|
Hesen Elî (Laleş):

Bazdayîyê ber bi xwîna xwe ya esih ve
Hoşeng Broka
Laleş:
Bîra bendemana
mezin
6/6
Yek ji mijarên
din yên balkêş ku di bîra xwendina „helbestên Laleş ên birîndar“ de,
dimîne û rê li pêşiya gelek pirsan vedike, hewldana „beşdarkirina
ya/yê nediyar“ e.
„Helbestên
birîndar“ ku Laleş berzûrî wan dibe, gerra ebedî ya li yara winda,
kêlîkên winda, welatê winda û tiştên winda ye. Ji ber vê çendê
windayî, xwênr pircaran rastî wişe, wêne, lihevsiwarkirin û hevokên ku
„jidestberdan“, „windakirin“, „dorandin“, „dûrîdestî“, „yên ku ji
bendemanê diçin bendemanê“ û „giriyê li paş dergeh û penceryan“ ji
bîra wan diniqute, tê[1].
Li seranserî
„helbestên xwe yên birîndar“, Laleş yarê ji vedana pencere û azerînê
ye. Ew yarê ku her „karwanê ji birînan“, her „sayên çolan“, her
„ramûsana mişextî“, her „derî“ û her „pencere“, di bendemana yara xwe
ya ku her nayê, hişîn tê, mîna darekê ji basa efsaneyan:
Ta sayên
çolan
azerîn, li pişta pencera min
û tu nehatî.
Min wêne kir
ramûsanek(e) mişextî,
ji rengê te,
li ser deriyan
û tu ne hatî.....(R.21,22)
Trajêdiya
bendemana Laleş hîn mezintir tê xwendin, wexta ku yara wî „qereçiya“
ber her malê, ber her dergehî û ber her pencerê ye, lê tenê ne
„qereçiya“ ber mala wî ber deriyê wî û ber pencereya wî ye:
Bi şev û bi roj,
tu divedê(vedidê) hemî deriyan,
hemî malan,
qereçiyek melûl
û ne yek roj(ê)
bes
ne yek roj(ê)
tu naçênî
gavên xwe yî qetiyayî,
bi ser dergehên min(de).(R.63)
Belkî
ji ber ku yar weha dûra Laleş û nêzîka yên din e, dûrîdesta wî û
berdesta yên din e, ne li bîra dergehê wî û beşdara xewna deriyên yên
din e, ew vî giliyê xemgîn wek xemgîniya „koma hestiyên wî“, dike:
Û tu bi rê ketî,
di ber hestiyên min (re)
wek saleke xeyidî
û te nekir yek nerîn.(R.64)
Yar
di ferehnga Laleş û helbestên wî yên birîndar de, „navê çûyîna ku nayê“
ye. Laleş, daku yara wî bazbide dilê wî, diçe xewnan, diçe „êşên
tarawgehan“, diçe hêviyên „derî û pencereyan“, û dawiya dawî diçe
talanên „oda xwe“, „helbestên xwe“ û „nameyên xwe“ û yar dîsa her nayê:
ew diçe û diçe û diçe, ji barkirinê û wêdetir, ji çuyînê û wêdetir, û
ji dûriyê û wêdetir, diçe:
Min wêran kir
oda xwe,
helbestên
xwe,
nameyên
xwe,
digel
hêsirên viyanî
çimkî
tu ne hat
î.....(R.22)
Laleş
di bendewariya yara xwe ya „çûyin û nehatinê“ de, di bîra dergeh û
pencereyan de, hişîn tê û dibe „rêkek bê serî“ û yar nayê; dibe „rojeke
nerazayî“ û yar nayê; û dibe „bayekî hejar“ û „giriyekî kûr“ û yar
nayê:
Ez bûme rêkek bê serî,
awirdijwar û gavbirîn
û min tu ne dît (î).
Ez bûme rojeke ne razayî,
û min tu ne dît (î).
Ez bûme bakî hejar,
ez bûme girîkî kûr
û min tu ne dît (î).(R.42,43)
Ku
yara Laleş a tim dûr, derbeder û mişextkirî nayê; ku bajarên wî,
welatê wî û tiştên wî, yên tim derbeder, mişextkirî û tim dûr, nayên,
çiqasî ew
dê têra girî bike?
