|
Vîna
ji pola!
Careke din hêzên paşverû û faşistên tirkiyê
Yilmaz Güney ji azadiya tevgerê bêpar kirin û bi
naheqî û çavsoriyê ew birin zindanên sar û
asê…Bi vê girtinê re jî, qonaxeke din ya dirêj,
pir li êş û koçeriyê di nava girtîgehan de
destpêkir – 19 sal zindan – wise dadegehên
faşistan biryar dabûn…Bêgoman xwegirtin û
berxwedan dijî vê dijminahiyê, nehesan bû. Lê
Yilmaz ne ew mêrê tirsonek û reva ji meydana şer
bû; belê ew xwediyê vîna ji pola bû; ew birastî
kurdekî serhişik û mêrxas bû…Wî biryara
berdewamiya xebatê dijî dijminan û ji nava
girtîgehên wan da! Lê pirsên girng ewbûn, gelo
çawa û bi çi şêweyî vê xebatê bi dest û lingên
benkirî (girêdayî, di qeydê de) berdewam bike û
tola xwe hilîne??
Gûney
bersiva wan pirsan bi kar û berhemên xwe yên
bêwestan da. Ew têgihêşt, ku di nav çar dîwarên
stûr û bilind de, tenê pênûs û nivîsandina
rastiya jiyanê dikare bibe çek dijî dijminên
tirsonek, yên ku naxwazin rêyalîtêya civakê
bipejirênin. Wî bi bîrewerî û hişmendî dest bi
nivisandinê kir, daku ronahiyê bavêje ser jiyana
hejaran û zordestiya ku li wan dibe li tirkiyê
bigiştî û li Kurdistanê bi taybetî. Dema Yilmaz
nivîsandina sênaryo xelas dikir, dest bi
nivîsandina romanê dikir û dema roman bidawî
dihat, dest bi nivîsandina çîrokan dikir û
herwise berdewam û bê tebat zindana xwe kiribû
kaniya berhemdanê…Pirs jibo wî bûbû pirsa
hevrikî û serhildanê; wan -dijminan- dafk û
pîlan jibo wî datanîn, daku dest ji xebatê
bikşêne û ji jîn û jiyana xwe nefret bike…Lê wî
bi hemû zanebûn û tiwaneyên xwe hewil dida daku
ji wan re bide xwiyan, ku vîna wî ji ya wan
bihêztire û ti kes nikare wî ji armancên ku
dabûne ber çavên xwe, nexasime nîşandana rewşa
miletê xwe û belengazên tirkiyê bigiştî,
vegerêne. Bi gotineke din, wî rê ya revê û
desthildanê (teslîmbûnê) nasnedikir…
Pêwiste bêgotinê, ku piraniya wan nivîsarên wî,
piştre û yek li pey yekî bi alîkariya çend
dostên wî yên derhênerên sînemê, weke Zekî
Oktan, Şerîf Gören û yêd mayin, bûne filîmên
sînemê û bi milyonan hezkiriyên wî li wan
temaşekirin û bilind nirxandin. Ji wan berheman
û tenê bo nimûne: Sala 1975 an derhêner Zekî
Oktan romana Güney „ Yên tohmetbar “ kire
filîmê sînemê; û her diheman salê de jî
derhênerê sînemê yê gênc Artîm Kurac sênariyo ya
Güney „ Izin “ (Icaze, çend roj vehesîn)
kire filîmê sînemê; û di sala 1976 an de jî sê
derhênerên naskirî, sênariyo yên Güney kirine
filîm: Bîlcî Ulkaç filîmê „Wê rojek were
„, Atif Yilmaz „ Yên bêçare „ û Zekî
Oktan „ Dijmin „.
Ev
filîm hemû jî serketinên baş bidest xistibûn,
netenê li ser sewiya tirkiyê belê herwise li
dervî wê jî, lê ew nirxandin û bûhapêdan
negihaştibû sewiya bûhapêdana filîmên „ Kerî
„ û „ Rê „ yên ku di dîroka sînema
cîhanî de û jibo dewlemendiya xezna çanda
mirovatiyê bigiştî, têne hejmartinê weke du
destkevtên hûnerî yên giranbûha!
Berî ku ez ronahiyê bavêjim ser wan hedu
berhemên mezin „ Kerî „ û „ Rê „ û bi hûrgilî li
ser wan rawestin, ez dixwazim li vir ameje bi
guhertineke giring di helwêsta Güney de
beramberî gelê kurd û doza wî ya rewa, bikim!
Heger
berê Yilmaz bi şêweyekî indîrêkt (ne yekser) û
bi rê ya simbol, sirûşt û rabûn û rûniştinê
rewşa belengazên kurdan nîşan dida, lê di vê
qonaxê de, bi taybetî piştî nîvê salên 70 ê ji
sedsala buhurî, wî di berhemên xwe de dest bi
şirovekirina sedemên bindestiya kurdan ji hemû
aliyan ve; civakî, aborî, olî û siyasî, kir. Bi
gotineke din, ez dikarim bêjim, ku pirsa welat û
xelkên wê di afrandinên wî de, bûbû babeta herî
giring.
