|
Erdnîgariya bêrûmetiyê
Nirxa Rûmetê:
Di goftûgoyeka dirêj da, di navbera
dîrokvanê înglîzî Arnold
Toyinbî, û zanyarê japonî Daysako
Ikîda, Toyinbî balê pir dikşîne ser
mijara (rûmet
û namûs)ê,
û dibêje:
"Ti tişt - nirxa xwe çiqasî bilind
be jî - nikare cihê
rûmet û namûsê bigire û tijî bike".
Gelo, ev penda bi kîjan asteyê li
Rojhilata Navîn tê bikaranîn?
Tê zanîn, ku (Rojhilata Navîn) navekî
giyopolitikî ye, erdnîgariya xwe ji
Afganistanê da dest pê dike, ta Oqyanûsa
Etlesî, lê em kanin bibêjin, ku ev nava
ne tenê giyopolitikî ye, navekî çandî û
kultûrî ye jî. Tiştê balkêş ewe, ku ev
erdnîgariya ji demeka drêj da bûye
sindûqa sosretan; yek ji wan sosretan
ewe, ku berztirîn pêxember û berztirîn
zordar û xûnmij, kurên vê erdnîgariyê
ne. Di vê edrnîgariyê da diruşmên
(sloganên) tewre payebilind hatin û hîn
tên rakirin, û karên tewre qirêj hatin û
hîn tên kirin.
Di vê erdnîgariyê da her dem peyvên
nirxbiha li ser (rûmeta mirov) dibin, lê
mixbin, tiştê ku her dem tê pişaftin û
riswakirin û tê xistin bin piyan (rûmeta
mirove), lewra ez vê erdnîgariyê bi
(Erdnîgariya Bêrûmetiyê) bi nav dikim, û
ez qet bawer nakim, ku mirovek di vê
erdnîgariyê da hema 25 salan jiya be, û
rûmeta wî - pir an hindik - nehatibe
riswakirin.
Wek nimûne, ezê vê bûyera ku bi serê min
da hatî, û rûmeta min - wek kurdekî -
têda riswa bûyî, pêşkêş bikim.
Tawanbarî:
Di sala 1973-yan da, wezîrê perwerdeya
Sûriyê biryar da, ku her kesê du salan
li Ceza'ir mamosteyê cihgir bû, kane di
dibistanên seretayî da bibe mamosteyekî
xwerû. Lewra, ez bûm mamosteyekî takekes
li gundê Xûzê, li devera Ezazê,
ji navçeyên parêzgeha Helebê.
Gundê Xûzê bixwe dor 30 kîlomitran li
bakur-rojhilatê Helebê dikeve, û
niştecihên Xûzê kurdin, ji êla (Dîdîyan)
ya ku yek ji 12 êlên bi navê (Yekîtiya
Êlên Berazî) tên nasîn; ew êl jî evin:
Kêtikan, Şêyxan,
Okiyan, Şedadan,
Elidinlî,
Me'afan,
Zerwan,
Pîjan,
Qeregêçan,
Dinan,
Mîr,
Dîdiyan. Lê tevî ku niştecihên Xûzê kurd
bûn jî, piraniya wan bi erebî dipeyivîn
û nifşên wan yên ji bîst saliyê bi jêr
da, bi kurdî nedizanîn.
Di xweşiya xwe da, bavê min xwîşka min
Fatime - a ku dor du salan ji min
biçûktir û tevli min di kar û barê
binemalê da pir diwestiya - dabû mêr, di
pê wî ra ez bûm berpirsiyarê dayîna
xwîşkên min yên din. Lewra, roja duşemê,
dem dawiya eylûna sala 1974-an bû -
piştî karê dibistanê, min berê xwe da
Helebê, çimkê min soz dabû dêya xwe û
cend mirovên me, ku ezê werim Helebê,
bazara cihêzan, ji bo ku em cihêzê
xwîşka xwe Sewlî bikirin.
Rêya otomobîlan dor 3 kilomitan li
rojavayê Xûzê derbas dibû, lê mixabin,
piştî nîvro çûn û hatina otomobîlan
gelekî kêm bû, lewra ez piştî dema
rojava gihiştim Helebê, û min berê xwe
da bazara cihêzan. Dema ez di bazara Bab
el-Ferecê ra (navenda bajêr) derbas
dibûm, ji nişka va otomobîleka pîkab a
polîsên leşkerî li rex min rawestiya, du
serbazên şebqesor jê peya bûn û bi min
ra gotin:
-
Fermo, siwar be!
