|
Psikolojî û Ziman
Bandora
psîkolojîya ziman li ser civakê
Dr.
Ilhan Kizilhan
(
Ev gotara birêz Ilhan Kizilhan di
kovara PÊL, hejmar 2 de hatibû belavkirin ji bo giringî û pêwîstiya
wê em li vir jî belav dikin.)
Ziman bi dengdayên xwe, rêziman,
syntax û bi hemî nefsiya xwe, rihê xwe, ku di nav ziman de cihê xwe
girtiye, diyar dike ku mirov çawa bi kîjan gotinê hîs, nefret, bi
dil û derd dibe ...
Di axaftina xwe ya rojane de mirov
kêm li ser wateya ziman, bi karanînana bêjeyan, hevokan, dengan û
hwd. difikire. Zimanê me yê organîk wek ji ber xwe ve destpêdike û
diaxife. Lê mixabin, afrandin û struktura ziman ne wiha hesan e.
Elementên biyolojî, civakî, neurology û psikolojî bi hev re vî
zimanê ku em dixafin gengaze dike. Heta mirov bêjeyekê derdixe, bi
hezaran hucrên organîk û neurology di nav hinek mîkrosaniyan kar
dikin û wiha mirov bêjeyekê dibêje. Ku yek element kêm be, an jî baş
kar neke, asteng di axaftina ziman de derdikevin.
Di vê nivîsandinê de em dixwazin bi
taybetî li ser pêwendiyên ziman û psîkolojî rawestin. Herdu, ziman û
psîkolojî bi hev re tên wateya psîkolinguîstîk. Lê pêşî em li ser
ziman rawestin: Di grafîka jêrîn de tê diyarkirin ku ziman ji gelek
babetan digihîje hev û wiha ziman dibe xwedî şikil û formekî efsûnî,
daku mirov ji mirov fêm bike.
Destpêka Axaftinê
Fêrbûna ziman
beriya ku zarok were dinyayê destpêdike. Di zikê dayika xwe de
guhdariya axaftin û dengan dike. Hinek hefteyên piştî ku zarok tê
dinyayê, destpêdike bi girî hers û xwestinê xwe tîne ziman. Herwiha
ragihandinek di nav dayik û zarokê beriya axaftinê çêdibe. Dayik û
zarok pir dengan di navbera hev de dikin, ku mirov bawer dike ev bi
hev re diaxifin.
Ragihandina sembolîk
ya yekemîn piştî 6 mehan destpêdike. Ev bi girî, an jî bi livbaziyan
wek livandin xwestinê xwe diyar dike. Bi wê ragihandina sembolîk bi
karanîna ziman wek aletekî dike. Ku zarokê picûk bixwaze were
hemezkirin, ew destên xwe dirêj dike; ku mezin dikenin, ew zarok jî
destpêdike û dikene, wiha bala mezinan dikşîne ser xwe û dibe
perceyekî ragihandina kolektîf. Li aliyê din jî, leyistikekê dide
destê mezinan û wiha dixwaze pê re were leyistandin. Ev jî azîneyeke
ragihandinê ye.
Dora 9 mehan zarok
destpêdikin û dikin qêrîn, daku tiştekî bi zanebûn bistînin. Ku
dîtin û awirên xwe li ser tiştekî konzentere kiribe, ew destên xwe
nişanî wê hedefê dike. Ku hedef ne li ber cavan be, divê mirovên
mezin bixwe derxînin ku zarok çi dixwaze. Ku mirov tiştekî xelet
diyarî wî bike, ew dengê qêrîna xwe bilindtir dike. Piştî hinek
mehan zarok ji bo tîştekî bi sembolîk diaxifin. Minak: Ku zarok
bircî be, dibêje namnam, an jî hamham, hwd. Namnam
wiha dibe cihgirê „Ez birçî me û xwarinê dixwazim.“ Dayik, an jî bav
têdigîhijin û xwestina zarokê bi cih tînin.
Ku zarokê picûk muzîkê bixwaze,
destên xwe li hev dixe, diçe cem teyb an jî kastekî tîne. Ku
bixwaze here derva, diçe pêlav an jî caketê xwe tîne. Piştî
gihiştina wê derecê zarok dereceya heywanan derbas dikin, ji ber ku
xwestin û hedefên bi hizrandinê, fikir û fêm dike. Ev destpêka
ragihandineke aktif ya zarokan e. Herwiha di gelek lêkolînan de
hatiye diyarkirin, ku ragihandina pasîf demeke dirêj beriya axaftina
aktîf destpêdike.
