|
Zindaniyê
bi serketî!
Hêzên paşverû û faşistên tirkiyê jibo
bêdengkirina Güney, ne gihane merama (armancên)
xwe û di hesab û pîvanên xwe de daku ew
neçarbibû xwe bavêje himbêza wan, şaş derketin!
Ji bextê geş re, ku dengên azad tucarî nayên
xenqandinê…
Bi herhal, ka werin em bihevre çend rêzikan ji
nama wî, a ku ji zindana Selemiyê roja 1 ê
Nîsanê, sala 1973 an şandibû ji xêzana xwe
Fatime re bixênin: „ Îro yekê Nîsanê ye, roja ji
dayikbûna mine… Hîn gelek rojên ku em tê de
nejîne li pêşiya me hene…Rojên tije êş, derd û
rebenî…Kî dizane bê ji wan rojan hîn çend mane?
Ez tucarî jibo xwe bitenê nejiya me…Û di jiyana
xwe de jî qet (hîç) ji tiştekî netirsiya me…Ez
baş dizanim, bê di rojên pêş de çi serêş û
çetnahî li hêviya (li benda) minin; lê tevî wê
jî, emê têkoşanê dijî dijminên xwe bikin…Pêşeroj
a me ye; emê bimrin, lê wê mîratê (xebat,
berhem) ji zarokên me re bimêne û ewê jî, wê wî
mîratî biparêzin; û wê ew hest bi tirsê
nekinin…Emê rojekê ji rojan zora tirsê, bindestî
û têrorê bibin…Emê bi saya prensîp û baweriyên
xwe yên xwirt, dijî vê zordestiya hovîtî
biserbikevin…Ev yek misogere (sedî sede)…Ew
(dijmin-I.M.) bi hêvîne, ku girtina mirovekî di
nav çar dîwarên kevirî yên situr û ter (şil,
avgirtî) de, û hiştina wî di pişt derabeyên
hesinî de wê wise lê bike, ku vîna wî lawaz bibe
û wê wî neçarbikin, daku bawerî û nerînên xwe
biguhere!! Lê ew xwe dixapênin; ew tênagihêjin,
ku ew tişt qet nabe (ne mumkine)…Ew tênagihêjin,
ku misoger wê deriyên hesinî û bendên ji polat
bêne hilweşandinê…“.
Ez nizanim bê helwêsta xwendevan ji van
gotinên sade û dilsozane re wê çi be? Lê ez
neçarim bêjim, dema ku min ew xwendin tu rê li
ber min nema jixênî, ku ez bejna xwe, jibo
rêzlêgirtinê ji mirovekî wise mêrxas û vînpolat
re nizim bikim!
Ji me hemiyan re eşkere ye; heger Yilmaz
bixwesta, derfet jibo wî hebû daku ji nerînên
xwe vekişe (vegere), serê xwe jibo faşistan
nizim bike û bi jiyaneke xweş „ ger û kêf, jinên
bedew, qesir û koçikên bilind, qerwaş û
otombîlên buha“ razî bibe! Lê wî ew jiyan
nexwest û ji berdêla (ji dêvla) wê ve bi
serbilindî zindanên tarî, perîşanî û rezîltî
helbijart…Güney xortaniya xwe û piştre jî hemû
jiyana xwe kirin qurbana nerîn û pernsîpên
mirovayetî yên ku bi wan bawerî anîbû! wî ji dil
têkoşan jibo azadiya gelê xwe û hemû gelên
bindest dikir!
Güney ev tişt ne tenê bi gotinan belê herwise jî
bi xebatên xwe yê di pêş de tekez kir! Di vî
warî de wî di hevpeyvîneke xwe de jibo rojnama
„L’Humanîtê“ wise gotibû: „ Jibo min giringe, ku
ez bikevim nav rêzên gelê xwe de û hevbeşê êş û
têkoşana wî bim. Ev yek ne tenê vêgavê, belê di
dema pêş de jî wê çetnahî û serêşiyê bixwe re
bênê, lê pêwiste mirov di jiyanê de ji nirxdana
wê têkoşanê ne tirse; berevajî wê (bi pêçewane,
bile’kis) gereke em li hember çetnahiyan
rawestin. Ez dizanim ez çi nirxî didim, lê di
heman demê de, ez dizanim bê ez çi jî werdigrim
(distênim); ez rûmetê distênim, û ew besî mine
(têra min dike)…“(28).
Di dema ku Güney xwe jibo çêkirina filîmekî
nû amade dikir, dewleta tirkiyê ew birne
zindanê, lê di jiyana wî de ew necara yekem bû û
ne a dawî bû jî, dema ku zindan li ser rêya
pêkanîna projeyên wî, jê re dibûne dîwar?!!
Yilmaz ne mirovê şikestin û revê bû, belku ew
zêdetir mêrê serketinan bû, ne tenê li
serbestiyê, belê herwise jî di zindanê de!!
