Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

07 February 2009 19:25

Der Quna Tazî Tenbîrê dixazî

Ebdulhemîdê Bamerrnî

rojava.net- 07.02.2009

 

    Roja 29/01/2009 ê bû rojeka şaryay di siyasetê de,  di alavêt gehandinê de jî ya balkêş bû, çinkî berê dinya şulejê (muxtes) hemyê kete gondê Davos ê siwîsrî. Bangeh (monteda) a wê ya aburî. Her sal li vî gondî hijmarek a berketî ji zanayêt aburî , diravî, leşkerî, civakî û siyasî…. hd. Bi deha şah û serok û serokwezîr û berpirsêt dî jî yê vi berketî ji her çar qorrnetên dinyayê gazîdiket û dihênê wêrê û her êk çi di xorçka wî de heye li wêrê vala diket.

    Ev sale Ewropayî ya çete gazî kirbûne Davosê û ew jî lêkketin û ber bûne êkûdu, ew Çete jî hatibûn di kesê Erdoxanî de wekî çetê Ehmedînejad û rijêma Îranê û herwesa jî wekî çeperê parastina Hemasê û Hizbullah ya Nesrullahî. Ji layekê dive serokê Îsra`îlê hatibû xwe pêşkêşkir wekî Çetê dewletên Erebî ewên dostên Emrîka û têkelyên dîplomasî digel Cwîya heyn .

    Her ew dewletene, ewin, yêt gelek ji kiryarêt siyasî yêt Îranê berovajî sitêreyêt wan yêt siyasî û olî jî ne, çinkî bahra pêtirê ji wan dewletên hevrrikî ya Îranê diken ji Erebêt sinne ne û ji ber ku Hemas ya bûye çwîvê destê Îranê liser difna Ereba û pêkulê diket da binyatekê leşkerî bo hêza Îranê çêket. Îran jî bi harîkarya hindê bişêt giranyê bêxîte ser bisurmanêt sinne û Emrîkî yêt ku parastina wan diken û divêt xwe wekî hêzeka berçav bidetepejrandin.

    Nuke Îranê heytêna wêye ya giriftarya li deverê peydadiket, da rê ne dete Emrîka ku li deverê qorîçkeka tenahyê bi xweve bibînît. Heke Emrîka berpêrrihekê tena li deverê hebît hinge dê desthavêtê gohurrînêt çi siyasî an civakî û aburî û kulturî kênca xwe detê û di nav xelkê de çînît, herwekî nuke çawanya derêxistina Emrîkî ya ji Îraqê bo Îranê bûye tirseka gelek mezin.

    Aşkiraye û hemi kes dizanît ku Erdoxanê Tirka ne çavsurê hindêye ku Îsra`îl û Suryê    pêkbihên, tiştê ji hemya ber hizirtir ewe ku hostayêt jenîna siyaseta Tirkî divêt Ereba ji xwerre bikêşin û xwe bikene cihê baweryê û digel hindê jî hevalînya xwe a Kevin û nwî bi Îsra`îlî re biparêzin. Bi gotineka dî, werîsî di nîvêrra bigirin. Belê hindîke siyasete, berjewend û piştgirtine û di tengavyada harîkirne û dibît jî hinde cara bicîkirina soza bi dijî berjewend û sitiratîcî ya dewletê bît.

   Erdoxanî bi vê kiryarê divêt du Kewa bi berekî bikujît,

   1_  Ereba bo xwe vekêşît û berê wan ji Emrîka veket, da kênca wê liser deverê pêtir lê bihêt û serkêşya rwîdana siyasî li deverê bêxîte destê xwe û husa digel Kurda bimînîte bitinê, paşî ew baş dizanît dê çi ligel Kurdêt belingaz ket, qenc jî ji dewletên deverê yê bistehe digel kêm û kasyêt wan digel xelkê xwe bi xwe û kême milletên li deverê dijîn û di vebirandina wan de yê pişikdare û jiber hindê jî kes çi gazinda jê na ket û heke tiştekî digel Kurda biket dê ya nepenî  û veşiryay bît, herwekî li destpêka sedsala bîstê rwîday.

   2_ Destê Îranê ji deverê bikêşîtederê û ew cihê wê bigrît. Ji ber hindê jî gelek ya bi derêxitina Hemasê ji kuşa Îranê ve mijwîle û xwe diyardiket wekî qulpek bo parastina Hemas û Hîzbullahê.

