 |
Kurd dikarin bê
Êzidiyan Fedryaliya xo bi rê ve
bibin, Dewleta xo ava kin,
lê belê
Êzidî nikarin bi
serfirazî, bê Kurd û Kurdistanê
bijîn!
Dr.Xelîl
Cindî Reşo
Wek rastiyek
dîrokî, ez bêjim, divê ev pirsa
we hinekê bêt serrast kirin; ew
kes yan ew kesêt dibêje: ez
Êzidî me, ez ne Kurd im, yan: em
Êzidî ne, ne Kurd in, bo cara
yekê, ne li Kurdistana başûr
piştî rûxandina rijêma Baas
peyda bûne, belkî girûpek e wisa
bo cara yekê li destpêka salêt
notan de, belkî berî hingî jî,
li komara Ermenistanê bi
serkêşiya yekî bi navê ( Omer
Ezîz) peyda bûye. Ne wek her
eve, belkî li Kurdistana rojava
jî, komek kesan heye min bi guhê
xo ji wan bihîstiye, gotine: em
Êzidî ne, ne Kurdin!. Her wisa
li Kurdistana başûr, gotina: (
ez Êzidî me, Êzidî ne Kurd in)
ne piştî têkçûn û rûxandina
rijêma Baas peyda bûye, belkî li
demê rijêma Baas, ku dû caran
hatine ser hukum ( 1963- 1964 ,
1968-2003) gelekan ji serokêt
êlên Êzidiyan, ji mîrêt
Êzidiyan, serokêt siriyêt çetan,
zelam û noker û endamêt Êzidiyan
li gel partiya Baas wisa digotin
û dijî gelê Kurd di sekinîn. Li
destpêka salêt heftiyan de û bi
dirêjaya bitir ji deh salan,
mîrekî Êzidiya bîroyek bi navê (
Al-maktaba al-amawîyah) li
Baxdayê hebû, xebat û
propogandek e mezin bo bi Ereb
kirina Êzidiya dikir! Her dîsan
mîrekî din yê Êzidiyan li
serhijmara sala 1977ê bi razî
bûna wî , êzidî li ser kaxezan
ereb nivîsîn! Belê em di karîn
bêjîn biştî ji navçûna rijêma
Baas bi serokatiya Sedam ê
diktator, ew deng bitir bûn û
hinek gehiştin wê derecê xo li
çarçovê rêkxistinan de rêk
biêxîn in.
Pirsa giring
ewe; erê ew kesêt dibêjin bi
tenê em Êzidî ne, ne Kurdin li
piştî têkçûna rijêma Baas-
Sedam, yan piştî têkçûna sîstema
Sovyata berê, bi taybet li
komara Ermenistanê, yan berê jî
ew deng hebûn, belê ne wisa bi
aşkirayî bûn?
Li hêre de pirs
ewe: egerêt (sedemêt) vê diyardê
çî ne? Boçî ev deng niho (niha)
wisa bilind bûn û hinek girûpêt
wisa peyda bûn?!
Li demê arîşe û
kirîzeyêt mezin mîna ji navçûna
rijêmekê, bi taybet rijêmek
diktator wek ya Sedam, û
helweşandina tevaya deste û
binemayêt dewletê, bêguman
boşayek mezin peyda dibe, her
kesekî hebe di hêt xo li meydanê
de bibezîne, govendê dike û bi
navê siyaset , dîn û
rewşenbîriyê diaxife!! Jiber ku
aqil û devê ewan kesan li demê
wê rijêma dîktator de girêdayî
bû, piştî herfandina wê rijêmê,
ew qeyd û pabend hatin
şikênandin. Eve egereke giştiye
û bi ser her kesekî de di hêt
gotin; ne merce ku ew kese Êzidî
be.
Bo çî ev diyarde
li nav desteke Êzidiyan de, li
Îraq û Ermenistanê peyda bûye?
Bi baweriya min vedigerêt ser
van egeran:
1-
Barê
saykolocî: jiber ew kuştin û
qirkirinêt di dirêjiya dîroka
Îslametiyê de bi serê êzidiyan
de hatî, barekî saykolocî xirab
li cem Êzidiyan beramber
Musilmana peyda kir. Raste
Îslametî ji nav Ereban ( Durgeha
erebî) serheldaye û li nav gel û
deverêt dûr belav bûye, lê belê
piştî gelê Kurd ew dîn qebûl
kirî, bi navê wî dînî hatîn
zilim , wêranî û ferman anîn
serê Êzidiyan , mîna fermana
(mîrî kore, Mahamad paşayê
Rewandozî, yan fermana mîrêt
Botan) ji destê Kurdêt Musilman
hatî serê Êzidiyan piştî leşkerê
musilmanêt Ereb ji deverê dûr
keftîn, wisa li Êzidiya hat,
demê bêjin Kurd = anku
Musilman!. Ev zilima han perdek
tarî dana ber çavê Êzidiyêt
belingaz ew çu cudayê di nîveka
netewe û dîn da nebînin!. Anku
li gor wan qirkirina û nêrîna
Musilmana bi çavekî kêm û nizim
ji Êzidiya re, dîwarekî
saykolocî nêvbera pirraniya
Êzidîya beranber Musilmana
peyda kir!. Niho jî hinek kes di
hên, ji bo berjewendiyêt xo yêt
taybet, qazancê ji wê egera
nazik ( ya saykolocî) diken û
xelkê belingazê Êzidiyan pê
qayil diken!.