Piştî salekê zarok
pirsan jî têdigihîje. Ku mirov ji zarokên picûk bipirse “Ka ye cavê
te?“ Ew bi destê xwe diyarî cavê xwe dike, û hwd.
Wan reaksyonan mirov dikare li gel heywanan jî temaşe bike. Lê
zarokên piçûk bê ders û xelatan, bi xwe fêr dibin. Heywan heta
derecekê bi xelatên wek xwarînê û dersên taybetî fêrî wan reaksyonan
dibin.
Beriya ku zarokên
piçuk fêrî bêjeyan dibin, ew dest bi axaftinê dikin. Car caran jî
wek mezinan devê xwe dibe û tîne, dixwaze wek mezinan dengan derxîne.
Beriya ku biaxife zarok dibe xwedî gelek bêjeyan, wan fêm dike, lê
nikare bibêje. Minak: Ku mirov bibêje hesp, ew diyarî hespê dike û
dibêje hîhî, nabêje hesp.
Struktura ferbûna
zimên li gel zarokan
•
Hiraşî
u sazûmaniya hevokan heye.
•
Struktura kûr û serrû heye. Struktura kûr li ser wateyê
radiweste. Herdu struktur bi
şertên tranformasyonê digihîjin hev.
•
Ziman dikare bêdawî hevokan biguhirîne û dikare herdem hevokên
nû biafrîne.
•
Daku zarok dikaribin fêrî zimanekî bibin, divê wateya ziman
fêrbibin. Pêşî struktur, rêziman, ne pewist e. (Di nav civaka
kurdan de hejmara ku rêzimanê kurdî dizanin gelek kêm e.
Hejmareke mezin nikarin binivîsînin an jî bixwînin, lê dîsa jî
ew rast diaxifin û dizanin kîjan hevok û bêje rast in.)
Ev hinek minakên jorê
diyar dikin ku prensîpekî giring heye:
Zarok ne tenê fêrî
axaftinê, bêjeyan û gotinan dibin; ew herwiha fêr dibe ku her
bêjeyek xwedî livandin (hareket) û wateyan e. Ev hemû jî
prensîpên zimannasî ya linguistik in.
Di pir civakan de
bawerdikin, ku zarok bêjeyên pêşî „da“, „dayê“, an jî „ba“, „yabo“
bi kartînin. Ev baweriyeke ne rast e. Ev gotin perçeyekî dengdayên
zarokan in. Tê bawerkirin, ku gava dayîk an jî bav wan gotinan
guhdar dikin, bawer in zarok navê wan dibêje, wiha ev zarok kêfxweş
dibin û zarok motîfe dikin daku dîsa bibêje.
Piştî wan gavan zarok
destpêdikin û bêjeyan kombîne dikin û wiha hevokan diafrînin. Ev dem
dema têgihîştina cihanê ye.
Di têgihîştina dinyayê de ziman
ristekî mezin dileyize.
Têgihîştina dinyayê
•
Zarok bi kurtkirina bêjeyan û kopykirina zimanê mezinan fêr
dibin.
•
Kurtkirina bêjeyan bi zanebûn tê kirin, ev metodeke taybetî ye
ku bi her zarokekî re, ji dayîkbûnê ve, heye.
•
Zarok di wan salên pêşî
de zêde dixwazin naveroka bêjeyan fêm bikin.
Minak: „Dayê, em herin malê.“
•
Mezin jî, bêjeyên zarokan rast dikin, heta wan bêjeyan rast
fêrbibin.
•
Ziman çiqas ji hev cuda bin jî, dixwazin wateya pêwendî û têgihîştinê
were amedekirin.
•
Beriya rêziman, zarok stratejiyên têgihîştin
û wateyê bikar tînin.
•
Di destpêkê de zarok ji aliyê mejû xwedî kapaziteyek mezin in û
zû enformasyonan digirin.
