|
|

Ebdulbaqî Huseynî / Oslo
Rojnameya Kurdistan (1898- 1902)
Bi derbasbûna 107 salan ser rojnameya kurdî a yekem, ku bi navê
”Kurdistan” hatibû çapkirin, dixwazim hinekî dîroka çapemeniya kurdî
li Kurdistana rojava di sedsaliya bîstan de bi kurtî ji we re
birêsim. Di vê xelekê de ezê ji xwendevanên rojava.net re dîroka
yekemîn rojname ber bi çav bikim, paş re emê di xelekên dî de,
derbasbî sînorê Sûriyê bibin û li ser salên (1900 - 2000) xebata ku
di vî warî de ser destên miovên kurd hatiye kirin diyar bikin.
Bê peşgotin û bê daxuyakirina rola rojnameyan bi gelemperî û rola
rojnama ”Kurdistan” - di wê qûnaxê de - bi taybetî.. , ez dixwazim
bi şêweyekî madî (konkrêt / concrete) vê mijarê pêşkêş bikim,lê çend
gotinên bedew di derbarî rojnamegiriye de ser zimanê çend navdaran
hatiye gotin , bo we dubar dikim:
Napoleon dibêje: ” Rojnamevanî bingeheke ji wan bingehên giring ku
şaristanî li ser têne ava kirin”
Tolstoy dibêje:” Rojnamegerî dengê millete”
Jeferson dibêje: ”Li bal min ku ez di welatekî de bi rojname û bê
qanûn jiyan bibim, xweştire , ku li welatekî bi qanûn û bê rojname
be”.
H.G.Wels dibêje:” Imperetoriya romanî gelekî dom nekir, çimkî
rojnamegerî tê de nebû”.
Dîroka Rojnameya ”Kurdistan”:
Di 22 Nîsana 1898 li bajarê Qahîre (Misir), hejmara yekem ji
rojnameya ”Kurdistan” ronî dît. Eve bû stûna bingehîn bo
rojnamegeriya netewî, û herwiha bû pirra hişmendiya kurdî di sedsala
nozdan û destpêka sedsala bîstan de..
Sernivîserê vê rojnama giranbuha Miqdad Medhet Bedirxan bû, wî bi
serê xwe tenê û ji hesteke netewî bilind ev karê pîroz kir, çimkî
dizanîbû rojname bo milletekî wek milletê kurd ê jar û perîşan
çiqasî pêwîste û rola wê çi şûnê digre.
Hejmarên ku zanyar Miqdad di destpêkê de weşandin (5) hejmarbûn,ji
eslê 31 hejmarî. Rojname bixwe ji çar rûpelan berhev dibû, dûrbûnên
wê (25,5X32,5 c.m) bû, her du hefteyan carekê derdiçû, û bi zaravyê
kurmancî – tîpên erebî dihate weşandin, digel rûpelek bi zimanê
firensî , ew jî bo propaganda wê bû.
Armanca herî mezin bo derxistina vê rojnameyê evbû; ku bibe deriyê
ronîkirinê û fêrbûna zanestiyê di nav kurdan de. Li vir ezê çend
gotinên nemir Miqdad ên ku di hejmara yekê de belavkiribû ji we re
berçav bikim:
” Bism îllah errehman errehîm
sed hezar şukr û hemd ji Xudê te’ala , em musulman xulqkirin û
zanîna ’ilm û me’rîfetiyê re hiş û zekaa da me.
Derheqa e’limandina e’lim û me’rîfetiyê re gelek ayetên celîle û
ehadîsê şerîf henin.
Dinyayê de çiqas musulman hebin, gund û bajêrên hemiya de mekteb û
medrese û cerîde henin.
Dinyayê de çi dibe çi nabe cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji kurda
re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zekaa ne, di binyê xwe
de rast û qewîne, xurt in û dîsa weke qewmên dî ne xwenda ne, ne
dewlemendin.
Dinyayê de çi dibe, cîranê wan museqef çawaye, wê çi bike, nizanin.
Loma riya Xudê de min ev cerîdeya ha nivîsî.
