Arsevê
Oskan
Xapînokekê
Şaxên dîlîtiyê
Li
bejna sewdanên min
Li
ser sînorê dil dipêça
Dînekê ..
Li
nav baxên dil
Seyraneke tazî digerand
Ji
kanîyên bêrîkirinê
Çend
dilopên sar
Bi
lêvên sor mêtin .
Di
payiza temen de
Xunaveke hûr
Bi
ser hestên beyar
Û
kavilên westiyayî
Bi
dîlaneke germ barand
Lê,
mêbûna qadê ne`afirand
Û
pezgoviyên xwe
Li
deştên birîndar
Bi
hêsanî neçêrand .
Di
payiza temen de
Çend
hêsirên germ
Ji
çavên bendewar
Bi
lez dane rê
Bi
ser dêmên sar de
Xatir xwestin
Pê
tovên poşmaniyê avdan
Ne
ewrên reş
Ne
dilên geş
Ne
peyvên xweş
Li
dergehên hêviyan
dibin mêvan
ne
Memê bendewar
ne
bilbilên evîndar
ne
helbestvanê xembar
li
ser dilbera xwe distran .
Di
payiza temen de
Xecxecokên dêmsor
Di
xewa giran de
Di
nav pêlan de vedigevizîn
Tîrêjên awiran
Di
bin akama poşmaniyê de
Ji
asoyên bê sitûn têne xwar
Bi
ser lêvên lerizok de
Û di
xew re diçin .
Di
payiza temen de
Zarotî li keşwera bîranînan
Dibin mîr
Û
şûrê mezinbûnê
Ji
pêsîra xwedan diçinin .
Tavên buharê,
Çiyayên agirîn
Ji
pêla wan ditirsiyan
Tenê
xulmaşiyek
Ji
çavên temen
Bi
rondikekê
Wan
dilerizîne ... Di payiza temen de .
|