|
Berî
ku em dest bi vê lêkolînê bikin, divê em
bersiva vê pirsa jêrîn bidin.
Ma gelo rêbazên wêjeyî yên ji hev cuda
di helbesta kurdî de hene?. Teqz, wê
bersiv erê be, ji ber ku navnîşana vê
lêkolînê rêbazên wêjeyî ye, em dibêjin
nivîsandina di rêbazekî de normale, lê
ta kîjan astê jê re perwere, ev
problême, ji ber gelek sedeman, ez
qelsiyê di rêbaza kurdî de dibînim :
1-helbesta kurdî hindik e, jimara
helbesta tê de kêm e ne pir e, ku em
karibin bi hesanî wî cuda bikin beş bi
beş rêbaza, ji ber ku dîroka helbesta
kurdî li sûriyê nûye, em dikarin bêjin
ew bi rengekî eşkere ji Cigerxwîn dest
pêdike, tevî ku ji bilî wî jî hebûn, lê
Cigerxwîn nûnerê herî xurt yê ku di
damezirandina helbesta kurdî ya nûjen de
beşdar bûye dimîne.
2- helbestvanên kurd kêm in, ne pir
in. Mebesta min ew e yên pirpîşe ku
dîwanên wan hene ne yên hezker, em Karin
bêjin li gorî jimara kurdan kêm in.
3- nebeşdariya rexnesaziyê, ya ku
helbestê pêşdixe û dihêle helbestvan
qelsî û şaşiyên xwe bibîne, û nahêle ji
rêbaza ku têde dinivisîne derkeve, ev
ji ber ku rexnevanên kurd tune ne, û
yên ku div î warî de dixebitin jî, di
helbesta kurdî de ne pisporin.
4- Têgihiştin bi ezmûnên gelên din re
tune ye, ew ezmûnên ku di warê
helbestsaziyê de dibîstanên mezin
avakirine, wek nimûne, helbesta Erebî
di riya şandên zanistî re kelk û sûd ji
ya gelên rojavayê wergirtiye,
wergerandin weşandine, çapkirine, ta ji
wan dewletên ku ew mêtingehkar kiribûn,
lê helbesta kurdî li Sûriyê, tenê
bandora erebî lê bûye.
5-Qelsbûna asta çanda helbestvanê kurd,
dibe ku ha ji ezmûnên berî xwe tune be,
ji bilî yên Erebî, Turkî…û hwd.
6- pêşketina helbesta kurdî bêhewtayî
ye, ne pêşketneke qûnaxî ye, gav bi gav
e, û li gora bûyerên dîrokî û civakî
ye, ji ber vê yekê, em dibînin guhestina
ji rêbazekî bo ya din ne xweristî ye,
rêxweşkirin jê re tune ye.
Piştî van nerînan, emê herin têge û
destûra her rêbazekî, li ser
helbestvanên ku di wî rêbazî de
dinîvisîne peyrewkirinê bikin:
|