|
Jin duhî:
Li Konfiransa jina Xanima Komdulîza
Rays got: (Hindî jina rojhelata
naverrast di xanîve bimînît, dê her jarî
û jwîrî bahra civakêt rojhelata
naverrast bît). Xatwîna êkê ya Îraqê jî
ne gotê; Pa dostêt hewe yêt Kurd bêbextî
yê li nifşê Kurd bixwe diken, heku
jinekê biser jina xo ya Kurd diînin.
Rahavêj û berfirheyî û jiyan xoşî
û bistehya jiyana bê gef liser hebûna
mirovî, heke ne bin, mirovî mejyê
afrrandin û dest rengînyê jî na bît
Jina Kurd heta salêt heftêya jî, ji
sedsala burî, mirov dişya bêjît ji ya
evroke bibizav û serberdaytir bû. Jin
dişya xo nêzîkî mêrî biket û hebûna xo
di gohîda bangdet û bêjît ez eveme û li
vêreme û digel teme.
Were ji min ne tirse û bibe hevgorê
Jiyan û westyana min. Dişya bibêjît ez
paydusta teme û her mêrekê baş jineka
baş ya li pişt. Ger te bivêt tu hebî,
pêtvîye hebûna min biparêzî û min bikeye
xîzevankê tozgevizka xo.
Were min jî heqê jiyanê wekî te yê
hey, bila ez jin bim û to mêr. Belê bo
zanîn, ez jinim û ez deykim û min
serdarê çêkiryêt xodê yê di zikda
helgirtî û li ber sîngêt xo mezinkirî,
deykekê şîrê dayê û jinekê yê hwîkirye
rewanbêjyê, ez deryê bêhin firheyê me di
dilovanyêda û Selaheddînê Eyyobî min yê
di qomatkê pêçay, kes ne dişya wî belê
yê ji deykekê bûy û jinekê şîrê dayê.
Sehke Barzanyê mezin wî jî Kurdînî
ya bi stuxovegirtî çinkî kutekî li deyka
û zarroka û pîr û xort û cana dihate
kirin. Di demê pêtvyatyêda ez hewargeha
di tanê hatinê me û feylesof û zana û
flîvan hemî yêt li ber van desta rabûyn.
(Min ya ji deybabêt xo guh lê bûy) li
dema cehêlînya wan da pîr û can û jin û
mêr û kiç û kur hemî bihevrra dichûne
gerryan û sêrana.
Qul qule û mil bimil li bihara berê
xo didane çiya û deşt û zozana li nav
hewdkêt gulşelêl û nêrgiza pêkve sitran
digotin û xolêkdankanê dikir û bendêt
sitrana dihavêtne ber êkudo û
lêkvedgêrran û li şeverroka, heko savar
dihêran sitrana (xezala min delala min
hay hêrî sed car hêrî) pêkve digot.
Husa êvarya dema ji sêranê
dizivrrîneve hindeka ristkêt qeftêt
nêrgiza di stuyê xo dialandin û hindeka
jî gulşelêl û nêrgiz diber serê xora
diçoklandin. Kes ne diçû sêranê biserê
pêçay û kincêt Erebîve û kesê jî xo
dirreşî ne diheland û gondîya hemya
êkudo nasdikir pêk dixoş bûn û ne dwîre
jî gelek niyasîn û têkelî jê çêdibûn û
dibûne egera xoşî yêt mezintir û
avakirna xêzana lidwîv dihat. Heke wesa
be, ez bawerdikem ku hîngê jêgirtina
hevgiyanî ji ya vê gavê baştir bûye û bo
saxlemya civakî bi mifatir bûye.
Jina duhî diherrî bêrê , pez didut,
meşk dikya , nîvişk û jajî û penîr
çêdkirin, tevn dikir, balav dikir, ser
dişwîştin, distarr dihêra, cuhnî diqota,
teşî dirrêst, miluke radikirin, giya
didirî, xepare_, kezaxe_, binik_, ade_
kolan_, gomtil herrişandin_qenepe_,
avdan_ , şwînkirin_, û karûbarêt malê
dikirin û hêj û hêj pêtir dikir.
