|
Dema
mirov bêje Ehmedê Huseynî helbet
“helbest” tê bîra meriv. Dema mirov
behsa helbesta kurdî bike yek jê navê
Ehmedê Huseynî bilind dibe. Toza amûde,
êş û kederên kurdan di helbestên wî de
şîn dibin û wekî siya çiyayekî xwiya
dikin. Di van salên dawiyê de ew bi xêra
bernama xwe ya “Dengvedana Peyvê” ve her
roja çarşemê dibe mêvanê me. Ehmedê
Huseynî li ser helbest, jiyan, TRT6 û
gelek tiştên din ji Rûdawê re axivî.
Kesekî ku bixwaze Ehmedê Huseynî ji nêz
ve nas bike, gelo tu yê bikaribî jê re
çi bibêjî? Te dixwest ku xwendevanên
kurd bi çi çavî te nas bikirana?
Mirovekî 53ê salî ye, ji temenê xwe hez
dike, di her kêlîkekê ji kêlîkên temenê
wî de çîrokeke ji çîrokên êşa bêdawî
heye. Li ser devê sînoran li sîbera xwe
ya şkestî digere û di xilwetxaneya bavê
xwe de nimêja herî watedar a gunehbariyê
ye.
Mirovekî di tozê de ji dayik bû û bi
dastanên çiyayên xwînbar mezin bû. Sê
caran bi dayik û birayên xwe re li
mayinan xistiye da ku Gundikê Hilû,
Darê, Inbarê, Xiznê, Toqê, Mihsertê,
Merdîn û Amedê bibîne. Di cara çaran de,
Xalê wî bû şehîdê bêrîkirina dayika wî,
di qiçîna nîveroja tebaxê de, ji Gundikê
Sem´o berê xwe da Amûdê, di kêlîka ku
mayin bi xalê wî de teqiya, diya wî
çenteyê xwe amade dikir, ew çente wisa
girtî ma hetanî ku dayika wî jî mir. Ji
wê rojê û vir ve, keskesorek xistiye
dergûşa dilê xwe û ji bilî lorîkên
reşgirêdanê tu tiştî nizane bibêje.
Keskesora wî jî ji rojê re dibêje,
fermo! derbas bibe! riya te hetanî bi
Zagrosan vekirî ye.
Di
jiyana xwe ya taybet de tu kesekî çawa
yî? Mesela: tu pir digirî, an gelekî
vedixwî, an jî pir romantîk î?
Bi vexwarinê re, girî, watedartir dibe.
Girî jî vexwarinê hartir dike.
Di jiyana rojane de, gelek caran ji min
re dibêjin: rûne, ma çi agir di te de
ye?
Gelo nivîsandina helbestê ji bo te
nexweşiyek e, an ji te re wekî vexwarina
mey û şerabê ye?
Wek ku çawan rondik gemara çavan dişon,
nivîsandina helbestê jî ji bo min
şûştina qirêjiyên giyan e. Nivîsandina
helbestê tiştekî pêtir nêzî cezba
sofiyan e.
Kîjan dengbêj û stranbêjên kurd tesîrê
li ser helbesta te kirine?
Di salên pêşîn de, ji dengbêjan Rifetê
Darî û dengbêjekî nenas ku navê wî
Ehmedê Guhliv bû. Aniha jî ji bilî
Şakiro bawer nakim yekî din hebe. Lê ji
Miço Kendeş û Reşîd û Xalid Sofî pir
hezdikim. Li kamkaran, Ednan Kerîm û
Şeyda û delîlayê jî guhdarî dikim.
Heta niha te maneyeka helbestê ji bo xwe
dîtiye? Tu dikarî bi me re jî parve bikî
ezbenî?
Tiştekî wisa ye ku di nav kavil û
wêranên mezin de li çurîskên spehîbûnê
digere. Cihana hundirîn a mirovan
xweşiktir û narîntir dike.
Belê, ê nexwe heke camêrek li Amedê di
panelekê de derkeve hemberî te û bibêje,
ez ji helbestên te fêm nakim, wê
bersiveka te jê re hebe?
Na! Ji xwe pêwist e fam neke. Rojeke
nêzîk ne dûr, an dê piraniya berhemên
nifşê me bavêjin ser sergoyan an jî dê
dilê wan bi me bişewite û dê hewl bidin
hinekî ji şkestinên me, ji bişaftinên me
fam bikin. Bila ti kes di vê qonaxê de
xwe bi nivîsandina kurmanciyê paye û
pozbilind neke. Bêjingên pir mezin li
hêviya berhemên me ne.
