|
Hêviya
di Rê de!
Yilmaz Güney, ew kêlîka (firsend, dem), ku
gel dixwest dengê rastiya jiyanê bibhêze û wî
kesê ku hêviyên wan, yên bi salan li bendê bûn
eşkere bike, bibênin, ji dest berneda…Wî bi
şêweyekî hasan û zindî, li ser xwe û bi dengekî
nerim, bêtirs û bi bawerî hêviyên xelkê şirove
kir!
Güney romanên wêjeyî (edebî) afirandin,
çîrokên rêalîst nivîsandin û filîmên sînemê yên
pir’ bi nirx çêkirin ne bi armanca daneheva
dirav û hezkirina navderixistinê bû, yanjî jibo
razîkirina hin hêz û kesan bû!
Belê wî ew xebat kir jiber hezkirina wî ji mirov
û jiyanê re mezin bû, lewra wî temenê (emrê) xwe
û hêmniya jiyana xwe a ku dikarî xweş be, diyarî
wan kir; ew bi tihawî razî nedibû, ku li ser
naheqî û zordestiyê a ku li dora wî dibû, bêdeng
bimîne…Ev bû sedema serek û armanca hemû xebatên
wî.
Di destpêkê de Yilmaz cudabûn (ciyawazî,
ferq û meylî) dixiste navbera mirovên gund û yên
bajaran; navbera şêweyî jiyana gundîtî û
bajarvaniyê de; û li gorî wan berheman jî, ew
eşkere meyldarê gundiyan bû!
Lê bi demê re û li ser bingeha dirustbûn û
pêşveçûna hişmendiya wî a siyasî, ew nerîn li ba
wî hate guhertinê; êdî destpêkir ne tenê ji
aliyê cografî (cih û war, erdnîgarî) ve temaşiyê
jiyana mirovan bike, belku zêdetir ji aliyê
hest, helwêst û nerînên wan beramberî pirsên
bingehîn, yên jiyana civakê ve!
Yilmaz, ev mirovê sade, nefispiçûk û dilovan
hemû hêvî, êş û derd, xwein û xeyalên mirovên
belengaz, hejar û bêçare dane ser milê (şanê)
xwe û di dilê xweyî mezin de xwedî kirin! Ev yek
bi zelalî di nameyekê de (10.07.1972) ji nameyên
wî, yên ku berdewam ji girtîdîxana (zindan) „
Selemiyê“ ji kebaniya (xêzan, jin) xwe Fatime re
dişandin eşkere dibe; tê de dibêje: „…Hezkiriya
(xweşewîsta) min, ji me re di jiyanê de nehatiye
nivîsandin, ku em bi xweşî û bêtirs bijîn, ew jî
jiber sedemeke pir’ sade ye; Em hest bi êş, kul
û xemên kesêd mayin dikin û weke êş û derdên xwe
dihejmêrin (hesab dikin)… Jiber dilê me li ser
xemdariya kesên ku em wan nasnakin jî di êşe û
hêsrên wan dilê me parçe parçe dike…Me hêsir li
ser pisîkan (kitik, pişîle) jî barandin û me
sirûşt û hêlînên çivîkan (çûk, çoleke) jî
parastin… Hezkiriya min! Çendî (çiqasî) xweşe,
ku ti hevbeşê êş û derdên xelkê be! Çiqasî
tiştekî mezine, ku ti mirovan ji tengasî û
dilxemgîniyê rizgar (xelas) bikê… Min di jiyana
xwe de, gelekî êş û derd kişandiye, lê tevî wê
jî çiqasî ev jiyan xweş û bedewe!! Ji mirovan
hez bike, alîkariya wan bike û bihêle ku ew jî
ji te hez bikin; ji jiyanê dilsar nebe, bila
dilxweşî ji te bi dûr nekeve; di vê jiyanê de,
dijî êş û derdên xwe bi dilxweşî (kêf û e’şq)
berxwe bide…“*.
Gotinên di vê nameyê de, yên hasan û sawa
nîşan didin, bê çendî dilê vî teyrê zindankirî
mezine û mirovheziya wî ji dile; bê çiqasî
dilsoz û wefadarê prênsîp û bîr û baweriyên xwe
ye; bê çiqasî wî bi hemû tiwaneyên (imkanên) xwe
nivîsar û berhemên xwe yê hunerî xistine xizmeta
mirovên ku ji wan hez dikir…! Dosteyêvskî,
nivîskarê rûss yê mizin û navdar dibêje: „…Mirov
bi serê xwe tenê, nehêniyeke (sir’eke) ji
nehêniyên jiyanê, jiber wê pêwiste mirov
bêwestan lê bigere. Jibo vê armancê lêhêja ye,
ku mirov jiyana xwe jî li ser bike…Ez li vê
nehêniyê û çareseriya wê digerim, dêmek (tê wê
wateyî, yanî) ez mirovim…“.
Bi dîtina min, Yilmaz ê mirov hewil dida, daku
bighêje vê armanca pîroz û bikaribe wê nehêniyê
şirove bike?!!
Di destpêka salên 70 yî de, ji sedsala
buhurî, ezmûna (tecrube) Güney di hunera sînemê
de bi hêztir û xwirttir bû. Wî destpêkir ew
huner, a ku tê hejmartin „ giringtirîn humer “
jiberê zêdetir weke çek di şerê xwe de djiî
çînên serdest û desthelatdaran bi kar anî. Wî
bawerî bi wê yekê anî, ku hunermendê rastteqîn
(rastî, dirust) gereke xizmeta berjewendiyên gel
û pirsên (problêmên) wan yên çarenûsî bike! Di
vê derheqê de, ew dibêje: „ Gereke hunermendê
rastî û rêalîst têkelî (tevî, bikeve) jiyana gel
bibe û li tenşta wî raweste, yan na û na ew
nikare bigihêje armancên rastiyê… Erkê
hunermendê gelêrî ewe, ku rastiyê bighêne xelkê,
ew rastiya ku ji aliyê zordestan ve tê
veşartinê…Armanca min ewe ku ez wê rastiyê
bighênim timamiya gel û ezê jibo bidestxistina
vê yekê xebatê bikim…“(15).
Gotinên Güney û ramanên wî „ li ber bayê ne
çûn“, wî bi ce’dî û bê mandîbûn xebat kir, daku
ew xewna wî a mirovayetî bi cih bê! Di rastiyê
de jî û li ser bingeha ezmûna xwe ya dewlemend,
wî di demeke kurt de filîmê xwe yê giranbuha „Hêvî
„ derhêna, ê ku bû kevirê bingehîn di hunera wî
ya rêalîst de û herwise jî xelekeke pir’ giring
di zincîra filîmên wî yên pêşerojê de. Di
derheqa vî filîmî de, derhêner tirk Ardîn Kîral
wise dibêje: „ Filîmê Hêvî gevirê bingehîn yê
avahiya sînema tirkiyê danî û ew têhejmartinê
weke destpêka hemû destpêkan; di dîroka sînema
tirkî de yekem car bû, ku babetên rêalîst eşkere
û bi rastî dihatin nîşandanê; yekem car bû di
dîroka hunera me ya sînemê de, ku filîmekî wise
sade tê çêkirinê; bûyerên wê yên jiyana civaka
me ya rojane bûn, ne weku trdîtsyona filîmêd me
yên mayin, ku timî aliyên bedew û xeyalî nîşanî
temaşevanan didan…“ (16).