-
Ji bo çi?
-
Paşê tê bizanibî.
Erê, di Erdnîgariyê Bêrûmetiyê da,
pêwiste ku mirov qet nebêje: (ji bo
çi?), pêwiste herdem stûyê xwe xar bikî
û bibêjî: (ser seran, ser çavan). Çaxa
min dît goftûgo bê encame, ez ji neçarî
li pîkabê siwar bûm, û min dît ku berî
min şeş heft kes têda ne, hinek
serbazin, hinek sivîlin, û pîkab li nav
bajêr geriya. Serbazan çend kesên din
xistin ba me. Di wê gerê da, min gote
serbazê li tenişt xwe:
- Ez mamoste me, ne leşkerim,
tawanbariya min çi ye?
- Te cilên serbazî li xwe kirine.
- Û sezayê min wê çi be?
- Ne tişte, niha li navendê tu yê
nasnameya xwe li ba me bihêli, û
kengê te ev cil ji me ra anîn, emê
nasnameya te bidin te.
Pendek heye dibêje:"carcaran hezkirin
dibe wêrankirin", vê penda li min
hate bicihanîn, çimkê ji bo ku cilên min
yên mamosteyiyê paqij bimînin, min
cilûbergek ji rêyên çolî ra li xwekir,
rengê û şêweya wê hinekî nêzîkî
cilûbergên leşkerî bû.
Helbet piştî ez hatim girtin, ez gelekî
xemgîn bûm, lê peyva serbazê şebqesor
hinekî dilê min vêsand, û min hêvîkir ku
piştî demjimêrekê ezê serbest werim
berdan. Lê mixabin hêvîdariya min xwen
bû, çimkê demeka dirêj neçû pîkab çû
pehnava navenda polîsên leşkerî, ji me
hate xwastin ku em nasnameyên xwe pêşkêş
bikin. Piştî demeka kurt, serbazekî hat
û gote me:
- Kî ji devera Efrînê ye, derkevin
hêlekê.
Em pênc derketên hêlekê; ez û çar
serbazan. Piştî demeka kurta dî ji me
hat xwastin ku em hilkişin qata jorî, li
wir em yek bi yek bi hûrbînî hatin
lêgerandin, em dûrî hev hatin sekinandin
û ferman hat dayîn ku em rûwên xwe
bereve dîwêr bikin. Di pêra em yek bi
yek xistin odeyekê, ez ê dawî bûm, min
dît yekî bi cilên civîlî li paş maseyê
dosiyek vekiriye, bi rûwekî tirş û tal
danasîna min nivîsand (nav, cihê bûyînê,
cihê rûniştinê, kar, hwd.) û gote min:
-
Te kaxet avêtine erdê pîkabê, ma ne
raste?
-
Kaxet?! Ji bo çi ezê kaxetan biavêjim?!
Ez qet bi kaxetan nizanim, û ne ti caran
ez bi kaxetan lîstime.
Bala min çûbû ser kaxetên qumarê, ji bo
ku di axaftina gelê Sûriyê da navê
kaxetên qumarê (kaxet)in. Xencî vê jî,
hat bîra min ku çaxa em di pîkabê da
bûn, ê li çepê min rûniştî bi dizî di
guhê min da bi zimanê Erebî, zaravê
Helebî, gote min:
- Bi min ra kaxet hene, ma ezê çibikim"?
-
Di bin çadira otomobîlê ra bavêje
derva.
Helbet min bawer kir ku mebesta ewê
Helebî kaxetên qumarê ye. Bi restî jî
wena bû, lewra çaxa pirsa (Kaxetan) ji
min bû, bersiva min diçû ser kaxetên
qumarê. Lê min dît mirovê ku pirsan ji
min dike bi hêrs dibêje:
-
Bese tu xwe virda wêda badidî..
-
Yaho, ez rastiyê dibêjim.
-
(bi dengekî sert û heykirinî): bese
derewan bikî!
-
(bi dengekî xeyidî): Ez ne derewînim.