Hemî nivîskarên ku îro bi kurmanciyê
mijûl dibin, berhemên karxane û
febrîqeyên çanda serdestan in. Roja ku
kurd bi kurdî hest bikin, bi kurdî
bihizirin, bi kurdî bilerizin, ev
berhemên ku aniha li ber dest in dê ji
boyî kurdan berhemine biyanî bin.
Li ba kurdan êdî bûye adet, kî ji xew
radibe çend gotinan reş dike û xwe wekî
‘helbestvan’ bi nav dike. Gelo tu yê
bikaribî çi şîretê kesên wisa bikî?
Ez ê ji wan re bibêjim binivîsînin û guh
nedin kesên ku di paranoyayê de dijîn.
Binivîsînin, xwe û hestên xwe hêdî hêdî
bi peyva resen perwerde bikin û bi
hezaran helbestan biçirînin û bavêjin.
Guh nedin nivîskarên ku ji nişkê ve xwe
di kurmanciyê de, bêyî xeyala
kurmanciyê, dîtine. Kesê ku rê li ber
nivîsandina helbesta kurdî bigire û
astengan peyda bike, vekirî, beşdarî
planên bişaftin û buhujîn û asîmilasyonê
dibin. Îro ro, têgihiştina rewşa
kurmanciyê ji nivîsandina kurmanciyê
giringtir e. Çi neteweya bindest be,
pêwist e helbestvanan biafirîne, çunkî
bi tenê yê helbestvan dikare giyanê wê
neteweyê ango zimanê wê ji zuhabûn û
wendabûnê biparêze.
Em niha jî werin ser Amûda te. Gelo
Amûdê çi li helbesta te zêde kir?
Wek ku tu ji min re dibêjî rengê xwîna
te çi ye?
Her ku helbesta min li paş xwe binêre
Amûdê dibîne. Her ku dugavan bi pêş de
diçe di gava sisiyan de Amûdê himbêz
dike.
Em dizanin ku ‘dîn’ên Amûdê jî meşhûr
in. Li gorî te têkileyeke ‘dînîtî’ û
helbestvaniyê heye?
Çunkî karê helbestkar li derveyî
hişmendiyê ye ango saw û naveroka hebûna
wî xeyala zimên e, lewra barê helbestê
ji roja roj ve ji hemî barên din yên
afirandindinê girantir e. Êş û
renckêşan, şkestin, têkçûna
helbestvanekî bi qasî êş û derdên wê
neteweyê ye; neteweya ku helbestvan bi
zimanê wê dinivîsîne. Ji ber ku xewnên
helbestvanî mezin in, zimanê wî dirêj e,
di zeftkirina kêlîkên bazdayî yên hebûnê
de serserî ye, xwedê di bendên xwe de
dev avêtiyê, Platon ew ji komara xwe
avêtine. Îca dema ku giyanê wî
helbestvanî qublenameya lixwegerînê
wenda bike, dînbûn û xwekuştin baştirîn
çareserî ne.
Li şûna Amûdê heke tu li Amedê bihatayî
dinyayê, te yê helbestên çawa
binivîsanda?
Min ê dîsa bi heman êşê, ji ser bircên
Amedê helbest bo Amûdê binivîsandana.
Helbestvan an jî nivîskarê ku cudahiyê
têxe navbera xwîn, êş û reşgirêdana
dayikên kurd ên li Amed û Mehabad û
Hewlêr û Qamişlokê, ew helbestvan an jî
ew nivîskar hêjayî laneteke ebedî û
hêjayî pîstirîn nirxên mirovane ne.
Ximav û hibra rasteqîne û pîrozmend,
sînorên êşa kurd nas nakin.
Belê, niha sedîsed tu li Amedê li rastî
kurdên tirkînûs jî têyî. Gelo jixwe re
bahaneyeke çawa peyda dikin bo
tirkînivîsandinê. Tu meşrûbûna
tirkînûsiyê heye ji bo te?
Ger nivîsandina bi zimanê serdestan di
jiyana kurdan de tune be, wateya wê ew e
ku kurd ne bindest in û derewan li xwe
dikin. Zimanê serdestan, wek ku Katib
Yasînê Cezairî dibêje, zimanê guran e.
lê dîsa jî, bi çi zimanî be bila bibe,
ger êşa kurd û trajediya wî ya milyon
salane were zaftkirin, di afirandinê de
bi cih bibe, ji bo kurdan serkeftin e.
Kêmasiya ku li bakur heye ew e ku,
nivîskarên kurdên tirkînivîs nizanin
çawan êşê ji rehên wê ve zeft bikin. Di
vê derbareyê de, sûcê herî mezin ê Yaşar
Kemal e. Ger wî jî wek Selîm berekat,
giyanê kurd di peyvê de biteqanda,
aniha, dê li bakur dîmeneke din a
afirandina kurdan hebûya. Hetanî
radeyekê cezairiyan welatê xwe bi fransî
rizgarkirine.
