|
Şerredevek
Şerredev, êk ji wan rengêt Torey (Edeb)
bû yêt Sumerya gelek hejêdikir. Vêca
hema çi Ezmanrreşî û Kirêtî hatibane ber
Devî digotne êkudo. Herwekî divê
Şerredev ya kurtkirî da xoya dibît.
Nivîserê êkê:
To yê bê Merês, bê Mejî, Mêşa
Bayêmirnê (Dubeylet Elta`un 1), to
nexandî û çi nezanekê Sumerî, Destêt te
yêt xemsar, ew Destêt nezanin Qelemekî
bi dirustî bigrin, ew bi kêr nivîsînê
nahên, heta ew bi kêr pêdanenivîsîna
Rênivîsekê (Îmla`i) jî nahên û diser
hindê jî ra to xwe li Bazêt min dihavêjî
û dibêjî to ji min çêtirî.
Nivîserê doyê:
Eve çi lewçeye, ya ji teve ez
Nivîserekê wekî te nînim? Difna xwe
bilind dikey. Heku to Nivîsînekê
dinivîsî, ya bê Mifaye kes jî çi
tênagehît. Ew Kaxezka to dinivîsî kes
nizanît bixwînît.
Heku to diçî da erdekî lêkvekey, Erd
liber te têkdiçît û Bendik xwe di Destê
te da nagirît, Sing ji Destê te dikevin.
To çi cara tênagehî, to êkî ji desteka
Nivîserêt bikêr ne hatî. Ka bila êk
hebît bibêjîte min ku to bikêr tiştekî
dihêy.
Nivîserê êkê:
Ez di Têkhelya da yê bikêrhatîme. Dema
ez diçim tiştekî lêkvedikem (dabeş), ez
dizanim wî tiştî lêkvekem, belê pa to ji
tevê Nivîsera bêxêrtirî, hindî mirov
bibêjît to hêj xensar û helheletirî. Ew
cedwelê Lêkdanê (cedwel elzerb) yê to
çêdikey tijî di navda şaşîne. Heku to
tiştekî dipîvî to dirêjyê û firheyê
dikeye êk (têkheldikey). To wekî
Pirrbêjekêy, mirovekê ketî, Devê te yê
çivêlyane, to yê Difin bilindî û di xwe
da avay, hêj to diwêrî Devê xwe vekey û
dibêjî ku to linav Şagirdêt nivîsînê
wekî Mirarîyek (lo`ilo`i) êy.
Nivîserê doyê:
To di xwe ra dibînî bibêjî, ku ez
baştirîn Şagirdê nivîsînê nînim? Ez yê
hatîme xwedîkirin wekî Sumeryekî, ez
kurrê Nivîserekî me, belê to cembazekê
pîs û bikêrnehatî, dema to Kelpîçêt
Teqnê jî çêdikey, to nizanî cebla wê
hilîkey.
Têdîtin:
1 _ Dubeylet Elta`un, Nesaxîyeke
dikevîte hinava û nîşanêt wê digel
Destnivêjê derdikevin.
Wergêrran:.
Ebdulhemîdê Bamerrnî ji Pirrtwîka:
Die Frühzeit des Menschen
Die erste Städte
von Dora Jane Hamblin
und der Redaktion
der Time Life Bücher
Seite 105
Dîmahî
|