Piştî girtina wî bi du heyvan, romana wî
“Situxwar mirin” xelata Orhan Kemal a wêjeyî
stand û di heman demê de jî, jibo rêzlêgirtin û
liberçavgirtina afrandin û xebatên wî, ew weke
baştirîn kesayetiya hûnerî di welat de hate
helbijartin ê! Ev yek di encama rêfêrêndum
(pirsiyarî) de a ku govara hunerî „Miliyet“ di
nav 25 kesayetiyên navdar li tirkiyê çêkiribû,
hatibû! Jibilî wê jî filîmê wî ê „Bav“ di îluna
sala 1972 an de li fêstîvala sînemê a seranserî
(li ser astê, timamiya) tirkiyê, li bajarê Adena
xelata serke a zêr stand û Güney û Huliya
Koycengit (yên ku rolên sereke tê de pêkanîbûn)
xelata baştirîn rol ên mêr û jin a wê salê
bihevre standibûn! (29).
Bêgoman encama biryarên komîta Jûrî, nexasime
serketinên Güney, ne bidilê desthelatdaran bû!
Wan mêtodek bikar anîn, ku hîn berî wê di
dîrokê de rûnedabû: komîta Jûrî neçar kirin
daku biryarên xwe biguherênin! Jiber wê roja
din, Jûrî xelata „zêr“ ji filîmê „Bav“ kişandin
û dane filîmekî din bi navê „Kara Dogan“ û
herwise jî xelata baştirîn rola mêran ji Yilmaz
standin û ew dane Akter: Cuneyt Arkan
(Temaşekin, Huliya Koycengit nekete ber biryara
nû – I.M.)! Lê Cuneyt Arkan ew biryar
nepejirand, xelat wernegirt û di çapemeniyê de
jî wise ragihand: „ Ev yek qet (hîç) nayê
qebûlkirinê! Bi çi mafî vê xelatê ji Güney
distênin û diyarî min dikin?! Ev tişt jibo min
rezîltî û reswetî ye, ne ku serketine! Bi dîtina
min jî, ew xelat tenê layiqî (li bejnê tê, mafê)
Yilmaze…“(30).
Ev biryar ji aliyê hunermend, nivîskar û
hejmareke mezin ji temaşevanan hate reswekirinê;
jixênî wê jî ew bû pirsa gengeşê (diskusyon) di
encûmena milî (perleman) de! Di civînekê de ji
civînên encûmen, Bulent Acewît - serokê partiya
gel a komarê û di heman demê de jî, wê çaxê
serokê opozîsyonê bû - weha ji nûneran re got:
„…Min bi şermezarî rûdana fêstîvala sînemê li
Adan a û çarenûsa „ xelata zêr“ bihîst…Ez li vir
nikarim biryar bidim û bêjim ku ev xebata hunerî
ji a din baştire (ev filîm ji ê din
baştire-I.M.)! Lê ez sedî sed bawerim, ku ê
biryar dane hevalbendên desthelatdarên hukumetê
ne…Xelat ne ji „Bav“ kişandin, belê ew ji Yilmaz
Güney standin…“!(31).
Bi vî tewerî û tevî deriyên hesinî û dîwarên
sitûr, xelat li pey xelatê hatine zindanê!
Serketinên Güney ne tenê li welat deng dan, belê
herwise li dervî wê jî bala hunermendên cîhanî
(navneteweyî) kişand! Di heman salê de herdu
filîmên wî, „Hêvî“ û „ Şênî“ bi serketineke
mezin li derve hatine nîşandan ê; yekem car di
dîrokê de, dewleta tirkiyê bi rê ya filîmê
„Şênî“ beşdarî fêstîvala Vênîsiya a navneteweyî
li Italiya kiriye; û li wê fêstîvalê
temaşevanan, yên ku jibo Güney azadî û ji
faşistan re jî mirin dixwestin, bi germî
pêşwaziya wî filîmî kirin.
Serketinên Güney li hundir û derveyî welat û
nexasime helbijartina wî bi şêweyekî (bi awakî)
fermî ji aliyê govara hunerî „Miliyet“ ve, weke
mirovê herî navdar yê sala 1972 an, weke sîleyke
(şêqam, şeqazile) xwirt li ser û çavên
destheladarên tirkyê wê çaxê - û ên piştre jî –
hat! Lewra girtina „ Hezkiriyê „ temaşevanan û
rû yê herî naskirî di welat de, ji wan re ne
hesan bû! Jixênî navdaran jî, milet bi hemû
çînên xwe ve, nexasime hezkiriyên hunera wî,
dengê xwe bilind kirin û daxwaza serbestkirina
wî ji hukumetê xwestin! Her kesekî bi cûreyekî
deng û hesta xwe jibo azadî û piştîvaniya Yilmaz
derxist: hinekan jê re name nivîsandin, hinekan
jî li kolanan civîn û meşên protêsto li
darxistin û hinekêd main jî helbest û stran li
ser gotin…Tenê bo nemûne, ez li vir dixwazim
malikekî (parçekî) ji strana Aşiq Mahzûnî a bi
navê „Yimaz Güney“ û a li gor sakoxan bûbû
straneke gelêrî, ji wer bênim ser kaxezê:
Yilmaz, Yilmaz Rojhelat nanewê (natewê, naşikê)!
Rojava Yimaz, Bakur Yilmaz!
