|
Piraniya caran, mirov, di
kêlîkên reşbînane yên kurmanciyê de,
nema dizane ewrên peyvê bi ser kîjan
zeviyan de bibarîne. Giyanê me yê ku bi
sedan salan wek bastêqê li ber tava
dijwar a buhujîn û asîmîlasyonê, bi darê
zorê, raxistî maye, diqîre. Qêrîneke
gawirane û di dîroka mirovatiyê de jî
yekta û berdewam... Laşê me yê ji
sîngoyên Çaldîranê hetanî bi şewatên
lozanê, talanbûyî, wêranbûyî, parçebûyî
û bêyî qublename maye, di qîrîna qîrînê
de diqîre..
Bûneweriya me ya di çeşnê
ne bûneweran de, ji rizyayîbînê wêdetir
ber bi nemanê ve diçe, di tênahiya
qîrînê de bi tena xwe diqîre; lê em xwe
bi deqên sivik û bi gotinên sivik û bi
derbirînên sivik û bi tawanên siviktir
mijûl dikin... Mebesta min ew e em wate
û armancên qîrînan nebihîsin an jî xwe
nebihîstî bikin! tênahiya zimanê me têra
sedan mirinan û sedan şehîdbûnan û sedan
sîmirên ji bager û xewnê dike. Lê dîsa
jî pêwist e em ji bîr nekin ku çendin
peyv sade û sivik bin ew qasî jî dikarin
tawanên dîrokê binixumînin û mandele
bikin û ji bîra mirovan bibin.
Di kurmanciyê de pirsên
jiyanê, di kurmanciyê de pirsên mirinê,
di kurmanciyê de pirsên êşan, derdan û
darbestan û di kurmanciyê de pirsên
afirandina pirsên kurmanciyê, pirseke
tirsnak, rewa, dilguvêş û pirseke
giyankuj e!
Yek dibêje: ji boyî ku
nivîsandin afirandin be pêwist e yê
nivîskar piçekî bimire.
Yekî din dibêje: ji boyî
ku nivîsandin afirandin be pêwist e yê
nivîskar di her kêlekekê ji kêlîkên
afirandinê de, jidayikbûneke nû bijî.
Ez jî dibêjim da em bi
kurmanciyê binivîsînin pêwist e em
qîrînên kurmanciyê wergerînin zimanê
hestyarî û zimanê têgihiştina bareyeên
hestyariya kurmanciyê.
Nivîsandin, ji boyî
mirovê ku bi rastî afirêner be, alaveke
pîrozmend e, bi alîkariya wê alavê,
bûyerên dema xwe, rûdan û pêvajoyên wê
demê derdibire, radigihîne, şirove dike
û henasa hibra xwe têkelî herikîna demê
dike; dema ku tê de dijî. Peyamên xwe,
nameyên xwe, nêrînên xwe, helwest û
hêrsa xwe bi xwendevanên xwe re
parvedike; da ku şopa xwe, bandora xwe û
şêwazên hizirîn û têramandina xwe, kêm
an zêde, li cem wî xwendevanî bihêle û
pê re jî bandorê li pêvajoya her tiştî
bike.
Dema ku nivîskarê
afirêner dinivîsîne, ramanên xwe,
baweriyên xwe, felsefeya jiyana xwe ji
xelkê re û ji civakê re dibêje, yan jî
felsefeya wê jiyanê ya ku dixwest hebaya
û dixwest bijiya, bi zimanekî ku xelk
çêjekê jê werbigirin dibêje, mebesta min
bi zimanekî jîndar ku li dijberî zimanê
rojane yê xelkê be yê ku di nav pencên
buhujînê de genî bûye.
Kurdên kurmancîaxêv bi
gelek zimanan dixwînin.
Nivîskarê kurmanciyê ger
afirêner be pêwist e kurmancîaxêvan
bigihîna baweriyekê; ev bawerî jî wisa
ye:
Kurmanciya ku aniha wek
deq an têkst pêşkêşî te dikim, di
naveroka xwe de, di çêjwergirtina xwe
de, di hizr û felsefeya xwe de, di
ciwaniya zimanê xwe de, di zeftkirina
kêlîkên bazdayî yên jiyan û mirinên xwe
de, ji deq û têkstên zimanên din ne
lawaztir an kêmtir e.
London: 2009-06-27
|