Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

21 February 2008 15:48

 

Birçîbûn

Ferîd Xan


 

 

Hun dizanin birçîbûn çiye?

 

Qiyemet cîhanê dixwe

Birçiye. Mirî dûhatiyên xwe

Zarok diya xwe dixwe

Jin mêrê xwe

Kêr devê xwe dixwe

Mirov dûvê xwe

Birçîbûn dibêjim

                      Birçîbûn hovîtiye

 

Na

Hun dizanin birçîbûn çiye?

 

Bazirgan muşteriyên xwe dixwe

Birçiye. Serwet xwediyê xwe

Herkes ne bi qasî têra xwe dixwe

Herkes bi qasî kêra xwe

                      Ax bi qasî kêfa xwe

Birçîbûn dibêjim

                      Birçîbûn newekhevî ye

 

Erê

Hun dizanin birçîbûn çiye?

 

Zagon dûzenê dixwe

Birçiye. Dûzen xwezaya mirov

Adet Adaletê dixwe

Adalet kêfa mirov

                      Ax Adalet sebra mirov

Birçîbûn dibêjim

                      Birçîbûn talankirina xweşikiyê ye

 

Hun dizanin birçîbûn çiye?

 

Bêbav bavê herkesî dixwe

Birçiye. Bêyar yara herkesî

Hertişt pêdiviya xwe dixwe

Lê herkes pêdiviya hev

                      Ax herkes pêdiviya herkesî

Birçîbûn dibêjim

                      Birçîbûn lîstika hevduxwarinê ye

 

Na lo

We go em dizanin birçîbûn çiye?

 

Mê dixwaze zêdetir nêran bixwe

Birçiye. Nêr zêdetir Mêyan

Eyan e, nefsa mêyekê bi nêrekî têr nebûye

Nefsa nêrekî bi du mêyan hîç

Hevdu ewqas ji hev re nehêlin dibêjim

Birçîbûn zor e

                      Ax birçîbûn sor

 

  

Ferîd Xan

08.10.2007/Essen

 

 

 

 

 


 


 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de