Yilmaz, Yilmaz, Güney (başûr) Yilmaz!
Xortên me na tirsin…Xortên me mêrin! (32).
Bêgoman, girtina Güney ne tenê mirovhez û
pêşverûyên tirkyê dilxemgîn kiribû, belê herwise
jî hunerdost û pêşverûyên cîhanê jî xembar kiri
bû…Piştî girtina wî bi demeke kurt, navdarên
sînema cîhanî, hnermend û pêşverûyên europî
nameyke protêsto li ser girtina wî, şandin ji
hukumeta tirkiyê re: “…Roj biroj huner, çand û
zanist bi giştî li tirkyê dikeve bin fişarê (zextê)
de…Di sînema tirkî de rola hunermend, akter û
derhêner Yilmaz Güney pir mezine. Ew ji 20 ê
adara 1971 ê ve di zindanê de ye! Em jibo vî
sezayê (ceza) ne rewa û li ser rewşa
tenduristiya (sehet) wî xemgînin! Em ji hemû
filîmçeker û hunermendên cîhanê dixwazin, daku
dengê xwe jibo serbestkirina wî bilind bikin!
Herwise jî, em bi navê hemû hunermendan kiryara
hukumeta tirkiyê bi girtina Güney şermezar dikin;
û bang li hemiyan dikin, ku li ser vê nameyê
imze bikin” (33).
Cihê gotinê ye, ku li bin vê name yê 7 fîrme (şirket)
yên sînemê û yekîtiya şanogeran yên Siwêd ê û
Elmaniya Rojava imze kiribûn, herwise 156
hunermendên sînemê û şanogeriyê jî navê xwe li
bin xistibûn; ji wan: Ingmar Bêrgman, Kosta
Gavras, Tonî Rishardson, Can pier Korîn, Mêlîna
Mêrkûrî (Piştre bû wezîra rewşenbîriyê li
Yunanistanê-I.M.), Jak Lang (Piştre bû wezîrê
rewşenbîriyê li Ferensa-I.M.), Êlîzabêt Taylor,
Rishard Borton, Dr.Lûnî H. Êster, Pîter Brûk,
Krîstyan Rîst, Klaus Koch, K. Albrêxt, Êrnist
Hofman, Ivan Petrovîç, Ulrîx Grîgor, Spîros
Patakîs, Françîso Bolzonî, Alfrêd Hîlbêrg, Hans
Jurgen Virîts, Raûl Sankla, Klaus Ider û gelekêd
main…” (34).
Du sal û nîv, bi şev û rojên wê ve, yên sar û
dirêj Yilmaz di girtîxana komara tirkiyê a
leşkerî “Selemiyê” de derbas kirin! Salên
“Selemiyê” –li gor gotina wî– xerabtrîn salên
jiyana wî bûn! Yilmaz Güney li ser wê qonaxê
nivîsand; wî hemû êş, çetnahî, dîtin û
serpêhatiyên xwe, hemû di pirtûka xwe de a bi
navê “Hucra min” çapkir…
Du sal û nîvan hunermendê jêhezkirî û
xwîngerm, ronahiya rojê di nav derabeyên hesinî
re didît; ew bi hesreta azadî û serbestiyê bû
daku projeyên xwe yên di serê wî de meyî bûn bi
cih bêne! Dema ku ji zindanê sala 1974 an* hate
serbestkirinê, wî bi van gotinan bersiva
rojnamevanan da: “…Mana min di zindanê de tê
hejmartin (hesab dibe) weke beşekî ji têkoşana
min a civakî…Vêgavê, çêkirin û derhênana filîmên
nû erkê min ê sereke…” (35).
Birastî jî, çawa Yilmaz ji zindanê derket,
yekser û bi çalakî xwe berda meydana kar, daku
filîmên cidîtir, bi armancên vekirîtir û li ser
babetên nû, yên ku sînema tirkiyê hîn rastî wan
nehatibû, çêbike…Di encama wê çalakiyê de,
filîmê “Heval” ê ku Yilmaz sênaryo ya wî di
zindanê de nivîsandibû, hate çêkirin ê.
Gelo naverok û giringiya filîmê “ Heval ” çi bûn??
Bêgoman babeta “ Heval “ di sînema tirkiyê de nû
bû; têde derhêner problêm û rewşa perwerde ya
ruhî a rewşenbîra şirove dikir; ew yek di rêya
civîn û gengeşeyên tûj de, yên di navbera
xwendevan û lawan (xort, gênc) de çêdibûn dihate
xwiyan! Di gelek wêneyan de ji temaşevanan re
dihate xwiyan ku civaka wan ber bi guhertinan ve
diçe!
Vî filîmî jiber giringiya peyama xwe, bala gelek
mirovan kişand! Ew bi taybetî çîroka guhertina
nerînên civakî ye di navbera du hevalên xwendina
zanko (unîvêrsîtê) de, yên ku ji du malbatên
gundî yên feqîr hatine! Di dema xwendinê de
herdu hevalan weke hevûdu bîr dikirn û nerînên
wan derbarê gelek pirsên civakî, ramanî (fikrî)
û siyasî weke hev bûn; lê piştî kotasiya
xwendinê û dûrketina wan ji hevûdû, guhertinên
mezin di jiyan û dîtinên herdu hevalan: E’zîm -
Yilmaz Güney - û Cemîl - Kerîm Efşar - de
çêdibin.