Bêgoman welat jibo wî hetanî bi radeyeke bilind,
Kurdistan bû a ku rêjîma tirkiyê „Başûrê
rojhelata Anatoliya“ bi nav dike; û xelkên
wê jî miletê kurde, yê ku ji hemû mavên neteweyî
û mirovayetî bêpare û herwise jî yê ku di kiltûr
û mêjiyên nejadperistan de weke „Tirkên çiya
„ tê naskirinê. Yilmaz di çîrok û filîmên
xwe de, hewil da ku jiyana wan xelkên belengaz,
welatê wan yê dûr û asê û yê weke xelkê wê ji
hemû şêweyên jiyana serdemê bêpar, nîşan bide;
wî herwise jî sirûşta wî welatî bi çiyayên xweyî
bilind ve, bi mêrg, deşt û newalên xwe ve,
kirine cihê bûyerên berhemên xwe; navên kurdan
li qehremanên xwe kir, ew bi cil û bergên
neteweyî derxistin ser êkranan (perdeyên
sînemê), mûzîk û stranên felklora kurdan bi kar
anî û nakokiyên jiyana wan a rojane: belengazî,
bêxwendinî, nezanî û paşdemayîn a ku sedemên wê
siyaseta rêjîmên faşist yên dewleta tikiyê bûn,
destnîşan kirin. Güney bi rê ya haletên sînemyê,
eşkere û bi zanebûn diyar kir, ku miletek jixênî
tirkan û welatek jî jixênî tirkiya serdemê hene
û bi hemû tiştên xwe ve ji wan cudane (cihêne,
başqene).
Ew
kesên ku filîmên - piraniya wan nêzîkî yên
belgenameyî ne I.M - Güney dibênin, bêçetnahî
dikarin hest pêbikin, bê çendî (çiqasî, tanî çi
pileyê) ew nêzîki jiyana ruhî a wî miletî bû, bê
wî bi çi hostayetî û zanebûneke kûr jiyan rojana
ya cotiyarên kurd bi hemû hûrgilêyên wê ve,
nîşan dida. Jiber bingeha xwe ya neteweyî û
civakî, wî dikarîbû nakokiyên pisîkolojî yên di
hundirê qehremanên xwe de, nîşan bide û herwise
jî sedemên wan nakokiyan yên dîrokî, aborî,
civakî û siyasî û bandora wan li ser şêweyê
jiyana xelkê wê deverê, destnîşan bike. Yilma
Güney bi berhemên xwe jibo miletê kurd,
sermiyanekî netewyî gelek mezin, anî meydanê. Di
vî warî de, rexnegirê sînemê yê sovyetî
(Yekîtiya Sovyet a berê) R.B. Sobolêv wise
nivîsandiye: „Yilma Güney ji hemû aliyan ve,
hunermendekî payebilinde. Hêzên paşverû bi hemû
mêtodan şerê wî dikirin…Birastî jî jiyana vî
mirovî, yê ku her çandeke neteweyî dikare serê
xwe bi wî bilind beke, ecêb û balkêşe. Tevî
xerabkirina navê wî û girtina wî di nav çar
dîwarên zindanê de jî, ew bûye pêşengê sînemê li
tirkiyê, akter û derhêner Nr.1 (41).
Di
rastiyê de jî jiyana vî hunermendê çeleng,
serhişk û mêrxas cihê ecêbmayinê ye; şerê wî ji
hemû ailyan ve dihate kirinê: ji aliyekî ve
rojnamegeriya paşverû û nejadperest ya
desthelatdar aliyên wî yên xerab û nêgatîv nîşan
dida, daku nav û rûmeta wî di civakê de reş
bike; û ji aliyê din ve jî, hukumeta tirkiyê
bêminet û eşkere fişar tanîne ser wî û gef
(tehdîd) lê dikirin û ditirsandin, daku ji wan
re here ser çokan, yanjî ji zindanê û welat bi
giştî bireve û koçber bibe…Tekez li ser vê yekê,
di sala 1977 an de çavpêketinek di navbera Güney
û Êliya Kazan (Yek ji mezintirîn
derhênerê sînema Emerîkî ye û bi esilê xwe jî
Yûnanî ye – I.M.) de li girtîgeha „Toptaşî“
çêbû. Wê çaxê Ê. Kazan serdana Güney di
girtîgehê de kiribû…Jiber ku Yilmaz bixwe deriyê
zindana xwe ji wî re vekiribû, hevpeyvîna di nav
wan de bi pirsiyara Kazan dest pêkiribû:
-
Ma pasewan (dergevan, bekçî) li vir tinene?
-
Belê hene.
-
Ma gelo li girtiyan didin (lêdan, kutekirin,
îşkence)?
-
Belê.
-
Gelo derfet ji te re heye ku ti jivir birevê
(reva ji zindanê)?
-
Belê. Derfet jibo min heye, ne tenê ji vê
zindanê belê herwise jî, ji hemû zindanên ku ez
di wande girtî mabûm…
-
Heger ti ji vir bireve, derfet heye ku ti ji
welat jî derkeve?
-
Heger ez vê yekê bikim, wê desthelatdarên
dewletê gelekî dilxweş bibin. Lê ezê xebata xwe
jibo doza me hetanî roja dawî ji jiyana xwe, di
hundirê welat de bikim.
-
Gelo ti di wê baweriyê de yî, ku jiyana te di
tehlûkê (metirsî, xeter) de ye?
-
Bêgoman ew dikarin min bikujin. Ez di dan û
standinên xwe de gelekî hişiyarim û karê xwe bi
hêminî (bêdeng, li ser xwe) dikim. Hevalên min
yên dilsoz (wefadar) hene. (42)
Piştî
derbasbûna sê salan di ser vê hevpeyvînê re,
Yilmaz ji girtîgehê û welat jî bi yekcarî reviya
û hate Europa; Di yekem hevpeyvîna rojnamevanî
de, ev pirsyara jêrîn ji wî hate kirin:
- Ma
te negotibû, ku ti ji welat dernakeve û tê
xebata xwe di nav gelê xwe de berdewam bike?!!
Yilmaz
wise bersiva vê pirsyarê dabû: „Hîn pir zû ye ku
li ser reva min were axavtinê. Ez derketime,
neku jibo vegera azadiya xwe ya kesayetî
(şexsî). Ez derketime daku xebatê jibo vegera
azadiya ku li welatê min hatiye windakirinê,
bikim…Piştî cûnta leşkerî di 12 îlona 1980 î de
û hatina faşîstan li ser hukumê welat, nûçeyên
rast û ji çavkaniyên pêbawer gihane min, ku êdî
ew pîlana kûştina min amade dikin. Wê çaxê
bawerî bi min re sedî sed çêbû, ku mana di bin
siya rêjemeke wise dîktator de bi saxî, êdî ne
mumkine…“ (43)
Piştî
vê ragihandinê û di herçar salên ku ji jiyana wî
mabûn, êdî nema ti kesî pirsyar li ser vê babetê
ji Yilmaz kir!!
