|
Avê
dixwînim,
Pûnga ji şînê şewitî ya peyvên ku ne
peyv in, kulîlkên ji ferhenga poşmaniya
ku ne poşmanî ye, destên ku di birînê de
hînî ximav û hibra ku ne hibr e dibin,
bi ser deryaçeyên xwînê ve dibarin û
rêçên velerzînê bi sirûdên mirinê
dadibirînin..
Avê dixwînim..
Êlên xwe, li pey te, di çêja helkehelkê
de, olên xwe li ser destê te, di tawana
qonaxan de û darên xwe, di kurtepista
sîberên pîtanokên te, dihêlim û ewrên
ber bi axîna min hilkişyayî bi ser
zeviyên bişirîna te de dibarînim..
Tu berbi destên avê ve wek herikîna
xewnên min diçî û naçî, li pey te pêjnên
te berhev dikim, li pêşberî barana
dilbijînê peykerên peyivînê dikujim û
zilamekî ji keskê tenhatiyê di goristana
rûpelan de, wek welatekî ji bêrîkirinê
li ser destê te dikolim..
Avê dixwînim…
Di navbera nexşeya girî ya salên bazdayî
û pirtûka reş a sînorên ji şevpest û
gumanê, pencereyên dîmena ku ne dîmen e
vedikim, te ji ser milên kêlîkên giryanê
direvînim, bahozên xwe radestî pûnga
destê te dikim, bêzariya xwe li ser
kirasê te dineqişînim, di dergûşa
vegotinê de li lorîkên dayika xwe û li
xweliya rasteqîniyê digerim û li van
bajarên ji şevistana sirûdan, li çemê
dînan, li darbesta qedîfeyî ya helbestê
û li kefenê xwe û bendên avê dipirsim!
Dilê min ragire da ku bi ser kêrên
çîroka te de nerije!
Strana min bi tenê di mijê de lê
bînahiya avê nekuje
Toza jînenîgariya min daweşîne lê axa
axê nemije
Şîniya min wek eşqê zeft bike lê bila
kêla min neheje
Avê dixwînim..
Destekî xwe li newqa şehîdên te
radipêçim û destekî bi ser denvedana
kulîlkên gerdena te ve diçemînim... di
kavilên bêzariya te de xatirê xwe ji
rimên evîna te dixwazim û hespên
dilsojiya xwe di nav gulên gazinan de
vedişêrim.
Tu çavên xwe di krîstalên baranê de
duçirisînî, tu şevê ji şevê wêdetir nas
dikî, tu avê dixwînî û agirê bendemana
min dinivîsînî!
Di westanê de lêvên te dibêjim..
Di dastanê de tenhatiya xwe ji
balindeyên sînga te re dirêjim
Di sorgulan de, bînvedana biharên xwe di
tava kenê te de dipêjim..
Avê dixwînim
Poşmaniya xwe û keştiyên gazinên te,
Giyanê xwe yê veçiryayî û kevokên
birîndar yên esmanê te
Mirina xwe ya ji pûngê û ji şînê şewitîî
yê kenê te dibînim
Avê dixwînim..
|