-
Biner! heşê xwe berhevbike, di serê xwe
ke, an ezê bi rêyeka dî bihêlim tu
venasî, (bi şagirtên xwe ra got): Wî
derxin derva!
Ez û Qamçîbazan:
Ez li ber dîwêr hatim sekinandin û piştî
demeka kurt, ez xistim odeyeka fireh,
min dît efserek bi pileya sê-stêrk li
piş maseyeka mizin rûnştiye, wî jî bi
rûwekî pir tirş û tal gefûgor li min
dan, û qet ji min bawer nekir ku ez bi
kaxetan nizanim, û bi hişkî ferman da ku
min derxînin derva. Ez careka dî birim
ba vekolerê berê, lê îcar min dît sê
mirovên bi qilafet û mirûzpîs û bi cilên
civîlî li derdora min sekinîn, yekî ji
wan qamçeyeka reşa dirîj di dest da ye.
Vekoler careka din dosî vekir:
-
Tu dibêjî tu mamosteyî, mamoste pêwîste
xwedî heş be û hevalê rastiyê be, ma tu
ji xweda natirsî, çaxê tu xwe ji vê
tawanbariyê dadiweşînî, û dixînî stûyên
van belengazên nezan?
-
Min got: Niha ez li ba we me, hûn kanin
herin ji gelê gundê min bipirsin, gelo
ez bi kaxetan dilîstim an na?
Ji nişkava çav di serê vekolêr da beq
bûn, mirûz wek ewrên zivistanê tevlehev,
bû û hema bi lez dest avête çekmecê, du
sê kaxetên bi hev ra girêdayî bi hêrs
avêtin ser maseyê û gote min:
- Bese ji te ra! Kaxetên bi te ra van
belovkên Partiyên kurdî ne, ma ev karê
te ye, an karê van şivan û govanane?!
Bi rastî, ez li xwe sar bûm û şatmat
mam, û ji bilî ku min bervedanî ji bo
kaxetên qumarê dikir, pêwîste ez
bervedaniyeka nû ji bo belavokên Partî
bikim, û biçespînim ku qet têkiliyên min
bi ti partiyan ra nîne. Lê vekoler har û
dîn bû, û hema bi hişkî ferman da
qamçîbazên li derdora min:
-
wî bixin erdê!
Berxwedana min bê encam bû, yekser
qamçîbaz li min hatin hev û ez avêtim
erdê, lingên min xistin tara kursiyekê,
rakirin jor û xwedîyê qamçeya reş bi hêz
bi lingên min ket û pêda çû, qamçeyek li
pê qamçeyekê daxist lingên min, û piştî
her sê çar lêdanan qamçîbaz bi Erebî
digote min: "qir wulak ", wateya (qir =
venase) û peyva "wulek" wateya
(sivikkrin)ê dide.
Helbet, lêdanên qamçeyan jan û êşên
giran bi lingên min dixistin, lê tê bîra
min ku min qet ne dikir qarebar, û ne jî
min peyvên xwe-nizimkirinê û
dilovanxwestinê digotin, wek (ez ketim
bextê we! Li min werin dilovanî! hwd).
Çaxa qamçîbaz didît ez qet nakim
qarebar, bêtir girgîn dibû û bi hêztir
qamçe vediweşandin. Piştî pirê caran bi
ser min da kirin qîreqîr û gotin: "qir
wulak", min bi hêz û rengekî rûbrûtî
bersiv da:"Hûn çi dikin bikin! Ez êdî
peyveka tenê jî nabêjim", wê çaxê
qamçîbaz bi hêrs qamçeyek veweşande devê
min.
Erê, yek ji armancên serdar û pasvanên
kultûra bêrûmetiyê ewe ku ne tenê
gewdeyê mirov bixin bin desthilatiya
xwe, na, armanca wan a herî girîng ewe
ku vîna mirov, biryara mirov, têxin bin
desthilata xwe, tiştê ku wan bêtir
ditirsîne û bingehên desthilatiya wan
dihejîne, vîna azade, biryara azade.
Piştî derdora 30 salî, wêneyeka
televizyonî hişt ku ez bêter helwesta
xwe di bin qamçeyan da têbigihînim.