Ka
em vegerin ser şêweyê çêkirina herdû filîmên wî
yên navdar „Kerî“ û „Rê“ û babetên wan yên
sereke. Ezê hewil bidim li gorî zanebûn û
têgihêştina xwe analîz ango şirove bikim; tevî
ku di destpêkê de û pir bi nefispiçûkî dibêjim,
ku şirovekirina berhemên Güney erkekî gelekî
mezin û çetine, lewra jibo pêkanîna vî erkî,
pêwiste ku tiwana, zîrekî û hesteke hunerî ya
bilind li ba mirov hebe.
Di
dema xwendina çîrok û romanên Güney de û
temaşekirina li filîmên wî, pirsyareke giring di
serê mirov de diçe û tê û bersiva wê jî bi
hesanî nayê dîtinê; ew jî ewe: gelo kesayetiya
Yilmaz kî bû? Aye çirok û roman nivîs bû, yanjî
nivîsevanê sênaryo yên filîman bû? Gelo ew
akterê sînemê bû, yanjî derhênerê wê bû? Aye
berhemdarê filîman bû, yanjî çêkirê wan bû? Gelo
hunermendekî gelêrî bû, yanjî têkoşerekî
(xebatker) siyasî bû?!!
Jiber
wê, dema di hevpeyvînekê de, yanjî di sêmînarekê
de kesek jimin dipirse: başe Yilmaz kî bû? Ez bê
ku yekê bikime dû (yekser) bersiv didim:
herin çîrok û romanên wî yên edebî bixwênin û li
filîmên wî yên sînemê temaşe bikin, winê wî
bixwe di nav wan berheman de bibênin; ew bi ruh
û bîrkirina xwe cêwiyê (diwane, zo, yên wekehev)
qehremanên xwe ye; ji wê zêdetir ti kes nikare
wî bide nasîn…
Yilmaz Güney bi berhemên xwe yên edebî û hunerî,
xelk neçar (mecbûr) kirin daku mûçirk û tevzînok
bi laşên wan ve were û lêdana dilê wan zêde û
bilind bibe…Wî herwise jî ew neçar kirin, daku
hêsran bibarênin, çavreşiyê helgirin, hezkirinê
bikin, bîr li çarenûs û paşerojê jî bikin…
Werin
em bihevre bidin ser şopa bûyerên „kerî“ (Sürü)
vê sîmfoniya (parçek mûzîkê) bêhempa ya ku bi
çavan tê dîtinê; û ya ku serpêhatiya bindestî,
paşdemayin, hejarî û êşa miletekî di rê ya
şêweyê jiyana malbatekê de, a ku ji hinavê wê
miletî derketiye, dibêje!
Li vir
ez neçarim careke din bêjim, ku pesindan û
şirovekirina hunera bilind bi gotina gelekî
çetine…Bi dîtina min, çawa şirovekirina parçek
mûzîka xweş bi gotinan çetine (pêwiste mirov
tenê lê guhdarî bike); herwise jî şirovekirina
„Kerî“ çetine, pêwiste mirov lê temaşe bike…
Filîmê
„kerî“ gelekî sade, tenik û balkêşe. Ramanên
(fikir) filîm pir kûrin û naveroka wî jî bi wate
û bûyerên xwe ve, gelekî dewlemende! Ramana
sereke ya vî filîmî ewe, ku di bin fişar û êrîşa
şaristaniya serdema nû de, a ku jiyana wan
belengazan bûye qurbana wê, cihê tradîtsyonên
(rabûn û rûnştin, a’det û teqalîd) kevin namîne!
Şêweyê jiyana kevin li gorî diyalêktîka
pêşdeçûnê ber bi tinebûnê ve diçe; derhênerê
filîm vê yekê bi zelalî nişandide, lê di heman
demê de jî, ew bi bawerî wê jiyana „şaristanî“ a
ku li tirkiya serdemê heye, napejirêne û reswe
jî dike! Ew bi eşkere zakonên jiyana burjiwazî
ya ku li tirkiyê heye: bazirganên xwînmij û
bêrehim, karmendên dewletê yên perexwir û
fêlbazî, şêlandin û gendeliya ku li her deverê
belav bûye, di filîm de destnîşan dike… Jibilî
wê jî di „Kerî“ de çîroka avîndariyeke
(hezkirin) bêdeng, dilşewat û pir bihêz heye. Di
vî warî de, rexnegirekî europî yê sînemê piştî
dîtina filîm wise gotibû: „ Ew babeta avîndariya
Romiyo û Cûlêtê ye, a ku herdem zindî ye, lê bi
şêweyê rojhelatî (şerqî, oryêntal) ye „(44).
Ev
sîmfoniya ku bi çavan tê dîtinê û bi hostayetî
hûnandî ji sê beşên (parçeyên) zelal pêkhatiye…
Di
destpêkê de filîm jiyana malbateke kurdan ji êla
(hoz, e’şir) „Weysîkan“ a ku di navçeyeke çiyayî
de û dûrî cîhana serdemê dijî, nîşandide. Ev
malbat bi şêweyê jiyana kevnare û tradîtsyonên
ku bi sedê salan ji bav û kalan wergirtine dijî:
Desthelatdariya bavê (Hemo Axa – serokê êlê) ya
dijwar, yê ku hemû tişt, piçûk û mezin yên
sebaret bi malbatê, di destên wî dene, û herwise
jî erêkirina hemû fermanên wê desthelatdariyê ji
aliyê endamên malbatê hemûyan ve. Û li dawiyê
jî, dijminahiya „tolhildana bixwînê“ ya bi
malbateke din re bi navê „Xelîlkan“ a ku ji
gotinên wan diyar dibe, ku ew neyartî hîn ji
dema bavbîran ve dom dike û dûrî li hevhatinê
(aşti) ye jî.
