|
Vê
sibehê,
Min dixwest helbestekê binivîsînim,
Şehîdên welatê min ên ji keskesorê
xweşiktir hatin bîra min,
Çariya dayika min a ji tirsa sînoran,
Xewna kuştî ya bavê min,
Bajarê min ê ji kevirê bîranînan jî
hatin bîra min..
Min xwe amade dikir ku dest pê bikim,
Lê kêra te di dilê min de rabû,
Xwîna min bi ser rûpelên spî yên sibehê
de rijiya,
Nexşeya te ya parçebûyî jî, ho welato!!
Di şaneyên xwîna min de,
Wek erdhejekê, hejiya...
Vê sibehê,
Rengê dîwaran,
perdeya
şaneşînê,
Maseya
xwarinê,
textê razanê,
...
çenteyên seferê,
nûçeyên
lezgîn,
nexşeyên
welatan,
girnijîna
te,
stêrkên ku
ji çavên te dirijin,
baskên te
yên ji hêviyê,
mûma ku
min ji te re vêxistibû,
gula ku
min li ber sere te danîbû,
kurtehelbesta ku min di bêrîka te de
veşartibû,
pinpinîka
ku li tîna tîrêjên dilê te digeriya,
-ji bilî
dilê min
hemî
tiştên ku tu ji wan hez dikî,
vê sibehê,
ne li
cihên xwe ne…!
Vê sibehê,
Qublenameya xwe bi kevirê êşa te
dişikînim,
Baskên xwe yên ji perên qederê di
bagerê de vedikim,
Û ber bi çarenûsa xwe ya reşekuj ve
diçim..
Bendemana azadiya te çarenûsa min e,
Navê te yê ji beybûnan çarenûsa min e,
Dînbûna demsalên xwîna te çarenûsa min
e,
Jiyana te ya bi mirinê dagirtî çarenûsa
min e,
Guhdarîkirina li kêrên dengê te çarenûsa
min e,
Çavê te yê di şevistanê de diçurise,
çarenûsa min e,
Destê te yê ku ber bi himbêzkirina min
ve nayê, çarenûsa min e,
kevoka ku xwe bi tîna dilê te de germ
dike, çarenûsa min e,
Çîroka te ya ji velerzîna xatirxwestinê,
çarenûsa min e,
Bêrîkirina ku ji lêvên te dibare
çarenûsa min e,
Vê sibehê,
Helbesteke wisa birîndar çarenûsa min
e...
London
06.01.2012
|