Rastî jî, filîmê „Hêvî“ di dîroka sînema tirkiyê
de tê hejmartin, ji aliyekî ve weke gulleyekî
(fîşek) ber bi singa kesên faşî, paşverû û hemû
çînên zordest li ser serê miletên di welat de, û
ji aliyê din ve jî, ew jibo milyonan kesên
bindest û bêçare, bû weke gulîstaneke pir’ li
kulîlk û nêrgizan, hêlîna xewin û hêviyên wan…
„Hêvî“ bû mizgîniya jidaykbûna hunermendekî ji
nav gel û jibona gel; hunermendekî, ku wê rojekê
ji rojan bibe cihê serbilindiya ne tenê miletê
xwe, belê herweha a mirovayetiyê bi giştî!! Ev
filÎm bû motika hunerekî rêalîst, ê ku di pêşde
wê bibe şahid li ser bindestî û rebeniya
wîmiletê ku derhêner jinav derketiye!
Derhênera tirk a navdar û pêşverû Sema Buras -
Ew jî jiber zordariya dewleta tirkiyê li derveyî
welat dijî - di gotareke xwe de li jêr sernivîsa
„ Padîşahê krêt hêviyan ji me re tê ne“ di
derheqa vî filîmî de wise nivisandiye: „…Min
çavreşî avêtibû filîmên tirkî yên bazirganî û
arzan, û min qet (hîç, tucarî) ne dixwest li wan
temaşe bikim; jiber wê ez pir’ kêm diçûme
eywanên (salonên) sînemê…Lê carekê ji caran
tiştekî rûda ku hîç ne li bala min bû; berî 12-e
salan min bi tesadufî di eywaneke sînemê de
filîmê „Hêvî“ dît! Dema min ew dît, ez ketim nav
sergêjiyê de û hesteke tarî û ne normal bi min
re çêbû, a ku berî wê tucarî bi min re çê ne
bûbû…Wê çaxê min bêhneke kûr û dirêj veda û di
dilê xwe de got: vaye ronahiyeke melûl (piçûk,
Cilmisî, hûr) di sînema me ya tarî de xwiyanî
kir. Ez dikarim bêjim û bê mezinbûn, ku filîmê
Hêvî şoreşeke rastteqîne di sînema tirkiyê de
çêkir. Derhênerê filîm, akterê herî navdar û
hezjêkiriyê, min, û xelkê tevde, Yilmaz Güney
bû…Birastî ev filîm rûdaneke nû û
serketiye…Pêwiste em timî lê vegerin û jê hîn
bibin, nexasime em, derhênerên gênc (xort,
ciwan, nûhatî)…(17)
„ Hêvî „ ev filîmê wise giring, di nava du mehan
de hate amadekirin û di payiza sala 1970 î de
li fêstîvala sînemê a seranserî (li ser astê,
timamiya) tirkiyê, li bajarê Adena hate
nîşandan! Ew di fêstîvalê de bû bûyra herî
balkêş, lewra „Hêvî „ xelatên sereke yên wê
wergirtin; ew hate hejmartin weke filîmê salê yê
herî baş, sênaryo ya wî jî a herî serketî di wê
salê de û Y.Güney bixwe jî xelata baştirîn
lîstikvanê rola mêran stand… Lê tevî vê
serketina mezin û nirxandina bilind ji aliyê
komîta jûrî, rexnegirên huner û temaşevanan ve
jî, desthelatdarên tirkiyê nîşandana filîm di
eywanên sînemê de li seranserî welat, bi
behaneya (hincet,biyanû) ku filîm „rastiya
civaka tirkiyê şaş nîşan dide„ bi hemû şêweyî
qedexe kirin?! Ma gelo ev tişt ne ciyê pirs û
ser-sormandinê ye? Lê ya hîn ji wê xerabtir, wan
(desthelatdaran) nehiştin ku „Hêvî„ (tevî ku
jûrî, rexnegêran û hemû hunermendên beşdarîbûyên
fêstîvala Adanê biryar dabûn, daku filîm ê Güney
nûnerêtiya tirkiyê di fêstîvalên derveyî welat
de bikê), ji welat derkeve û beşdarî di
fêstîvalên navneteweyî de bike?!!
Pêwiste bê gotinê, ku tevî çetnahî (zehmetî)
û çavdêriya xwirt û berdewam ji aliyê dewletê
ve, Yilmaz bi serhişkiya xwe û alîkariya çend
hevalên xwe dikarîbû „Hêvî“ parçe bi parçe û bi
dizî bişêne derveyî tirkiyê!
Piştî wê û li ser pirsa rojnamevanan, ku wî
zakonên dewletê binpê kiriye û xwe tawanbar
kiriye?! Güney wise bersiv dabû: heger ev karê
min tawanbarî bê, ez pê serbilindim; jiber ez
dizanim, bê encamên xebata min, wê çibin…Çi li
hundirê welat û çi jî li derveyê wê…
Di rastiyê de jî, gotinên Yilmaz li boşê
derneketin û gomanên wî di cihê xwe de bûn;
europiyan bi xweşî û pesindan pêşwazî li „Hêvî„
kirin û yekser jî di fêstîvala navneteweyî de a
sînemê li bajarê Grênopl ê, xelata taybet a
komîta jûrî wergirt! Jibilî wê jî ew bi
serkeftineke mezin li gelek welatên europa,
asiya û afrîka bakur hate nîşandanê. Govara
tûnisî a bi zimanê ferensî (Jon Afrik) ev filîm
weke baştirîn filîmên „welatên sêhemîn“ li
cîhanê binavkiri…(18).
Bêgoman filîmê „Hêvî„ navê Güney weke
derhênerekî navneteweyî bilind kir; êdî berhem û
navê wî di çarçoveya fêstîvalên sînemê yên
navneteweyî de bû cihê balkêşan û gengeşê;
rexnegêr û pisporên sînemê li gelek welatan dest
bi lêkolîn, nivîsandin û helsengandina (teqî’m)
berhemên wî kirin. Şûffê di govara „Lê Fîgaro“
de nivisand: „…Zîrekbûneke kêmnemune ye jibo
birina temaşevanan ber bi bîrkirinê ve…“ Herwise
rojnama „Lê humanîtê“ li ser hêvî û jibo
temaşevanên ferensî wise nivîsand: “…Werin
temaşe bikin.. qehremanê filîm prolîtariya bi
xwe ye…qehremanê fim birayê we ye…“(19).
Rastî jî, temaşevanên sade û belengaz xwe û
jiyana xwe bi xweşî û nexweşiyên wê ve, di
fîlîmên Güney de didîtin; temaşevanan, di nav
wan de pisporên hunera sînemê jî, dema ku
filîmên Güney didîtin diketine serkêjekî û
gomanan de, gelo ev belgenameyîne (dekûmêntalin)
yan jî lîstkvanîne (çêkirîne, çîrokbêjin)?!
Di vê derheqê de, rojnama „Parîs de Matş“ wise
nivisandiye: gelo ev filîm dekûmêntale yan jî
hêzeke xeyalî ye…? Ew rastiya jiyanê wise nîşan
dide, ku ji temaşevanan re pir’ çetine cudabûnê
di navbera belgenameyî û lîstkvaniya wî de
bibênin…!