Bi izna Xudê te’ala paş niho her pazde roja de carekê ezê cerîdekî
binivîsim. Navê vê min kiriye ”Kurdistan”.
Vê cerîdeyê de ezê behsa qenciya i’lm û me’rîfeta bikim, li kuderê
mirov di’elime li kuderê çi şer dibe, ezê hemiya hîyaket bikim. Heta
niho kesî cerîdekî holê nenivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya ewiliye.
Loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min
re binivîsin. Hemî tişt wekî nû çê dibin kêmin, paşî hinekî diçê,
dikeve rê de, eve êdî ezê dest meqsedê bikim. We mîne ellah eltewfîq”.
Rojnama Kurdistan di dema xwe de gelekî navdar bû, û bi taybetî di
Sûriyê de, ta ku hin peyamnêrên wê li çend deverên kurdan peyda
dibûn, û gelek name û berhem jî jê re rêdikirin. Mîna vê helbesta (
Lawê Şêx Ebdulfettah) ; ev helbest di hejmara sisyan de belav bibû:
” Pîroz ji te re hezar cara
Ev dengê niho li nav yara
Mizgîniya vê cerîdeya qenc
Şabaş dibitin çiqas hebit genc
Ev şuxlê mezin te kiriye bide’t
Cara ewilî te kiriye himmet
Ev rehbera qenc te danî binyad
Kirmanc hemî te kirin îrşad ”.
Piştî derçûna her pênç hejmaran li Qahîrê û koçkirina dawî a nemir
Miqdad bû, birayê wî Ebdulrehman dest bi berdewam kirina rojnamê li
Cinêfê kir. Li wira her meh du cara derdiket, lê sîxurên sultanê
Osmanî wî rehet nedihiştin, loma gelek caran cihê rojnamê dihate
guhertin. Ji bo zanînê hejmarên rojnamê wiha derçûbûn:
(1-5 li Qahîrê/ Misir- Egypt) ( 6-19 li Cinêfê/ Swêsre- Swiss) ( 24
li Londonê ) ( 25- 29 li Folkistonê) ( 30- 31 li Cinêfê) dawî
rawestiya.
Niha hemî hejmarên rojnama ”kurdistan” li pirtûkxana Hamborgê – li
Elmanya, wek dukomênt parastîne.
Wekû dihate diyarkirin ku rojnama ”Kurdistan” roleke pir mezin di
warê şiyarkirinê û hişmendîkirinê de bo gelê kurd lîstiye.
Di sala 1900î de, kovara (E’ înayet) a ermenîyan gelekî pesnê
rojnama” Kurdistan” kiribû, û rola weyî giring dabû xuyanî. Kovarê
digot:
” Rojnama ”Kurdistan” di her sernivîsa xwe de şîret û pend li gelê
xwe dikir, ew bibû rêberê herî bi tund bo şiyakirin û hînkirina
kurdan”.
Herwekî dî jî rojnamê dest danîbû ser gelek êş û nexweşiyên kurdan,
mîna paşketina wan, rewşa wanî civakî, zilm û zora dijmin,
peywendiyên di navbera kurd û ermeniyan de, tîkoşîna wanî rizgarî,
propagenda bo ramanên niştimanperweriyê re, belvkirina tore û çanda
kurdî; mîna destana Mem û Zîn a seydayê Xanî ku bi zaravayê kurmancî
bû, û helbestên Hacî Qadirê Koyî ku bi zaravê soranî bû.
Piştî vê danasînê, gelê kurd û bi taybetî rewşenbîran ew qenciya êla
Bedirxaniyan jibîr nekirin û xwestin ku 22 nîsanê li hemî deverên
kurdan bibe roja rojnamevaniya kurdî, û her sal wan di bîra xwe de
bînin.
Û wekû helbestvanê rûsî Poşkîn (Pushkin) di derheqê romannivîs Gogol
de dibêje;” Em hemî ji bin” kurkê” Gogol ve derçûne”.
Wiha rojnamevanên kurd jî dibêjin : ” em hemî ji malbata
Bedirxaniyan fêrî rojnamevaniyê bûn e”.