Pêwist e Kurd êdî bizanibin pirsên xwe
biafirînin. Mebesta min pirsên rasteqîne
yên bindestiya xwe.
Helbet haya me ji bernameyên te ên di
Roj TV de jî heye. Tu dikarî hinekî
behsa piştperdeya bername û mêvanên xwe
ji me re bikî keko?
Serê çend salan e min di bin sîwaneya
azadiyeke ku mirov bawer nake, bi sedan
bername tomarkirine. Hetanî vê kêlîkê,
bi qasî serê derziyê, pêrgî
astengkirinê, fermandayînê, çawa û
çimayê nebûme. Di destpêkê de, dostên
min ên bakurî min pir tirsandin. Ji min
re digotin ku ev Tv ya hêzeke siyasî ye,
dê wek helbestvan û nivîskar te
daqurtînin û kesayetiyê ji te re
nehêlin. Berevajî vê yekê, min pencereya
herî mezin a azadiyê li wir dît û aniha
jî ji wê pencereyê li xwe û li dunyayê
dinêrim.
Min li wir, di jiyana xwe de, cara
pêşîn, kurdên ku ji bo Kurdistanê ne yên
bi navê Kurdistanê têdikoşin, dîtin.
Lê bêbextiyên ku hin nivîskarên kurd di
jiyana kurdan de dikin, dikarin bi
hezaran zagrosan bihejînin.
Mixabin hetanî aniha, beşek ji
nivîskarên kurd, di şûna ku raman û
têgehan biafirînin, fa´lan vedikin û
nikarin xwe ji asta gotinên ser tenûran
rizgar bikin.
Heta niha kêmzêde çend nivîskar tevlî
bernama te bûne?
ji 300an wêdetir e.
Tu seviye û hêza wan ya rewşenbîrî bi
giştî çawa dibînî?
Di hemî antolojiyên neteweyan de, bi
hezaran nivîskar û helbestvan hene, lê
tiştekî pir asa û normal e, ku xelkên wê
neteweyê bi tenê hinekan ji nivîskarên
wê antolojyayê dinasin.
Pirsa herî dijwar a cîhana kurmanciyê ev
e: Gelo em dikarin ji nivîskarên ku îro
bi nivîsandina kurmanciyê mijûl in
bibêjin ku rewşenbîr in?
Ango ma piştî Ehmedê xanî îro em dikarin
behsa rewşenbîrekî rasteqîne bikin?
Heke TRT 6 bixwaze te ji ROJ TV transfer
bike, gelo wê bersiva te ji vê yekê re
çi be kekê Ehmed?
Dikarim wisa bibêjim: ne bi tenê trt6,
çi weşana esmanî be bila bibe, ger dest
ji rojtv berdim, ez ê li mala xwe rûnim
û ger malê Qarûn jî bidin min, ez ê
mirina xwe ji derçûna di TViyeke din de
baştir bibînim. Ev pirs, pirsa ku çawan
mirov dikare rêza xwe, rêza gotina xwe,
rêza helwesta xwe, bigire.
Ez helbestvanekî kurd im, berî her
tiştî, pêwist e, peyva kurdî, ji
arzaniyê biparêzim.
Bi ya te divê meriv bi çi çavî li TRT
6’ê mêze bike? Fikrên te li ser vê yekê
çi ne?
Baweriya min wisa ye:
Cerdevanên artêşê bi kurdî dipeyivin, bi
kurdî radibin û rûdinin û bi kurdî
kurdan dikujin.
TRT6 şêwazekî din ji cerdevaniyê ye,
cerdevaniyeke spî ye. Bawer im bakurî ji
min baştir dizanin çawan bi rê ve diçe.
Vekirina TRT6ê, ji boyî çespandin û
çalakkirina gotara rewşenbîrî û ji boyî
ku nivîskarên kurd felsefeya xwe ya
neteweyî hêzdartir kiribana, derfeteke
baş bû. Lê mixabin, di şûna ku hin
nivîskarên kurd, kêlîkên herî watedar ên
nasnameya kurd zeft bikin, rahiştin
camcamkên xwe, xwe ji TRT6ê re li ba
kirin. Pênûsên xwe avêtin aliyekî û bi
helwestên xwe yên siyasî tevgeriyan, di
24 seetan de, nivîskarên ku li dijî
siyaseta bakur xwedî boçûn bûn êdî
helwestên siyasî yên pir lawaz destnîşan
kirin. Bi kurtî, madem ez li dijî pkk´ê
me naxwe bahaneya min heye pişgiriya
TRT6´ê bikim. Dijminê dijminê min
hevalê min e.
TRT6´ê çend têgeh zelaltir kirin:
1.
paşxaneya siyasî ya nivîskarê kurd, rê
nade ku helwestên giştî yên neteweyî
biafirîne.
