Kurdî

Êzîdxane

Nûçe

Gotar

Qewl û diwa

Çand û wêje

Mîtolojî

Lêkolîn

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

 

 

 

 

 

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira


Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
 Urkesh
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:10

     

Êzidiyatî di bin agirê siyaseta şaş de: Çima pirsiyara „Netewa“ Êzidiyan xwe îro dide pêş?!!

Dr.  Mîrza Dinnayî

Bêguman, ji bo wan kesên bixwazin ji dûr ve dîroka Êzidiyan ya siyasî bi xwendin gelek seyr e, gava van guherînên evro dişopînin. Her ji salên 60an de, û heta hilweşandina şoreşa Kurdî li Iraqê, belkû heta sala 2003an û hilweşandina rijêma Iraqê, Êzidî li Kurdistanê xwe ne didan beramber pirsiyara netewî. Tevî siyaseta “erebkirina” Êzidiyan, gelê Êzidî tu bizavên ji bo “netewek serbixwe” dest pê nekirin.

 

Ji Buhara 2003an de, dengê nizim bi navê netewa Êzidî dest pê kirin û roj bo rojê bi hêztir dibin û ji ber hindek sedemên logîk ev deng rûdanên giran li ser Kurdistanê bi giştî û Êzidiyan bi taybetî radiwestînin. Lewma jî danûstandin li ser vî babetî rolek pir giring heye. Herçende pirsiyar bi xwe: “Gelo Êzidî Kurd in yan na?” bi baweriya min ne pirsiyareke di cihê xwe de ye. Ji ber tiştê “bedîhî” ne pêwîst e bi çespandinê. Belê pirsiyar baştire heke bêkirin: “Gelo çima hindek Êzidî xwe wek netewek cida dibînin?” û sedem çi ne, ji bo geriyan li neteweke nû, eger em bixwe bingehê netewa Kurdan bin?

Bersiva van pirsiyaran bi gelek dîmena tê eşkerekirin, ji ber rastî bi deh rûye û rengereng e.

 

Sedemên dîrokî:

Pirsa “Netewa Êzidî” li Ermenistanê vedigere dema Sovyêtê, ku di dema rijêma Komonîst de bikaranîna “Dîn” qedexe bû. Êzidiyan jî, di xwest xwe biparêzin û xwe ji warê “Polîtîk” ve wek neteweyek destnîşan bikin, ji bo neyên windakirin. Armanc ji wê yekê ew bû, navê Êzidiyatiyê bê parastinê, bi taybet ku mixabin dîrokek reş di nava Kurd û Ermenan, de heye. Siyasetmedarên Ermen jî ev tişta bi baş dizanî. Ji aliyekî ve, Kurdê Êzidî ji Musilmanan diqetînin. Û ji aliyê din ve, xwe ji pirsgirêka “Autonomî bo Êzidiyan” qurtal dikin. Qanûna Soviyêtê di wê demê de wisa bû, her komelek netewî ku hijmara wan li ser 50 000 be, dikare li welatê xwe de mafê xwe yê netewî bistîne. Dema ku hindek ji Êzidiyên Armenistanê bûn “Kurd” û hindek bûn “Êzidî”, hijmara herdo civaka ji “Mafê Autonomî” derkeft. Û Êzidî man wek komelên biçûk.

Bêguman ferman û qirkirina li ser Êzidiyan di dema dîrokê de hatî, ku gelek caran mixabin bi destê Axa û beg û mîrekên Kurdan bû, faktorekî psîkolojî li cem Êzidiyan durust kiriye. Problem di vir de, ne ew ferman in. Belê problem dema wane. Ji ber Êzidî di bin dehên fermana re derbas bûne, hemû jî biyanî bûn. her ji Askander bigre û heta Mengolan, Ereb, Tirk, û Farisa bûn. Belê ji ber ku dîroka Êzidiyan ya nivîskî nîne, fermanên dawî bi tenê li berçav in. Ew fermana dawî jî bi destê mîrekên Kurd bû, lewma ew îro li ber çavan xweya ye. Lê kes nabêje, Osmaniyan çend caran Êzidî qir kirine, û ji mîrê kor xerabtir.  Kes nizane Askander ê Maqdonî çi bi kultura Êzidiyan û Mezopotamya kir. Û kes nizane Mengoliyan çi bi Êzidiyan kir, “Şerfedîn” ku rêberekî ola Êzidiyan  bi xwe kuştin.

 

Gelê Êzidî li Iraq, Sûrya û Tirkya ew pirsiyara netewî ji xwe nekiribû. Û di rûpelên şoreşa Kurdistanê de diyare, ku hemû Êzidî li gel şoreşa Êlûnê bûn. Heta hilweşandina şoreşê. Êzidiyan qurbanî, wek hemû miletê Kurd, di ber şoreşê de dane. Ji ber şoreşa nû, bi merama integrasyon a civakên xwe û bi dîtineke netewî lîberal xwe dida pêş, Êzidiyan jî cihê xwe di nav de dît û xebat kirin. Û di salên 60an û heta 1975 li Iraqê bitir ji 90% ji civaka Êzidî li gel şoreşa Kurdî bûn. Heta ew hijmara kêm, ji hindek Eşîretan, yên ne li gel şoreşê, tenê ji ber egerên dujmindariyê xwe didan paş, belê tucarî ne bi navê netewek nû yan cuda. Ev jî, ji me re destnîşan dike, ku “netewa Êzidî” ne tiştekî “Idyolojî” ye, belê bitir “demdemî ye”.  

