|
Di payiza emrê
xwe de, me dest
bi qurafa
azadiya xwe
dikir. Hêviyên
ku me ji dêliyên
jiyanê kiribûn
li erda giyana
me diçirisîn.
Miştaxeya
daxwazên me, ji
kena diberiqîn.
Xurcezînên dilê
me, ji stêrkan
misêwa dibûn. Di
cirnên êşan de,
me canê xwe
diesirand,
behayê heft
zeman bextewarî,
dimsa xweşiyê
diafirand.
Cêziya xeyalên
me bilind dibû,
destên
zarokatiya me jî
hew digihiştiyê.
Me li ser pelê
çilo hew
hêstirên Pepûkê
didan hev. Me
tenê bindariya
bav û birayan
nekir êdî, di
awirên dilovan
yên serfiraziyê
de, heftsed reng
û newayê roniyê
didît.
Li gor saloxan,
Pîra Sêhra pifî
rihê keçikan
kiriye. Loma ye
di ciyên xwe de
nasekinin û bi
şikestina stuyê
gula nava xwe re
neqaîlin.
Zude ye, me dil
hebû di xewneke
zîvîn re derbas
bibin. Bîbîkên
çavên me bişibin
xalên avê, çûk
ji kenê me
biwelidin. Ji
berêvara temenê
me, Nefela
çarpelkî kêm
nebe û beriya
hemî beharan
bigihijin rihê
axê.
Xebînet e. Kesek
niha pey
kulîlkên ku di
nav neqişên
keçikan de
diçilmisin
nakeve. Kes
nabîne ku gelek
ji wan hew
xeyalên
xwînşêrîn
dihîvêzin.
Xem nake, bila
ew giriyên xwe
di pişta xwîn û
êgir de veşêrin.
Bila dilê wan
yeko yeko
biniqute.
Bila kesek ji
dil pirs neke:
çima ev jin wisa
ji dil, wiha bi
kul xwe dikujin?
Erê em dizanin,
ev dan, ne danê
êvar û evînê ye.
Hew şeveq di
destên keçikan
de dize. Kenê
wan çû ava,
giriyê wan her
kêlî dihile.
Sibehên xwe bi
tu mizgîniyan
xelat nakin.
Va ye bajar jî
bê stran man,
êdî herin awazên
keçikan ji çiyê
deyn bikin.
Çavên wan ji
mirinan bidizin.
Herin talana av
û êgir, bejnên
wan rizgar bikin.
Ku Dicle û
Munzur jî
çikiyan, em ê ji
kîjan çemê êtûnê
vexwin?
Hele rawestin,
wan çavşînkan ji
berbiskên jinan
venekin.
Porên wan, ji
qeseb û morîkan
neşon.
Mij û moranan ji
çavên wan
biweşînin.
Guliyên nifiran
û kofiya şînê
nedin destên
wan.
Emrê wan ê
şikestî bi
azadiyê
bicebirînin.
Xwîna keçikên
kuştî bi ser
ruyê cejnan de
nebarînin.
Xezalan
netirikînin û
kanîka çavên
keçikan
neherikînin.
Ma hûn nizanin,
ew xwîniyên evîn
û azadiyê ne…
|