Teoriya Pêşvebirina Ziman
Zarok herdem di nav civakekê de tê
dinyayê û herwiha jî, bi zimanekî taybetî jî, tê dinyayê. Ew fêrî
zimanê civakekê dibe ku bi pir dijwarî û xwedî serpêhatinan, çand û
dîrok e. Her roj, bi mezinbûna xwe xezîneyeke taybet û şexsî ji xwe
re ava dike. Ew zarok fêrî dengdayinê dibe, fêrî wateya bêje û
hevokan dibe. Bêjeyan li gora rêziman dide ber hev û dike hevok ku
her endamê wê civakê têdigihîje. Derfeta ku xwezayê daye mirovan,
daku bikaribe hevokan biafrîne, mirov jê re dibêje xwedî bingeha
linguistik. Daku zarok bikaribe bi mirovên din re biaxife, ew
fêr dibe di kîjan demê de û di kîjan rewşê de kîjan bêjeyan bikar
bîne. Zarok fêr dibin ku di kîjan bûyer û tiştan de bi pir rewşên
cure bi cure bi ziman binîrxîne.
Bi têoriya bingeha ferbûna zimên
û teoriya pêşvebirina zimên mirov derxistin û guhartina
ragihandina ziman dinirxîne. Bê guman mirov nikare bibêje ku
têoriyeke ziman heye ku her babet û taybetên ziman derxîne. Di
têoriya ziman de pir dîtin li ber hev, ne dijî hev radiwestin û ji
pir aliyan wê dixwazin bingeha pêşvebirina ziman pêşkeş bikin.
Têoriyên Ferbûnê
Di têoriyên fêrbûnê de dixwazin
diyar bikin ku mirov dikarin ziman ji hev fêr bibin. Ango zarok ji
mirovên mezin fêrî ziman dibin. Skinner di sala 1957’an de di
pirtûka xwe de ya „Verbal Behavior“ dixwest ispat bike ku ziman wek
livandinekê ye. Çawa mirov li gora dayik û bavê xwe destê xwe bilind
dike, an jî nan dixwe, ew wiha jî fêrî ziman dibe. Bêguman rast e ku
mirov pir tiştan ji dayik û bavê xwe, an jî ji mirovên din fêr dibe,
pir tiştan kopî dike, lê pir tiştan mirov bê kopî jî dizan e. Di
rexneke mezin de Chomsky (1959) dijî têoriya Skinner derdikeve.
Ku îro mirov li ser Noam Chomsky
nûçeyan dibihîse bi gelemperî li ser raman û rexna polîtkîka
Amerikayê ye. Hinek jî dibêjin, ku li Dewletên Yekîtiya Amerîka tenê
yek oposîsyon heye: Ev jî Chomsky ye. Lê Chomsky bi xwe Profesorê
psîkolînguîstîk e, ango li ser afirandina ziman radiweste. Cara
yekemîn Chomsky di salên 50’de têoriya afirandina ziman a gerdûnî
diafirîn e.
Chomsky bawer dike ku „ gelek
zarava û ziman ku gelek dûr ji hev xuyan e, ev ziman û zarava ji
hev fêm nakin, lê dîsa jî aliyê rêziman, hinek şertan û ştrukturan
nêzîkî hev in. Ev ştruktur billî hemû guhartinên dîrokî û bûyeran
nayên guhartin“ (Chomsky, 1973)
Dîtinên
Chomsky ji sala 1965 an heta 1986 li ser ziman
•
Zarok bi çebûna xwe re xwedî rêzimanekî gerdûnî/universel e. Ev
struktur babetekî bijolojî bi her zarokekî re ye.
•
1. Language Aciquisition Device (LAD): Mekanismeke Ferbûna Ziman.
Ev LAD derfet dide ku mirov têzan (hypothesan) cêbike.
•
2. Mekanismeke biryar dayin: Kijan rast e, kijan ne rast e.
•
3. Mekanismên gelemperî, gerdûnî
•
Bi wan 3 Faktoran zarok guhdarî zimanê mezinan dike û li gora vê
struktur û rêziman di hinek salan de fêr dibe.
Wek di grafîka jorîn de tê
diyarkirin gelek teorî li ser ziman hene. Mirov nikare bibêje
dîtinek rast e, an jî xelet e. Ez di wê baweriyê de me ku her têorî
ji pêşvebirina ziman kedeke baş kirine û divê li ser wan bingehan
têoriyên li ser ziman bi zanistîyên nû werin rawestandin.
Pêşî hinek gotin li ser rewşa
welatê kurdan û ziman
Rih çiye?