Çiqasî „rêyên
siksikandî bi tihna destên wê“ û „bajarê xewna herdu piran“, dê têra
girî bikin?
Çiqasî „derî,
pencere û hêlînên firokan yên ji bendemana wê“, wê têra girî bikin?
Ku yara
tim dûr ya ku ji dûriye diçe dûriyê nayê, Laleşê wê „ li ber seqera
pêjna pêkên wê, pêkan disotîne“/R.39, û „li ber kovanên wê, qêrîniya
wê“(R.40) hişyar dibe, mîna rêyeke birîndar û „li pişta dergehên wê
yên dûr“, bazdide girî: „digirî û digirî û digirî“(R.41).
Heçiqasî
ku Laleş li dûv yara xwe ya her bê ser û ber û her bê şûn û şop, dibe
„rêyeke dîn“ û diçe çavên wê; herçiqasî ku ew li ser „rêya çûyîn û
nehatina wê“ dibe „fîkandineke giran û hey giran“ jî, lê yar her bê
hay û bê ser û ber diçe xwejibîrkirin, „Laleşjibîrkirin“ û seqayên
xemleysiyê:
Di seqera
zivistanê de,
di şevên
reş î tarî (de),
li ser
rêkên te,
dibim
fîkandinek giran,
giran
giran
û tu
nizanî.(R.57)
Ji
xwe Newroz di mîtolojiya rojhilatê de, bi giştî, û di ya „Kurdên wê“
de, bi taybetî, civanê heskirina her kesî ji her kesî û her tiştî ji
her tiştî ye. Lê di wexta dergeh û pencereyên ji bendemanê de; ku
Laleş „ramûsanên mişextî“ li ser wan nîgar dike, „hemî Newroz“ tên û
diçin, hemî heskirî diçin civanê navê hev, hemî Xwedê diçin heskirin û
afirandinê, û yara Laleş her diçe gombûn û „nehatinê“:
Hemî
newroz,
li jorî
zuhabûna min,
pif dikin
totakan ji te re
û tu nayê....(R.30)
Newroz
jî, daku ferehtir biçe silava çavên yara wî, „konên xwe yên perîşan“
vedide, lê dîsa her ew nayê û hewes û hewes diçe gombûnê:
Û newroz
bi konên
xwe yî perîşan,
hews
dike,
li ser
herdû çavên te,
û tu nayê...(R.30)
Laleş
her dem, her cih, her „şopa xwîna gavên wê“, her tirên û her rê,
rêwiyê ebedê û heta hetayê yê ber bi çûyîna navê yara xwe ve ye. Ew,
daku biçe navê hembêza yarê, bazdide gavan li dûv gavan, rêyan li dûv
rêyan, tirênan li dûv tirênan û qonaxan li dûv qonaxan, û ku yar dibe
ya çaxê dîtin û rastlêhatinê, ew mîna „kelaşekî di navbera pênc gurên
hare“ de, tê:
Li
ber seqera pêjnên te,
min sûtin pê,
(...)
min ne jimartin pê,
û pê li dûv pê,
min tu dî...t(î),
pênc gurên har
li ser
kelaşê te.(R.40)
Wek
ku ji bîra xwendina vê kurtehelbestê (û gelek helbestên din) diyar
dibe, xwêner dikare sîmayên yara Laleş, sîmayên mişextkirina navê wê,
navê aliyên wê û navê ken û giriyê wê, ji sîmayên gund, bajar, kolan û
tiştên Laleş û ji sîmayên mişextkirina navên wan, navên alî, ken û
giriyên wan, bixwîne.
Wate aliyên ku
bazdane navên welat, bajar, gund, tax û kolanên wî, bi heman ferehî,
bilindahî û mezinbûnê, ew in yên ku bazdane navê yara wî jî: Bi
gotineke din, „Aliyê navê yara Laleş“; yê heta hetayê mişextkirî, ji
aliyê mişextkirina navên welat, bajar, gund, tax û tiştên wî tê.