Cemîl, ê ku jiyana wî a diravî xweş bûye, tenê
bîr li kêfa xwe, sermiyan û seyranên xwe dike;
Lê E’zîm, weke berê maye, armanca wî di jiyanê
de xizmeta mirovayetiyê ye, guhdana problêmên
xelkê û hevbeşiya wan di şên û şahiyên wan de
ye…Piştî demeke dirêj herdu heval careke din
rastî hevûdû tên…E’zîm dibêne bê çi guhertinên
mezin di dîtin, bawerî û şêweyê birêvebirina
jiyanê: koçika mezin, jina bedew, otombîlên bûha,
qerwaşên li ber malê.. uhw. bi hevalê wî re
çêbûnne! Ew jiber danûstandina hevalê xwe
dilşikestî dibe û bandoreke mezin li ser wî
dihêle, loma jî gelekî hewil dide, daku wî bêne
ser baweriyên berê û dev ji wî kerakterê êgoystî
(Bîrkirina li xwe bitenê) ê bêmirês, berde…Jina
Cemîl a bedew û dewlemend -E’zra Balkan-
bandoreke neyênî (nêgatîv) li ser danûstandin û
kerakterê mêrê xwe dike…û ji destpêkê de bîçim,
nerîn û gotinên -E’zim- hevalê mêrê wê, li
xweşiya wê nehatibû…
Di rûniştinekê de û di dema gengeşê de li ser
pirsên civakê, wê nema xwe girt û sîleyke bihêz
li ser-çavên E’zîm xist...Cemîl di cihê xwe de
bêdeng ma û mêranî pêre çênabû ku gotinekê jî,
ji jina xwe re bêje…Wê çaxê E’zim têgiheîşt, ku
wî bi yekcarî hevalê xwe winda kir û hewildanên
wî jibo vekêşana ji wê jiyanê, bê sûdin…E’zim ji
mala hevalê xwe der dikeve…Piştî derketina wî ji
malê, dengê teqîna guleya demançê ji pişt perdê
tê guhê temaşevanan; bivê yekê derhêner dide
zanîn, ku hevaltî û pêwendiyên wan ji binî (kokê)
ve hatine birîn ê.
Yilmaz Güney bi rê ya haletên (êlêmêntên)
dirama sînemê yên cûr bi cûr û bi hostayetiya
hunerî a bilind, dide xwiyan bê çawa du nerîn
derbarê pirsên jiyanê dijberî hev derdikevin:
yek mirovayetî ye û her dijî (ev peyama hemû
berhemên Güney yên edebî û hunerî bû), û a dinjî
pûçe û ber bi mirinê ve diçe…
“Heval” dengvedaneke mezin di civaka welat de da
û di dîroka sînema tirkiyê de yekem filîm bû ku
hejmara temaşevanên wî bilind bû; ew çar
heftiyan li ser hev “ev dem jibo nîşandana
filîman di sînema tirkiyê de, dirêjtrîn dem bû“
(36) û biserketineke bênemune li hemû bajarên
tirkiyê hate nîşandan ê! Jibilî wê jî hemû
dezgehên ragihandinê bi ferehî li ser nivîsandin
û cihekî mezin dane şirovekirina filîm.
Piştî serketina “Heval” Yilmaz bi hêzeke
xwirttir – weke mirovekî hest pê bike, ku
rojên wî yên serbestî û li dervî zindanê kêm
mane – dest bi çekirina filîman kir! Ew ji
meydana wênekişandinê bi dûr neket û yekser dest
bi kişandina filîmê “Endîşe – Kabûs” ê ku
sênaryo ya wî jî di zindanê de nivisandibû kir.
(Yilmaz di zindanê de, sênaryo yên 6 filîman
nivîsandibû - I.M.)
Heger filîmê “Heval” li ser rewşa civaka
bajêr û nakokiyên di nvbera çînên xwendevan û
siyasetvanan de bû, belê filîmê “Endîşe” bi
giştî li ser rewşa civaka prolîtariya gund û
karkerên çinîn û daneheva pembu (loke) bû, bi
taybetî li ser problêmên civakî, rabûn û
rûniştin û tradîtsyonên kevnare yên karkerên
çandiniyê di nav kurdan de bû! Yilmaz bixwe li
ser vê yekê tekez kiribû û wise gotiye: “…Di
gulana 1974 an de bi biryara efû ya giştî a jibo
hemû zindaniyan, ez jî ji girtîgeha “Selemiyê”
serbest htime berdan…Dema ez di zindanê de bûm,
min 6 çîrok li ser problêmên cuda nivîsandin…Yek
jiwana li ser nakokiyên xwendevanan di civaka
burjiwazî de bû – mebebesta wî çîroka filîmê
“Heval” e – I.M. – Lê ya din a ku yekser min
piştî “Heval” destpêkiribû, çîroka “Endîşe” bû…Armanca
min ji wê çîrokê ew bû, ku ez rewşa jiyana
karkerên kurd yên çinîna pembu, nîşan bidim…Hemû
kesên di filîm de kurd bûn. Hemû bûyer û wêne jî
li ser sirûştê (tebîetê) hatine kişandin ê, me
ti çetnahî jibo kar û xweamadekirinê di studiyo
de, weke ku normal jibo çêkirina filîman dihate
kirin, ne dît…Lê weke ku hemû kes dizane, min
nikarîbû wî filîmî, bi dawî bênim; ew jî jiber
tawanbariya min ji aliyê hukumeta paşverû ve, bi
kuştina hakimekî…Biherhal ew çîrokeke dûr û
dirêje…” (37).