Ji kuderê hat?
Diyar e ku ê min e, û dîsa jî
Xwe-Hiskirina min an jî
nasnameya min tune
John Kates, 1819
John Kates di sala 1818 û 1819’an
de du caran dixwest helbestê li ser Hyperion binivîsîne û her du
caran dest jê berda. Bi mînakekê li ser Xwedayê TITAN dixwest
têgihiştina NASNAME ya civakî û ya şexsî şirove bike. Lê
nîvîskarekî mezin wek Kates ket nav gelek aloziyên felsefîk û bi
zanebûn ev nivîsa xwe rawestand.
Mesela Kurdan û nasnameya wan jî
tijî alozî, astengî û pirsgirêk e. Bi hemû babetan dagirkerên li
ser welatê kurdan şerekî eşkere û veşartî dijî vî gelî dike. Hevqas
teror, zilm û zordarî pêkaniye ku ji xeyina axaftina zimanê kurdî,
ji ber sedemên hingavtin, teror, tirs, derd û kederan mirov bê
ziman bûye.
Ji sedsalan ve li heremên Kurdan
şerekî veşartî û eşkere dimeşe. Jiyana gelê Kurd herdem di nav xwînê,
mirinê û qirkirinê de derbas kiriye. Van bûyeran bandoreke mezin li
ser hest, dil û zimanê Kurdan kirine. Îro jî em di stran û nivîsên
Kurdan û kar û barên rêxistinên Kurdan de dibînin. Teror mirov
dikare bêziman bike. Êş, zilm û zor hevqas dijwar e ku ziman têr
nake, wan dilînên me bîne ziman. Mirov di hundirê xwe de tije dibe û
dikare wiha bibe xwedî gelek nexweşiyan. Ev jî bandoreke mezin dide
ser pêwendiyên zarok û malbatê. Axaftineke rasterast, li ser her
babetan çênabe. Ev jî dikare astengiyên mezin ji bo pêşvebirina
zarokan derxîne. Mejû wiha nikare bi rihetî vebe û hucreyên nû bi
hev re girêde, daku mirov bibe xwedî kapaziteke mezin.
Ez herwiha jî bawer im ku lewra jî
rêxistinên Kurdan jî di gelek stratejiyên xwe de ratsyonal analîze
nakin. Di gelek daxuyaniyên wan de parekî mezin tijê propaganda û
xwe-parastinê ye. Heta babetekê an jî pirsgirêkekê şirove dikin „ji
Adam û Hewa“ destpêdikin. Analîzekirina edebiyata Kurdî ya nîvîs û
devikî jî gelek balkeş e, lê divê di cihekî dinê de were nivîsandin.
Ji ber sedemên dagirkeriya
Kurdistanê ragihandina di nav Kurdan de pêşneketibû. Heta hinek
gundên ku 30 heta 40 kilometre ji hev dûrbûn, baş hev nasnedikirin.
Li gundan jî mirov bi şerê bircîbûnê hewqas mijûl bû ku dem tune bû
li ser pirsên nefsî, ruhî rawestin. Em lewra jî wan fenomênan li
dervayî welat jî dibînin. Li gora lêkolîneke me di sala 1998’an de
ji bo wezaretiya hundurî , tê diyarkirin, ku ciwanên Kurd her roj
tenê 10 deqîqan bi dayik û bavên xwe re diaxifin. Axaftina ciwanan
bi malbata wan re li ser diravan, pirsên dibistanê û tenderustiya
wan e. Malbat ji wan zarokan li ser pirsên wan yên ruhî nizanin
bipirsin. Lewra jî ev ciwan diçin cihên ciwanan û bê xwedî, dawî
tiştên xirab dikin. Ew dixwazin li ser derdên xwe biaxifin, lê tukes
tune ku wan guhdar bikin.
Bandorên terorê li ser ziman xwe
gihandine Ewropa jî. Înkarkirina Kurdan li Ewropa jî dom dike û di
gelek rojnameyan û televiziyonan de gelek nêgatîv li ser Kurdan tê
axaftin. Lewra jî gelek zarokên Kurdan û malbatên xwe eşkere xwe
Kurd diyar nakin. Ev înkarkirin jî, zarokan dike nav nakokiyên mezin:
êdî ziman û nasname veşartî tên jiyandin. Ev zarok ji xwe dipirse: „Ez
Kurd im, an jî Alman im, belkû Tirk im?“, Navê min jî yê Tirkan e,
lê ez kî me, ji kuderê me?“ Wiha gelek pirsan bê bersiv dike û ev
zarok dikare têkeve nav aloziyên civakî û şexsî.