Filîm
raste-rast diyar dike, ku ew şêweyê jiyana êlîtî
(e’şîrtî) ya di bin siya zakonên feyodal de,
sedî sed ber bi tinebûnê ve diçe; ev yek baş
diyar dibe dema, ku traktor ji berdêla gayên cot
ve erdê radikin…Ew nîşana hatina burjiwaziyet û
kapîtalîzmê li wan navçeyane, a ku sedî sed ne
bi razîbûna ê kalemêr Hemo hatine…Jiber dema ew
traktorê di nav erdan de dibîne, yekser bîçimê
wî têkdiçe û awirên çavên wî tûj dibin,
temaşevan hestpêdike, ku heger jidestê wî bê, wê
ew wê haleta „necis“ bi awirên xwe binerd bike!
Ji aliyekî dinve jî derhenêr bi zanebûn vê
ramanê bi rê ya axavtin û şêweyê bîrkirina kurê
serokê êlê yê mezin „Şivan“ zelal dike…Ev xortê
bejin bilind, bihêz û lihevhatî baweriya wî bi
guhertinê hatiye, nexasime di axavtina wî de bi
yê E’tar (firoşerê hûrik-mûrika) re: „ …Ev
jiyana îro bi şêweyê berê, nema bi rêve diçe…Li
hemû deverê traktor û haletên nû peydabûne…Roj
biroj mêrg, çîmen û cihê çera pez (mî, sewal)
kêmtir dibe…“ Lê ev guhertin gereke bi çi şêweyî
bibe?! Şivan çareseriyê di jiyana li bajar û
dîtina karekeî li wir (bêyî ku nakokiyê jiyana
bajaran û zakonên wan yên hişk û bêrehim
bizanibe) dibînê! Jixênî wê jî Yilmaz
hilweşandina malbatê gav bi gav û bi awayekî
zîrek di rêya rabûn û rûniştina kurê Hemo ê herî
piçûk „Silo“ de jî nîşandide; Silo pereyên nirxê
firoştina mêdalî û parçeyên şûnewarî yên buha,
bidizî ji malbatê diveşêre! Ev yek diyar dike,
ku wî gava yekem dijî tradîtsyonan û
destheladariyê bavê (gerekbû ew pere ketibûna
xezna malbatê) avêt û bîr li cihêbûnê û paşeroja
xwe kir…!
Bi
dîtina min pêwiste li vir tiştekî giring were
rohnî kirin; ewjî ewe, ku Güney bi rêya
nîşandana wan mêdaliyên kevnare yên giranbuha
dixwest bêje, ku ew milet (kurd) xwedî
şaristaniyeke kevne û axa kurdistan jî bi
şûnewariya xwe dewlemende! Jiber proseya kirîn û
firoştinê wise nîşandide; dema ê E’tar wan ji
Silo dikre bidengekî bilind dibêje: Silo ma ti
weha dizane ku ew zîv û zêrin…?! Buhayê wan
nezêdetirî çend qirûşane…Ew tenekene…Ev memleket
(welat) ji wan dagirtiye!! Lê piştî demeke kurt
û li bajêr em dibênin ku ê E’tar wan „tenekan“
bi nirxekî bilind difroşe bazirganên şûnewariyê…
Di vî
beşî de, çêkirên filîm herwisejî bi zîrekî êtîka
rûhî ya endamên malbata Hemo nîşandidin,
nexasime di rêya pêwendiyên wan bi qehremana
filîm „Bêrîvan“, jina Şivan re. Hemû çavreşiyê
davêjine wê (tradîtsyon wise dixwazin) jiber ew
keça êla „Xelîlkan „ e ya dijminê wan…Dibe ku li
vir pirsyarek were bîra xwendevanan: gelo çawa
wise lêhatibû ku ew pepûk, bibe bûka êla
dijmin?!! Çîrok ewbû, ku di wextê xwe de, êla
„Xelîlkan „ gaveke xêrxwazî û lihevhatinê
avêtibûn û keça xwe bê qelen dabûne kurê mezin
„Şivan“ yê Hemo axa, bihêviya ku êdî xwînrijî û
kuştin, a ku bidehan mirovên bêguneh bûbûne
qurban, di nav wan de raweste û nema rûbide…! Lê
bextê reş û malxerabûnê destpêkiribû, dema ku
zaroka Bêrîvan a yekem bi mirîtî hate
dinyayê…Mixabin zaroka duhem jî mir…û yê sêhem
jî jiber wê çû?! Li vê malêwêraniyê…Ev tişt
-zarokjiberçûn- jibo Hemo û endmamên mala wî
nîşaneke li ber çav bû, ku ew bîr li tiştên
xerab û dûrîaqilan bikin: „…Haa ma ti bawer dike
ku ew nexweşe haaa?!! -wise Hemo axa ji Şivan re
dibêje- Ew ji êla Xelîlkan e, vê yekê jibîr neke
Şivan…Ew zarokên xwe hîn di zikê xwe de dikuje,
daku sibê mezin nebin û dijminahiya malbata wê
nekin…!! Bi gotina min bike Şivan û wê berde...
