|
23. 03. 2008
Newroz weteyeke
wê zor bi nirx û
gewre heye. Ew
nîşana rojeke
nuh; rojreke
wekhevî, azadî,
aştî û aramî, lê
hîn giringtir ji
bo me Kurdan
roja serhildan û
berxwedanê ye.
Ji lewre jî
dijminên me ji
sedê salan ve
nexwestine em bi
şahî Newroza xwe
bikin. Her û her
dek û dolab,
wêrankirin,
kuştin,
darvekirin,
lêdan û îşkence
para vî miletî
bûye. Lê gelê
Kurd bi hemî
şêweyan li ber
xwe daye, û
xwestiye bi
Newroza xwe şa
bibe. Di pir
salan de jî
qurbanî ji bo va
roja pîroz dane.
Dijminên Kurdan
jî li ber
serhildan û
berxwedaniya
Kurdan hin caran
neçar mane
Newrozê ji
wateyê wê vala
bikin. Wekî
nimûne, Farisan
xwestiye bêjin
ku ev roja, roja
destpêka demsala
Biharê ye, ji
lewre ew jî bi
va rojê şa dibin.
Turkan di va
çend salên dawî
de hewil dan
Newrozê bikin ya
xwe û
berpirsyarên wan
agir dadan û xwe
di ser re avêtin,
wekî çawa serok
werzîra tirk ya
berê Tanso Çîler
kir, lê ew bi
ser neketin.
Herdu rêjîmên
Ereb, li Îraq û
Sûriyê gelek
bizav û pilan
danîn ku rê li
pêş Kurdan
bibirin ku
Newroza xwe neke
lê ew jî di saya
berxwedaniya
gelê me beravîtî
bûn.
Îsal li Rojavayî
Kurdistanê, weke
her sal xelkê
Kurd êvara
Newrozê agirê
xwe pêdixin û li
derdorê govend û
dîlan girêdidin,
lê li bajarê
berxwedanê, li
Qamişloka
xweragir dîsan
hêzên
ewlekariyên
rêjîma Beis
gulan bi
şêweyekî
tewşankî û
hovane li gel
dibarînin û di
encamê de (3) sê
Kurd bi navê:
Mihemed Yehya
Xelîl, Mihemed
Mehmod Husên û
Mihemed Zekî
Remedan tevlî
karwanê nemirên
Kurdistanê dibin
û çend kesên dî
birîndar dikevin,
û derdora 20
kesan tên girtin.
Sibeha Newrozê
bi tevlîbûna deh
hezaran ji
welatparêzên
Kurd xelkê me
cangoriyên xwe
bi ala pîroz,
ala rengîn binax
dikin.
Lê, sed mixabin
tevayî
rêxistinên
Tevgera
Azadîxwaza Kurd,
ji bilî alîgirên
PKK ê, partiya
PYD biryareke
seyir standin, û
bang li Kurdan
kirin; ku roja
Newrozê ji malên
xwe neyên der,
çima? Ji bo bibe
nîşana reşî û
şêniya gelê
me!!!. Vêca em
li vir ji wan
dipirsin: Dema
neteweyek ji her
tiştê xwe ya
taybetmendane bê
par be; ji ziman,
kultur, çand,
nasname,
xwezayîyên ser
erd û bin erda
ku bi sedê salan
li ser dijî, ma
gelo mirov
nikare bêje ku
366 rojên salê
yên vê miletî
tev rojin şênî û
xemgînî ne??