 

Sedemên “Erebkirinê”:

Ez di vir de naxwazim pîlanên erebkirina Êzidiyan bidim xweyakirin, ya ku bi destê rijêma Sedam ji sala 1977an ve dest pê kirî. Hemû method û rêk û rûdan di eşkere ne. Û barê siyaseta Erebkirinê gelek bi giranî li ser Êzidiyên Şingal sekinî. Di dema 26 salan de, her bizaveke ku bihna “Kurd” jê were, hatibû qedexe kirin. Heta pirtûkên li ser Êzidiyan, û nivîsê ni zimanê Kurdî li Şingal qedexe bûn. Rijêma Baath siyaseta “Mejû şuştin” dijî Êzidiyan bikaranî. Û roj bo rojê ew ji civaka Kurdistanî dûr xistin.

Helbet ciyografiya Şingal bi xwe jî, gelê deverê ji xebat û têkoşîna “Pêşmerge” dûr kirin. Lewma deng û basên xebata netewî ji wan dûr ket.  

 

Sedemên navxweyî:

Êzidî bi dehên salan bê “Serwer” man e. Û berpirsiyarên dînî bi rola xwe ya serwerî ranabin. Serokeşîr, wek her civakek rojhelatî, tenê ji bo mafê xwe kar dikin. Rewşenbîrê Êzidî dibin beşek ji perçebûna siyasî ya Kurdî û dibin qurbanî bo şer û lêkdana partiyên Kurdistanî. Ev şer û lêkdana partiyên Kurdistanî. Ev tişta berî rewşenbîrê Êzidî sist dike û civaka Êzidî matmayî dihêle. Ev milmilane dibe rêkek bo hindekan xwe berû pêş bidin. Û di van 10 salên derbasbûyî de, ku şerê sar di nava partiyên Kurdistanî de bû, hindek “Parasît” xwe bi vî alî ve digirin û li mafê wan e, civak bi sarî û newekhevî bimîne. Û di agirê perçebûnê de bişewite. 

 

Sedemên siyaseta partiyên Kurdistanî:

Ji ber ku serokatiya herdo partiyên Kurdistanî PDK û YNK bi pirsên mezin ve li Iraqê mijûl dibin, û milmilana “Man û nemana” Iraqê de zîz dibin, ew hîn jî li ser gelek pirsgirêkên civaka Kurdî nesekinîne. Ne tenê doza Êzidiyan bê çare ye, belkû gelek doz li Kurdistanê.

Lê doza Êzidiyan bi xwe di warekî diramatikî re derbas dibe. Roj bo rojê Êzidî ji partiyên Kurdistanî dûr dikvin. Berpirsên Kurd civakê bi şaş fam dikin, û tenê “Pere” li ser hindek kesan û “Mehiya” ji bo xelkekî terxan dikin. Ew pere jî bi piranî dikeve bêrîka “Dizan” de, ji aliyekî ve, û ji aliyê din ve newekheviyê di civakê de peyda dike. Ji ber ti part û ti dewlet nikare hemû xelkê xwe bi “Me’aş” ke. Lewma ew kesên mehrûm dibin, aliyekî di digrin û hemû şaşiyan didin ber çavê xwe. Û dibînin, egera van şaşiya partiyên Kurdistanî ne. Û ji ber ku miletê Kurd bi giştî miletekî “Primitiv e”, ew dibînin ku partiyên Kurdistanî bi tenê Kurd in. Lewma eger yek dijî siyaseta van partiyan be, divê dijî Kurdiyatiyê be. Bêguman bi çavên berpirsiyarên partiyan jî wisa ye: “Yan tû bi min re yî yan tu ne Kurdî”. Yanî bi kurtî, Partiyên Kurdistanê di bin şêwirmendiya kesên ji bo mafê xwe kar dikin, derdê pirsgirêkê civaka Êzidî, bi “Bencê” lê ne bi “Operasyonê” derman dikin. Lewma jî êşên me nayên derman kirin.

 

Pirsgirêga Civaka Êzidî “danûstandina diplomasî ye”

Eve demeke dirêje, bi tayibet em kesên li dervey welat dijîn, pirsgirêka Êzidiyatiyê di qalibekî nû de derdixînin. Em dengê xwe bilind dikin û dibêjin, Êzidî taybetmendiyeke di nav Kurdistanê de, û divê wek civakek Kurdistanî mafên siyasî û civakî bistîne. Berpirsiyarên Kurd divên bi stratijiyek nû û zanistî pirsên civaka Êzidî çareser bikin. Ne bi siyaseta “Texwîn” û “Dûrkirin”, belê bi siyaseta “famkirin” û “qebûlkirinê”. Heta ew kesên dibêjim “em ne kurdin”, divên bi diplomasî werin ser masa danûstandinê.

Çareseriya problema Êzidiyan ne bi “me’aş” û pera ye,belê bi famkirina wan e. Kurdên musilman divê ne li Êzidiyan bi “çavên musilmantiyê” binerin. Û Êzidî jî divên ne bi “çavê êzidiyatî” li Kurdên musilman binerin. Divê hemû bi hev re, bi çavên wekheviyê û kurdiyatiyê –lê ne hizbiyatî- problimên civakê çareser bikin.

 

 

 

 

 

         

 

 

 Lêkolîn
ezidxane@hotmail.de

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1