Belê, vî hunermendê rêalîst ji hindur ve û bi
çavên vekirî û dûrbîn temaşeyî nakokî û
nexweşiyên civakê kir; wî bi bawerî xwe nêzîkî
xelkê kir û havbeşî êşên wan bû, daku bikaribe
bi dilsozî şirove bike û nîşanî ne tenê wan,
belê cîhanê bi giştî, bide! Tekez li ser vê
yekê, rexnegirê sînemê yê yûnanî ê navdar
Dîmîtrîs Zaniyakîs wise nivîsandiye: „ Yilmaz
Güney wêneyên rewşa jiyana rojana a gel
kişandiye. Jiber wê, bûyerên filîmên wî bûne
belgenameyên zindî li ser belengazî, paşdemayin
û zordariya gelê wî yê bindest.“ (20)
Gelek caran çetine ku mirov bikaribe filîmên
rêalîst, yên ku bi hunereke bilind ve hatine
hûnandinê şirove bike; ew jî weke perçeyên
mûzîka xweş: timî di nav awazê wan de hêzeke
nedît heye, ku mirovî bi ser xwe de dikşênin, bê
ku mirov bikaribe bi gotinan pesin bide…Jiber wê
ezê li vir di derheqa „Hêvî“ de, çend gotin û
nivîsarên rexnegirên sînemê, nivîskar û
hunermendên cîhanî yên navdar bi weşênim, daku
xwendevan xwe bixwe, li ser hukum bike:
Filîmekî ecêb e…dihêle ku mirov timî li ser
piyan be…
Ev filîm bi mêjiyekî mezin û pir’ bi zelalbûn
hatiye çêkirinê…
Netenê divê, belê pir’ pêwiste ku bi milyonan
kes vî filîmî bibênin!!
Çarliz Hîpdu
Bêgoman, Yilmaz têhejmartin derhêner û
lêstikvanê sînemê ê yekemîn
di welatê xwe de!
Govara -Farêtî-Newyork
Dengekî ecêbe…Karekî hunerî payeberz û belkêşe!
Bi rê ya vî filîmî, me sînemeke din
naskir, a ku berî niha nenas bû!
L.Çarliz, rojnama -Frans Siwar-
Berhemên sînemê yên wise cid’î û hunerbilind
tanî vê sewiyê, pir’ kêmin!
L.
Şûffê -Lê Fîgaro-
Filîmekî pevgirêdayî ye û mirov ber bi xwe ve
dikêşe. dihêle ku
temaşevan jî pêre serîhildin! Birastî jî wise
dike, daku miro dinava
xwe de bikele! Ev Filîm rûdaneke giringe!
Govara
- Pozîtîv- N.T.
Vê çîroka hunerî em tevlîhev kirin…
Bi îmkanên xwe yên seretayî (piçûk, besît) û
hozanvaniya xwe,
me dixe sergêjiyê de…Tiştekî dûrî aqilane... Di
sînema tirkî de tiştekî
nû peyda bû (hate dîtin)!
R.Pînayon. Govara fransî “L’Buan”
Bi hozanvaniya xwe, bi rêalîta jiyanê û bi
sadebûna xwe, sînema
tirkiyê a nû damezirand (ava kir) !
Lîs Lîtêrs (françasîs)
Bêgoman, ew (Y.G.) baştrîn akter û serkettirîn
derhênerê sînema tirkiyê ye!
Pêter Brûk / Tonî Rîçardson
Filîmeke, pêwiste mirov li ser raweste û bîr lê
bike!
Rojnama ferensî “Parî Matş”
Ev filîm pir’ bedewe; ew nûnerê rêalîzma nû ye.
Berdewam bala mirovan dikşîne ber bibîrkirnê ve
li ser rewşa jiyanê. Filîm rexne li rêjîma
desthelatdar dike, a ku bû ye sedemê hêsirbarana
xelkê û bindestiya miletê derhêner! Derhênerê
filîm dibêje: ”min ne filîmê sînemê kişandiye,
belku zêdetir min jiyana rojane a rastteqîn
nîşan daye”. Jiber wê ew kete nav rêza çîna xwe
û di hemû jiyana xwe de, xebat jibo rizgariya wê
kir!
Marsêl Martan, govara “Êkran” çileya paşîn, 1974
Li hemberî filîmekî wise, Mirov dikare çi ji
rêzlêgirtin û rawestana bêdeng zêdetir bike?!
Eve zordestî! Eve kedxwarî! Eve belengazî… Ev
hemû tişt îro li tirkiyê hene…
Govara “Deng û Reng“
Gereke em ji du aliyan ve temaşeyî vî filîmî
bikin: Ji aliyekî ve; ew bi şêweyekî rêalîst
rewşa jiyana gel nîşan dide. Ji aliyê din ve, ew
bi hemû wateyan filîmekî siyasî ye; bûyerên
filîm çîroka malbateke belengaze, a ku li
devereke jibîrkirî û pir’ feqîr li tirkiyê dijî.
Xelkên wê deverê êşa bindestiyê bi hemû şêweyên
wê dikşênin…Ev filîm hêzeke mezin dide
pêşvebirina sînema pêşverû a cîhanê…Bi vî filîmê
xwe, derhêner kete pêsîra (li hemberrawestan,
rûbirû) rêjîma desthelatdar de…Babetên ku Yilmaz
nîşan dide, dîtina wan di sînema siyasî de bi
giştî, pir’ kêmin.
Luîs Şaufêt
Berî derhênana vî filîmî, Yilmaz dizanîbû, ku
wê ev yek tehlûke jê re bêne, lê tevî wê jî wî
filîmekî wise, ê ku ne tenê li tirkiyê belê li
seranserî cîhanê jî deng da, çêkir. Piştî pîşeya
(mihne, sine’t) akteriyê, wî êdî dest bi
derhênana filîman kir. Wî bixwe kamêra xwe hilda
ser milên xwe û li hemû deveran geriya, daku
filîmên di mêjiyê wî de meyî bûn çêbike…”hêvî”
bûyerên filîmê “Dizê bisklêt (paskil) “ yê
derhênerê îtalî Vîtoryo De Sîka, tênê bîra me,
lê ji aliyê teknîkî ve, ew filîmên Sovyêtî (Yekîtiya
Sovyêt) yên “ Bê deng ” bibîra me tîne. Di filîm
de diyar dibe, ku Yilmaz pirsgirêkan ne bi rê ya
lav lav û girî nîşan dide, belê ew bi mêranî û
zelalî bîr û baweriyên xwe pêşkêşî temaşevanan
dike. Ji bûyerên filîm diyar dibe, ku Yilmaz bi
yekcarî biryar da ye ku bikeve nav rêzên gel de,
ew gelê belengaz, hejar û jibîr kiriî; yê ku di
heman demê de jî, ji jiyana xwe dilteng bûye û
vîna wî a xebatê jibo azadiyê heye. Ev yek di rê
ya meşa protêsto (dêmonstratsiyon) de a ku
Yilmaz di filîm de nîşan dide, diyar dibe. Ew
nîşan dide, bê çiqasî xelk ji jiyana xwe bêzar û
dilteng bûye! Lê ew bi zanebûn û hostayetî jî
nîşan dide, ku gel hêjî negihêştiye pileya (sewiya,
derece) xwerêkxistin û serhildanê. Ev raman bi
zelelî di rabûn û rûniştina qehremanê filîm de
diyar dibe; nexasime ew berdewam dikeve xewin û
xeyalên dirav û qesir û qonaxên mezin û xweş de…Cebar
(qehremanê filîm) jibo bidestxistina wan xewnan,
û gera li zêr û diravên dibin erdê de, hemû
tiştî winda dike û bixwe jî dîn (şêt) dibe!