Belê, ji roja ku
gelê Kurd bê
viyana xwe tevlî
Sûriyê bûn,
nemaze ji roja
ku partiya Beis
deselat bi darê
zorê, di sala
1963 an, bi dest
xwe ve anî, gelo
miletê me, hema
rojek tenê be jî,
serbestî û
azadiya xwe bi
dest xwe ve
aniye??. Ne tenê
hew, belê çi
pilanên qirêj;
ji kembera erebî,
bêparkirina
derdora 350
hezar Kurd ji
nasnameya sûrî,
siyaseta
pilankirî ji bo
şûndamayîna
herêmên
Kurdistan ji
aliyê aborî,
civakî, û
xwendinê,
pêkanîna
wargehên erebî,
bêparkirina
hemwelatiyên
Kurd ji kar û
barê rojane, û…
û… ta bigîne
herimandina
şahiya Newrozê,
ev hemî tên çi
wateyê??.
Tevgera me jî,
ji encama
pirbûna
rêxistinan, û
nelihevkirina
wan, mijûlbûna
piraniya
sekretêr, serok,
rêvebirên wan bi
parastina
kursiya „zêrîn„!!!
nikarîbûye
helwestên xurt
li dij siyaseta
rêjîmê bigrin. Û
di navbera
pilanên Beis û
nelihevkirin û
qelsbûn tevgera
me de, kêşeya
kurdî li ber
lingan deçe.
Lê divê dijminên
Kurdan, baş
bizanibin ku ji
hertiştî re
sînor hene,
encama zor û
zextê jî,
serhildan û
berxwedane, wekî
çawa gelê Kurd
di Adara 2004 an
de, serî hilda.
Vêca bi rastî
çawa ku Kurdên
Bakur dirûşma „
Êdî bes e „
hildane, pêwîste
gelê me jî li
Rojava ji rêjîma
Beis û hemî
dûvikên wan re
bêjen: „ We kêr
gihand hestiya,
êdî bes e ji
şofînîzim û
nijadperestiya
we re „.
Em vegerin ser
Newrozê û bêjin:
Gelo, çima
rêvebirên
tevgera me sûdê
ji serpêhatiyên
beşên din
wernagrin??. Em
tev dizanin ku
di sala 1988 an
de, Helebçe bi
çekên kêmawî hat
bombekirin û di
encamê de 5
hezar Kurd hatin
kuştin û bêhtirî
wan birîndar bûn,
lê dîsa jî
rêvebirên Başûr
û di pêşiya wan
de rêzdar Mesûd
Berzanî bi xwe
agirê Newrozê vê
xistin. PKK ji
sala 1984 an de,
şerê çekdarî li
dij dewleta tirk
dike, lê di eynî
demê de di hemî
hilbijartinên
Tirkiyê de
hevbeşe û
nûnerên wan
derbasî
perlementoyê
dibin.
Dêmek di demekê
de dihat xwestin
ku tevgera me ew
kombûnên girseyî
bi dehhezar û li
hin deveran
60-70 hezar, û
bi serda jî
şehînbûna 3
pakrewanên Kurd
ji xwe re wek
keys bidîta û ji
nêzîk ve li ser
derd û gulên gel
rawestiyana û
riya
çareserkirina
kêşeya gelê me
li vî beşî pêş
wan bikira,
herweha hemî
pilan û dek û
dolabên rêjîma
Beis a şofen û
nijadperest
riswa û tazî
bikirana, û ew
çoşa di dilên
wan de gurtir û
hêgintir
bikirana,
biryareke weha
ne layiqî gelê
me yê mêrxwaz û
cangoriyên Adara
pîroz distînin.
Divê em bînin
bîra xwe ku ev
ne cara yekê ye
rêvebirên
tevgerê biryara
ne pîrozkirina
Newrozê distînin.
Tiştekî seyre bi
rastî ku çawa
rêvebirên
tevgera me ji
dijminên gel
doza mafê wî yên
neteweyî û rewa,
û di serî de
lidarxistina
şahiya Newrozê
dikin, lê ew bi
xwe hewil didin
ku rê li pêş
lidarxistina
Newroz bigrin!!!?
