|
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
|
14 May 2009 22:45 |
|
 |
Xalê min
şêx Maşûq, birayê min Mihemed Weyso
Ferhad Ehmê |
|
rojava.net- 15.05.2009 |
|
|
|
Nuha ku ez pêrgî xwîna we dibim,
Xalo,
Keko,
Dilê xwe yê bi xunava giyanê miletekî sêdarkirî stirayî li ber piyên
we radixînim..
Nuha we stêr û gerdûnan bilêv dikim û dilê xwe ji piyên we re bi
berbû û xêlî dikim..
Xwîna we tavên baraneke bengîn li biyabanên beyhûdeyiya me dibarîne...
**
Destê kekê min bernede xalo, lêvên wî fêrî hûnandina zimanê Qurana
nimêja sibeha te nebûne...
destê wî bernede û ji meya kevnar ya işqa xwe bi ser bişirîna
birînên laşê wî yê reyhan de birijîne...
Mihemedê min şermîn e xaloo...
Mihemedê min piyalek mîna lêvên te bengîn e xaloo,
wî li biyabanan nêçîra xewnên hov ên zalim û kedxwaran nehêle xaloo..
Em çel melyon hawar in xalo...
çel melyon birînên neaxaftî di cegerê sirûda kenê pirtûka te ya
pêşwext in..
Min bi sîtava ximava wêrek ya pelên tîrêjên mizgefta işqa xwe
biguvêşe, da çîrokê ji te û kekê xwe re binehwirînim...
Em zarokên taxê ne..
Li hêviya siya berçavka te dimînin xalo can...
Ferhad xalo.. Ferhadê hîn berî te bi gav û serhildanekê çêjna
seferbelika destên xwînmijan dîtibû, îsal ku sînorên mirinê te ji
bidarvekirina dastana koça wî dibirin,
sirûda wî bê awaz,
gula wî bê gulav
û Nesrîna wî bê lorîna kesk û sor û zer dima..
Diya min... xwîşka te ye xaloo
Hewşa mala me dikir bişrînek...
Xalê min şêx Beşîr... xaloo
Di rojiya mehan de.. li hêviya reşê “ereq –sûsa” wî dimînim...
firekê dide min, dilop bi dilop rojiya bavê xwe pê bidawî dikim...
Ez zarok im xaloo..
Pêpelûk bi pêpelûk bi incîla te ve hildiperikim..
De min laliş bi laliş, tewrat bi tewart û newroz bi newroz ji çel
melyon dilopên xwîna xwe ya jiyanbarîn re bilêv bike û min tifeke
derya-mezin di serûçavên qatilan de biçîne, xalooo..
***
Ez ê çawa gulava xewnên te yên brîndar binoşim birayê min...
Mihemedê min,
Tu xewn û xewn
gelawêj û gelawêj dinuqutî biskên şeva min
De ka bêje min kekê min... dê çawa te di xeyalên neqaş û nîgarkêşan
de mohrek rengîn bibêjim....
bêje min û min çel milyon buhar li peravên bêbextiya lal a
gornebaşên gewdeyên hevirmêşî yên xewnên dayik û birayên min bêhn
bike
bibişkivîne
û gulîstan û derya bihejmêre .
Şkestî, lê giyan hîn aşiq û bengîn têm dîwana te....
Ez ê rihê xwe tîp bi tîp û henas bi henas bi bêgunehiya birîna te û
çavnêriya hezar û yek yarên te yên kurd ên bengîn û omîdgerm binoşim..
***
Gustîlkên we bi ser zimanê xwe ê li ber sirûda we lal de dinuqutînim
û li ber siya gunehên xwe ve xilmaş dibim, da we dîsan di xewna xwe
de tewaf bikim...
---------------------------------------------------
Mihemed Weyso: Xortek kurd ji Kobanê bû. Di 19
saliya xwe de, jiber ku kurd bû di dema qedandina leşkeriya Sûriyê
de ji hêla efser û serbazên ereb ve ta mirinê hate işkencekirin.
|
|
|
|
Design:
www.hesso.de |
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net |
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005 |
|
|

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi
tenê pîrozmendekî me yê ji
ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû,
xweşik mîna giyanan û zelal mîna
eşq û evînan bû. Çîroka me ji me
re şirove kir, em fêrî evînê,
fêrî silavê kirin, em hînî ku
em dê çawan welat di maçekê de
kurt bikin, kirin. Em hînî ku em
dê çawan şehîdên xwe bi stiranan
rapêçînin, kirin. Şêxê me bû,
hevalê me yê ku me jê hezdikir û
hezdikin, bû. Şehîdê biyan,
şehîdê dastana hişê me yê nû,
hevalê me yê ku tembînameya me
bi destê xwe nivîsand û
hetahetayê nemir û dê nemire.
Em di salvegera jiyana wî de
silavekê lê dikin!
|