Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

16 February 2009 01:18

Em we jî rast nas dikin

 FÛAD SÎPAN

 fuadsipan@yahoo.de

rojava.net- 16.02.2009

 

 Sernivîsa vê gotarê ji bo dewleta cihûyan-Îsraîl re ye. Belê yên, ku heya roja îro pişta Kurdan şikandine û dewleta hov ya Tirk li ser piya hîştine û nehîştine pirsgirêkên li Tirkiyê çareser bibin û demokirasî were wê derê dewleta Îsraîl û lobiya cihûyan li DYA û Ewropa ye.

 Generalê Îsraîl û fermandarê hêzên leşkerî yê bejayî di roja 13ê mehê di civîna çapemeniyê ya Navneteweyî de li pêşiya nûnerên leşkeran yên DYA, Almanya, Swêd û Brezîlyayê li dijî helwesta Erdogan ya li Davosê derket û ji wî re got divêt “Erdogan li eynikê-neynikê binêre” û general Avi Mirzahi wisa dom dike Di destpêka sedsala bîstan de, we qetlîama herî mezin ya cîhanê bi serê Ermenîyan ve anî û di pê re jî eynî wê politîka xwe li dijî Kurdan dimeşîn in”

 Li ser vê helwesta generalê îsraîl agir bi bin çenga generalên Tirk girt û di 14ê mehê de daxuyaniyek bi gef li dewleta Îsraîl dan, ji wan hêsap dixwezin. Wezareta Tirkan ya derve jî nota protestê da destê sefaretê îsraîl. 

Gotinek heye dibêjin Beroş! Binê Te reş e, lê yê Te ji yê min reştir e” Belê binê herdu aliyan jî reş e. Lê ji ber ku hêsabên wan êdî tevlihev bûye, loma niha wek seyên dir gijgijî hevdu dikin.

 Em Kurd êdî hemûyan baş nas dikin. Em qudret û cewhera hemûyan baş dinasin. Em hovîtiya wan û qeşmeriya wan jî baş dizanin. Lê ji xêncî xerabiyên Tirkan li hemberî Kurdan yên bi dehsalan e bi hemû hovîtiyan, bi çek, tank, top, balafirên şer, dîplomasî û bi lobiya xwefiroşiyê li ser berjewendiyên xwe yên bi kirêt dimeşînin û dijmaniahiya xelkê Kurd dikin cihû bixwe ne.

 Bila ne Tirk bi quweta xwe bifirin û ne cihû bi qudreta xwe. Gelê Kurd bi hejmara xwe 40 mîlyon e. Îro be, yan jî sibê be, dê rojekî bersiva hemû hov û çavsoran bide.

 Bê guman sedemên wê gelek in, ku Kurd bi hêjmara xwe, ne rêxistineke bi profesyonel in. Lê qet gumana min nîne ku dê Kurd di demeke pir kin de bi polîtîkayek bi program û bi hêz derên meydanê.

 

 Almanya, 15.02.2009

 

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005