Derengî
ximavê
Bê
guman Laleşê „helbestên birîndar“, wate „Hesen Elî“ yê bi Kurdî, wek
xîtabeke helbestiyane dikare wek deqekî „pir“ û vekirî li pêş gelek
îmkan û xwendinan, were nirxandin.
Li ser
astê vê xwendinê, Laleş weha bû çem û „bê av“ çû;
weha bû
„dîwar“ û „bê derî“ îskiya;
weha bû
derî, çû bendemanê û bê yar raza;
weha bû
pencere, çû jibîrkirinê û bê „nîgarkirina ramûsanan“ ma;
weha bû
„tilî“, li ser „rûkê istanê“, çû „pelandinê“, bejna ceyografî û dîrokê
pîva, û dawiya dawiyê, „di nav stiriyan de, kêran û tifingan de“, bost
bi bost di „êşa navê yara xwe de“, „heliya“;
weha bû
çiya, çû barkirinê û bê kew ma;
weha bû
„Bilêc“/gundê destpêkan, bû „qetek şev“, bû „findek“, bû „fîşekek“, û
mezin û „kûr giriya“;
weha bû
Qamişlokê/ bajarê destpêkan, ji nav „tilîkên Enadolê yên hesinî“ xet û
xet, weşiya, û bê „Nisêbîn/ navê Qamişlokê yê dîtir/ aliyê dîtir/
xewna dîtir, destê silava dîtir, û bihna dîtir.....htd. “ ma.
Lê
pirsa herî bi êş, ku li vir xwe dadigijgijîne bîra vê xwendinê ev e:
Aya
piştî hewçende çûyîn „çemên bê av“;
hewçende girî deriyên ji dîwaran bazdayî;
hewçende „helandin tiliyên ku istan ji wan û pê de, ji westanê çûn
westanê; hewçende „Bilêc“ „find, fîşek û qetên şevê“,
û piştî
hewçende „Qamişlokê“ bê „Nisêbîn“ û hewçende „Laleş“ „helbestên
birîndar, aya rêya ximava bi Kurdî (paş helbestên birîndar) ji kû diçe
„Laleş“?
Aya rê
ji kîjan „Eyûbî“ diçin „sebra“ gavên Laleş, yê ku bi Kurdî birîndar
bazada helbestê û birîndar derengî wê ma;
birîndar, bazada xwîna xwe ya esih û birîndar dernegî wê ma;
birîndar, bazda giriyê xwe û birîndar derengî wî ma;
birîndar, di kesera derî û pencereyan de, çikiya û birîndar derengî
wan ma;
û
birîndar, wek navê xwe, wek helbestên xwe, çû hembêza navê yara xwe
„ya çûyin û nehatinê“ û birîndar derengî wê, derengî destên wê û
derengî sêva hatina wê ma???
*Amaje:
Hemû rûpelên ku di deqê vê xwendinê de, wek çavkanî hatine
destnîşankirin, ji dîwana helbestvan in:
Laleş(Hesen Elî): Laleş û helbestên birîndar, bê navê weşanxanê û ciyê
weşanê, 1993.
Bo nimûne: tu nediyar dibe/R.20 & û tu nehatî/R21-22(5 caran dûbare
dibe) & posta dil/R.29 & û tu nayê/R.30(3 caran dûbare dibe) & çiqasî
ez, derî, pencere û hêlînên firokan wê li ser te bigrîn/R.32 & û min
tu nedît î/R.35(2 caran dûbare dibe) & li pişta dergehên te ez
digirîm/R.41 & û min tu nedît î/ R.42-43(4 caran dûbare dibe) & posta
min, posta dil/R.47 & û li pişta zindanê, li te şofar dike
goristan/R.49,50 & û tu nayê/R.51 & tu şax dide, li ber qîrîna min
azmanekî bê dil/R.53 & û tu nizanî/R.57 & rêkên te wê xwe tar û mar
bikin/R.59 & gavên min xewn dikin bi dergehên te/R.61 & û ne yek roj
tu naçênî gavên xweyî qetiyayî bi ser dergên min de/R.63 & û te nekir
yek nêrîn/R.64 & û di sibihê de hey yara min, ne tiştek ji min re
ye/73 & ma tu nizanî?!/R.74. |