatiye rûnandin, ku her yekî
„şerefa“ endametiyê, di partiya
“desthilatdar de, werbigire, „pirtikeke
şerefê“, cudayî xelkên din, yên
ji „rêzê“, tê ser serê wî, û bi
şêweyekî automatîkî(her yek li
gora ciyê xwe), dibe „qetek
desthilatdar“, beramber bi „hemwelatiyên
bê hisab û bê pile “, ku
negihiştine(yan jî nexwestine
bigihin), „şerefa
pirtikwergirtinê“.
Li „Kurdistana azad“ jî tiştekî wisa hîn berdeam tê kirinê.
Ji hewldana peydakirin û awadankirina „hemwelatiyekî aktîv“
di Kurdistanê de, hewldanên „kirrîn“
û „bertîlkirina“ „hemwelatiyekî
mirîd“, „karbidestekî mirîd“, „serokeşîrekî
mirîd“, „rojnamevan û
nivîskarekî mirîd“, „parlemanterekî
mirîd“ û „wezîrekî mirîd“, di „partiyên
desthilatdar“ de, ku kaseyên wan
ji kaseyên „Kurdistana atad“,
zengîntir û wêdetir in, bi
awayekî sîstematîkî, tên kirinê.
Lewre, gendel û gendelî dê hebin, ku dê di dawiya dawî de, „Kurdistana
hemwelatiyê“ serbijêrî „Kurdistaneke
xerabe û gendel“ bikin.
Lewre, hin Kurd dê Kurdistanê bixwin û Kurdên din, dê werin
xwarinê.
Lewre hin Kurd dê bibin „xwedanên Kurdistanê“ û Kurd û „ne-Kurdên“
bê Kurdistan jî mayîn, dê
bifirin „Êzdîstan“, „Feylistan“,
„Şîistan“, „Şebekistan“ „Aşûristan“,
„Tirkmanistan“ û „Şeytanistanê“.
hoshenbroka@hotmail.com
-Marco Polo, the trivils of
Marco Polo, Lodon, 1927
د. جمال رشيد في كتابه،
دراسات كردية في بلاد
سوبارتو، دار الافاق العربية،
بغداد، 1984، ص 87.
نقلا عن:
كردستان العراق و حدوده:
مفهوم اقليم
د. سليمان عبدالله اسماعيل:
http://www.sardam.info/Sardam%20Al%20Arabi/6/01.htm
Bê
guman ji bo ku ev bare 100%
û mutleq neyê famkirin,
xatirê çend partiyên biçûk
jî, ku di „sed û hedên“ xwe
de, di bin sîwana herdu
partiyan de ne, tê girtinê.
|
|