Ehmedê Huseynî
2005–03–29
Ger
zimanê nivîsandina deqê wêjeyî ne zimanê derûnan, endîeyan,
hestan,
ewatan
û çurîskvedana giyanên westiyayî yên bûneweran be, dê zimanekî lawaz,
nexwe,
bêçêj, bêjiyan û zimanekî bêwate be.
Di
vê çarçeweyê de, pêwist e em zimanê derbirîn û dahênanê berbi
kûrahiyên hebûna xwe ve rakiînin
û em
êwazên
afirandina wêjeyî jî hînî rêçên nû yên derbirînê bikin, rêç, form û
awayên nenas ên ku di jiyana rojane ya xelkê de nayên bi kar anîn
ango xelk wan di jiyana xwe ya rojane de bi kar nayinin.
Di
kêlîka hewldanê de; hewldana berbi kûrahiyan ve çûyîn, hewldana
zeftkirina gencîneya wendayî ya bûneweriya zimên, hewldana têgihitina
ku zimanê min xaniyê hebûn û sîwaneya berdewamiya min e, di wê
kêlîkê de em dibin desthilatên hestên xwe, xewnên xwe, êên
xwe, dilên xwe, evînên xwe, mirin û jiyanên xwe.
اendîn
em wisa bi cegerdarî, bi çemkine(mefhûmine) jixwebawer, bi
dilsojiyeke aiqane,
bi sergermî û sersomî berbi perav û raz û nepeniyên zimên ve herin,
dê ziman jî ewqasî pêtir ji dayik bibe, azadtir bibe, ronaktir û di
kûrahiyan de amadetir bibe.
Di
kêlîkên ku em dest bi wendakirina zimanê xwe bikin, em dest bi
wendakirina mercên sereke yên afirandin û derhênan û nivîsandina
spehî û hunerî yên deqê wêjeyî dikin û em dest bi wendakirina xwe,
him wek mirovine cihêreng û cihêwaz û him jî wek nasnavên rewenbîr
û nivîskar, dikin.
Nivîsansina bi kurmancî ango hewldanên vekirina hindek asoyên teze û
nuh pêdiviyî xwedîtin û berbi xwe ve çûyîn in, lewra çendîn em
bikaribin di zimanê xwe de ji hev cihê bin ewqasî em dikarin zimanê
xwe him dewlementir bikin û him jî wî hînî cihêwaziya derbirîn û
berdewamiyê bikin.
اi
berhema wêjeyî be bila bibe, xwîna wê ziman e. Di naveroka xwe de,
berî her titî
hêz û karîn û asta zimanê nivîskêr destnîan
dike, nivîskarê ku berê xwe nede sînorên dûr ên zimên û hewl nede ku
hinavên zimên ji hundur ve ronî bike, di dûrahiyên derbirînê de li
xwe negere û li wateyên giring ên eger û mebest û hevkêên
nivîskariya xwe nepirse, wek serencam, nikare ji zimanê naskirî
wêdetir gavan bavêje.
Em
bi kurmancî dinivîsînin, mebest ew e em xwe binivîsînin da em yanî
her yek ji me bi nivîsandina xwe û di nivîsansina xwe de xwe nas
bikin, çendîn em xwe nas bikin ewqasî em dikarin rew
û sosret û birîn û bejn û geahî
û zuhayiya zimanê xwe nas bikin.
Dema
em van nakokiyan an hevkêan
nas bikin, em xwe û deqên xwe û zimanên xwe û
êwazên
derbirîna xwe, hest û mêjî û nest û endîe
û amaje û xeyalên xwe û di dawî de wateyên berfirehtir ên nasnameya
xwe û rasteqîniya afirandinê ji desthilatiya zimanê xelkê û kolanê
rizgar dikin
|