|
Min li ser devê kîjan kêrê giriyana xwe dilorand û min li
ser destê kîjan qederê çavên te ji ber
çola çavên xwe wendakirin?
Di himbêza kîjan sînorî de pêrgî gurmîna dengê te û pêrgî
rêberê mirinê xwe ya beravêtî dibûm?
Gurîna bayê kur bû, xewna me ya ji qedîfeyan di şiverêyên
jiyanê de wek qedîfeyên bêhûdeyiyî asê
dima, te destê miriyan bi hineya oxirê
dixemiland û min jî ji naçarî sirûdên
qederê ji bagera destên te direvandin..
Amûdê, li pey me, di helkehelka xwe de digevizî lê êşa me
nedipejirand, toza xwe bi ser bijangên
seferê ve diguvaşt û kêlên mijê li
bakurê hinasa xwe, yeko yeko, revend bi
revend, şewat bi şewat, kavil bi kavil,
di taristana hişê xwe de, wek nifirên
dayika min, rêzdikirin..
Min bizav û amajeyên te disipartin girê Şermolayê, min gavên
te berbi şemala bêrîkirinê ve dihinartin,
min çûnûhatina te ji Tilhebeşê hetanî bi
gencîneyên nalîna xwe, di sergomiya xwe
de ronî dikir û min destên xatirxwestinê
di agirê bendemana te de dipesinandin;
lê tu haş nedibûyî..
Li ser zimanê te brûskan bi cegerdarî çîrokên xwe vedidan,
sira min vedihûnan, hawara min
werdigerndin zimanê darbestan,
Kêlîkên velerzînê ji sîmayên xwe direviyan, deştên matmayînê
di mista te de direqisîn û nasnameya min
bi ser dengê te de wek kevirên xwedê
dibariya..
Te li rûyê diya min dinêrî, hawar ! çi
rûyekî bi qasî jiyanê bû, te behişta
çavên wê di agirê payîzê de ji bîr dikir
û te tembînameyaxwe di bin balgeha evîna
min de vedişart..
Min li xwe dinêrî û bi babelîskên gotinê dikaniyam,
Min li te dinêrî û di nav destê tenhatiyê de, bi tenê, min
sîbera xwe berhev dikir, min di rûyê te
de li rûyê diya xwe dinêrî û wek
Zeredeştekî ji pembo, digiriyam..
Min xwe ji te vedidizî, min li qijalk û başokeyên esmanê
kurdûnde yê Amûda kurdûnde dinêrî, min
Bişarê Çeto di nîçîra bêdengiya xwe de
wek rimeke ji xunavê didît û nedidît,
min ha ji Restemê Zal ê dilê deşta
talanê nebû, min ji te re mizgîniya
mirina xwe vedigot û min ji esman re jî
laliya birîna xwe, bi zimanekî laltir
vedihûna..
Di mista te de xwîna min wek êvarekê diçurusî,
Li ser pîtanokên te xunava şeva hicranê bûm
Di dilovaniya te de mîratgirê xelatên qurbanê bûm
Behra Wanê û şehîdê wendayî yê wateyên jiyanê bûm
Wey dil!!! şevçiraxa herî dijwar a
ferhenga nemanê bûm!!!
Bûkên te dihatin û şevistan bi dlsarî
vedixwarin, dilbijîna xwe di jena te de
dikuştin û nimêja xwe li ser milê min
wek barana te, li pey xwe, dihiştin..
Min ji te re digot ez ê hetanî bi keviya
darbesta xwe rêvingê êgir û rêbirê
tarîşînê deryayan bim!
Te sirûdên xwe radestî serav û qelaçan
nedikirin û te ji min re keskesora
jiyanê bi zimanekî sergerdan û bi
xewneke birîndar digot!
-
Ev dar çima ewqasî digirîn?
-
Mebesta te dara dudilî û bişkojên tenhatiya min e?
-
Na!! Mebesta min darên serdeman in, ên ku bi
guleyên reşekujiyê şehîd dikevin û
evînên xwe gîroyî nemirinê dikin!
Ez li pêşberî xewnê zuha dibim.. di
xwîna min de demsal bazdidin, tu tiştî
ji bilî bêrîkirinê nabînim, tu tiştî ji
bilî bîna kizirandina jiyanê nabihîzim,
ka dengê xwe bide min, ka parzemînên xwe
yên hilweşyayî bispêre oxira min û dilê
xwe berbi seyrangeha şewata min ve
vehinêre!!
Tu bi ku ve çûyî hey dil!!?
Hey dil!!
Hey dil!
Wisa ji nişkê ve
Wisa bê qebqeba kewan,
Wisa bê xatirxwestin
Wisa bê dîmen û bê çiyan
Wisa sermest û di xewa şêrîn de
De ka taristana goristanê ji min re
bibêje hey dil!!
Ji miriyan re bibêje bila çavên xwe
vekin, bila cihê xwe xweş bikin, bila
baweriyê bi axa sar neyinin, bila baskên
xwe biparêzin, bila rojçêbûnên xwe ji
bîr nekin, bila ji dojehê netirsin, bila
rûyên xwe tirş nekin û ji me nexeyidin,
bila evînên xwe bi bîr bînin, bila
kolanên xwe di pêlavên xwe de veşêrin,
bila kenên xwe ji nemanê biparêzin û
bila jiyanê bipesinînin hey diiiiiil!
|