Ew dijmine ketiye nav me de…Ticarî bawerneke ku
yekî ji Xelîlkan bibe xêrxwazê me…“. Şivanê
belengaz…Tiştek li ber çav û di destê de
tineye…Di rastiyê de jî zarok mirîtê tên…Jina wî
-Bêrîvan- jiber wê yekê lal (nema dikarîbû bi
axivê) bû ye…Çûna ser ziyaret û merqedan;
xwendina ayat û selewatên şêx û oldaran ti
encamî nade…Ka wê ew xwelîbiser çibike?! Ma gelo
gotinên bavê min rastin? –Şivan di berxwede
dibêje- Ma dibe ku ew zarokên xwe dikuje? Gelo
ev yek dikeve mêjiyan de?? Na û hezarcarî
na…Şivan bi ser bavê xwe de dike qêrînî -ew
yekemcar bû di jiyana wî de-: „Ew nexweşe
bavo…Nwxwşe, nexweş…Ji xwedê bitirse! Ev tişt
çawa dikevin bîra te de…Ma gelo jin di dinyayê
de heye, ku zarokên xwe bizanebûn û hîn di zikê
xwe de bikuje?! Pêwistiya wê -dengê wî bilindtir
bû- bi textorên pispor û dermanan heye bavo… Ew
nwxwşe… Nexweş…“. Bi vê ywkê Şivan biryara dawî
da, ku ew qet Bêrîvan biteniya nahêle…
Birastî jî rewşa van herdu perîşanan cihê
serlêşêwandinê ye (ecêbe); tevî ku hemû tişt li
hawîrdor dijî wane jî, lê pêwendiyeke avîndarî
ya bihêz, rastî û di hemandemê de jî dûrî
aqilane, wan bi hevûduve girêdide. Ev hezkirin
bi şêweyê gundîtî yê herî sade li ser êkranê tê
nîşandan, jiber wê ji temaşevanan re hîç çetnahî
dirust nabe, daku bawerî bi rastî û rêalîtêya wê
jiyanê bêne! Ev yeke bi zelalî diyr dibe dema ku
Bêrîvan daxwaz û hêviyên hersê birayên xwe jibo
vegera malê û birina wê ser textoran, red dike…
Xwendevanên hêja, bênin ber çavên xwe: Jineke
kurd ya gundî -bi hemû wateyên vê gotinê-,
nexweş, ji zarketî (lal) û çavdagirtî ji
pirsyaran, ketiye navbera du agiran de; ji
aliyekî ve hersê birayên wê, siwarên hespan yên
ku lav lav ji wê dikin daku vegere mala bavê, û
ji aliyê din ve jî mêrê xwe „Şivan“ yê ku li dûr
li benda biryara wê maye? -birstî tabloyeke
sînemê ya kêmnemûneye- Bêrîvan bi çavên xwe yên
pir li xem û derd û bi bêdengiyeke gelek şewat,
li birayên xwe yek bi yek temaşe dike û piştre
weke teyreke bêbasik direve û xwe dipişt Şivan
de vedişêre…Weke yekê ku bêje eve hêviya min di
vê jiyanê de, eve hêlîna min a ku min biparêze…!
Şivan
jî ji aliyê xwe ve hêviyên wê naşikêne û vê yeke
bi mêranî û bi bêdengî nîşan dide, nexasime dema
ku bavê wî bi dar, ling û destan li wî dixe…Weke
yekî ku bêje, ez amademe barê hemû tiştî
helbigrim û waz (dev ji) li malbatê jî bênim, lê
Bêrîvan bi teniya nahêlim…!Birastî pir çetine
mirov wan tabloyên ku li ser êkranê têne
nîşandan bigotinan bêne ser kaxezê… Bêgoman
beşekî mezin ji serketina wan tabloyan divgere
ser pêkanîna herdu hunermendên sînemê: Tariq
Akan „Şivan“ û Melîke Demirag „Bêrîvan“, yên ku
bi hostayetî bi rolên xwe rabûbûn!
Qehremana sereke „Bêrîvan“ bi dirêjahiya filîm
(zêdetir ji du sie’tan) yek gotin bi tenê jî ji
nav lêvên wê derneketibû! (Ev yek jî di filîmên
çîrokbêjî de, tiştekî nû bû – I.M.). Raste, wê
axavtin bi zimanê xwe nekiribû, lê bi awirên
çavê xwe mîmîka rû û laşê xwe, êş û xembariya
xwe, daxwaz û hêviyên xwe ji temaşevanan re
şirovekirin û wise lêkiribû, ku herkes kêlî
bikêlî pêre bijî, li rewşa wê bipirse û xema wê
jî ji dil û can bixwe…
Li vir
ez bi pêwist dizanim, ku çend parçeyan ji gotina
lêstikvana sînemê a tirk Melîke Demirag li ser
mirina Yilmaz Güney bi bîranîn bênim:
„…Di
havîna sala 1978 an de, ez ji Antaliya di bajarê
Izmîr ê de diçûme Istanbol ê. Li Izmîr ê min
biryar da ku serdana Yilmaz di zindanê de
bikim…Di odeke piçûk de li girtîgehê, min û wî
gelekî li ser hunera sînemê û giringiya wê
axavtin kir…Yilmaz ji min re bi dirêjahî proje û
pilanên xwe yên dahatû şirovekirin, bi taybetî
li ser ramana filîmê „kerî“ rawestiya…Ez ecêb
mayî mabûm, dema wî ji min xwest, ku ez bi rola
sereke di wî filîmî de rabim, jiber piştî filîmê
„Heval“ yê ku min têde bi Yilmaz re leyistibû,
waz li lêstkvaniya di sînemê de anîbû…Lê wî
baweriya xwe bi tiwaneyên min yên hunerî anîbû û
bi xwirtî ji min xwest, ku ez bi wê rolê rabim,
tevî ku min wê çaxê tiştek li ser jiyana kurdan
nebihîstibû û nejî dizanîbû …Birastî ez deyndarê
wî me; bi saya serê wî û bi rê ya filîm, min
jiyana miletê kurd naskir, bi taybetî rewşa
jinan…Herwise û bi rê ya wî filîmî jî, min
jiyana miletê xwe yê tirk naskir… Bi rê ya
„Kerî“ min gelek tişt naskirin yên ku berê ji
min re nediyar bûn…Yilmaz nemiriye, ew di nav me
de dijî…“ (45).