2-
Bitire
ji 40 çil salane (1963- 2003)
hizbê Baas, wek hizbekî
regezperist û şofînizim, her
wisa rijêt dî yê Erebî, ewêt
hatîne ser hukmdariya Îraqê,
tevaya wan dijî gelê Kurd xebat
kirine û xwestine hebûna Kurdan
hinda (wunda) biken. Rijêma baas
bi rêbazekî rêk û pêk û bo demê
çil salan di nav Êzidiyan de kar
kirine û hevalêt xo yêt Êzidî li
dijî gelê Kurd perwerde kirine.
Vêcar, hîç nebe, gelek Êzidî ku
endamêt hizbê Baas bûn, mêjiyê
wan hatiye şuştin û perwerda
Baasiyan heta niho jî di serê
wan de di live!! Heke nikarin,
yan şerim biken ewan baweriyan
aşkera diyar ken, lê belê hewil
diden bi rêka durist kirina
hinek rêkxistin û partiyêt dînî
li bin perda êzidiyatiyê kar
biken!
Li Ermenistanê,
her ew regezperist û şofînizmêt
Ermen bûn, rik û dilreşiya xo
dijî gelê Kurd dizar kirin û
hewil dan- niha jî di
berdewamin- hinek Êzidiyan
palveden, ewan ji gelê Kurd
veqetînin, bêjin ,, em Êzidî ne,
ne Kurdin!,, sedema wê yekê jî
ewe Ermen wisa di hijmêrin ew
qirkirina wana sala 1915ê ji
destê dewleta Osmanlî bi ser wan
de hatî, Kurdêt musilman beşdarî
têde kiriye. Li hêre de, çî ji
aliyê Ereban çî ji aliyê
Ermenan, yan her gelekî din,
şofînizma neteweyî û
regezperistîyê, ewan rolê çepel
û nemirovatî leyiztine. Helbet
radîkalî û serhişkiya dînî
fakterekî here xirabe bo dûr
bûna girûp û baweriyan ji yek û
du.
3-
Rewşa
civakî û siyasî pirr xirab û
nebûna xizmetguzariya li gelek
deverêt Êzidiya, bi taybet
devera Şingalê, her wisa hebûna
nexundewariyê li nav hinek
deverêt Êzidiyan, wisa dike
xelik ji halê têde bêzar bin û
penayê biben ber baweriyêt dînî
û doza neteweyî li cem wan hind
ne giring be. Bila ewê jî ji bîr
ne kîn, dijminêt gelê Kurd ji
kevne Baasiya, êlêt Ereba li
devera Şingalê, bizavêt Aşurizêt
radîkal, destekêt dewletêt
cînar, hinek Êzidiyêt li gel PKK
ku li demê rijêma Sedam li nav
Êzidiyêt Şingal û Welatê şêx kar
dikirin...evan giştan û her yekî
li gor şiyana xo, girûpêt
Êzidiyêt radîkal û kevne baasî
palvedan li dijî gelê Kurd û
partiyêt Kurdistanê, niha jî
dijî taqî kirina fedriyalîyê
bisekine û arîşa jê re çêken.
4-
Piştî
rûxandina rijêma Baas û ew
derfetên serbestî û dîmokratiya
li Îraqê bi giştî û li
Kurdistanê bi taybet peyda bûyî,
gelek rêkxistinêt rewşenbîrî,
civakî, sivîl hatin avakirin,
her yekê ji wan rojname yan
kovarêt xo weşandin. Li hundir û
dervey welêt jî Malperêt
Internêtê hatin vekirin. Derfet
çê bû her kesek bi kêfa xo
tiştan binvîse. Mixabin hinek
Malperêt Êzidiyan û gelek
nivîsarêt têde hatîn weşandin,
rolekî gelek xirab leyiztin ji
bo arandina hestê Êzidiyêt sade.
5-
Şaşiyêt here mezin yêt endamêt
Êzidî li gel herdu partiyêt
desthelatdar li Kurdistana başûr
( KDP- PUK) ku bi navê Êzidiyan
xo didan pêş û ewan herdu
partiyan jî, bêyî pirsa encamêt
karê wan biken û bizanin çend
Êzidî ji wan di razî ne,
palpiştiya wan dikir, wisa lêhat
şaşî û berjewendiyêt wanêt
bikuje û taybet, çavê Êzidiyan
şikand û li şûna ewan kesêt
Êzidî gunehbar biken, hemû rik û
kîn û nerazî bûna xo, çî
veşartî, û çî bi aşkira, dijî
ewan partiyan û netewa Kurd
diyar kirin û encamêt wê yekê bû
sedemek, helwestek e xirab
beranber mesela neteweyî (
kurdatiyê) bistîn in û ber bi
fikra dînî herin!. Encamêt vê
yekê li helbijartinêt dawiya
sala 2005ê derketin û Êzidiyan
bitir ji bîst hezar deng dan (
Tevgera Êzidiyan ji bo rêforim û
pêşketinê).
