|
şevêt çilê zivistanê
zarro yê li vî welatî
di derkevin
nabên sar e
befra hatî
li kulanê
lê ciwan xwe dinexşînin
û diken bilim bazanê
ji cejnê re
bo sersalê
daxwazîya dinivîsin
zwî zwî na çin da bilîsin
her
wan çavê li pencerê
hizreta Xidir Îlyasî
xweşîyek bê kêm û kasî
rihdîna sipî şirîn dibît
dil dikevîte navderê
wan jivane
sipêdê rabin
mêrkê cil sur li bendêye
tîrkê diyarîya vêye
husa zarro
pirr lezê li şevê diken
xewn û xeyal û diyarî
dibin kenî
û bişkurrîn
balîfka xwe diken kuncalk
desta hêdî dikêşne bin
û
têdiwerînin
ne vêt çava biniqînin
dixwazin şev zwî zwî biçît
û xwe ji şevê sildiken
lê ne vêt di wî jîda bin
lezêdiken
da şeva xwe verrevînin
mêrik bihêt
bibêt ( pirê pirê ava)
çengekê xweşî û silava
çav û dilî jêrre veket
lê di xweşyêde dininvin
li warê min
welatê min
bajêrrê min
ev dîmenê jêrî
dibît çîrok
û şevbêrî
zarro
bi befrê re
bi sermayê
ew hevrrikin
lêv li wana diqerrisin
gotinên wan dibin bestî
dev ne şêt peyva pavêjît
peyv jî ji gorînkî na verresin
tev ditirsin
bibîte roj
dê çi qewmît
ligel reşekêt dîrokê
arêşe ya çengoluskana jivanî
lê hewa gulla gulanê
dema gorgê dev bi xwîn tê
û xwîn diherrikît
yarîgeh dibine xwîngeh
fermana mirnê jê dizêt
lê qamîşlo
ewî tabloy nexişdiket
dibêjît ejdehakê birsî bûy
mirovînî
ya ji van dira kwîvî bûy
roj dibît şev
şev dibît mirov xor
xwarna mîrî dibît zarro
roj sur dibît
dibît pelek
xurta dibijêrît gelek
gulla sing û mejî simtin
jiyan ji gola verrwîçkand
rwîbarê xwînê herrikand
mirin raçand
û jiber fermana şamê
tev ser bilind
man bi pêpkê esmanîve
kes ji tirsa na rakevin
ji paşerrojê dirrevin
divêt dem rawestît
se`et pêş û paş bizivrrît
sal û meh têkhelingivin
ji mirovîve ew roje
û ew cihe
bes melkemut ne wêrît bête xar
reşekê mîrî hardibît
xew ji çava vedirrevît
merg di destda
xort diken şevbêrîyê
xîça kesk surdiken
Xeznewî radibîteve
diket gazî
û bang didet
dibêjît: (kîne em)
şêxê deryê çiyê
lê liser şwîrha Amedê
dibêt da biçîn mededê
canemergîn
canemergîn
pezê ber kêra azadyê
em na kevîn
û na mirîn
xwe di dîwarê mirnê na girîn
dê her herrîn
ji bo azadyê pêşkevîn
da kenî vejîteve
hîvî bibişkurrîteve
lê ew zarro
ew canemerg
divepeqjît
li dijî mirnê her dijît
diçîte meydanê
dibît dojmin
yê destdahîlanê
dibît hevgorê wêryanê
diçîte nîva kulanê
mehemed şêxo jî
die`rrinît destdidete Tenbîra xwe
azadyê bo xwe dixazît
( dê were virde azade şirîn……)
lê ji terre
ew xwin
lê ew birîn
ew canemerg
bo Qamîşlo me kirne berg
Ebdulhemîdê Bamerrnî
20/03/2006
Wuppertal
|