Bi
gotinekê, em dikarin bêjin, ku di beşê yekem de
ji filîm, derhêner rewşa jiyana malbatê ji
hundur ve nîşan dide û tekez dike, ku ew şêweyê
kevnare û pir li nakokiyan, gelekî dom nake û
ber bi herifandinê ve diçe…
Lê di
beşê duhem de ji „Kerî“ Yilmaz çîroka xembarî û
malwêraniya malbata Hemo axa û rasthatina wê (rû
birû) beramberî jiyana bajarvaniyê „şaristanî“
dibêje. Ev yek pir bi hostayetî di rê ya
rêwingiya (karwanî, sefer) êşkişandinê di tirênê
de, tê diyar kirinê…Serokê malbatê, yê kal jibo
firoştina keriyê pez, ji bazirganan re imze
kiribû, ku kerî li ser hesabê xwe bighêne hetanî
bajarê Anqera, bêyî ku bîr bibe, tenê proseya
veguhestina hewqas seriyên pez, tehlûkeye û
serêşeke mezine…?! Roja çûnê nêzîk bû…Gereke
karwan bi rê bike ve…Keriyê pez li pêşiya pênc
mêran û jineke bêhêz, bi kotekî li pey wan bi
rêve diçe, kete ser rê de…“ Şivan! -Hemo bi
lavlav jê re got- bi gotina min bike û bila ew
-Bêrîva- bi me re neyê…Ew kunde, nenîşane xêre
ye…Wê ji mere felaketan bixwere bêne…Emê tiştên
nebûyê bi çavên serê xwe bibênin Şivan…“. Lê
lavlavê ti bandor li Şivan nekir, bipêçewane wî
ji bavê xwe re şert danî; yan wê Bêrîvan jî were
û li Anqera here ser textor, yanjî ewê bixwe jî
li mal bimêne…?!! Bi vî hawî karwanê êşkişandin
û di heman demê de jî jihevhilweşandinê,
destpêkir…Hîna li gundê yekem ku gihaştibûnê de,
diz û pêxwasan bi fêlbazî û pîlan şerek durust
kirin û guleyên demança ber bi esman ve berdan,
daku keriyê pez belawela bibe û diziya wan
hasantir bibe…Hetanî ew gihêştin stasyona tirênê
çend serî pez ji wan hatine dizînê…Li stasyona
tirênê yê kalemêr rû birûyê gendelî (fesad) û
organên dewletê yên şêlandin û xwînmêtina hejar
û perîşanên weke Hemo, hat…Herkes; ji serokê
stasyonê bigre û hetanî di şûfêrê tirênê re
derkeve, para xwe (reşwe, bertîl) dixwazin…Çare
tine, gerek Hemo bide, evin zakonên vî welatê…Lê
tehlûka herî mezin û kula herî giran ew bû, ku
birêvebirên stasyonê keriyê pez xistin vagonên
jehir (zihêr) kirî de -berî wê bi demke kurt
dermanê jehrê yê (D.D.T.) di wan vagonan de bar
kiribûn- Ew yek bûbû sedemê mirina hejmareke
mezin ya miyan (pez); jiblî wê jî, bi zelalî tê
dîtinên, bêçawa û bidirêjahiya rê, çete, diz û
qaçaxçî yên ku li her devera welat belav bûne,
miyan ji vagonan didizîn…
Pêwiste were gotin, ku di rê ya vê rêwingiyê de,
çêkirê filîm jiyana serdemê û nakokiyên wê li
herdû civakên tirkiyê: ya kurdî û herwise jî ya
tirkî di panorameke giştî de diyar dike! Ji
aliyekî de gendeliya ku di hemû organên dewletê
de belav bûye, fêlbazî, dizî, şêlandin û
pûştiyetî (laşfiroşî) -em dibênin bêçawa jinika
seqet ya laşfiroş Silo dixapêne û pereyên ku ji
malbatê veşartibûn ji wî didize-, ya ku li her
deverê belav bûye. Ji aliyê din ve jî ew amaje
(rohniyê davêje ser) bi jiyan û xebata siyasî li
welat dide -Girtina yê dengbêj, ê ku stranên
internasyonalîzmê dibêje, û herwise jî kuştina
xwendevanekî şoreşgêr yê ku belavokên siyasî
belav dike, di nîvê kolanê de û ji aliyê hêzên
tarî ve -.
Lê
derhênerê „Kerî“ hêviya xwe bi yekcarî ji
berxwedanê nabire û ew bi zanebûn di hin bûyeran
de, amaje bi hêza pêşverû a ku dijî rêjîma
tirkiyê xebatê dike, dide; nexasime bi rê ya
nîşandana gêncê (xort, gede) rojnamefiroş, yê ku
bi dengekî bilind bang dike: Rojname…Rojname…Ew
li ser kiryarên faşîstan dinvîse û wan riswe
dike…Ew li ser kiryarên Imperyalîzmê û tawanên
wan li welatê me dinvîse…“. Bi vî hawî û bi
şêweyekî hunerî pir bilind, ji temaşevanan re
rewşeke xembarî û ji gelek ailyan ve, tê
xwiyakirinê; lê bêgoman rewşeke rastî ye, rewşa
tirkiya serdemê ye.
Beşê sêhemîn ji vê serpêhatiya hunerî a
rêyalîst, me dike şahidê herifandina êla Hemo
„Weysîkan“ û pêrejî ya sîstêma feyodalîzmê a
riziyayî ku dem êdî di ser ve derbas bûye!
Piştî
rêwingiyeke dirêj, pir li êş û xeman, hejmareke
piçûk ji miyên ku mabûn gihêştin paytexta welat,
bihêviya ku bazirgan sozê xwe pêkbênin! Lê
careke din Hemo yê kalemêr rû birûyê rastiya
ta’l ya zakonên neyeksane û bêwijdaniya
bazirganan -Ma wî jiku bîr dibir, ku ew li
gotina xwe xwedî dernakevin- hatibû!! Piştî ku
wî ew rastî biçavên xwe dît û têgihêşt bê çi
felek li serê wî geriya ye, êdî dereng bû…Li
dawiyê û ji neçarî şertên bazirganan qebûlkir.