Bûyerên “Endîşe” weke piraniya filîmên Güney di
navçeyeke rêalîst de, rûdidan! Dema temaşevanê
kurd, yanjî ê ku jiyana kurdan nasdike, ew filîm
didît, yekser têderdixist, ku li filîmekî kurdî
temaşe dike (Bêgoman jixênî ziman; jiber weke ku
tê zanîn axavtin bi zimanê kurdî li tirkiyê
qedexe ye – I.M.), ew tişt bizelalî di rê ya
mûzîkê, cilûberg (kuncîle), rabûn û rûniştin û
kerakterên qehremanê filîm de dihate xwiyakirinê!
Yilmaz di panorameke (wêneyê giştî) civakî de a
gelekî balkêş û tije (dagirtî, pir) li dirama
kesayetî; du pirsgirêkên giring: tolhildana bi
xwînê û revandina qîzan (Piraniya caran xort ji
neçarî; yan feqîrin û yan jî dê û bavên qîzikan
dijradiwestin, hezkiriya xwe bidizî direvênin!
Weke ku em dizanin, ev tradîtsyoneke kurdî ya
kevine – I.M.), yên ku bûne çavkaniya malwêranî
û rebeniya gundiyên kurdan, destnîşan dike û
bandora wan a neyênî jî li ser jiyana malbatan
şirove dike…
Qehremanê filîm – Cebar – (Arkan Yûcel)* dibe
qurbana zakona tolhildan bi xwînê; li gorî
tradîtsyonê, ew gereke nirxê xwînê bide, yan na
wê ew bixwe were kuştinê, çare tine…Ew belengaz
bi şev û rojê dixebite ( tanî rojên ku têde
karker jibo zêdekirina mia’ş (mûçe, perê mehane)
dest ji kar diberdin jî), daku dirav bidehev û
jiyana xwe ji mirinê, a ku hertim bi dûvdeye (li
pey wî ye) rizgar bike…Lê belengazê Cebar, wê
çawa bi hatineke (mia’şekî) hindik, dirav kom
bike û nexasime malbata wî mezine…Cebar hemû
hêviyên xwe bi qelenê (mehr) qîza xwe ya mezin
ve, a ku gihaye mêrkirinê, girêdide…Ew car caran
ji zarokên xwe re dibêje: sebir bikin zarokno,
wê hey di demeke nêzîk de xortek were xwişka we
bixwaze…Emê qelenê wê bistênin û jiyana xwe
hemiyan rizgar bikin…Wise hêviya Cebar û
malbatê mezim dibe û pêre qedir û qîmetê qîzikê
jî li ba hemiyan bilind dibe!! Lê mala feqîrtî û
kevneperistiyê wêran be…Ma gelo mafê wan
perîşanan heye ku hêviyên wan mezin bibin? Gelo
ew dikarin xewnên xweş bibênin? Bêgoman na…Malwêraniya
mezin bi ser hemiyan de tê, dema ew sibehekê ji
xewê dirabin û dibênin ku ti şopa qîzikê ne li
malê û nejî li der dora wê heye…Ew nîvê şevê û
bidizî bi delalê dilê xwe re reviya ye…Xewnên
rizgariyê û hêviyên mezin jibo jiyaneke serbest
û bê tirs, hilweşîn…Ev keça dilhişk û bêedeb
çawa dikare ji malê bireve…Ew çawa dikare bê
razîbûna (destûr, izin) dê û bavê ji xortan hez
bike…?!!
Li vê malxerabûnê, kuştina Cebar nêzîk dibe û
rojên wî têne hejmartin ê… ”Eve serpêhatiya
mirin û hezkirin ê…Ma gelo ji vê wêraniyê
wirdetir (pêve), tiştekî din nêzîktirî trajêdiya
kilasîk heye…?!!”(38). Bi van gotinan, rexnegirê
sînemê ê tirk Atîla Dorsayî ev filîm da nasîn.
Cebar li ser destê dijminên xwe tê kuştinê (zakonên
civakê bê rehmin), lê berî kuştinê Cebar daxwaza
lêbuhrîn (jiber rojên protêsto wî pişta wan ne
digirt û dest ji kar bernedida) ji karkeran
dike…xatir ji wan dixwaze û di çavên wî yên şênî
de û li ser rûyê wî yê xemgîn bi dehan pirsên
bêbersiv hene…
Rexnegirên sînemê ev filîm weke reswekirina
rewşa jiyana wî miletê di serdema nû de,
helsengandin.