Güney bi rêya qehremanê xwe, cilikê li ser hemû
e’yb û A’rên (kêm û kurtiyên) civakê dirake, bi
taybetî paşdemayina baweriyên olî yên pûç û
vale; her wise ew zordariya koledaran (kolonyalîstan)
jî li ser navçeyên xwe nîşan dide…Gereke em guh
bidin filîmê “Hêvî” û şirove bikin weke
berdewamiya rê ya rêlaîzma nû a sînemê; lewra ew
dikare vê rê yê bi xwirtî bi pêşve bibe…”
Can Lûp Basîk-
govara “Sîneme“ Sala 1973
Helwêsta Yilmaz Güney zelale, ew bixwe dibêje:
“ Ez yekem ji wan kesan (mirovan) yên ku dijî
çînên zordest şer dikim…Miletê me hetanî vê
kêliyê jî, heqî ji naheqiyê cuda nake û bi
zelalî jî başiyê ji xerabiyê dernaxe. Ew
berdewam (timî) li hêviya tiştekî ye. Li hêviya
çi ye?! ew nizane. Filîmê min bersiveke zelale
ji van pirsan re; di welatê me de pir’aniya
xelkê li hêviya tiştekî ne; bêgoman ew hêviya
wan di heman valehiyê de ye wek a ku di filîm de
ye…Mixabin ev yek hîn berdewame…”. Tiştê ku
Yilmaz hetanî vê gavê ji sînema tirkî re pêşkêş
kiriye, daxwazên gel têr nake û bersiva hemû
pirsên wî yên civakî, siyasî û aborî nade. Di
tebaxa sala 1970 î de Yimaz digot: “Jibo
çêkirina filîmekî nû, dibe ku ez werim girtinê;
ez dizanim, ku wê ev filîm li welatê min we re
qedexekirinê û jibo wî jî, ezê bikevim girtîxanê
(zindan, hebis) de, lê ev hemû jî nabe tehlûke û
kelem (asteng, rêgir) jibo xebata min…”
Desthelatdar li behanekê digeriyan, da ku Güney
bigrin. Bi vî hawî û bi hinceta, ku ew alîkariya
„şoreşgeran” dike, 17 adara 1972 an ew girtin.
Di dema hazir de ew girtî ye û jibo azadiya wî
jî, komîteke navneteweyî ji navdarên sînema
cîhanî pêkhatiye.
Magî Itson
Bêgoman di derheqa „Hêvî“ û derhênerê wî de
gelek gotin û nivîsar hene; ez li vir dixwazim
bi çend parçe komêntarên Yilmaz bixwe li ser vî
filîmî, kotasî bi wan bênim: “ Di derheqa „Hêvî“
de ez dikarim bêjim, ku bi hatina nav pîşeya
derhênanê û dirustbûna baweriyên min yên siyasî,
min bi yekcarî dest ji çêkirina filîmên
bazirganî, yên ku babetên wan temaşevan benc
dikirin û dûrî rastiyê dixistin, kişand…Min dst
bi çêkirina qehremanê rêalîst û erênî kir;
herwise jî min hewil da babetên jiyana zindî a
rojane nîşan bidim û şirove bikim…Min bi yekcarî
xatirê xwe ji kotasiyên (dawiya) xweş û dilşad
di filîman de, yên ku sînema Emerîkî a jehirkirî
em hîn kiribûn, xwest…Vî filîmî efsana
„Qehreman“ ê ku dikare hemû tiştî bike, herdem
serketî be û qet zora wî naçe, şikand; jibilî wê
jî, filîm ramaneke nû pêşkêş kir, naveroka wê ew
bû, ku xebata bi tenhayî û hêza bi serê xwe, bê
sûde û nagihêje armancan; jibo çareseriya rast,
pêwist gel destê xwe bide hev û xebateke siyasî
bi rêkxistin û li ser bingeha ramanên pêşverû,
bike…Bêgoman ramanên wise tehlûke ya mezin bixwe
re tênin; ez bawerim pir’aniya temaşevanan jî ev
mebest (raman, mexsed) wergirtin, lewra ev yek
naveroka nama mine di rê ya sînemê de…“(21).
Raste, jiber wê jî, vê xebata hunerî a
giranbuha di dîroka sînema welatên „Cîhana
sêhemîn„ de, girngiya navneteweyî stand û
derhênerê wê jî weke hunermendekî navdar li ser
asta cîhanê hate naskirinê! Jiber wê, lê hêja ye
ku em ronahiyê, heger ne bi xwirtî be jî,
bavêjin ser bûyerên wê…
Bûyerên filîm, pir’aniya wan li bajarê Aden
ê çê dibin. Qehremanê filîm „Cebar„ (Yilmaz
bixwe bi rola wî dirabe) şofêrê hentûrê (e’rebe
a ku hesip dikşênin) ye, wî jiber naheqî û
zodariya Axa (kesê feyodal) ji gund barkiriye û
hatiye bajêr, bihêviya ku rewşa jiyana xwe
xweştir bike! Cebar bi şev û roj li ser wê
hentûra kevin, a ku du hespên lawaz (jiber
kêmbûna êm -xwarinia sewal-) li pey xwe
dikşênin, kar dike. Gerekê bê gotinê, ku herdu
hesip jî ne ê wî bûn, wî bi alîkariya dostekî
xwe bi deyin kirîbûn! Roj û meh desrbas dibjn…lê
hatina (nirxê keda wî) Cebarê belengaz di rojê
de ji 10 lîre derbas na be?!
Li vê tofanê.. ma gelo wê heft mirov (kufletê
malê) çawa bi van pereyên hindik bijîn?! Bi
derbasbûna demê re, deynê wî perîşanî zêde dibin
û hejmara deyndaran jî pir’tir dibe…Eşkereye, ku
Cebar nikare deynên xwe bide; ma ji kudê
gelo…çare çi yê?? Cebar dest bi kirîna kaxezên
lotorî (yanesîb) dike, bihêviya ku hinek dirav
(pere) qezenc bike, ew hêviyên mezin li ser wan
kaxezên „bê îman“ datîne…lê berhem nîne…hemû
kaxez vale (bê qezencî) derdikevin û pêre jî
hemû hêviyên wî winda dibin…Cebar, di feqîrî,
hejarî û xwenên xwe de ne bi tenê ye, belê
dostekî wî „ Hesen“ ê barhilgir (hemal, ê ku
çewalan li pişta xwe dike) jî heye…Hesen, sedî
sed bawer dike ku gencîna (xezîna) zêr û zîv di
bin erdê de heye û hemû hêviyên xwe pêve
girêdane; jiber wê û bi lave lavê (qorban û
heyran) hewil dide, ku Cebar jî bênê ser wê
baweriyê û projeya xwe bibe serî: „…Heger te bi
gotina min bikê, emê xwe û kufletên mala xwe ji
vê rebeniyê rizgar bikin…Berî demekê min ew Şêx
dît…Aaax, birayê Cebar, heger ti wî bibênê, tê
bêje qey ev welîyeke ji awliayên xwedê yên herî
salih…Heger em wî razî bikin û bê a’yat û
sûretên qora’nê bixwênê, emê misoger gencînê
bibênin…“!