Bi serhejandin û dilekîşikestî pez bi nirxekî
gelekî kêm firoşte wan…Di serê wî de gelek pirs
çûn û hatin: wê çawa deynên xwe bidê? Gelo wê çi
ji endamên malbatê re, yên li gund bê pere û bê
qût li hêviya wî ne, bêje? Wê çawa û bi çi
şêweyî malbat vê zivistana dijwar bibe serî?!
Jiber wan sedeman ew razînabe, ku peryên gelek
jibo saxkirina Bêrîvan dide Şivan -Di rastiya
pirsgirêkê de, mirov dikare rewşa Hemo axa li
ber çav bigre; jiber kar û barê êlê hemû li ser
şanê wî ye; wî pere ne ji timabûnê (bexî) re
nedida, belkû zêdetir jiber paşeroja malbatê û
parastina wê bû -.
Tevî kêmbûna pera jî, Şivan dikarîbû Bêrîvan
bibe ba textor jibo saxkirinê…Li ba textor
Bêrîvan bi hîç şêweyî razî nebû, ku çilên xwe li
pêş mirovekî xerîb ji xwe bike…Lê di rstiyê de
rewşa wê wise xerab bûbû, ku ti textorî êdî nema
dikarîbû wê ji nexweşiya wê rizgar bike…Li
"Anqera“, Bêrîvan bi yekcarî bêhêz bû û nema
dikarîbû li ser piyan birêve here; Şivan ji
neçarî ew li ser pişta xwe kir…Birastî jî,
temaşevan tabloyeke xembar û xwedî bandoreke
mezin, a ku mîna wê di sînema serdemê pir kêm tê
dîtinê, dibêne…Di nîvê kolanên paytextê de; li
pêşiya avahiyên bilind û dikanên mezin yên bi
renga- reng xemilandî, û di bin awir û pêkenîna
bi sedan mirov de; mêrekî gundî, bejin bilind,
cil û bergriziyayî û xerîb… Jineke jihalketî,
nîv sax li ser pişta wî ye, bilezûbez û bêarmanc
birêve diçe…Li çavên xelkê temaşe dike, kelûgirî
dibe û dixwaze ji wan re bêje; çima win ecêbmayî
dimênin? Ev evîndara mine…Ew di vê jiyanê de
hêviya mine, lê …! Belê, pir çetine ku mirov
bikaribe wêneyeke wise bi wateyên xwe ve
dewlemend, a ku rastî û kûrbûna avîndariya wan
herdû perîşanan di wê civaka ker û lal de nîşan
dide, bêne ber çav û xeyalên xwe!
Şivan
berê xwe dide mala dostekî xwe -ew li eskeriyê
naskiribû- yê ku li qeraxên bajar dijî û bi
nanûziko weke bekciyê avahiyên mezin kar dike.
Li vir
careke din Yilmaz bi zanebûn, wêneyên kêmdîtî û
bi wateyên xwe ve dewlemend, nîşan dide; wise
diyar dike, ku tevî vê mala piçûk a bê av,
êlêktirîk û pencere jî, Şivan çavnebariyê
(hesûdî) davêje rewşa dostê xwe…Ew bi çavbelî û
ecêbmayîn buhst bi buhst li nava malê û tiştên
tê -tevî hindikî û kevinbûna wan tişan- de
temaşe dike…Carekê yan du caran awirên wî li
wêneyê „Karl Marx „ yê bi dîwarê malê ve
daleqandî dikeve -Yilmaz bi mebest vê yekê nîşan
dide- bêyî ku bipirse ka gelo ew kî ye…Careke
din bi melûlî serê xwe dixe ber xwe de û bîr li
derd û kulên xwe û Bêrîvana nîvsax, dike...
Li vir
û di odeke rût û vala de ji yên wê avahiya
bilind, Bêrîvan bi nermî û bi bêdengî, weke ku
çawa jiyana xwe dibire serî, wise jî canê xwe ji
dest da û serê xwe êdî nema rakir…
Li
gorî tradîsyonan gerkbû, ku laşê kesê mirî li
cihê ji daykbûnê were veşartinê; jiber wê Şivan
bi erkê xwe dizanî, ku laşê Bêrîvan bibe welatê
wê! Bêgoman jibo vê yekê dirav pêwiste…Ew
neçarbû careke din pera ji bavê xwe bixwaze…Lê
weke hercar, kalemêr dilkevir, daxwaza wî red
kir û got: „ Mala xwedê ava be, ew mir û em ji
wê xelas bûn…Ma nebesbû tiştê ku di saxiya xwe
de bi serê me anîbû Şivan…Ti dixwaze ku ew bi
mirina xwe jî me perîşan û şepirze bike, ha…?!
Şivan, bi çavên pir li hêsir û ecêbmayî temaşeyî
bavê xwe kir û bi dengekî bilind bi ser wî de
hilat û got: „Te hişe xwe xwariye…Ti hesta
mirovatiyê li ba te nema ye…Kalemêrê xurufî, ti
nema dizane ku ti çi dibêje…çawa zimanê te
digere ku ti tiştên wise bêje…“. Weha û di nîvê
bazara sewêl (ajel, pez) de bû qireqira bav û
kur…Di wê kêliyê de, yekî zimandirêj, karkerê
nava bazarê, xwe avête navbera wan û bi laqirdî
(qerif, henek) got: „… Çi bele we ye birano…?
