|
Bi kîjan reşeewran dest bi keskebarana
cubeyê te bikim û bi kîjan zimanî
xatirxwestina te wergerînim zimanê sirûd
û balindeyan û ji kîjan welatê te çîrokê
ji zarokên xwe re bibêjim Şêxê mino!?
Bi
kîjan rengan dest bi nehwirîn û rexên
şînê û dest bi velerzînên çiyayên
bendemana te bikim û vê gerdûnê wek
sosretekê di hinavên xwe de biteqînim
Şêxê mino!? De zorbaziya jiyanê ji nav
destên xwe yên ji gazinan û ji nêrgizan
ber bi tenhatiya sînorên êşê ve berde û
di navbera keskê kêlê û bêrengiya
tavsorkê de; pêrgî hawara min a şikestî
bibe!
Xewnên deştê, şevpest û sawîrên çiyayên
westiyayî ji ser milên xwe ber bi hebûnê
ve bavêje û çavşînka mirîdê xwe ji
talana gumanê, ji dexisîna xunav û lêvên
narîn biparîze!
Bilûra
xwe li pêşberî wateyên mayindeyê,Li
pêşberî mîrnişîniyên ronakî û
taristanê,Li pêşberî tarawgeh û
xwekuştinên helbestê,Li pêşberî ritm û
xwenasîna gulên êvarê, veweşîne û ahanga
hemî xwedawendên rizyayî li ser keviya
dilê min û li ser eniya paytextên bêbext
bi elfebeya êşê binivîsîne,wê
tava sermest ji dergehên welatên xwe ber
bi gurîna evînê ve vehinêre, darên nenas
ên dengê xwe bi ser çolistana bîranînê
ve û bi ser ferhengê de wek barana çavên
dayika min bibarîne û dilê xwe di nav
pencên jibîrkirinê de ji bîr neke Şêxê
mino!
Pezkûviyên cubeyê xwe û bendergehên
aramkêş ên dengên mîratgirî û pêlvedana
bapîrên xwe; ji serdeman re wek pendên
heyînê, wek bendên girînê, bi zimanê
birînê bixwîne, serê xwe di bagera
azadiya xwe de, wek minareyên hêviyê
bilind bike û li zixtên efsaneyê ewle
bibe Şêxê mino!
Li
keskesora mirina me, li stêrkên destê
Qamişlokê, li karwanên bêhûdeyiya
serdeman, li siwar û xweşmêrên birc û
kelehên min û li kevok û li serbirên
lehengên çîroka min guhdarî bike û
bînvedana gulan ji ser zimanê xwe ber bi
darbesta min ve bavêje Şêxê mino!
Kewê te di hembêza Dimdimê de kuştin lê
qebqeba wî di hişê Lepzêrîn de ma… Dilê
te ji hibra kuştî bû. Dilê te ewrekî
birçî bû. Dilê te mertal û çeper û
sîwaneya êrîşên berbeyaniya narincî bû.
Dilê te, wek gurz û rimên qederê, di
goristana dilê min de niştecî bû... De
serê xwe deyne ser sonda bêbîr a Bagokê
Şêxê mino û çiyayên poşmaniyê hînî
xewnan û hînî vegera siwarên renckêşana
bêhûdeyiyê bike! Wan firişteyên evînbaz
ji zimanê xwe daweşîne. Şevistana
nexşeyê bi gulgenimên giyanê xwe bikuje
û çavên xwe pêşkêşî nehêniyên azadiya
derengmayî bike..!
Destên xwe wek ronhiyê rapelîne, dîroka
melevanî û keştiyên bêarmanc zeft bike,
balgeha xewnê di bin serê xwe de rast
bike, derbasî mûzexaneya mirina min bibe,
peykerên bagerê di nav destê xwe de
bihelîne, peyvên mirî bi mirinê derman
bike, dayika min ji goristana Amûdê ber
bi bêrîkirina min ve birevîne û vî
welatê serserî bi maça min gur bike Şêxê
mino! De li şaneyên avê, sîberê, mûman,
perî û firişteyan, şevistanê û li
şaneşîn û ewrên ji êgir ên dilê min û li
kulîlka şînîgir a zarokên min bigere
Şêxê mino!
Tu jiyanê ji min û hetanî bi Cûdiyê
çavsor ê zemawenda min xweştir
dipesinînî, tu di navbera hişê min û
hişê xwe de bi sedan sosret û bobelat û
kuştar û mirinan ava dikî lê tu dîsa jî
Şêxê nêrgizan û Şêxê min î Şêxê mino!
De ji
zemînê re bibêje, tu mîna darbestê,
riswa yî ey zemîn! De ji jiyanê re
bibêje, tu mîna kêlan kirêt î ey jiyan!
De ji min re jî bibêje. Na nebêje Şêxê
mino!
Bila
Cizîrî ji min û ji te û ji Qamişlokê re
bibêje:
Ney
tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te
bin
Sed
wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
(Cizîrî)
|