Lê wê çawa Cebar bi gotina wî bike û ew di dilê
xwe de dibêje: “ Hêviya Hesen xeyale û dûrî
a’qilane…Çi bêhişe, ev barhilgirê belengaz, wî
birastî xistiye serê xwe de, ku bi du’a û
selewatan wê gencîna zêr bibîne…“?! Na û sedcarî
na, Cebar bersiva Hesen dide û baweriyê bi wan
hêviyên pûç na ênê…Lê deyndar deynên xwe
dixwazin…Zarok pirçîne…Hentûr riziya ye û
pêwistiya wê bi çakkirnê heye…Kaxezên lotorî
vele derketin…Di encam de dest vale ye…
Aaax ji derdê feqîrtiyê, feqîrî tawane, kuf’re û
ew barekî girane ne tenê li ser milê dê û bavan,
belê herwise jî perîşanî û rezîliyê ji zarokên
piçûk re jî tînê…Di dibistanê de, zarokên Cebar,
jiber cilên xwe yên riziyayî, qirêj û pînekirî
dibine ciyê pêkenîn û qerfên zarokê dewlemendan,
jiblî wê jî û jiber feqîriyê ew bê defter û
qelemin û nikarin dersên taybet jî werbigrin; ma
gelo bi vî hawî wê çawa di xwendina xwe de bi
serbikevin?!!
Her hevdîtinek di navbera herdu dostan (Cebar û
Hesen) de, bi dilmanî, hesret û nûkirina birînan
kotasî pê tê! Ji gotinên wan herdu perîşanan
xwiyanî dibe, bi taybetî dema ew di ber dikana
şêranî û goşt re diçin, ku wan di jiyana xwe de
goştê birajtî, kebab û hetanî bi şêranî jî
nexwarine!!
Hesen careke din çîroka gencîne û şêxê salih jê
re dibêje, lê Cebar berxwe dide: „Hesen, ev çi
xewin û xeyalên pûçin, ku ti xwe bi wan
dixabîne…“ pişta xwe didê wî û diçe, daku ji xwe
re çend qirûşan peyda bike…Lê malxerabûna mezin
û tiştê ne li bîra tu kesî rûdide (diqewime)…!
Cebar hentûra xwe li ser rê û li bin siya darekê
radiwestêne û diçe daku pakêteke çixaran ji xwe
re bikre…Dema wî dixwest nirxê pakêtê bide, ji
nişkave û bi borîniya hespê re dengê terqîniyeke
mezin hate guhê wî… Cebar li cihê, ku deng jê
hat zivirî…Çi bibîne…Hespê lawaz li erdê
dirêjkirîye û li ber sikratê mirinê ye! Li vê
malwêraniyê… hêviya malbatê û çavkaniya sereke a
jiyanê, di nav gola xwînê de digevize…Nêzîkî
hentûrê, otombîleke (tirempêl, makîne, e’rebe)
mersîdis ji yên buha, a ku li hespê xistiye,
rawestiya ye! Mêrekê zikmezin, bi gumlek û
kravat jê peya bû û bêyî ku berê xwe bide hesip,
wî tenê li otombîla xwe mêze kir, daku bizanibe
ka şixtik lê ketine yan na?! Ma gelo jibo wî çi
bi nirxtire (buhatire)? Hespê lawaz yê di nav
xwînê de, yan jî tekel û boyaxa (reng, subix)
otombîlê? Bêgoman boyaxa otombîlê buhatire! Ev
zakonên burjiwaziyane; ev perwerda rêjîma
serdest û civaka genî ye…Mêrikê qelew (dagirtî,
şîşman) ber bi Cebar ve tê û bi hêrs jê re
dibêje: „ …Dilê te hênik (rihet) bû bê te çikir,
hey bêmirês…Ti dibînê bê çi bi otombîlê hatiye,
haa…Ti çawa hentûrê li ser rê bi cih dihêle hey
kurê k…? Cebar, di cihê xwe de matmayî maye…Ew
bawernake bê çi dibhêze û di nava xwe de
dikele…Awireke dawî avête ser hespê mirî; hiş di
serî de nema, ber çavên wî tarî bû û bi hemû
hêza xwe ve êrişî mêrikê zikmezin kir: „…Hey
kurê dêlikê, ti çi dibêjê…? Te hespê min kuştiye
û hîn jî bê şerim û fedî, ti behsa boyax û
şixtikên otombîlê dikê…?!! Lê yekser rûdan
(Pirs, mesele) hemû diçe binkeya (navenda) polîs
“navenda wekhevî û mafparastinê“; pirs dikeve
ber destê parastvanên zakonê, yên ku ew li gorî
berjewendiyên xwe hûnandine!
Win, xwendevanên birêz xwe bixwe hukum bikin: du
mirov li ber ofserê (zabitê) polîs radiwestin;
yek bi gumlek û kravat, zikmezin û efendî (
yekser bi qedir û qîmet kursî jê re datînin) û
yê din jî hejar, pepûk çavbitirs û cilqirêj û
pînekirî...Ma wê kî ji wan herdiwan tawan bar bê
gelo? Ev pirs yekser di mêjiyê ofser de çû û
hat! Bersiv (li gor zakonên ku berêeşkere ne)
sedî sed wê mirovê hejar û cilqirêj be! Ma
dikeve a’qilan de, ku ev mirovê jixweheskirî û
efendî bibe sedemê rebeniya kesên din? Zakonan
binpê bike? Serêşî û teşqeleyan ji xelkê re
dirust bike? Nexêr...Naaa… Ofserê polîs baş
dizane, bê kî di civakê de sedemê serêşî,
teşqele û problêman e; ew nahêle ku pepûkê Cebar
lêvên xwe jî ji ser hev rake û bersiva xwe bide!
ew yekser bi ser de diqîjêne: “… huss, bêdeng
be, pêzewang û rezîl…Winin yê çavkaniya qirêj û
serêşê…Winin yê ku…Offf…ji derdê we, emê kengî
ji we rizgar bibin…”?! Pepûko Cebar(di dilê xwe
de got), ma te nizanîbû ku ji destpêkê de ti
tawanbarî…Ma te nedizanî ku nirxê tekel û boyaxa
otombîlê ji yê te û hespê te buhatire…Ma jibîra
te çûbû, ku di bin siya zakonên rêjîma
desthelatdar de, mafê te tine, daku ti jiyaneke
dilhênik û bi rûmet bibê serî…!! Cebarê perîşan
bi dilekî şikestî hespê xwe birêkir, bire çolê
avête binya çalekê û bû xwarina teyir û
balindeyan…Bi dilekî melûl û serî di berde,
Cebar ber bi malê ve vegerî…Wê çi ji xêzana
(jin, kebaniya malê) xwe re bêje? wê çawa rûdanê
ji zarokan re şirove bike? Gereke dirav peyda
bike, daku zarok tî û birçî nemênin…Gereke deynê
xwe bidê…Gereke…û gereke…lê çawa û bi çi
şêweyî?? pirsên bê bersiv!