Rexnegirê sînemê ê tirk Indar Kamîl weha li ser
filîm nivisand: “ Heger Yilmaz Güney bikarîbana
filîmekî din jî li ser jiyana karkerên
pîşesaziyê (sînae’tê) çêbike; wê ew tevî filîmên
“Heval” û “Endîşe” bûbana xebateke sêhemî a
bêhempa û mirêka (neynika) civaka tirkiya nûdemê,
bihemû pirsgirêk û nakokiyên xwe ve…”(39).
Ramanên rexnegêr û a di dilê wî de , di pilan û
projeyên Yilmaz de jî hebû; wî xwe amadekiribû,
ku sla li pêş wî, yanî sala 1975 an sê filîmên
din derbixe û di şeşên din de jî bi rola sereke
rabe! Lê, mixabin careke din zindan û
desthelatdarên faşist di rê ya wî de, bûne kelem…Wî
ji sê heyv û nîvê pêve serbestî nedît; careke
din ew bi naheqî xistin zindanên tarî û sar de!
Giringe bêgotinê, ku dengvedana biserketinên
Güney li seranserî welat belav bû û xelkê
dengûbasên wî weke leza birûskê ji hev re şandin;
dîsan rojnameyên mezin û piçûk wêneyên wî li ser
rûpelên yekem çapkirin û di derheqa wî de gotar
nivîsandin…Jibilî wê jî filîmên wî bi mehan li
salonên sîneman hatine nîşandan ê!
Bêgoman bi wan serketinên xwe, êdî Güney bi
yekcarî di çavê nejadperistên tirk de bû weke
dêwekî mezin ê ku “tehlûkê” bi xwe re têne!
Careke din bi dehan pirs û ramanên bi tirs di
serê Netewperistan de çûn û hatin: Gelo ev
“serhişik” çi dixwaze bêje? Wî destpêkiriye
pirsgirêkên tehlûke û nazik tîne meydanê! Ew
problêmê mirovên dûrî civaka me nîşan dide;
xelkên di filîmên wî de ne weke miletê me ne; ne
rabûn û rûniştina wan, ne cil û bergên wan, ne
mûzîk û folklora wan û nejî axavtina wan bi
zimanê me; ew bi seqetî diaxivin (Ev bû sedema
sereke a dijminatiya destheladaran ji Güney re;
rewşa wî jî weke a her kurdekî dilsoz, ê ku serê
xwe ji tirkan re nedanî û hebûna xwe a netewyî
parast). Van pirs û metirsiyan wise li organên
“Dêmoqratî” yên dewletê kir, ku êdî pîlanên
mezin li serê wî bigerênin… Di rastiyê de jî wan
dafik jêre vedan û kuştina hakimekî regezperist
xistine stwîyê wî de! Çawa ev bûyer çêbû?
Di destpêkê de, pêwiste em bêjin, ku li li ser
vê bûyerê (Kuştina Hakim) gelek nivîsar, çîrok û
çîvanokên ji hev cuda hatine gerandin; lê encama
giştikan û li gor belgenameyên şahidan li
dadgeha bilind a dewletê, Yilmaz bixwe ne ê
kujer bû…
Di destpêka payiza sala 1974 an de, piştî
kotasiya kişandina filîmê “Heval” Yilmaz tevî (li
gel) tîma filîmkişandinê çûne bajarokê
“Yûmurtalik” ê nêzîkî bajarê Adana, daku dest bi
kişandina filîmê “Endîşe” bikin…Di şeva 14 ê
Ilonê (September) de û piştî kişandina çend
dîmenên filîm Yilmaz tevî tîma filîmkişandinê,
xêzana (jina) xwe û xwariziyê (xwişkeza, kurê
xwişkê) xwe ê bi navê Abdullah Putün, biryar dan
ku herin kazîno ya wî bajarokê xweş li ser
qeraxê deriya (behrê) daku şîva xwe bixwin! Di
wê şevê de Hakimê wî bajarokî “Sefa Mûtlû“ * jî
tevî çar pasewanên (peyayên xwe) xwe li wir nanê
êvarê dixwarin!