Ji xwe jî ev
daxwaza rêjîma
Beis e, ku çawa
berî çend salan
ji rêvebirên
tevgerê xwestin
Newrozê bi
girseyî, bi şan
û şoret, def û
zirne, dîlan û
stiran lidar
nexin, tenê her
du-sê malbat
pêkve derkevin
çol û robara,
xwarin û
vexwarina xwe
bixwin û bê deng
vegerin malên
xwe.
Li gor dîtina
min, ji alîkî ve
tevgera me, bi
va biryara xwe
dilê dijminan şa
kir, êdî nema
rêjîma Beis li
xwe biheyire, wê
her sal li êvara
Newrozê du-sê
Kurdan bikuje da
ku tevger
biryara ne
darxistina
Newrozê bide û
tewaw bû. Ji
aliyê din ve, ji
ozê dil de gel
ji xwe êşand, ev
jî wê bibe
sedemeke din ku
gel pişta xwe
bide tevgerê. Ji
xwe jî vê yekê
ji çend salan ve
rû daye, û li
gor agahiyên bi
dest me de, ku
gel li pir cihan,
li Çiyayê
Kurmênc, Kobanî
û Cizîrê guh
nedaye biryara
tevgerê û
derketine cihên
ku hersal Newroz
lê tê
lidarxistin. Lê,
pir dereng be jî,
dem derbaz
nebûye, ku
rêvebirên
tevgerê li xwe û
miletê xwe
vegerin. Ew
valahiya di
navbera wan û
gel de tijî
bikin, ev jî wê
bibe serkeftinek
mezin, ji wan û
gelê me re.
Divê em li vir,
helwesta
piraniya
rêxistin û
partiyên
Kurdistanê,
nemaze helwesta
dîrokî ya serokê
Başûrî
Kurdistanê,
birêz Mesud
Berzanî bilin
binirxînin, wekî
çawa bi
daxuyanîk taybet
ev gunekariya
rêjîma Beis
tewanbar kir, û
got ku: „ … em
nikarin bê deng
bimînin li
hember van
êrîşên hovane
... „. Y. N. K
jî di daxuyaniya
xwe de xwest ku:
„ … civaka
navnetewî,
Emerîka,
Yekîtiya Netewan,
û rêkxirawên
mafê mirovan bi
rola xwe rabin
da ku ew
gunekariya
rêjîma Sûriyê
dermafên Kurdên
bê guneh de
dubare nebe ..
„. Bervajî
helwesta nûnerê
Y. N. K yê li
Şamê Ebdilrezaq
Tewfîq ya cihê
şermezariyê.
Ciyê gotinê ye,
ku di 21 Adara
1986 an de, dema
gelê me li
paytexta Sûriyê
„Dîmeşq„ ê li
taxa Kurdan bi
deh hezaran
dixwestin derên
dervayî bajêr
Newroza xwe
pîroz bikin, bi
pilan hêzên
ewlekariya
rêjîma Beis êrîş
birin ser wan,
lê gelê me
berxwedanek xurt
nîşan da û xortê
bi navê Silêman
Mihemed Adî bi
guleyên rêjîmê
jiyana xwe ji
dest da û weke
cangoriyê pêşin
yê Newrozê li
Rojavayî
Kurdistanê hat
bi navkirin.
Serhildana xelkê
me li wê derê
deng veda, û bû
egera ku di eynî
wê êvarê de,
dîktetorê Sûriyê
Hafiz El-Esed
biryarekê derîne
ku roja 21 Adarê
bibe „Roja
dayikê„ li
Sûriyê, ango
rojeke bê kare.
Lê hemî
hemwelatiyê
Sûriyê dizanîn û
wê hîngê digotin
ku sedema
rasteqîn ya vê
biryarê
berxwedana gelê
Kurd û şehîdbûna
pakrewanê wan
Silêman Adî ye.
Em gotina xwe bi
gotineke pêşiyan
bi dawî tînin,
ew jî ew e: “
Dîkê rojekê be,
ne mirîşka
salekê be “.
|