(dumahiyek heye)
Destegulek ji çîmenên
rojnamegeriya kurdî
Xeleka (2)
Ebdulbaqî Huseynî / Oslo
Mihemed Kurd Elî
( 1876- 1953 )

M.Kurd Ali
Dibe
ku gelek ji xwendevanên
rojava.net bipirsin; Gelo ya kurd Elî ji çapemeniya kurdî
çiye? An jî çi peywendî di nav vî mirovî û dîroka rojnamegeriya
kurdî de heye?
Bê guman ev
herdû pirs cihê balkêşiyêne..
Kesên ku
Kurd Elî nasnakin, ev pirsên jorî dikeve bala wan, lê gereke mirov
zanibe ku Kurd Elî bi koka xwe ji malbatekê kurde, ew bi xwe kurê
Ebdulrezaq e kurê Mihemed Kurd Elî ye, ên ku ji Kurdistana başûr (
ji Suleymaniyê) ku wê demê bi ( Wîlayeta Mûsil) ve girêdayî bû,
koçkirin bajarê Şamê û li wir bi cih bûn. Herwiha çanda ku pê
berwerde bibû çandeke erebî bû.
Li vir
mirov kare bêje; ku Kurd Elî hestên xweyî netewî berdane naveroka
wan berhemên xwe - ên ku di warê çapemeniyê de ne- û ew jî mîna van
nivîskarên me ên îro-ro ku bi zimanê erebî dinivîsînin, lê naveroka
berhemên wan bi piranî kurdîne, hestên kurdane, dîroka kurdîye,
cografiya kurdîye..
Bê ku em di
vê diyaloka jorî de dûv-dirêj herin, emê hinekî li ser jînengeriya
Kurd Elî rawestin , bê vî mirovî çendî xebat di ber çanda islamî û
erebî de kiriye.., û çi di dîroka mirovatîyê de hiştiye û bi hestî
li kurdan meyzandiye.
Tiştê ku
bala min li ser dîroka vî mivrovî ve kişnad evbû; ku di sala Miqdad
Medhet Bedirxan rojnameya ” Kurdistan” çapkiriye (1898), ewî jî dest
bi derxistina kovarekê erebî kiriye,ku bi navê ” Al-Sham” bû.

Dibêjin ku
Kurd Elî di vê kovara heftane, çêla gelê kurdan di hin gotaran de
kiriye, çimkî di wê demê de rewşek wiha peyda dibû, lê ez karim
cezim bikim ku Kurd Elî li ser kurdan di vê kovarê û wan rojnameyên
ku tê de dixebitî behsa kurdan kiriye..
Çimkî ez di
riya hin dokumentên ermeniyan de rastî mijarekê bibûm, ku Kurd Elî
di gotarekê de - di kovara”al-Moqtabas” de – hejmara (30) çirya
pêşîn sala 1913 ,ser rewşa ” Kurd û Ermeniyan ” rawestyaye. Kurd Elî
di gotarê de wiha dibêje: ”
Zilamek di nav Ermenan de peydabûye navê wî Cexador Apo Vîyan e, ewî
bingeha edebiyata ermenî a nûjen daniye, û ermen ji belengaziyê û
nezaniyê reha kirine, ta ku gelek dibistan bo wan hatine avakirin, û
zimaneke ermenî çak bo wan durist kiriye. Gelo bo me gelê kurd ku em
ji van sînorên nezaniyê rizgar bibin û dest bi avakirina dibistanan
bikin û bighên aste ku ermenî gihanêne, çi gerekî me heye !. Dibe ku
em hewcedarî mirovekî wek Cexador Apo Vîyan in”.
Ez bawerim
ku kesên pispor di nav me kurdan de li berhemên Kurd Elî vegerin û
bikolin, wê gelek belgeyên hêja di derheqê kurd û kurdewariyê de
bibînin.
Dibêjin ku
piraniya hejmarên kovar û rojnameyên wî, ên binav û deng ” al-
Moqtabas” û ”al-Sham” li Şamê, pertûkaxana Al-Assad de peyda dibin.
Mirovên mereqdar û pispor dikarin li van dokumentan vegerin û
vekolînin hêja jê derînin.