Xizmeta xiyanî û biyanî dikir. Gure
û kolav û sabîn çêdkirin. Li nav rezî,
li nav çemî, li çilîbirrê û mazî çinînê
digel mêrê xo bû, li ber hefşî, li havîn
û zivistana li deştê û li zozana milê wê
biyê mêrîve bû, li malê, ber malî bû, li
derve bû dan û dikak û îşyêt genimî
kumdikirin. Jina dohî pêşmerge bû,
tenîrvan bû, piştevana berokêt azadyê
bû, çav vekirî, bo milletî ya hişyar bû,
nanek dida xo û mala xo, du jî didane
leşkerê xoserkirna Kurdistanê. Jina duhî
pirrujekê azadyê û canemergyê bû, liber
birrêt firroka diheltwîtirî û zarrok
ditaşandin, da bibine pêşmergêt
serferazkirna civaka Kurdistanê, bi jin
û mêr û pîr û canve.
Peşmergêt xwîna xo erzan day, da
bihayêt giran çêken, ew jî bo azadkirna
Kurdînyê, felsefa Kurdistanya bo
mirovayînyê, û Kurdistanê. Kurdînî di
kirasê mîrê Botan û Qazyê mehabadê, Xanî
û şagirdêt wî û xandingeha şorreşêt
Barzanî da pêşda birî, evan hemya liser
destê deyka ew hisşke evîn û dilovanya
peydakirî.
Jin serîcax û serleşker bû, Leyla
Qasim bû, jinê giyanê xo, kesînya xo
liser kurdînyê danabû. Jinê hebû armanc
û pirroje, di xanîve ne radiket çi
dewlemend ba an hejar. Jinê kêmasî jî
hebûn, ji wana nexandevanî û gelek cara
zordarya hevgiyanî.
Jinê wekhevî digel mêrî dikir çi bi
zanîn an ne zanîn. Jina duhî ya biverrêj
bû, ji gonda ne diçû bajêrra, husa
şênistê avakirna welatê xo diparast.
Jinê xo ferkirbû, wekî mêrî û heta
gelek cara zarrok binavê deykê dihatine
niyasîn û digot; Yasînê Eyşê û Mihemedê
Niharyê an jî mala Mîranê, jin di xebatê
da wekî mêrî bû û hinde cara hêj pêtir.
Jinê serê xo ne diçemand û digot
bila berê du sala bo şorreşê bît. Jinê
digot ez hezim, vînim, evînim, kanya
zana jiyanê me.
Ger ez nebim, kes nîne bibêjît herre
kurrê min, herre şorreşê. Ger ez ne bim
mêr na bin, lawêt lawtaze na bin, kiçêt
ciwan û bejin zirav û gerden kêl na bin,
bwîk û zava jî na bin, dawet û şahî jî
na bin û deyk jî na bin. Heke deyk ne
man, kes na bît bo me ji dil bikenît û
bigirît çîrroka (Îskê mîskê liser
tefiskê) vegêrrît. Di ser hindê re ku
pirr derdeserî sera wî mêrî bi serê wê
jinê hatin. Mêrî difna xo lê bilind kir
û piştî Pêşmerge hatîn û bûyne
berpisyar, hemî ji bîrkirin.
Ew jina dojmina ji mêrî vegirtî û
serê xo bo wan ne danay ûwene kirî kes
bişêt tibla xo dirêj kete nav çavêt wî
Pêşmergey. Her wî Mêrî Kifnê wê digel xo
îna û jineka dî bi ser îna û ew
derdeserî ya wê jinê sera wî mêrî dîtî
ji dojmina, ku wene kirî ew bi mêrê xo
xoş bibît, mêrî jî welê kir ew ji bi
çavê zil berê xo dete birînêt kul, gotna
mezina dibêjît (heke Kurmancî têr xar,
an dê jinekê revêt an dê mêrekî kujît).
Pêşmergêt dirav ketye desta jî jinek
revand û êk jî kujt.
Dibe êk bibêjît jin bixwe şwî pê
diket û kes çi kutekya lê na ket.
Bersiva min bo vê gotinê ewe; Ew jina
biser Hewî şwîdiket bê xiş hinek eger û
rêgir yêt girêday civakê ve yêt heyn,
wene kirye ew li dîv dilê xo şwîket û
êkê ji layê diravî ve pêvehatî ew ya ji
rastî ya wê derêxistî ji berokê jinê
revandî û liser difna jinê sepandî û wê
jinê jî ya xo xapandî û jina ji
hevgiyanî veqetandî. Eve revandin û
kujtin herduke.
Jin deyk bû û eve deyke û jiber
hindê locîkê kujtinê ji nik xo heyke.
|