    3_  Tirkî bi siyaseta xwe a nuke ve divêt giranî ya siyasî û leşkerî ya Îsra`îlê helmêjît û terrauberra (be`isere) biket û ne dwîre jî sitiratîjî ya Îsra`îlê bi rêka hevsozî yêt digel wan bo Îranê vegohêzît, beramberî sulînek du yêt helma (xaz) sutinê. Herwesa jî da bişêt Cwîya bêxîte bin kênca xwe û bigivêşît ku herdem harîkarya wan ya teknîkî biken da kiryarêt wekî ya Neyrobî têde biserkevin.

    Belê Tirkî hinde ne dwîre ji ser xatira ku dirbekî daweşînte Kurda dê dev û difna xwe jî digel datiraşît berekî liserê Axayêt xwe jî det û paşî çît kevîte kolanêt Waşîngtonê .

   Li wêrê bîte Pener heta careka dî Emrîkî serê pistala xwe didene tenişta wî û dibêjnê rabe da te bibeyne ciyê vehewandina patexwerêt xwe, ew jî Ewropaye, û hindek qwîtî bo qoçalî yêt wî bikene mişuta wî. Belê min bawere vê carê ewî dar ji binî birrî.

   Em Kurd dibêjîn (heke derse carek bese), ji hemyê xweştir ewe ku Hikumetên Erdoxanî li Şwînwarên Osmanî gelek ên biserî hatîn,bo mînak; Împeratorîya wan Şirîpana (ew êşe heke li mêşa hingivînî bidet, mêşê dibirînît)  milletên bindestê wan lêda û kire kavlê Ewropî ya.

   Etatirkî dîsave wekî Hulakoy, desthavêtê milletên ne Tirk hemi, yê kujtî kujt yên dîjî hemi bidarê zorê kirne Tirk. Ewî dersa duhî ne wergirt.

   Evro jî Lawikê fitbulker divêt û kardiket da tepanê bi serê Kurda biket, heytêna wîye yê meydanê ji yarîkera valadiket û bizavêdiket ku Kurda di Nihala Mîzupotamya de qirrket. Ew kabira jî hizirdiket ku meydanê ji dadkera an ewêt pêvedihêt dadyê bibêjin, paqijket û devêt wan bidirwît.

   Sedayê Erdoxan tivya to berêxwebideye dewsa Seddamî ka, çawa hat û çawa çû, çi kir û bi çi seruber çû, wî jî divya bibîte polîsê dewletên bihêz û dibinrre Kurd divebirandin, bes heku ketî jî axayêt wî berî hemya bo xwe larî (yarî,akreyî dibêjin larî) bi rihdîna wî a gevoze dikirin, Kurd jî her man û perlemanek çêkir.

   Hecî Erdoxan tu sipêdê û êvarî, roj bîstuçar Se`eta dibêjî Karker terorîstin û harîkaryê jî ji Îsra`îlê dixwazî da bişêy wan bişkênî.  Başe dema tu yê hêja diser hindêrre ku Hemasê, ya ku bi birryara axayê te yê Emrîkî bi terrorist hatîyeniyasîn, rakêt dihavêtne gond û bajêrrêt Îsra`îlê û vi nav mal û kulana diketin û dikevin, zarrok û mirovêt bê goneh dikujtin û dikujin; Dibêjî Cwî gonehkerin û rwîbirrwî li nav çavêt serokê wê dewletê didey her çende Cwî ji hemi Hikimdarî û dewletên deverê dîmokratîtirin, delîl bo vê gotnê jî .

   Ew bê bihayê ku zarrokê Cwî daye ber golla û kujtî ne ji bo egerekê, belê tinê ku Cwî bû, ne kujt û hêla heta dîmahyê pêkgohurrî digel kelexê leşkerê xwe ewê şagirdêt te bi saxî girtî û paşî kujtî . Herwesa bi deha ji zarro kuja yêt Felestînî di girtîne di zîndanêt Îsra`îlê de ne kujtîne û dema derfet helkevît dê hêne berdan, ne jiber tiştekî bes çinkî mirovê wan yê linik wan bibihaye.

   Erdoxan yê ketye hevdijyeka dî jî, ew jî ewe ku li cihekî xwe dikete şîrê serbirrîna Terorîstan û milletê Kurd hemyê bêy codahî dikete terrorist, hindî jê bihêt dikujît, ji zarroka , tifala, jin û mêr û pîr û can û terr û hişkî didete berik û pêtirî çar hizar gondêt Juryê Kurdistanê yêt kavilk kirîn û babkalkêt wî bi seda hizara mirovêt Kurd û Ermenî yêt birandîn tuvê wan ne hêlaye liser rwîyê Erdî. Erdoxan jî bidijî vebirandinê radiwestît.