Çima win jibo jineke mirî şer dikin? Herroj bi
dehan kes dimirin…Bila ew jî bighêje wan
yaho…Laşê mirî li kûderê were veşartinê weke
heve…Ha li vir…Ha li wir…ferq çiye yaho…“. Hîn
gotina wî di dev de bû, Şivan êdî nema xwe girt,
weke gurê pirçî yê ku ji mêj de li nêçîra xwe
digeriya, êrîşî mêrik -yê di bingeha xwe de,
bêguneh bû- kir û bi hemû hêza xwe ve destên xwe
xistin qirika wî de û gufaşt…Êdî tu hêz nema
dikarîbû wî bextreşî, ji nava lepên Şivan rizgar
bike…Ew neberda hetanî ku ruh jê neçûbû…
Di
wê dema ku laşê bêrîvan di nav destan de mabû;
polîs Şivan -jibo kuştina mêrik - birne
girtîgehê; Silo firsenda pevçûnê bi dest xist û
xwe ji bavê dizî û kete nav „Xweşiya“ bajar de û
biryara xwe da, ku êdî nema vegere wê jiyana
kevin… Hemo yê kalemêr jî, ji kerba Silo hiş di
serî de namabû…Ew bi kopal, şaşika li serî û çil
û bergên gundîtiyê, dikeve nava bajar de û weke
dîna (şêt) di bin ronahiya şewqên kolanan de, di
nav xireçira otombîl û mirovan de, bêyî ku kesek
lê bibe xwedî, dike qêrîn û hawar:
Silo…Silo…Siloooo…Siloooooo!
Bi vî
hawî, derhêner bi şêweyekî diyalêktîk, rêyalîst
û bi çîrokbêjiya xweş- hûnandî û sivik me
(temaşevanan) dighêne encama dawî -Hilweşandina
malbata Hemo û pêwistiya bi guhertina jiyana
kevin -!
Çêkirê
„Kerî“ ne weke gelek filmêd welatên „Sêhemîn“
yên ku rewşa du jiyanan; ya gund û ya bajar
didin hemberî hev, nîşan dide! Ew bi hûnandineke
hunerî ya bilind tekez dike, ku jiyana kevnare
pûç bûye, lê di heman demê de jî „Şaristaniya“
serdemê jî, nexasime ya ku li tirkuyê heye,
seqete û di bin siha wan rêjîman de wê her kêm û
neyeksane jî bimêne! Jiber wê pêwistî bi
guhertinê heye; lê çawa?!
Bi
dîtina min, Yilmaz Güney bi vê serpêhatiya xwe
ya mîlodî û sade, bersiv bi rê ya du tabloyên
sereke di dawiya filîm de da: Yek, dema
nîşandana wêneyê pêşengê şoreşa bindestan li
Cîhanê „Karl Marx“ di mala dostê Şivan
de; û duhem, bi rê ya raman û şêweyê bîrkirina
xortê xwendevan -kurê dostê Şivan- re; ê ku
çûna rêstorantê û şevbuhêrkê bi malbat û mêvanan
re, red dike û ji berdêla wê ve diçe civîneke
siyasî ya xortên pêşverû! Wise diyar dibe, ku
filîmçêkir tekez li ser wê yekê dike, ku xebat
li ser rê ya bîr û baweriyên zanistî, hînjî
berdewame û paşerojeke geş, sedî sed bi rê ve
ye!
Cihê amajepêdanê ye, ku taybetmendiyeke din di
filîmê „Kerî“ de heye, a ku tenê di xebatên
hozanvanî yên rêyalîst û giranbuha de, têne
dîtinê; ewjî ewe, ku ev xebata bilind ya
ruhsivik û bi çîrokbêjiya xwe ve hesan, li
xweşiya hemû kesî, bêciyawaziya pileya zanebûn û
pîşeya wan, tê?!
Di
vî warî de, herdu rexnegirên sînemê yên sovyetî
R. Sobolêv û O.Tênîşvîlê nivîsandine:
„…Taybetiyeke filîmê „kerî“ ya ku kêm di xebatên
sînemê de tê dîtinê, heye! Ew ji hemû aliyên
êstêtîka huner vecihê nirxandinê ye; bi gotineke
din, „Kerî“ jibo temaşevanên pispor, kesên xwedî
ezmûne di warê hunera bilind û zanistiyê de, yên
ku di huner de, ne tenê li bûyerên seyr digerin,
belê yên ku dilhênikiyê (Xweşiyê, lezetê) ji
huner dibênin, gelekî balkêşe; û di hema demê
de, ew ji temaşevanên sade re jî, yên ku tenê
temaşa bûyerên çîrokê dikin, bê ku li wateya wan
bi kuratî bikolin, gelekî xweşe …“ (46).
Li
dawiyê dimêne, ku em bêjin xebateke hunerî ya
giranbuha û balkêş -bi taybetî jibo temaşevanên
europî- hate çêkirin. Bi saya serketina „Kerî“ û
pêşwaziyagerim a ku jêre li gelek welatên Europî
hatibû kirin, netenê sînema tirkiyê belê herwise
jî ya dewletên „Sêhemîn“bi giştî, gihêşte sewiya
sînema cîhanî. Lewra ev filîm, bi pênc xelatên
hunerî yên navneteweyî hatiye xelat kirinê, di
nav wan dejî xelata sereke ya fêstîvala
„Valênsiya“ sala 1980 ê li Êspaniya…
Dumahîk
maye!
-----------------------------------------------
Jêder
û têbînî:
(41) – Pirtuka “Hunera sînemê ya Asiya û
Afrîqiya”, Mosko 1984, R.118 (bi zimanê Rûsî).
(42) – Rojnama heftane ya “Zarûbêjom (Dervî
welat)“, hejmara 4, sal 1983 R.4 (bi zimanê Rûsî).
(43) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û
Afrîqiya“- R. 118, çavkaniya berê.
(44) – Çavkaniya berî wê.
(45) –
rojnama “ TAZ “ 11.09.1984 an (bi zimanê
elemanî).
(46) –
Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û
Afrîqiya“- Çavkaniya berê.
|