Balafireka tirkan hin deverên Başûrê
Kurdistanê, yên nêzîkî Çiyayê Qendîl,
bombebaran kiribû, bombeyek li konekî
koçerên kurd xistibû, pîrejineka kurd
kuştibû, pîrejin bi dev ketibû erdê,
mêrek û jinek li rex pîrejinê rûniştî
bûn, qet ne dikirin qarebar, ne li rûwê
xwe dixistin, ne jî cilên xwe
diçirandin, tenê di ser xwe da diponijîn
û rondik ji çavan diherikîn.
Çaxa ku vekoler ti sûd ji lêdanên
qamçeyan nedît, ferman da ku min bibin
girtîgehê, binê lingên min werimî bûn û
gelekî jan didan, min nikaribû lingên
xwe têxim pêlavan, ez pêxwas çûm
girtîgehê, girtîgeh wek enbareka orte
bû, erdê wê rût bû, dor sîh çil mirovî
tê da bû, te digot belkî keriyek pez di
kozekê da hatiye komkirin; hinan wek
sêwîyan xwe kome hev kiribûn, bi xemgînî
bi ser xwe da diponijîn, pirê wan jî xwe
bi zikepişt avêtibûn erdê û razabûn,
dest û lingên hinan di ser yên din ra
dirêj bûbûn, di nav wan da jî wan çar
hevalên min yên kurdên Efrînê bûn. Min
bi dîjwarî cihekî teng dît û xwe têda
kome hev kir.
Gelo Ji bo çi?!
Dem êdî piştî nîvê şevê bû, ji hêla
gewdeyî û derûnî da, ez gelekî bi êş û
xem bûm, û tevî ku min ji nîvro da ne
xwaribû û ne jî vexwaribû, qet tîbûn û
birçîbûn ne di bala min da bû; ne jî min
karîbûm razama. Tiştê ku ez ji cîgerê da
diêşandim ew bû, ku rûmeta min hat
riswakirin, kesayetiya min hat
binpêkirin, wek pir ademîzadan gencîneya
min a herî nirxbiha rûmeta min bû û hên
jî wena ye. Yek ji sedemên dorpêçî û
xwe-bitenêkirina min ew bû ku ez rûmeta
xwe biparêzim, di pêvajoya jiyana min
da, her ku rûmet û keysên sûd û qazancan
li ba min rûbirû dibûn, min rûmet
dipejirand, pêwîst bû jî ku helwesta min
wena be.
A niha rûmeta min riswa dibe, hîn çaxa
ku ez di dibistana seretayî da bûm, tevî
ku kotekî û feleqe- mixabin - tiştinî
gelek normal bûn, min bi her awayî xwe
diparast, ji bo ku mamoste destdirêjiyan
li min nekin, tenê sezayê feleqê
digihişt min çaxa ku hin mamosteyên har
û setemkar, ji bo hin şagirtên têkdar,
komsezayî li me şagirtan giştan
bardikirin.
Lê niha, piştî ku temenê min gihişt
bîst û neh salan, ez bûm xwedî hefser,
bûm mamoste û xwedî rêz li her cihên ku
lê dijîm, ma ji bo çi ezê di bin
qamçeyan kevim?! Ji bo çi rûmeta min wê
were riswakirin?!
Ka em bêjin,
ez sûcdarim. Ma ne pêwîst bû ku bi
awayekî zagonî bi min ra bihata
danûstandin?! Ji bo çi ezê ji kolanan
werim revandin, têkevim bin qamçeyan û
hundir zindanan, vêyî ku xwediyin min
lê hay bibn?
Niha ku çi bi serê min da were ma kî wê
bizanibe?!
Ji bilî vê jî, piştî ku ezê çar salan
erka serbaziyê ji bo vî welatî
biqedînim, di cenga jihevxistinê da
topên Israîl li derdorên min biteqin û
di navbera min û kuştinê da mûyek hebe,
ma evên ku min dixin bin qamçeyan li kû
bûn?! Ma eve baxşîşa êş û dîjwariyên ku
di wan rojan da bi serê min dihatine?!
Min demeka dirêj bi van hizirûbîr û
hestan ra derbaskir û bi dilşikestî
digel wan jî li ber devê berbangê ketim
xewê.
dralkhalil@hotmail.com
7 - 10 - 2011
|