   Hêjayê Erdoxan nuke dibêjît ez berlîwank a Hemas û Hîzbullahê me dê parêzim ji hewêt Îsra`îlê, çinkî ew alavêt rih dahêlana wîne di deverê de. Hêj pêtir Tirkî ya bûye hevnîrkê Îranê bidijî Emrîka û herwesa Kurda jî. Îran bi xwe jî cihê xwe veşartina terorîsta ne. Belê pa herdu ( Îran û Tirkî) hevrrikêt êkin jî jiber hindê herdu pêkve bezîne konfiransa Qeterê.

   Lafelafa Erdoxanye ku bikevîte nav bazarrê Ewropa  da barê dewleta rwîta Tirka sivikket û milyonêt mirovêt bêkar berê wan bidete Ewropa û paşî bihêt simînarêt nifş perêsyê bo bibêjît û leşkerekê AKP eyî li vêrê çêket û binixêvît bo paşerojê, da di demê pêdvî de bo vezivirrandina Xwendkarya Osmanî bêxîtekar, eve jî Osmanîzma nwîye.

   Cwî û Emrîka herdu Hemasê û Hîzbullahê didanin terorist, Îran jî dewleta xwedankera terorîsta ne û dojmina herî mezine bo Emrîka û Cwîya.

   Tiştê fer ê mirov dizanît ewe, ku Îranê pêtir berpêrrihê hey li rojhelatê naverrast, ne xasime li nav dewletên Erebî ji ber:

   1_ Hebûna hijmareka mezin ya Elî Hebîna (Şî`et) li nav dewletên Erebî û hebûna wan, mirov neşêt bibêjît ji bilî bêhvan (filan) dewletê.

   2_  Têrbûna Ereba ji Tirkên Osmanî yêt ku bi seda sala hikimdarî li hemi dinya bisurmanyê kirî bi Çwîvî (Esa) û Şîrî û gelek çîrrokêt wekî Serbirrê Şamê hêj Ereb liser camêt têlevixyonêt xwe nîşa xelkê xwe diden.

   Mirov dişêt bibêjît Îranya jî derdeserî ên bi serê Ereba înayn, belê pa ya wan ne wekî ya Tirkane û geleka kevintire jî ji ya Tirka. Bi gotneka dî ya Tirka ya Farisa ya veşartî.

   3_  Têkelîyêt nuke yêt Îranê û senta wê ya siyasî pêtir digel şerrkerêt Ereba di kesê Hemasê û Hîzbullahê de pêkve girêdayîne û pêvehatina wan ya bersîng girtina Îsra`îlê, şêlimsirînahyek ya bo Îranya çêkirî.

   4_  Jêhatinêt Îranê yêt aburî ji yêt Tirkî mezintirin û çêtir dişêt kênca xwe liser hevswî yêt xwe pêtir lêket.

   5_  Hevtuxîbî ya êkser (mubaşir) ya Îranê digel milletê Erebî û bikirrubikêşêt wê digel Ereba û çavtirsiyana Ereba ji vê çendê, eve êka hind  diket ku luka berhevî ya Ereba digel Farisa ya viberketî bît û Ereb dişên pêker (amil) ê erebî li Xuzistanê (Erebistanê) bi karbînin.  Li vêrê hebûna milletê Kurd li navbera Tirk û Ereba pêtir bistehyê didete Ereba ji ber hindê jî Ereb gelek bihay na dene Tirka, çinkî her rojekê ji roja dê Kurda pêvehêt dewleta xwe çêken.

   6_  Hebûna Emrîkya û Îsra`îlê bi xwe li deverê û kwîrbûna berjewendêt wan li nav dewletên Erebî astenge bo berfirehbûna berpêrrihê Tirkî li wêrê û li vêrê hindek Yarîkerêt gelek ji kelexê Tirkî mezintir cavê wan yê li deverê û nuke wan divêt bibine pişikdar û diser zikê Tirkarra dihên. Her çende Tirk lêdigerryên bizivrrine ser deqa berê û berrebeytek (dî`ayet) a mezin jî bo digêrrin.