Bandora terorê ne tenê li welatê
Kurdan dom dike, ew herwiha bi şerê psîkolojî li derveyî welat jî
dom dike. Ev alozî di nav Kurdan de ne nû ye. Ji sedsalan, nesîl li
ser nesîl, bav pişt bav wan bandorên psîkolojî li gel xwe kom dikin
û didin nesîlên din. Wiha mirov dikare bibêje ku ev „nexweşiyên
psîkolojî“ jî bûne perçeyekî jiyana her kurdekî. Ev pirsgirêk wê di
pêşerojê de jî me pir mijûl bikin.
Ziman û civak
Ez cûme
Ji ber zingên xwe:
Min xwe,
Nasnameya xwe ya bi hêz,
min rastiya xwe
Berda, li cihekî di
nav Navê-Xwe û cihê ku ez niha runiştî me
Li ser vê perçekî wê
erdê.
John Keats, 1818
Ku mirov medya Kurdan di wan dawiyê
de binîrxîne, tiştek balakeş e. Herkes li ser girîngtiya zimanê
Kurdî û projeyên civakî diaxife, dinivisîne û guftûgoyan li ser
dike. Bê guman ev tiştekî giring û pêwist e, lê dîsa jî, divê were
pirskirin, ma gelo ji mêj ve li ser wê xala giring ne dihat axaftin,
an jî, ne di hat nivîsandin? Car caran jî, ji min re wiha tê
diyarkirin, ku hinek rêxistin û siyasetmedarên Kurdan di karên xwe
yê siyasî û ramanî de dikevin astengiyan, herwiha ji cekmecên xwe „xala
zimanê Kurdî“ derdixin û gel demekê pê mijûl dikin. Diruşmeyên wek
„bi zimanê Kurdî biaxifin, binivisînin û bifikirin“ pir caran
derketine ser rojevê û dîsa winda dibin.
Ez dixwazim di vê nivîsê de zêde li
ser ziman bi aliyê psîkolojî û civakî rawestim. Guftûgoyek li ser
alfabê, amedekrin û afrinandina saziyan ji bo pêşvebirina zimanê
Kurdî, an jî konzeptên perwerdekirinê ne hewceye were axaftin. Ev
erk û delametên netewî û civakî ne. Lê heta em bigihîjin wê merhelê,
pir karên bingehîn û belkî ya herî giring têgihîştin û bawerî hewce
ye, ku bê axaftin û pêşvebirina ziman di nav civakê de, emê dîroka
xwe ya kolektîf û wiha jî, civaka xwe ya kolektîf di pêşerojê de
seqet û bi pir birrînên xedar bihêlin. Mejûyên kolektîf, ango hemû
tiştên di dîroka Kurdan de derbasbûne û êdî di nav civaka Kurd de
dijîn bi zimanê zikmakî orjînaliya xwe winda nake û billî hemû
înkarkirina çanda Kurdan di nav gel de wiha dijî. Lê ku em di demeke
teknîk ya medya de zimanê Kurdî neparêzin, emê di demeke kin de
çîrok, metelok, mitolojî, dîrok û ramanên xwe ji bîr bikin, an jî,
bi zimanekî din fêr bibin. Ji xwe jî, pir Kurd li ser dîrok û ramana
xwe bi zimanekî biyanî dixwînin. Lewra jî îro em himberî teşqeleyeke
mezin in, têkçûna zimanê zikmakî, têkçûna civakî an jî, deformasyona
wê ye.
Zimanê gel, komek an jî netewek
çiqas dewlemend û peşketî be jî, ku ne bijî, nikarê ji bo pêşerojê
bibe zimanê zarokan, ango nesîlên nû. Ziman divê bijî, ango di her
xala jiyana Kurdan de, divê ziman bibe bingeha ragihandinê û
pêwendiyê. Ku bi Kurdî em bi hev re li ser raman, çand, civak, aborî,
û hwd. neaxifin, kise nekin, ne şitexlin, xeber nedin, şor nekin, ku
em kul û derdên xwe, xewnên xwe bi hev re par nekin, ziman nikare
bijî. Tenê ku hinek rewşenbîr, nivîskar, komeke piçûk bi zimanê
Kurdî biaxife, ev têr nake. Di dîrokê de tê zanîn ku demeke dirêj
zimanê Latînî li Ewropa zimanê bingehîn yê zanistî, aborî, çandî û
hunermendî bû. Lê îro ne civakek an jî, gel bi wî zimanî diaxife.