Bi şev xew li çavên wî nakeve û di nav livînan (nivînan,
cilkên xewê) de ji xêzana xwe dipirse: Ti çi
diêje, heger ez di musim de herim daneheva pembû?
Yanjî, ti çawa dibîne, heger ez herim gund û xwe
bavêjim bextê Axa, yê ku min xulamtiy (xizmeta)
wî dikir…?! Belengazo Cebar, ma haya kê ji
mirina hespê te û birçîbûna zarokên te heye?
Yanjî, ma ti bawer dikê, ku Axa dilbirehm û
mirovhezin?
Ma ne te jiber zilm û zordariya wan berê xwe da
bajê? „…çi biserê min ketiye, ku hespê te
kuştine, heyy kurê…ma min ji te re gotibû dev ji
gund berde û here bajêr, haaa…? Li bajêr ne
hesip tenê, dimirin…jiber çavên min winda be,
yella, bera bajar zikê te têr bike…welî be…“ Bi
van gotinan Axa bersiva lave lava Cebar da!
Cebar li karekî diger; li vê taxê li wê taxê, li
vî deriyî dixe li wî deriyê…Lê hemû hewildanên
wî bê encamin.
Yilmaz Güney bi derhênana hunerî a payeberiz û
bi pêkanîna rola serketî, baş nîşan dide, bê
çawa di civakeke wise de, mirov dibe dijminê
mirovan; ji neçarî ew hemû rê yên ne rewa: dizî,
şêlandin, lêdan û kuştinê digrin tanî bikaribin
xwe û zarokên xwe xwedî bikin…feqîrî û birçîbûn
dibe sedemê têkçûna pêwendiyên normal û hêmin ne
tenê di nav cîran û dostan de, belê herwise di
nav kufletên yek malê bixwe de jî! Yilmaz vê
yekê bi hostayetî di rê ya çend bûyerên ku di
mala Cebar de rûdidin, nîşan dide: Dê, bi kulma
û bê rehim li kurê xwe yê piçûk dixe, jiber wî
jiberdêla ku xwê bikre, çûye 25 qirûş daye bi
kiriya bisklêt û lê siwar bûye…Di malê de
hêlemane, şîv ne hazire, hewar û qîrîna giriyê
zarokane her yek bi ê din re şer dike…Di wê
kêliyê de, Cebarê westiyayî, dilşikestî û bêhêvî
mayî, dikeve Malê de…Dema ew vî wêneyî dibîne,
yekser êrîşî xêzana xwe dike û dide ber boks û
piyan; ew hemû kerb û kulên jiyanê, yên ku dane
dilê wî, di serê wê rebenê ve (a di bingeh de
bêgunahe) derdixe! Li ser êkranê wêneyên
ecêbmayî û kêmnemûne xwiya dibin! Bi rastî jî,
ne ji valehiyê hatiye nivîsandinê: „ filîm bi
drêjahiya xwe, dihêle ku temaşevan li ser piyan
be….“ Cebar neçar dimîne, ku hemû tiştê malê,
hetanî bi demança (a ku li ber wî pîroz û
giringe) xwe jî dide ber firoştinê…Lê bextê reş
ti kes tiştên wî, hetanî bi demançê jî,
nakirin…Ew bi nerimî û guhdaneke mezin demança
xwe di nav paçekî sipî de dipêçe û dixe bêrîka
xwe de…Di wê navberê de, yekî diz ê bêrîka
(pêxwas) çavdêriya wî dike û dide pey wî hetanê
keysa xwe lê bêne (Bêgoman ew jî perîşanekî weke
Cebar e, feqîrî û brçîbûnê wise lê kiriye, ku ew
hînî vê pîşe ya krêt bibe)…Piştî qasekê
(qederekê, kêliyekê) û di quncekî de, wî destê
xwe xiste bêrîka Cebar a ku demançe tê de ye…lê
ji bextê wî yê reş re, Cebar hest pê kir; bi
destê wî girt û bi hemû heza xwe ew avête erdê û
bi boks û piyan kete ser zikê wî de ( ev wêne,
gelek bûyerên navdar yên sînema Yekîtiya Soviyêt
a bêdeng di salên pirçîbûn û şerê navxweyî de,
bi bîra me tênin). Lê hişê wî zû hate serê wî û
ji xwe pirsî, gelo çima ev mirov diziyê dike…?
Dibe, ku ew jî yekî weke min be, neçar û bê hêvî
maye…? Ma ne baştire ez bîr li xwe û pêşeroja
xwe bikim…? !
Dîsan bi dilekî şikestî Cebar divegere mala
xwe...Li ber deriyê malê cîran li diya wî, a
şêngirtî kombûne û nerazîbûna xwe nîşan
didin…Deyndaran hentûr û hespê mayî birine
mazatê (sûkê) jibo firoştinê…Cebar bi lez û bez
ber bi bazarê ve diçe û bi ser wan de diqêre:
Çawa win dikarin vî tiştî bikin? Kî ev maf daye
we…? Lê bersiv bi gelekî xwirttir û girantir
hat: Heger ti mêr ba, te yê deynê xwe
vegerandibana…Ma, me şaşîtî kiribû dema me pere
bi deyn dabûne te…?
Malwêraniyê destpêkir…Hemû hebûna wî di vê
jiyanê de ji dest çû… Cebar bi yekcarî bêhêvî
bû…Bê pilan û bê hiş di nav kolanên bajêr de
diçe; ji nişkave ew rastî meyxanê (ciyê e’raq
vexwarinê) hat…Belê meyxane; ciyê mirovên ku ji
jiyana xwe bêzar û bêhêvî mane…Li wir ew hevalê
xwe Hesen dibîne!
Ax…Ax birayê Hesen, Cebar di ber xwe de
dibêje…Ew êdî bîr li şîret û xewnên Hesen dike…
bûyerên roja xwe, bi hûrgilî ji hesen re dibêje,
di nav de jî çîroka demançê…!
Hesen rewşa Cebar a xerab bi kar tênê û bi hemû
şêweyî hewil dide, ku wî bi qena’et bîne: „ Ah,
birayê Cebar! Heger ti bi a min bike, wê demança
te bibe çavkaniya rizqê (jiyana) me …Heger ti
bixwazê, em dikarin xwe ji vê malxerabûnê rizgar
bikin…Were, em herin taxa dewlemendan û êrîşî
malekê ji ê wan bikin…Yanjî bikevin ser rê ya
yekî ji wan…Ha…Te çi got?? Cebar di serê xwe de
bir û anî: dibe ku deriyek li me vebe…Ramanên
Hesen û demança min bibine yek û xweşiyê ji me
re bênin…Piştî nabûn û bîrkirineke kûr; Cebar li
ber lave lava Hesen û baweriya wî a mezin bi
serketinê, sist bû…Ma wê jiber rastiya jiyanê bi
kuve herê…?
Çi sîstêmeke qirêj û rezîle, ew dihêle ku mirov
tê de bibe diz, hov û mêrkuj!