   7_  Tirkî divêt daweta kelê û sêrana rwîbarî herduka pêkve biket, evê jî gelek astengêt di rêkêde heyn; Ji wana jî kes nizanît ka Tirkî digel Ewropane yan jî divêt bizivrrine nav dinya Bisurmana û daxwaza lênegirtinê (Efo) ji milletên Bisurman biken, heke divêt berîv Ewropa  biçin û li şîrê babê xwe bigerrhin, ewê di derya Navarino de fetisî, hingê dê pêtir ziyanê ken,çinkî Ewropa bi xwe jî hind navekê baş linik Ereba û Bisurmana nine jiber egerêt Dîrokî .

Ew bi xwe jî ji Tirka ditirsin.

    8_  Hêşta mînak a serederya Tirka digel Kurda ya di jiyara rojane a deverê de birrêve diçît û xelk bi çavê serê xwe dibînin ka Tirkêt Bisurman çi li Kurdêt Hevolê xwe diken, eve jî hindê tekezdiket ku Tirka hêna dest ji hizra Împiryalîzmî ne berdaye û hezdiken deverê bistînineve.

 

   Kurt û Kirmanc :

     Tirk li Felestînê dibêjin Hemas terorist nine û berrevanyê jî ji Hîzbullahê diken û harîkarya Îranê jî diken ku binekuka cengenê (Fîtnet) ye li deverê, ew û Îran herdu gondêt Kurdistanê didene ber topa û bi balefirra jî mirnê li welatê me belav diken. Dîsave Tirkî Gulte (Ekkazat) ên dayne ber lingêt Suryê jî da beramberî Ereba, Îsra`îlê û Emrîka rabît û navê wê jî yê di Lîsta reşda.

      Kurd bi hemi partî yên xwe ên siyasîve, bêy mirov bibêjît bêhvan tênebît, di bizava xwe a serxwebûnê de digel van dewleta çengiloskan (sîra`i) ê diken.vêca :

   1_  Bi hikmê rwîdana nuke berjewendêt me keftine digel yêt hêzêt mezinda û heke xo bêy dilê me jî bît, her çende li dîv ditna min pêdvîye bi dilê me bît, em  û hêzêt beramberî Berokê Tirkî di tabî (xendeq) yekê dayne.

   2_  Eve verrêja ya êkêye û nuke pêdvîye Dîplomasya Kurda keysa xwe di vêrra bibînît û serê werîsê siyasî ji Tirka bistînît, çinkî eve cara duyêye Tirk nanê şivanî dixun, her çende Tirka hizra vê jî ya kirî û box we berokekê li jêrya Kurdistanê peyda kirî ku yêt wekî Cindîyanî û Erselan Bayîzî divêt bo çavêt surêt Tirka û Erdoxanî Karkera ji çek biken, bêy ne wan ne Partîya wan tiştek didestîde hebît û bişên biken bo çarekirna Arêşa siyasî ja joryê Kurdistanê û herwekî xoya jî ewana bes êk armanca li bere, ew jî  ewe hemi bizavêt siyasî yêt Kurmanîaxêva bimirînin da pilana Soranîkirna Behdîna bê asteng birrêve biçît.

   Belê baştire Mamê Erdoxan xwe ne hêlîte bi hîvya vê ve çinkî Arêşe ne Karkerin, belkî ew parçekin jê ku heqê milletê Kurde di hebûna dewleta wî de.

   Ew seydayêt dixwazin Karker tivenga xwe danin û xwe bidene dest Tirka , qenc bawerbiken heke eve çêbû, xwedê neket, dê lwîlya tivenga Tirka kevîte tehêla hewe û wekî Şêx Mehmudê Hefîd li hewe hêt heku bo Etatirkî çûye Kut Kurd dayne kujtin û ferman ji serleşkerê Tirkî li Rewandizê ü diyarî jî ji Paşayê Mûsilê werdigirtin. Pênevêt jî careka dî Yamolkî Paşay saxkeneve ji zîndana Şêxî bidene dest nevyê Etatirkî. Heke we divêt Karker çekî danin, tivya hûn pejrandina wan lidev Tirkî misogerken.

    Vêca ez tinê bo Erdoxanî dibêjim: Tu mwî di cavê Cwîyada di bînî belê Gêsnî di çavê xwede na bînî, eve ya ji te kêmbû û (Der quna tazî Tenbîrê di xwazî).

 

Ebdulhemîdê Bamerrnî

01/02/2009

 

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005