Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

27 May 2009 08:51

Ezîz Xemcivîn
Şêxê min*
Maşûq miletek e

rojava.net- 27.05.2009

 

“Ji Şêx Maşûqê Xeznewî re”

Ne tu tenê armanc bû, îro roj doza te, azadiya peyva te, pêşketina doza te, pirsa kurd û kurdistanê ew armanc in… xelk tevde dizanin çima Şêxê me hate kuştin, çima bi rêya tiror û veşartokî ji Şamê tu birin Heleb û li Dêra zorê veşartin….!!

Şêxê min: ez bi rastiya rêka te bikim, te misilmantiya rast û durist dixwest bi cih bike, li gel jî kêşa gelê te herdem armanca te bû… qey tirsa rastiya te dilê neyaran dikeland û kul û dax dikir, wisa xuya dikir ko ji te bi xwe ditirsiyan, lê Şêxê min tu bawer bike. Maşûq li nav gelê me pir in, ne tenê Maşûqek bû û ew jî kuştin, na Maşûq miletek e, heger karibin miletekî tune bikin, bera fermo 40 milyon Maşûq li hember wan dirawestin, berî te jî bi sed hezaran pakrewan di evê rê de canê xwe ji bo azadiya miletê xwe dan, li ber darvekirinê peyva hêja pêşewê kurd Qadî Mihemed li ber guhê min e{ gelî dijminan we yek Qadî bi tenê bi dar ve kir, lê bi melyonan Qadî li dûv dimînin…

Bijî dayikên Kurd ko dikarin bi sed hezaran Maşûq, Qadî û Şêx seîdan bînin û bi şîrê wefadariyê xwedî bikin…

Bijî pakrewanên azadiyê…

Bijî Kurd û Kurdistan…

*Ev peyv li Dubey li şîna Şêxê şehîd Hate xwendin.

tirej.com
 


 

 

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

Ne ku bi tenê şêx bû, ne jî bi tenê pîrozmendekî me yê ji ronahiyê bû, têkoşerê evînê bû, xweşik mîna giyanan û zelal mîna eşq û evînan bû. Çîroka me ji me re şirove kir, em fêrî evînê, fêrî silavê kirin,  em hînî ku em dê çawan welat di maçekê de kurt bikin, kirin. Em hînî ku em dê çawan şehîdên xwe bi stiranan rapêçînin, kirin. Şêxê me bû, hevalê me yê ku me jê hezdikir û hezdikin, bû. Şehîdê biyan, şehîdê dastana hişê me yê nû, hevalê me yê ku tembînameya me bi destê xwe nivîsand û hetahetayê nemir û dê nemire. Em di salvegera jiyana wî de silavekê lê dikin!