|
Min dilê xwe, di
navbera Deriyê Çiyê û Deriyê Merdînê de,
weku ji kerwanan re li çepkan dixist, li
ser depreşekî reşgiradayî, kolayî
didît.
Min ji sultanekî
birakuj re digot:
Navên min ên neviyên
taristanê, talanên min ên malzarokê,
wêranên min ên bê gazin; ji rimên xwe
daweşînin û rimbazên xwe hînî xwendina
elfebaya laşê min ê ji keskesorê bikin.
Mirina min vedikirin,
li pey xwe, li rûbarên xwîna min
nedinêrîn
Ji awirvedanên min ên
di çeşnê tolhildanê de didexisîn û ji
kevir û gulên min ditirsiyan.
Demsalên xwe li ser
dîwarên bîra min hilawistî dihêlan û
dergûşa min, bi xwe re, ber bi Bexdayê
ve, ber bi Tebrîzê ve, ber bi lorîkên
Merîwanê ve bilind dikirin û ferhengên
jiyanê di koşeyên lêvên min de zuha
dikirin.
Bagerên min di
herikîna betalyonan de hişyar dibûn,
ewrên têkçûnên min di helkehelka
kerwanan de girantir dibûn, bazên min,
li pey wan, di cibilxaneyên kuştinê de
zîz dibûn.
Kerwan derbas dibûn,
Diriyê Çiyê tiliyên xwe ji xwedê re
dihejmartin û dilbijîna xwe ber bi
minareyên bendemanê de difirand.
Kerwan derbas dibûn,
Deriyê Mêrdînê axa xwe bi xwînê xwe
dimeyand
û xwîna xwe bi rêzên
vala yên axa xwe av dida...
Derî pasvaniya
deriyan dikin, derî pasvaniya miriyan
dikin, derî pasvaniya bendên axê û
pasvaniya şkestinên xewna deriyan
dikin..
Kerwan derbas dibin!
Deryek dibêje ez
dastanbêjê çiyayên dilê xwe me
Deriyek dibêje: ha li
vir, min bejna xwe dida ber bejna
Iskenderê mezin û li vir min sed
Kesrayên vebêjiyê hînî pirtûka jiyanê û
hînî darbestên nemiriyê kirin.
Deriyên peyvê, li
pêşberî kerwan, weku rex bê nasname bin
vedibin û deriyên Amedê, weku dê kerwan
nema bigihêjin, li pey hespê spî yê
xalê min asê dibin.
Kerwanan ji
pencereyên êvarê dest pê dikirin û mûmên
xwe li ser keviya riya hevrêşimîn di
çavên bendemanê de dadiçikandin.
Serpêhatiyên wan,
mamikên wan, pêkenîn û çêr û nifirên
wan, di ximav û hibra tozê de bê xew
diman. Rastiyên xwe di çavên xwe de
dadiçikandin, salên xwe di peykerên
bendemana xwe de vedişartin û li tenişta
Deriyê Mêrdînê pêrgî bahoza ji kevir a
dîroka xwe dibûn.
Destê sibê berbangên
xwe yên şkestî yeko yeko himbêz dikirin
Destê êvarê li
cendekên xewên xwe digeriyan
Û li ber destê Deriyê
Çiyê sond dixwarin ku dê ji xwe re li
rexekî din bigerin.
Li ber dergehê Kerwan
Saray, min gopalê serdeman rizyayî dît.
Min di nav xirecira
zimanan de, hespê xalê xwe yê spî dema
ku bi kurdiya êşê peyivî naskir.
Min ji hespê xalê xwe
pirsî: ma ev gopal ê kê ye?
Got: di tembînameya
xalê te de, bi tenê sirûdek û bazek û
reşbeleka mirinê hatiye nivîsandin!
- Û gopal?
- Xwe ragire! Li
Amedê, dîroka keviran, zû pîr dibe!
Amed, 2009-07-16
|