Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

25 February 2009 01:51

LI TALANKERÊN KURDISTANÊ BINÊRIN!

 FÛAD SÎPAN

 fuadsipan@yahoo.de

rojava.net- 25.02.2009

 

  Kurdistaniyên hêja! 

Me Kurdan bi dil û can bawer dikir, ku heger desthilatî têkeve destên Kurdan dê welatekî azad, demokrat, edalet û bi tifaq ava bikin. Lê mixabin Kurdên Başûr çewtiya wê kirin û tew di ser de jî hemû bingeha-strûktûra rejima Sadam ya Beasiyan anîn Kurdistanê li hemberî gelê Kurd bi kar anîn û hê jî tînin. Em ji zû de rast nas dikin û dizanin, ku desthilatiya Başûr çawa heyiyên Kurdistanê bi taybetî ji bo berjewendiyên du malbat, xizim û nasên xwe bi kar tînin. Desthilatiya Başûr van karên xwe him bi awayekî fermî û him jî bi awayekî gendelî, dizî û korûpsiyonê hemû pîvan û normên mirovatiyê, dadê-huqûqê û herwisa biha û hêjahiyên civata Kurd di bin lingê xwe de dipelixînin. Xelkê Kurd jî her roj dibe şahîdên van sosretan.

 Em bi yekîtiya di navbera herdu partiyan de şa bûn û me digot şukur ji vê rojê re. Lê me nizanîbû, ku herdu partî dê paşê bi peymana “stratejîk” ocaxên Kurdan kor bikin û dê êdî nehêlin li Kurdistanê mixalefet hebe. Me qet ew hêsaba nedikir, ku dê herdu partî tenê ji bo berjewendiyên xwe kar bikin û muxalefetê li Kurdistanê bikujin.

 Ji xelkê re na, lê Kurd li hemberî hev gurêxin. Ka li vê kambaxiyê, li vê malwêraniyê binêrin, di cîhanê de ti nimûne tine, ku meriv bide di navbera du partiyên welatekî de peymanek “stratejîk” bê îmaza kirin.

 Peymanên “stratejîk” di navbera dewletan de li ser esasên menfeat û berjewendiyên dewletan pêk tên. Lê PDKê û YNKê Kurdistan kirine milkên malbatên xwe û li ser lotikan diavêjin. Ji bo ku PDK û YNK serê muxalefetê ji ser hev jê bikin, anîn goya Civata Bilind ya Partiyên Siyasî yên Kurdistanê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de kom kirin û heya niha bi hostatî çend quriş avêtin ber devên wan partiyan û ew jî kirin şirîgên karên xwe yên bi kirêt, ku serê hemû pirsgirêkan li Kurdistanê tepis bikin. Ez dixwezim li vê derê pirsekê ji herdu partiyan bikim. Madem herdû partiyên mezin PDK û YNK ewqas jêhatî ne, çima peymaneke “stratejîk” bi DYA re çê nakin? 

Bê guman di xeyala me hemû Kurdan de ew hebû, ku rojekê yekîtiyeke xurt, ji dil de di nava partiyên Kurdan de çêbibe. Lê armanc û niyeta PDKê û YNKê pir zû derket û eşkere bû, ku ew dixwezin bi peymana “stratejî” û Civata Bilind ya Partiyên Siyasî serê hemû pîsî, gendelî û qirêjiyên nav hevdu bigirin û xelkê Kurd li ser tiliyan xwe bireqisînin.

 Demokrasî û civat wisa pêş de naçe.

 Ji ber ku Mesûd Barzanî û Celal Talabanî baweriya xwe bi demokrasiyê ne anîne, loma mixabin qasî misqalekê jî ne baweriya xwe ji xwe anîne û ne jî ji hevalên xwe yên di nava partiyên wan de bi dehsalane rêhevalên wan in, bi wan re kar dikin. Heger ne wisa ba, ma ji meqamê serokkomariyê li Iraqê û ji meqamê serokatiya Kurdistana Iraqê mezintir çi heye ku herduyan serokatiya partiyên xwe bernedan û di dewsa xwe de rê ji hevalekî xwe re ve nekirin?

 Ne hewce ye ku em li ser pergala desthilatî, hukumet û dezgehên Başûr zêde lêkolînan çê bikin, ku xwe bigihînin wê encamê, van partiyana PDK û YNK çawa hemû bingeha polîtîka rejima Sadam anîne li Kurdistanê bi kar tînin. Tiştên li ber çavin jixwe îspat in û têra her tiştî  dikin.