2.
dijminatiya pkk´ê wateya wê ne ew e ku
wek rewşenbîr dostê dewleta tirk bim.
3.
Ger pkk´ê di têkoşîna xwe de şaş be,
wateya wê ne ew e ku ez jî wek rewşenbîr
şaş bibim.
4.
Rewşenbîr an jî nivîskarê li derve yên
ku di mercên azadiyê de dijîn, pêwist e
rêzê ji nivîskarên ku li hundirê welêt
di mercên dijwar de dijîn, bigirin. Xwe
di ser helwestên wan re çeng nekin.
5.
Nivîskarê ku xwedê TRT6 jê re wek
çavkaniya berhevkirina pereyan ji
esmanan şand, çiqasî hest dike ku ew
pere pereyên xwîna ciwanên kurd in.
Çawan dikare rûyê xwe şanî dayika
şehîdekî bike.
Îca ji boyî helwesta cîhana rewşenbîriya
bi kurdî, ji boyî geşkirina gotara
rewşenbîrî û avakirina kesayetiya
dahênerê kurd, ji boyî ku rewşenbîrê
kurd carekê di jiyanê de ji dijminên xwe
re bigota pirsa neteweya min ne
televizyonek e, pirsa hebûnê û naskirina
nasnameyê û pirsa bûnewerekî ku ro li
pey rojê ji mercên mirovatiya xwe bi dûr
dikeve, ye, derfeteke dîrokî bû lê
mixabin ew derfet jî mîna gelek derfetên
din li ber bê çû. Çawan mirov dikare
baweriyê bi peyama nivîskarekî ku di
TRT6ê de derdiçe û lê qedexe be bibêje
Kurdistan, bîne! Dîsa jî dûbare dikim
rewşenbîrî ne bi tenê nivîskarî ye,
tiştekî ji nivîskariyê wêdetir e heyran!
Em vegerin ser çend pirsên sivik ezbenî.
Ku tu careke din bihatayî ser dinyayê,
te yê jiyaneke çawa ji xwe re hêvî
bikira?
Min guhertinên pir mezin di jiyana xwe
de nedixwestin. Ji bilî ku min dê rê
nedaba naskirina çend navên kirêt û çend
kesên vala yên ku min ew di jiyana xwe
de naskirin.
Sê helbestvanên di dilê te de herî şêrîn
kîjan in?
Melayê Cizîrî, Selîm Berekat, Octavio
Paz
Pirtûka ku te dixwest her du sala carekê
bixwenda kîjan e? Çima?
Kavilên Ezela Diwemîn a Selîm Berekat,
çunkî giyanê kurd ê dabeşbûyî zeft
kiriye û nema berdaye.
Ku hêzeke te ya Xwedayî hebûya te yê
pirsgirêka Kurd çawa çareser bikira?
Pir hêsan bû ezbenî!
Bawer nakim ku xwedê jî wek ku ez
dixwazim, bikaribe çareser bike.
Dema meriv bibêje ‘başûrê Kurdistanê’ çi
tê bîra te?
Turimbêlên keşxe yên nivîskarên kurd.
Maneya xelata wêjeyî ya Nobelê ji bo te
çi ye?
Tu têra xwe westiyayî, êdî vehese!
Ku te ev xelat wergirta, te yê di
derbarê zimanê kurdî de peyameke çawa
bida dinyayê?
ez ê pêşî deynên xwe bidim, paşê
xaniyekî ji zarokên xwe re bikirim û
pişt re ez ê herim Çînê û li wir ji xwe
re bihizirim ka çi peyamê bidim.
Aforîzmeya ku te ji xwe re xistiye
felsefeya jiyanê kîjan e?
Yê ku destgirtiya min birevîne, ger ne
baz û xweşmêr be, qet xwe aciz nakim!
Herî zêde çi dikeve xewnên te. Keçikên
xweşik, pere, kurdên erebînûs, Amûdê,
muxaberat… an tişteke din?
Ne ev giş in. Her ku serê xwe datînim
ser balgehê, herdû rondikên ku ji çavên
dayika min herikîn, dema ku di himbêza
min de mir, di hişê min de diteqin,
dixwazim li wateya wan bigerim û
şiroveyekê ji xwe re peyda bikim. Lewra
di xewnê de mijarên min hergav dîroka
wan herdû rondikan e.
Di dawiyê de tu bikaribî xeyaleka xwe ya
taybet bi xwendevanên me re parve bikî
kekê Ehmed?
Ne pêkan e!
Têbînî: Piraniya vê hevpeyvînê di Rûdawê
de, di jimara 5ê ya roja sêşemê , 4ê
tebaxa 2009ê de hatiye belavkirin.
|