|
Azadî bo Mişeel
Temo
Di 15.08.2008an
de siyasetvan û
nivîskarê kurd
Mişeel Temo ji
nişkê ve hate
windakirin. Tevî
ku rêjîma Sûriyê
ta nuha
revandin û
girtina Mişeel
Temo eşkere
nekiriye, lê
hemû tiliyên
tawanbariyê ber
bi vê rêjîmê ve
diçin, nemaze ku
dîroka wê mişt e
ji nimûneyên
revandin û
windakirina
dijberên wê û
çalakvanên azadî
û mafê mirovan.
Mişeel Temo yek
ji çalaktirîn
kesayetiyên kurd
e ku bi taybetî
piştî
serîhildana 12
adara 2004ê
roleke giring û
berçav lîst bo
gihandina dengê
kurdan bo raya
giştî, parastina
buhayên
serîhildanê û
çespandina mafên
gelê kurd. Ew
bi têkiliyên xwe
yên bi kesayetî
û rêxistinên
erebî yên Sûriyê
û nivîsên
derbarê pirsa
kurdî de hatiye
naskirin. Ew
herweha berdevkê
fermî yê
Şepêla Pêşerojê
ya Kurdî li
Sûriyê ye.
Girtina Mişeel
Temo bi vî rengê
ku li bejna çete
û keleşan tê,
revandin û
piştre kuştina
şêx Maşûqê
Xiznewî di
gulana 2005ê de
tîne bîra
mirovan. Ji ber
ku eynî rêjîm û
herweha eynî
hişmendiyê her
dû kes revandine,
ne dûr e ku
Mişeel Temo jî
bibe xwediyê
eynî çarenûsê.
Ji ber vê yekê
em tev de
berpirsiyar in
di ber parastina
jiyana wî de.
Hevgirtina
Rewşenbîrên
Rojavayê
Kurdistanê
revandina
siyasetvan û
nivîskarê kurd
Mişeel Temo
şermezar dike û
wê wek yek ji
nîşanên siyaseta
hovane ya rêjîma
Sûriyê dinerxîne.
Hevgirtina
Rewşenbîrên
Rojavayê
Kurdistanê bangî
hemû hêzên kurd
dike ku bo
azadiya Mişeel
Temo têbikoşin û
bo vê yekê
amadebûna xwe bo
hemû cûrên karên
hevbeş diyar
dikin.
Dem bo bêdengiyê
nine!
Azadî bo
siyasetvan û
nivîskarê kurd
Mişeel Temo
Hevgirtina
Rewşenbîrên
Rojavayê
Kurdistanê
18.08.2008
h
|