Bi destpêka tariyê re, hedu hevalan berê xwe
dane taxekê ji taxên dewlemendan û xwe di
qunceke tarî de veşartin, hetanî nêçîra wan we
re…Demançe jî bê gulle ye…Ma çi pêwistiya wan bi
fîşekan heye? Herdu xweş bawerin, ku dewlemend
bêzirav û tirsonekin; bese heger ti bitenê
demançê nîşanan bide; ewê yeksre bêrîk û baxila
xwe vale bikin û birevin…! Demek derbas bû lê ti
kes diyar nebû…Cebar dixwaze here mal, lê Hesen
lava lavê dike, ku ew qasekî din jî bimîne; di
vê navberê de yekî emerîkî ê reş (berdestîk û
pasewanê maleke dewlemend) beramberî wan tê…Bi
dengekî nizim û bitirs, herdu heval dixwazin wî
dêwî (e’frît, mirovê bilind û girs) rawestênin,
lê yê emerîkî li xwe jî ne anî der û netirsiya,
bi pêçewane wî êrîşî wan kir…Tevî ku herdu
belengazan xwestin birevin jî, lê ew ji ber
kutekên (kulm, boks) wî nefilitîn…Bi zor û heft
kotekiya xwe ji nav lepên wî rizgar kirin!
(Armanca Güney ji derxistina ê emerîkî li ser
êkranê ew bû, daku bide zanîn bê hetanî çi
pileyê berjewendiyên birjwaziya tirkî bi ya
emerîkî ve hatiye girêdanê û ew ketine bin
parastina wan dene. I.M.).
Jibo rêgirtin li pêşiya hatina hêzên impêryalî û
xebat dijî berjewendiyên wan yên hevbeş bi
birjwaziya neteweyî re, derhênerê filîm ramana
xwe a sereke „Yekbûna prolîtariya“ bi zelalî
nîşan dide! Ev yek bi eşkere di rêveçuna
protêsto de a ku şofêrê hentûran li dijî biryara
şaredariyê jibo qedexekirina wan derketibûn,
diyar dibe, nexasime li ser zimanê Cebar dema di
nîvî koma xelkê de bang dike: „ Gelî hevalan!
Armanca meşa me ewe, ku em daxwaza mafên xwe yên
windakirî, bikin…Ez di wê baweriyê de me, heger
em rêzên xwe bikine yek, em dikarin wan mafan
vegerênin…Yekîtî hêzê dirust dike, hevalno…werin
em destên xwe bidin hev…“.
Tekez li ser vê ramanê, Yilmaz di sala 1975 an
de nivisandiye: „ Pêwiste, ku bernameyekî zelel,
dûr û dirêj û bê kompromîs yê prolîtariyên
şoreşgêr, hebe…Jibo berxwedana dijî koledariyê
bi hemû aliyên wê yên siyasî, civakî û aborî ve
û her wise bidestxistina serkeftina dijê wê,
pêwiste ku prolîtariya şoreşgêr di nav hêzeke
rêxiszinî de û bi îdyolojiyeke rastteqîn,
yekbûna rêzên gel pêkbîne…“(22).
Meşa protêsto di filîm de, berhemên baş bidest
naênê…Kesî guh ne dida tiştên sereke…herkesekî
xema xwe tenê dixwar…Hîn hêza milet ne
gihêştiye…Ev raman û pirsên wise di serê Cebar
de dizîvirîn; wî êdî nema dikarî xwe li ber
çetnahî û kawiliya, ku bi serê wî hatiye bigre;
vîna berxwedanê biyekcarî winda kir…Xewin û
xeyalên Hesen, Li ber çavên wî bûne rastî…
Ew bi lez diçe ba Hesen: „Rabe birayê Hesen, em
herin li şêx Hisên bigerin…Ew şêxê salih…Ê di
xwendina a’yat û we’zan de pehelwan…Ê ku dikare
ruh berde keviran…!
Hersê li mala Cebar civiyan…Legeneke (teşt) tije
av anîn, hersê zarokên piçûk yê Cebar serên xwe
bi ser de tewandin û şêx dest bi xwendina du’a û
selewatan kir…Giring ewe (li gor zaniyariya
şêx), ku yek ji zarokan di legena avê de siha
darekê û du gevirên mezin, yek sipî û yek jî reş
bibîne, daku şêx cihê gencînê destnîşan bike?!
Mixabin, zarok tiştekî nabînin…Xedîce (xêzana
Cebar) tê cihê zarokan (dibe ku çavên zaroka
piçûkin û baş nebênin) bihêviya dîtina
darê…Lê……..
Yilmaz bi hunera kamêra xwe nîşan dide, bê çi
rewşeke taybet, kêmnemûne di sînemê de, li mala
Cebar çêbûye: Xedîce serê xwe bi ser legena avê
de tewan diye; Cebar û Hesen bi çav û rûyên geş,
tijî hêvî li benda Xedîcê ne, ku mizgîniyê bide;
zarokên Cebar, her yek di qunceke tarî de ji yên
xanî çav zeloq û matmayî mane; û şêxê rihsipî bi
dengekî bilind a’yatên xwe dixwêne……
Wê şevê xew nakeve çavên wan de…Nîvê şevê,
Xedîce di xewnê de gencînê dibîne! Li Cebar dike
qêrînî…Rabe gencîne hatiye koxika (gadîn, xaniyê
sewêl) me…Pêwist nake win herin cihê dûr, vaye
gencîne di bin piyê me de ye…Di wê nîveşeva
baranbarî de, belengazê Cebar dirabe û binê
koxikê dikole…“ Xema nexwe – Cebar bi lêxstina
qazime re dibêje – wê hertişt baş be, nêzîk emê
bibne xwedî dirav û zêr…“ Bi van gotinan ew dilê
xêzana xwe xweş dike…Lê ew hetanî bi navikê jî
şil (ter) bû ye û di nav çiravê de bêhêz
bûye…Mixabin hemû mandîbûna wî bi boşê çû, Lê
tevî wê jî xeyalên Hesen jêre bûne rastî û gera
li gencînê êdî erke…Serê sibehê zû, xatir ji
xêzan û zarokên xwe xwest: „Agehdarî zarokan be
Xedîce…Nehêle ku ew hest bi xerîbiya min
bikin…Ha ji te re çil Lîre jibo xerciya malê;
deh roj tenê, ne zêdetir…Berê ez bi mehan ji mal
der diketim û destevale divegeriyam…Vê carê tenê
deh rojan xwe rakirin…tenê deh roj… û ezê bi zêr
û zîv vegerrim…“!
Herdu hevalên perîşan dane tenişta şêx ê „salih“
û berê xwe dane çol û çiyan…Piştî çend rojan ji
gerê li dara rût û bi tenê - Li gor zaniyariya
şêx – wan ew dar li ser qeraxê çemekî dît…“
Destlimêja xwe bikin, lawên min - Şêx ji wan re
got - Kevirên piçûk kom bikin û weke xêzekê li
dora darê rêz bikin, daku ez bikaribim cihê
gencînê sedî sed bibênim…“!