Kurtejiyana M. Kurd Elî:
Mihemd Kurd
Elî di sala 1876an de li Şamê ( Damascus) ji bavekî Kurd û dêyekê
Çerkes hatiye dinê, ewî ji biçûkaniya xwe de hez li xwendina
rojnameyan dikir. Bavê wî ew hezkirin li bal wî mizintir kir dema ku
çend zanyarên navdar -di wê demê de – anîne da ku kurê wî ferî tore
, ziman, fiqih , tefsîr û felsefê bi zimanê erebî bikin.
Kurd Elî
dinav temenê 17 ta 23 dest bi belavikirina gotarên xwe di rojnameyan
de dikir, piştî ku bû 23 salî, ewî kovara” al-Sham” a heftane
siparte xwe û bû berpirsyar, û ”al-Sham” kovara yekem bû ku li Şamê
derdiçû.
Piştî 3
salan çû Misrê û di kovara ” al-Muqtataf” de karkir, ew karê wî bû
sedema ku di cîhana erebî de navdar bibe. Li Wir (Misir) gelek
têkilîyên wî bi kesên zanyar re çêbûn mîna Alshêx Mihemed Ebdê ( ku
ew jî di koka xwe de kurde û di warê olî de dixebitî). Kurd Elî li
ber destê Ebdê, di Mizgefta Alazhar de fêrî şirovekirina (tefsîra)
quranê dibû…, paş re bû yekî sereke di rojnameya ” Alraad Almasree”
. piştî çûn û hatinên wî dinavbera Şamê û Qahîrê de , ewî di sala
1905an de kovara ”al-Muqtabas” a mehane ku di warê tore û helbestên
kevin û nû de mijûl dibe, belavkir.
Û di ber vî
karê xwe de, berpirsyarê rojnameya ” al-Zaher” bû, dûra di rojnama
”al-Mouayd ” de karkir, a ku di dema xwe de mezintirîn rojnamebû di
cîhana îslamî de.
Di sala
1908an de, vegeriya Şamê, û li wir dest bi rojnameyekê rojname, dîsa
bi navê ”al- Muqtabas” kir.., di wê demê de hinek pirsgirêk ji Kurd
Elî re çêbû, ew jî di navbera wî û Cemal paşa Alseffah (Osmanlî) de
bû.., bi sedema wan probleman, Kurd Elî koçberî Frensa bû, li wir
pertûkek bi navê ” Gharaab al-Ghaarb”ku ji 35 gotaran berhev dibe,
çapkir.
Piştî mana
wî çend sala li Ewropa, ku di nav pertûkxaneyên Italiya, Siwêsra û
Hingarya de digeriya, ramana berhevkirina pertûkek tarîxî li ser
herêma Şamê , cografiya wê û şaristaniyên ku lê avabibûn, amadekir û
nav wê kir ”Khitat al-Sham” ango ( Planên Şamê) . Herwiha pertûkek
giranbuha bi navê ” Kunouz al-Ajdad” ango ( Gencîna kalûbavan) di
wê demê de, belvkir.
Di dema
avakirina fermendariyê bi seroktiya Mîr Feysel kurê Husein di sala
1920an de li Şamê,Kurd Elî bû şalyarê (wezîrê) zanyarîye. Û di wê
çaxê de ”Kurî zanyarî erebî” avakir, û kovarek bo wê di sala 1921an
de derxist, di wê kovarê de 41 gotarên Kurd Elî hatin belavkirin.
Di sala
1924n de Kurd Elî bû mamostê toreya erebî di Instîtuya dadî de li
Şamê, li wir sûdeyek mezin da wê instîtuyê ku planin hêja di warê
pêşxistina xwendina akadimî de kir.
Kurd Elî
herdem di jiyana xwe de mirovekî çalak bû, gelek berhem û
nivîsandinên bedew bi dû xwe ve hiştin, hejmara berhemên wî giha
(22) berhemî, hemî di warê tore û dîroka mirovatî de bûn. Ew di sala
1953an de li Şamê çû ser dilovaniya xwe, û di kêleka tirba ”Muawîye
Bin Ebî Sufyan” de hate veşartin.
|
|