Dema Yilmaz û yên pêre ketin xwaringehê (rêstoranê)
yekser ê Hakim dest bi gotinên ne layiq, qerf û
provokasyonê kir: “Çi poz bilinde looo, dikeve
hundir û silavê jî nake haaa…Ew padîşahê (qiralê)
êkranê ye haaaa?! Ez jî padîşahê vê navçeyê me (vî
memleketî me)…Cihê ku ez lê rûniştî bim, gereke
hemû kesên li wir bi gotina min bikin û bejna
xwe li ber min nizim bikin…Yê ku ev tişt ne
bidilê wan bin, bila jivir barbikin û herin…” û
gelek gotinêd maiyn, yên hestbirînkirin û
şerfiroşiyê…Piştî ku ji qeh-qeha kenê xwe yê
bilind xelas bû, Yilmaz jî hew xwe girt û bi
qerf bersiva wî da: “ çi parêzerekî giştî (Hakime)
ye loooo…”. Li vir û di cih de, bê ku yek bike
du ( weke kesê ku li benda bihanekê be ), Hakim
rabû ser xwe û êrîşî Yilmaz kir; lê Güney û bi
armanca berxwedanê bi herdû destên xwe ew bi hêz
ji xwe dûr kir…Hakimê sermest (serxweş) ket û li
erdê dirêj bû, lê ew careke din rabû ser xwe û
dîsan êrîşî Güney kir…Wêçaxê Yilmaz demança xwe
( marka –modêl- Biyêrtiya ) kişand û guleyek ber
bi jor ve (ber bi esman ve ) jibo tirsandina wî,
berda (teqand)…Sefa Mûtlû jî demança xwe derxist
û berê wê da singa Yilmaz, lê ji bextê geş re di
wê kêliyê de mirovekî ji tîma Güney lingê xwe li
destê ê hakim xist û gule di ser serê xelkê re
drbas bû, bi vî hawî, Yilmaz ji kuştinê rizgar
kir… Bi teqîna guleyan re, êdî panîk (xelk li
bin guhê hev ketin û bû hêleman) dirust bû…Di wê
tevlî heviyê de guleyeke sêhem derket û li çavê
rastê yê Hakim ket û pêre jî canê xwe ji dest da!!
Ew gule ji demança (marka êdman) derket, a ku bi
Abdullah Putün re bû (wî Hakim kuşt, jibo ku
jiyana xalê xwe rizgar bike – Wise ragihand). Ji
tirsa re A. Putün reviya serê çiya û xwe veşart,
lê piştî bîrkirinê ku xweveşartina wî dikare
serêşiyê ji xalê wî re çêbike, wî a dinî rojê
serê sibehê xwe tevî demança xwe da destê polîs
û hertişt rastî got.* Lê tevî wê jî,
desthelatdaran Güney, ê ku yekser girtibûn,
serbest bernedan! Eşkere bû ku ew li bihanekê
digeriyan daku xwe jê xelas bikin. ( Li gor
zanyariyan, piştî demeke kin Abdullah Putün,
jiber sedemên nediyar, di zindanê de hate kuştin
ê – I.M. ).
Serê sibeha 15 î Ilona 1974 an polîsên tirkan
Yilmaz tawanbar kirin û ew birne dadgeha dewletê
a bilin… Dadweran (Hakiman) 40 kes weke şahid
vexwendî dadgehê kirin û li gotinên wan guhdarî
kirin…Li gor belgenameyan; 33 ê kesan gotin, ku
Yilmaz bêgunehe (wî hakim nekuştiye); xwediyê
Kazîno (rêstoranê) sond xwar û got, ku Yilmaz
gule ber bi esman ve berdabû û ew kujerê rastî
nas nakê: pênc kesên din jî gotin, ku dengê
teqîna sê guleyan hatiye guhê wan, lê kê berda
ye kê û kî hakim kuştiye, ew nizanin!! Lê (temaşe
bikin) kesê ku bi tiq û tenha ê ku li pêş
dadweran got, ku Yilmaz ê kujere, yarmetîderê
Hakim bi xwe bû, ê bi navê Fewzî Aslan!! Wî got:
” Ne raste, Yilmaz bi tîma xwe re, ne jibo
nanxwarinê hatibû Kazîno, ew jibo kişandina
filîm hatibû! Hebûna Sefa Mütlu li Kazîno ne
jibo nanxwarin û meyvexwarinê (Araqvexwarin) bû,
belê çuna me jibo pêkanîna erk (Wezîve, wacib) û
xizmetê bû; bi taybetî daku em nehêlin Yilmaz li
wan navçeyan filîm bikşêne “! (40).
Parêzerê (Advokat) malbata Hakimê kuştî, Osman
Oçer bi xwirtî piştgiriya geotinên F.Aslan kir!
Ji bo dadgehê ew şehdebûn bes bû, daku Güney
siza bikin û 19 sal zindan li ser wî ferz kir?!
Ji danûstandina dadweran û pirsiyr û
şirovekirinên ( komêntar) wan diyar dibû, ku ew
vê bûyerê weke behane bi kartênin, daku tola xwe
ji Yilmaz bistênin!
Li vir pêwiste em fişar û gefên berê: “Wê te
weke kuçikekî (Se, Seg) di kolanê de bikujin û
tikes jî nizane bê kî ye!” ên polîs û
regezperestên tirk ji Güney re, jibîr nekin!!
Belê, birayara dadgehê di derheqa Güney de ne
rewa û dijwar bû; wan bi wê yekê dixwest, dengê
wî yê azad bi xeniqênin, daku ew ji afirandina
berhemên nû, bi taybetî ji çekê wî “sîneme”, ê
ku di rê ya wê re rebenî, hejarî û bindestiya
kurdan nîşan dide, bi dûr bixin. Lê careke din
ez bi piştrastî dibêjim, ku dengê Yilmaz ji hemû
pîlan û bêbextiyên wan xwirttir bû; ji hemû
dîwar û deriyên hesnî bilindtir bû, zindan li
pey xwe hiştin, sînor û tixûbên dewlwtan derbas
kir û li cîhanê belav bû: “ Ez jibo Kurdistaneke
yekbûyî, dêmoqratîk û serbixwe; jibo
Kurdistaneke ku armanca wê sosyalîzme, xebatê
dikim…”.