 Divêt beriya ku em desthilatiya Başûr baş analîz bikin mînakekî ji rejima Sadam bidin. Sadam Husêyîn serokkmarê Iraqê bû, lawê xwe Hudêy kiribû serokê mafya Iraqê, lawê xwe yê din Kusêy kiribû serokê istixbarata Iraqê, wekî din hemû dezgehên dewletê li Iraqê li malbat û xizimên xwe belav kiribû û bi vî awayî Iraq tarûmar kiribû. Sadam Iraq wek mafya, bi terorê îdare dikir.

 İjar niha em li Kurdan binêrin, ku wan çawa bingeha polîtîka Beasiyan li Kurdistanê bi kar anîne. Mesûd Barzanî serokê Kurdistana Iraqê ye, biraziyê wî Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistana Iraqê ye, lawê serokê Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî jî serokê istixbarata herêma Hewlêr û Behdînan e.

 Ev demeke dirêje di navbera YNKê de pirsgirêkên pir cidî hene. Belkî sedemên wê pir alî ne. Lê bi baweriya me pirsgirêka herî girîng ew e ku rewşa niha di nava YNKê de peyda bûye encama bingeha polîtîka Beasiyan e. Ev nexweşiya niha di nava YNKê de heye, dê rojekê xwe bigihîne PDKê jî.

 Celal Talabanî û Mesûd Barzanî ji normên demokrasiyê û ji mafê mirovan ti tişt fêhm nekirine. Bi pergala-sîstema Sadam Kurdistan xistin mafyanîstan. Wan ne welatên şaristan ji xwe re nimûne girtin, lê welatên Ereb yên paşde mayî, ku bi salane bi mêjûyê genî û bi dîktatorî xwe îdare dikin.

 Desthilata Başûr him Beesî ye û him jî ji civat û eşîrên Afrîkayê yên herî paşverû, paşdamayî ne. Sineta keçikan, kuştina jinan, xwe şewitandina jinan û qanûna pirjiniyê îspatên herî berbiçav û eşkere ne.

 Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî qet hebekî ji şehîdên Kurdistanê û ji malbatên şehîdan fedî nekir û nake, di sala 2006-an de bi 10 mîlyon dolaran daweta kurê xwe Qubat Talabanî li Îtalyayê dide çêkirin. Herwisa serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî jî di merasimên şehîdan de hêstirên bi derewîn dibarîne, lê qet fedî nake di sala 2006-an de ji biraziyê xwe re ereba-seyara Ricky Marti Ferrari ji 1 mîlyonekê dolar zêdetir distîne. Îdîayek jî heye, lê ez nizanim çiqas raste, tê gotin ku ji vir demek berê Mesrûr Barzanî kurê serokê Kurdistana Iraqê li Dubeyî 200 mîlyon dolar di xumarê de winda kiriye.

 Her çiqas civata Kurdan, civateke paşdemayî be jî, lê bi baweriya me civata Kurd di pir mijaran de ji ronkbîrên Kurdan pir pir pêşdayî ye. Lê mixabin di nava Kurdan de li gorî şaristanî û medeniyeta cîhanê xwende û rewşenbîr jî pêş de neçûne. Çimkî piraniya rewşenbîrên Kurdan di nava pergala dijminan de perwerde bûne û di bin bandora polîtîka wan de mane. Loma piraniya rewşenbîrên me her dem xwe di nava polîtîka partiyan de xitimandine.

 Bê guman rewşenbîrên Kurd bi salan e karekî bê westan li hemberî neyaran dane û didin, pir jî bedelên giran dane. Lê mixabin piraniya rewşenbîrên Kurd xwe ji koletiya partiyên Kurdan rizgar nekirine, loma li dijî neheqiyên nava xwe jî der nayên.

 Ez dixwezim du tiştan ji aliyên xwe ve zelal bikin.

 1-      Desthilatiya Başûr ya korûpt û mafyawarî

2-      Qezenc û destkeftiyên xelkên me li Başûr

 Ez ne polîtîka Heso û ne jî ya Huso diparêzim. Ez ne nêrîna Elo û ne jî ya Welo dibêjim. Ez helwesta raya Kurd û Kurdistanê tînim ziman û diparêzim. Ez alîgirê Kurd im. Dema ez serkeftineke çi partî, dezgeh û serokên partiyên Kurd ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê dibihîsim, dibînim, bi wê xweşhal dibim, serbilind dibim. Divêt her kes niyeta min bizanibe û baş fahm bike ku ez hest û hîsên Kurdan diparêzim. 

Min ti demê niyeta xwe veneşartiye û jiyan ji bo min çiqas jî teng be, ez helwesta xwe venaşêrim, eşkere dibêjim. Ji aliyê din ve ti hêsabên min yên partîtiyê jî tinene û ez naxwazim jî hebin. Ez dixwezim bibim dengê gelê xwe.