Lewra jî, ji zimanê Latînî re îro dibêjin, zimanê mirî. Herwiha
piştî dagirkeriya Ewropa li Africa ya mezin bi hezaran zimanên
civakî û eşîrtî windabûne. Ev li rojhilata navîn de jî, tiştekî ne
nû ye. Ev ziman bûne parçeyekî dîrokê.
Iro ku civaka Kurd bi hemû sazî,
rêxistin û komelên xwe bi rastî bixwazin dîsa vegerin ser zimanê xwe,
divêt ew di karmendî û têorî de bernameyên xwe biguherînin. Bi
taybetî mirovên nas, ango serokên rexistinan, siyasetmedar,
hunermend, nivîskar, û hwd. divên gavên pêşî biavêjin û bi fermî bi
zimanê Kurdî biaxifin. Minak ji bo gel û taybetî zarok û ciwanan pir
giring e. Lê bêguman ev komên elît divên ne ji bo bangeşiyê bi Kurdî
biaxifin, ev divên bixwe bi zimanê zikmaki bijîn.
Her mirovekî xwedi berpirsyar ji bo
pêşerojê bila li ser wê pirsê raweste: Kurdên li derveyî welat,
Kurden bakûr, başûr, rojava û rojhilat wê piştî bîst salên dinê ma
gelo karibin bi zimanê Kurdî bi hev re biaxifin? Ciwanekî Kurd li
Almanya wê karibe bi ciwanekî Kurd li Swêd an jî li Fransa bi Kurdî
biaxife? Ciwanekî Kurd ji başûrê wê karibe bi zimanê Kurdî bi
ciwanekî başûr re biaxife? Pirsên wiha em dikarin bê dawî pirs bikin,
lê di bersivan de em hemû zehmetiyê dikşînin.
Daku were têgihîştin ku zimanê
zikmakî ji bo civakekê çiqas giring e, ezê hinek xalan pêşkeş bikim.
Giringiya têgihîştina zimanê
zikmakî ji bo civakekê
•
Ziman di pêşvecûna nasnameyê de (kîmlik) rista herî mezin
dileyize. Ziman dibe bingeha nasnameya zarokekî û şexsîyeta wî.
•
Bi zimanê zikmakî yê dayikê zarok fêr dibe ku jiyana xwe û
cihanê nasbike û têbigihîje.
•
Ziman rê diyarî zarokekî dike, daku karibe li ser piyên xwe di
pêşerojê de raweste.
•
Zarok tenê bi zimanê zikmakî, ne fêrî tiştan dibe, ew herwiha
dikare binîrxîne û biafrîne.
•
Zarok wiha bi zimanê xwe dikare bi mirovên din re têkeve nav
ragihandin û pêwendiyan.
•
Xaleke giring di fêrbûn û giringiya zimanê Kurdî de nasname ye.
Bi zimanê zikmakî mirov şekil û formê dide nasnameya xwe û wiha
ew risteke giring di girêdana niştiman de dileyize. Çiqas
mirovek zimanê xwe dizanîbe, herwiha girêdana wî bi niştimana wî
re, girêdana wî bi axa wî re heye. Ev taybetî ji bo mirovên ku
rojeke bixwazin vegerin welatê xwe pir pêwist e. Herwiha ew jî,
ji bo jiyana diyaspora xaleke giring e. Zarokekî ku bi zimanê
zikmaki bizanibe, dikare hesantir here welatê xwe û rewşa welatê
xwe bizanîbe.
Herwiha zarok bi zimanê bav û kalan
dibe endamê civakekê û civaka xwe bi serbilindî, şahî û şerefeke
mezin dinîrxîne û lê xwedî derdikeve. Yek ji sedemên ku car caran
pir ciwan li nasnameyan xwe xwedî dernakevin, di nasnameyeke negatîf
de tê diyarkirin.