Jiber vê bûyera bêbext, Yilmaz nema dikarîbû
filîmê “Endîşe” bi dawî bêne! Wî ev xebata hêja
siparte heval û yarmetîderê xwe Şerîf Gören, ê
ku bi emanet û bi serfirazî bi dawî anî. Ev
berhem ne a yekem bû, ku herdu hunermendan bi
hev re kiribû û ne a dawî bû jî…
Bi vî hawî, netewperistan Yilmaz Güney cara
sêhemîn di jiyana wî ya nûhatî de avêtin binê
zindanan, daku qonaxeke din, dirêj pir li êş û
koçeriyê di nav girtîgehên faşistan de…
Dumahîk maye!
-----------------------------------------------
Jêder û têbînî:
(28) – Rojnama “L’Humanitê”, Organa Partiya
Komûnîst a Ferensa. 13 Ilon 1982.
(29) – Pirtuka A. Husênof – Y.Güney:
“Jiyan-Efsaneye”, Mosko 1987, R.47 (bi zimanê
Rûsî).
(30) – A. Yalçîn . Dosiya Yilmaz Güney.
Çavkaniya berî.
(31) – A. Husênof. Çavkaniya berê.
(32) – Pirtuka ( Bûyera Yumurtalik û Y.Güney).
Istanbol 1974-1976 (bi zimanê tirkî).
(33) – A. Yalçîn . Dosiya Yilmaz Güney.
Çavkaniya berî.
(34) – A. Yalçîn . Çavkaniya berî wê.
* Sala 1974 an, dema Acewîd hate ser hukum, wî
efû ya giştî ji zindaniyan re derxist. Yilmaz
Güney jî kete ber wê efû yê!
(35) – Rojama “Pravda (Rastî)“ Organa Partiya
Komunîst A Yekîtiya Sovyêt a berê, 11ê Tebaxê
(august) 1974. (bi zimanê Rûsî).
(36) – Govara “Asiya û Afrika îro”, hejmar 8, R.
58, sal 1985 (bi zimanê Rûsî).
(37) – Kovara “Berbang“,
Çavkaniya berê.
* Dema vî filîmî di fêstîvala sînemê a
Navnetewyî de li San Rêmo (Italiya) beşdarî kir,
qehremanê wî “ Arkan Yucel” xelata baştirîn
akter jibo rola mêran wergirt.
(38) – Kovara „Jiyana Sînema yê„ Çavkaniya berî.
(39) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema
Tirkiyê - çavkaniya berê.
* A. Husênof di Pirtuka xwe de – Y.Güney:
“Jiyan-Efsaneye”, wise li Sefa Mütlu daye nasîn:
Ew di sala 1944 an de li bajarê “Nêvşehir” ê di
malbateke dewlemend ji dayik bûye! Wî zaroktiya
xwe li bajarê “Negede” biriyê serî…Di dema
xwendinê de li fakultêta leşkerî li Anqera, wî
jî beşdarî li cûnta eskerî 22 î sibata sala 1962
an de, a bi serokatiya ofser Tale’t Aydemir,
kiribû; Jiber wê yekê, ew ji dibistana leşkerî
derxistin.
Lê di heman salê de jî wî dest bi xwendina
jurîst (hiquq) li zanko ya Anqera kir bû. Piştî
kotasiya xwendinê, ew li bajarê “Iskenderon” ê
bû çadêrê (Mûfetiş) polîsan. Ew li wir bi
Araqvexwerî, exlaqsizî, bêedebî û lîstika qumarê
bi nav û deng bû, û walê bajae jî çend caran
jêre nerazîbûna xwe li ser wan tiştan eşkere
kiribû! Carekê ji caran û jiber vexwarina zêde
wî demança xwe winda kiribû; li ser wê yekê walî
– Mue’mer Akmen – ew ne tenê ji kar derxist,
belê herwise ji bajar jî! Lê berî kuştina wî bi
du mehan, bi saya serê bavê xwe ê dewlemend û
nasên wî di hukumetê de, ew careke din
vegerandin kar û weke parêzerê (nunerê) giştî li
wî bajarokê xweş (Yümurtalik) a ser bi Adana ve,
destnîşan kirin… Sefa Mütlu dev ji (waz li)
vexwarin û lêstika qumarê berneda û herşev karê
wî tanî berê sibehê gera di kazîno û rêstoranan
de bû. Ew endamê rêxistineke rast yê tûndperest
bû.
* Encama optosî (fehsa textorî) a li ser laşê
Sefa M. eşkere kiribû, ku ew bi demaça modêla (Idman)
a ku bi Abdullah Pütun re bû; herise analîzên
laborê jî eşkere kiribûn, ku tenê cihê tiliyên
wî bixe li ser demançê hebûn!!
(40) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema
Tirkiyê - çavkaniya berê.
|