6-
Bila
ewê jî ji bîr nekîn, gelek ji
kadir û endamêt herdu partiyêt
desthelatdar, yêt me li serî
destnîşan kirîn, bi başî di
derûnê Êzidiyan negehiştîne û
hêşta binemaya baweriya
Islametiya serhişik û qebûl
nekirina baweriyêt din, di serê
wan de maye, ew bi çavekî kêm li
Êzidiya di nêrin. Ev helwêstê
hanê li gelek ciya dibite egera
peyda bûna arîşan û nehez û
dijminêt Kurdan qazancê jê
werdigirin û Êzidiyêt sade ber
bi rêya nerast balve diden.
Helbet hinek
sedemêt dinêt biçûk û layekî
hene, lê bi baweriya min ev her
şeş egerêt hatîn bi rêz kirin,
egerêt serekîne ku hinek kes,
yan girûpek Êzidiya bêje ,, em
Êzidî ne, em ne Kurd in, ne
Erebin!,,.
Derheqa herdu
pirsêt we yêt din: ( Ta bi
kîjan radeyî êzidî di karin ne
Kurd bin? û Êzidiyatî di
kare wisa serbixwe, ne têkildar
û ne girêdayê netewa Kurd be?)
Berî persiva van
pirsêt we bidem, dixwazim çend
têbîniyêt biçûk destnîşan bikem;
yek: her mirovek
( jin yan mêr) be, wek takekes,
dikare dînê xo bi cî bihêle û
here ser dînekî dî , yan jî ( li
Europa) bê dîn bimîne. Demê
diçite ser dînê nû, dikare ewê
baweriyê helgire û rê û risimêt
wê fêr bibe.
Dû : her
mirovek, dîsan wek takekes,
dikare ji netewa xo bêrî (inkar
bike) bibe, bi ziman bêje: ez ne
Kurd im. Belê pirr zehmete ew
bikare bi hesanî nasnameya
netewek dî bistîne. Nasnama
neteweyî gelek zehmetirin
(zortir) ji nasnama dînîye,
neteweyî: ziman e, erd e, dîrok
e, hest e, cugrafiya ye, urfêt
civakîn e,...htd., ji ber vê
yakê jî heke çend mirovek, yan
girûpek e biçûk li ser binyatekî
dilreşiyê , yan hewêstekî
siyasî, yan ji ber her sedemek e
dî, xo li pîsyatiyê girtin û
gotin ,, em ne Kurd in,, lê belê
ew nikarin rastiyêt dîrokê bi
guhorin, bêjin ,, Êzidî ne Kurd
in,,. Ji ber vê yekê jî, ez
dikarim herdu pirsêt we yêt jor
bikem yek pirs û persiva wê bi
kurtî bi vî awayî bidem: ,,
Kurd
di karin bê Êzidiya Fedriyaliya
xo bi rê ve biben, Dewleta xo
ava kin, lê belê Êzidî nikarin
bi serfirazî, bê Kurd û
Kurdistanê bijîn! ,,
Boçî ez vê
persivê didem? ji ber ku
kuryatiya stratîciya Êzidiyan bi
tenê xo di nav gelê Kurd û
Kurdistanê de di bîne. Êzidî di
nav xo da ne yekin bê tifaqin.
Êzidiyêt li Europa jî dijîn ne
yekin û nikarin çu biken. Çu
dewletêt dinyayê jî li pişt
Êzidiya nînin. Netewa Ereb û
Turik, her bi xo çu netew û
dînêt din qebûl naken. Netewa
Ereb û dînê Îslamê heta dînêt
xudan kitêb (Kiristiyan û
Cuhuyan) qebûl naken. Êzidî li
cem musilmanê li rê (durust)
kafire û divêt ne mînit! Erê
çawa Êzidî dê karin li dewletek
e Erebe musilman bijîn?
Kurt û kurmanc,
ew kesêt dibêjin: ,,em bi tenê
Êzidî ne, em ne Kurd in,, gelek
di bîrtengin û bitir ji serê
tivna (kepu) xo na bînin. Heke
ew mirov û girûpin e bi pilan û
şarezaya xo li ser vê dozê kar
diken, yan hinek bêyî bizanin ,
dengê wê diholê lê xoş tê, ez bi
bawerî dibêjim: herdu alî
dijminiya Êzidiya û êzidiyatê
diken. Heke ew kesne bikarin
hinek astengî û arîşan durust
biken, lê belê doma wane kurte û
dîrok dê ewan şermezar ket, her
çende ew bi xo kesêt ne diyar in
û ne xudan dîrokek paqijin!.
|
|