 Ti sûcê xelkê Kurdistanê nîne, ku ew herdu partiyên mezin bi pergala Beasiyan tevdigerin. Loma divêt xelkê me bi awayekî medenî bi çalakiyên demokratîk li hemberî dîktatorên xwe derên û destkeftiyên, qezencên başûrê Kurdistanê biparêzin û desthilatiyê ji destê Sadamîstan bigirin.

 Rojnamegera rojnama Tirkan Hurriyetê Zeynep Gurcanli di 16.02.2009-an de li ser nakokiyên di nava YNKê de û berpirsiyarên ku ji YNKê veqetiyane û herwisa li ser saltanata serokkomarê Iraqê û serokê YNKê Celal Talabanî wisa diniwîsîne:

 Saltanata Celal Talabanî;

 1-      Celal Talabanî, serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan.

2-      Hêro Talabanî (jina Celal Talabanî)- xwediya televîzyona Kurdsat û grûba mediya Xan.

3-      Qubat Talabanî (lawê Celal Talabanî)- berpirsiyarê hukumeta Kurdistana Iraqê li Washingtinê.

4-      Bavel Talabanî (lawê Celal Talabanî)- serokê hêzên taybet(istixbarata herêma soran) yên bi YNKê ve girêdayî ne û endamê polîtburoya YNKê ye.

5-      Melle Bextiyar (xinamiyê Celal Talabanî ye. Xezûrê Bavel e)- endamê polîtburoya YNKê, serokê hemû komelan û xwediyê rojnama çavdêr û grupa mediya ye.

6-      Şanaz Îbrahîm Ahmed (xwîşka Hêro Talabanî, jinxwa Celal Talabanî)- berpirsiyara YNK li Îngilîstanê.

7-      Latîf Raşîd (hevlingê(bacanaxê) Celal Talabanî, mêrê Şanaz Îbrahîm Ahmed e)- wezîrê Iraqa federal ji bo avê ye.

8-      Hama Sabir (mêrê xwîşka Hêro Talabanî ye, bacenaxê Talabanî yê din e)- Sefaratê Iraqê li welatê Çîn e.

9-      Leloz Îbrahîm Ahmed (xwîşka Hêro Talabanî ye, jinxwa Celal Talabaniî ye)- berpirsiyarê hukumeta Iraqê ya Yekîtiya Ewropayê ye.

10-   Aso Raşîd (lawê Şanaz Îbrahîm Ahmed e, xwarziyê Talabanî)- li bajarê Cenevre berpirsiyareke hukumeta Iraqê di sefaratxana UN, Rêxistina Neteweyê Yekbûyî de ye.

11-   Bayaz Talabanî ( kurê apê, an jî kurê xalê)- wezîrê darayî yê hukumeta Kurdistana Iraqê ye.

12-   Alî Hama Salih Talabanî (biraziyê Talabanî)- endamê polîburoya YNKê ye.

  Serinc-Not:

 1-      Hêvî û tika min ji malperên Kurdî yên ku gotarên min diwşînin ew e ku qet destên xwe nedin gotarên min û bi xwemalî-orjînaliya wê biweşînin. Ewên çewtiya wê dikin, yek gotin an jî yek tîpekê jî diguherînin bila ji kerema xwe gotarên min di malpera xwe de neweşînin.

2-      Heya niha çend caran û çend kesan(ez qet hewce nabînim ku navê wan binivîsînim, ew bixwe dizanin ew kîn e) hin beş, raman û werger ji nava gotarên min dizîne, wek bîr û ramanê xwe xwuya kirine. Min di gotarên xwe yên berê de behsa wan kesan kir. Ez dem bi dem di makînên lêgerînan de lêkolîn çê dikim. Heger careke din jî rast werim, ku hin kesên ne jixwe bawer ji  gotarên min nêrîna min bidizin û bikin malên xwe, ezê wan dîsa eşkereyî raya giştî bikim. Mixabin ev nexweşiya di nava nivîskarên Kurd de pir pêş de çûye. Ji ber ku mekanîzma kontirolê di nava Kurdan de çê nebûye, loma hin kesên tiroviro û sexte dixwezin bi dizîtiya gotarên nivîskarên durist ku bi ewqas ked û zehmetan, bi nûra çavên xwe nêrîn û analîzan diafirînin, li ser keda wan ji xwe re rolekê bibirin.

3-      Kes û malperên naxwazin ku ez gotarên xwe ji wan re birê bikim, bişînim, divêt ji kerema xwe min agahdar bikin, ku ez emaila wan ji nava adrêsa mailên xwe derxim.

 

 Almanya, 24.02.2009

 

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005