|

Çîrokên çavan
pir xweş in…!!
gava li hev dicivin
û ji
hev
re dibêjin:
evîn
bê me nagihê,
evîn
bê me na kelê
û bê birajtin
bihin û dû
pê nakevê.. !!
Çîrokên çavan
salixdana bêriyên hergav
hilî di canan de
têne çandin…!!
Wek buhar û avê
yek nerîn
dimeye…!!
War û hêlîn
li ser qeymaxê çîrokan
ava dikê …!!
Çîrokên çavan
ta bi ta
tevna miradan dihûnin
bi hev girêdidin …
Çi xewn,
çi bîranîn,
yan peyman û sozbirîn,
rasterê
zimanê çavên evîndar
peyvên heyvan
bi dilan dide zanîn…!!
Ev buhar û evîn
civanê
çavên gulê û pinpinîkê
dem bi xêr be…
bersiva çavên hîvê
ji çavên rokê
dil bi dil li hevûdu dinerin ..!!
Bi çavin zelal
bînahî
li pertûka ramanan diçêre…
deşta çavên evîndar
bi şahiya xwe
rojan li temen na hejimêre
21/3/2001
Dûrî
{Ez dûr im û tu jî dûr î,
hey Ronak dibêjim te were}
Dengê te li ber guhê min e
xweş e,
Zîz û zelal e..!!
Rengê te li ber çavê min e,
mîna şeva sersal e...!!
Hey evîn tal e bi me
şekirê Şamê !!?
Ez dûr im û tu jî dûr î
me warê xwe berdaye...!!
Canê min bû êzing
dilê te bû agir
bi xwîna min re geriya
û rewanê te
di ûjdanê min de meya ye...!!
Pêlên evîna te
ez li ber çûm
wek gawiran dûrkirime
ji gemiya Nûh..!!
Hey Cûdî
ez li bextê te me
li kohê pêsîrên xwe
ji taloka yezdanan
min biparêze...!!
Min divê bi wê gerdenê şa bibim,
bi bêhna sosinên welatê xwe
ez şiyar bibim...!!
Min divê ji gewriya kaniya te
bi serbestî firek av vexum..!!
Ez dizanim
tu jî weke min î
nerîna te li mizgîniya
nama min î,
de were...
de were...
de were…
Va ez jî bi ber te de têm
kengî em ê bigihên hev?
kengî em ê bêriyên xwe
bikin berdêlî?
Bi ken û girî
pîvanê bişikînin;
destê te bigrim
ne xewn be;
hêviya me pêk bê
ne guneh be...?
buhara me şîn bê,
miradê me bi cî bê,
bela pelê dûriyê bitemire...!!
Here û bê oxir
ji navbera dilên me
bifire
..
û bifire...!!
17/8/2001
|