Nasname ji bo parastina dîroka
şexsî û koma wî risteke mezin dileyize. Ev jî hinek girêdayî ziman
e.
Ziman mîras û xezîna civakê
ye
•
Herwiha zimanê zikmakî mîras û xezîna civakekê ye. Ew hemû
jiyana dîrokî ya kolektîf, çand û mejûyê kolektîf diparêze û
dide nesîlên nû. Bîrbûna civakî ya dîrokî bi zimanê zikmakî tê
parastin. Dîroka her mirovekî ya şexsî û netewî perçeyekî jiyana
wî ya pêşerojê ye jî.
•
Dîrokeke kolektîf ya rast û bingehîn bi zimanê wê tê naskirin.
Bi zimanê zikmakî zarokek di nav civaka xwe de tê pejirandin,
çand û dîroka kolektîf fêr dibe û wê mîrasê di pêşerojê de dide
zarokên xwe.
•
Zarokek ku zimanê dayika xwe di zarokaniya xwe de fêr nebe, di
pêşerojê de ew pir astengiyan dibîne, ew ji aliyê civaka xwe û
civakên din jî belkî her dem biyanî dimîne. Mirovekî ku nikaribe
rast û bi babeteke têgihîştî bi zimanê xwe biaxife, ewê herdem
kêmasiyekê di xwe bibîne. Ewê taybetî kêmayên mezin di
pêwendiyên şexsî û civakî de bibîne. Lewra jî, axaftina zimanê
zikmakî bingeheke herî mezin e ji bo tendurûstiya civakekê.
•
Zimanê zikmakî dezgeheke ragihandin û têgihîştinê di nav malbat
û civakê de ye. Ku mirov ji dilê xwe, hesan û rihet nikaribe her
fikirên xwe bîne ziman, wê demê ji aliyê rih û psîkolojî pir
pirsgirêk dikarin derkevin.
Ev xalên jorîn bêgûman ji bo jiyana
diyaspora, jiyana ji derveyî welat xaleke giring e. Zarokekî ku bi
zimanê zikmakî bizanibe, dikare hesantir here welatê xwe û rewşa
welatê xwe bizanîbe û jiyana li derveyî zelal bike. Pêwendiyê welat
ji bo wan zarokan, ciwanan û mezinan mirov ji aliyê nasnameyê û
psîkolojiya şexsî ve têr dike.
Ev mînak belkî diyar dikin ku
zanebûna zimanê zikmakî çiqas giring e. Bi taybeit jî, min ev mînak
li ser zarokan da, daku zimanê zikmakî divê ji piçûkayî ve fêr bibin
û ew zarok jî, bêguman dibin mîrasperest û mîsagoriya (garanti)
civak û netewekê.
Ji ber ku îro saziyên netewî, yê ku
ne girêdayî ramaneke partiyekê ne, pir kêm in, dîsa ew berpirsyarî
dikeve ser pişta partî û rêxistinên Kurdan. Lê partiyên Kurdan jî,
divên baş têbigihîjin, ku jiyana wan jî girêdayî zimanê Kurdî ye. Ku
rojekê tu kes bi zimanê Kurdî neaxife, ew partî jî, pêwistî û
giringiya xwe winda dikin, ku dîrokeke kolektîf ya Kurdan wêran bibe,
lewra jî, ew jî misyona têkoşîna rizgariya netewî de îflas dikin.
Bi gelemperî em dikarin bibêjin ku,
kurdiyeke rast an jî xelet tune. Axaftin bi zimanê Kurdî bi her
awahî rast e. Alfabêya Kurdi bi erebî, kirilî an jî latinî hemû rast
in, tenê divê were nivîsandin û perwerdekirin. Sorani, Kurmancî,
Dimilkî, Goranî an jî Feylî wekhev in. Bingeh: axaftina zimanê
zikmakî ye.
Mesela zimanê Kurdî îro ne tenê
meseleke zimanekî ye an jî, guftûgoyeke têorî ye. Hebûn û tunebûna
zimanê Kurdî hebûn û tunebûna hemû nîrxên Kurdan yên kolektîf in.
Welate Kurdan hatiye perçekirin, lê
ku em nexwazin ku giyan, rih û nîrxên Kurdan werin perçekirin, divê
em li ser zimanê Kurdî rawestin. Divê bi zimanekî were axaftin daku
ev ziman bijî.
|