Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

07 August 2008 07:59

     

Spas Helîm Yûsiv eva bersiva te

 Fethulla Huseynî


   Li welatekî wek welatê me, ku navê  wî di  tu nexşeyan de tune ye, ne bawerî û helwest merov dajo, belê, merov li pey xewnên xwe dikeve, razî be yan na, eveya jî muxamereyên bê hempa pêwîst in , dibe jî ez yek ji wan kesê muxamir bim.

Dostê min helîm yûsiv, gava ji min dixwaze ez bi kurdî bersiva wî bidim, xweş dizane ku ezê bersiva wî bi hesanî bidim, tevî ku nivîsandina bi kurdî li ba wî  gelek hesan e her wiha wê liba min jî ne dijwar be.

Min ne bihêrsek e wiha bê mana, hers da, belê, gotina dawî ya gotar a helîm, bi rastî, min aciz kir, ku çawa helîm nivîskar  û mirovek î ne mey xwir be û verşiya wî bê, li ber hevpeyîn a hevalek î wî.

Helîm, wekî romannivîs û rojnamevan bi rastî herdem ciyê rêzgirtinêy e, her wiha jî wekî yekî ji nifşê bê omîd û bê  neyaz, ku îro ew nifş belavbûy e, li ewropa, lubnan, başûr ê Kurdistan, istanbol, zindanên belayî   û gorên bi xirecir yan gorên bê deng cudahiya wan tune, em tevde li hale hev dipirsin dibe rojekê ev jiyana berovaj rast bibe.

Spas dostê helîm yûsiv, ku te anî bîra min ku carek e dî bi kurmancî binivîsim, piştî 4 salan ji ne nivîsandin a bi vî zaravî, lê min kurmancî ji bîr nekirye haaaa, her bi vî zaravî jî eva silavê lite dikim, her wiha, dibêjim birê min, Dinya bi kurmanciya reş xweştir e, wisa jî nîqaş û pevçûn, lê problem a gewre- wek birayên te û xaltîkên tey î  soran î dibêjin- ku ême nezanin pevçûnan bikin, belê zanin nîqaş ê bikin, birrrrrrrrrrê min, eger yek ne xwendekarê zaningeh a heleb ê be, nezan e angoya gotin a "birê min"!!.

Ez qet bi lez gotinan naxwînim, qet jî bilez bersiv ê nadim, lê dib e ku ev xewnên me, yên cud a dihêlin em hindek î zû û bilez, bersiva xwe bidin, tevî ku gazin ji heval û dostên me bin jî, diyare her kes nema kare xwed ê hilgir e.

Li Soranistanê rewşa kurmanciyê, hevokek e kurmancan gelek î dêşîn e, li herêm a Kurdistan ê, ji ber yek sedem ê, ku kurmanc li vê herêm a pîroz afrandin û dahênan ê dikin bi azadiyek bê sinor, her wiha dizanin sinorên xwina wan heta kîjan radey ê xweşike, eger, li yekitiyek fireh û dewlemend wekî yekitiy a ewropa yê ji 98 ji 100 2 dahênanvan yan niviskarên derbeder karê xwe dikin, wek dahênanvan. Min ji bo te, hevalê helîm dibêjim ku li Kurdistan a azad her kurdek di cihê xwe de ye bê minetî.

Setelayt a "gelê Kurdistan" ya ku ew hevpeyvîn bi min re çêkir û te dît û lê guhdarî kir, heyşt kurdên binxetê lê kardikin wek bêjer, amadekar ê program, nûçesaz, her wiha bêhtirî rojnameyek ê kurdê bixetê li silêmanyê diweşînin yek ji wan rojnameyan rojnam e me " elemel"e ku ez cigar ê sernivîskarê wê me,  her du heftan carek ê bi ziman ê erebî, tê weşandin, tu xweş dizane birê min.

Ji aliyê ziman ê kurmanc î, dibe hinek kêmas î hebin, lê belê ew kêmasî nabin cih ê rexnê, eger em bizanbin, yek rastiyê, ku me bi xwe ew kurmanctî ne day e pêş, ji ber hin sedeman, yek ji wana ku bi dehan rojnam e , yên rojan e û heftan e bi zarav  ê soran î çapdibin û belav dibin û hidek ji wan rojnameyan bi dehan hezar dan e tên e firoştin, duwem ku şarek î wek î silêmaniyê bi nifûs a xwey kêm gelo xelkên wê Karin zaravek î dî li xwe zêde bikin, piştî ku ewqas rojnam e bi zarav ê ku xelkên wê tê dighêjin têne belavkirin  û weşandin.

Ez  şaş naxwînim , lê dibe dibe dem n edema rastgoyay e, dib e tu di kurmanciya nim de tê neghêje wê gave piroblematey e.

Carek din spas, ku te min vexwendina min kir bo nivisandina bi vî zaravî kir, piştî  çar salan ji ne nivisandinê bi vî zaravê xweşik wek mirina me, her wiha piştî ewqas nivîsaddin bi zimanê ne zimanê me, zimanê tevî biyanya wî dihêle em bêriya tûtina xursê bikin.

 

 

 
 
 


 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de