Cebar û Hesen bi gotina şêx kirin û li dora darê
çûn û hatin û bi dorê (sirre, nobe) erd
kolan…Şev û roj derbas dibn û her dikolin, lê
tenê av derdikeve…Lê şêx her dixwend û şîret û
selewat li wan dikir…“ Bêhêvî nebin…Hişiyar bin,
ew (gencîne) gelek caran dikeve Şiklê (wêne,
reng) kurmikan, yan marmarokan, yan çivîkan
(teyrikên piçûk) yanjî gelek caran dibe weke
marên mezin…Giring ewe win nehêlin ji destê we
bifilite, çawa win lêbidin ewê yekser hemû bibe
zêr, zîv û kevirên giranbuha…! Cebar di berxwede
dibêje: wê çawa bifilte? Ma ne va demançe jî
tije gulle ye…!
Heyvek derbas bû, lê di kortikê de (konçal, cihê
kolayî) tenê av û mar û kurmikên bi rastî der
dikevin…Herdu perîşan bêhêz bûn, li wan çolan bê
nan bê av rewşa wan dehqat xerabtir bû…Cebar
nema xwe girt…Ber bi şêx ve çu û qêrînî pêket:
Eva heyvek derbas bû, şêx! Hemû keda me bi avê
de çû…Zarok, birçî li hêviya me ne…Çil Lîre
tenê…Wê jinêza bimirin, şêx…Marekî dî…Eve
gencîne ha, ma tê bikuve herê û davêje ser
mar…Zêr…zîv…Pere…“?!
Were ser hişê xwe -şêx dibêje- kurê min…Ev mar
nîşana xêrê ye...û dîsan dest bi selewata kir,
Lê dengê Cebar her diçû bilindtir dibû û di
konçalê de li dora xwe dizêvirî û bang dikir:
Zêr…Zîv…Wê zarok ji nêza re bimirin…Pere…kevirên
buha…“!!
Bi vî hawî Güney qehremanê xwe ber bi dînbûnê
(şêtî) ve dibe; dînbûna li wê çolê û di wê
valehiya bi tirs û sehûkirtî de jibo hêviya
windabûyî û bê şop! Wî ev yek bi zimanekî sade,
yê hunera sînemê a pir’ li wêne û bi wate nîşanî
cîhanê da; jibilî wê jî Yilmaz dikarîbû bikeve
nav ruhê qehremanê xwe de; hemû derd û êşên wî,
bîr û hêviyên wî bi hûrgilî derxiste ser êkranê!
Bi baweriya min ev yek bû sedema sereke a
serkeftina filîmê „Hêvî“! Ne xweberî xwe ye (ne
bi tesadufe) ku rexnegirê sînemê yê Italî ê
navdar Lîno Mêçîka li ser „Hêvî“ wise nivîsî ye:
“…Babeta filîmê Hêvî, naveroka filîmê rêalîzma
nû ê giranbuha „ Dizê biskilêt “ yê derhênerê
navdar Vîtoriyo Dê Sîka bi bîra me tîne. Di wî
filîmî de, diziya biskilêtekî normal dibe sedemê
perîşanî û belengaziya malbatekê bi temamî…Dizî
di filîm de simbole; di rastiyê de ne tenê
çavkaniya jiyana wê malbata îtalî a feqîr tê
dizîn, belku zêdetir wateya ruhî û civakî a
jiyanê tê dizîn û herwise jî hêviya pêşerojeke
xweş jî namîne…heman (eynî) tişt bi serê
belengazê îstenbolî de jî, şofêrê hentûrê di
filîmê Hêvî de, hatiye, yê ku hespê wî tê
kuştinê! Bêyî hesip, ne tenê pêwistiya civakê bi
wî namîne, belku zêdetir ew dibe bar li ser wê
civakê…“ (23).
Di dawiya analîza „Hêvî“ de, pêwiste
bêgotinê, ku mezinbûna Güney ne tenê di
derhênana serketî, hûnandina çîrokê û
dewlemendiya sênariyo de bû; belê herwise jî di
pêkhanîna rola sereke debû. Yilamaz kesayetiya
qehremanê rêalîst û sade, yê ku li herdevera
welat tê dîtinê, anî ser êkranê…Jiber wê ez
dikarim bi dengekî bilind bêjim: heger Yilmaz
Güney bitenê akterê sînemê ba, yan derhêner ba,
yan nivîskarê sênariyo ba, yan hostayê romanên
edebî ba û yanjî berhemdarê (produktion) filîman
bana, ew tenê têr dikir (bes bû) weke
xwedêdaneke (mewhîbe) mezin , lê dema ev gurza
rengîn ji xwedêdayinê, hemû di mirovekî de bêne
ba hev…Eva birastî rûdaneke gelek balkêşe û
kêmnemûneye di dîroka huner de!!
Dibe, ku filîmê „Hêvî“ daxwazên Yilmaz bicih
neanîbû; wise diyar bû ku ew gotina wî a yekem
bû, lewra salên 1970 – 1971 di jiyana wî ya
sînemê de ne normal bûn!
Serketina filîmê „Hêvî“ û navdariya ku jêre
anîbû (li hundir û li dervî welat) wise lêkir,
daku xebata xwe hîn zêdetir û çalaktir bike…Wî
bi roj filîm dikişandin û bi şev jî sênariyo a
filîmekî din dinivîsand, bê ku ji dek û dolabên
(pîlanên, komplo) dujminên xwe bitirse! Birastî
jî berhema wê çalakiya wî, a şev û rojê sosret (
ecêb) bû; di nava du salan de wî bi tenha xwe;
him derhêner, him akter, him nivîsevanê sênariyo
û him jî berhemdar, neh /9/ filîmên balkêş
çêkirin!! Ji bilî wê jî, ew di nêzîkî bîst /20/
filîmên din de jî, yên derhênerêd mayin, weke
akter bi rola sereke rabû?! Weke nemûne hin ji
filîmên wê qonaxê: „ Kesên reviyayî, bazdayî“,
„Ibret“, „Kesên bê hêvî“, „Bav“, „Şêngirtî“,
„kesên guneh“ û gelekêd mayin…
Pir’aniya wan filîman li fêstîvalên netewyî û
navneteweyî hatine xelatkirinê. Weke nemûne,
filîmê „Şêngirtî“ di fêstîvalên navneteweyî de;
sala 1974 an li Tehranê û sala 1976 an li
Teşkendê pir’ bilind hatine nirxandinê; jibilî
wê jî sala 1972 an li fêstîvala Vênîsiya xelata
„Rexna navnetewyî“ stand; herwise û jibo
rêzgirtin li kesayetiya Güney, di nav filîmên
(dervî pêşbirkê) fêstîvala navneteweyî de li
bajarê San Rêmo, sala 1977 an şeş filîmên wî: „
Hêvî“, „ „Bav“, „Şêngirtî“, „kesên guneh“,
„Heval“ û „Endîşe“ nîşanî mêvan û temaşevanên wê
dan!(24). Lê li ser astê (sewiya) tirkiyê, hersê
filîmên wî: „Kesên bê hêvî“, „Şêngirtî“ û
„Dilşewat“ li fêstîvala Adena, sala 1971 ê hersê
xelatên sereke wergirtin; jibilî wan jî, Yilmaz
bixwe jî weke baştirîn derhêner, baştirîn
nivîsevanê sênariyo û baştirîn akterê salê, hate
helbijartinê!!! Herwise di wê salê de jî, romana
wî „Stuxwar mirin“ cara yekem bi temamî ji aliyê
çapxana „Dost“ ve hate çapkirinê!
Birastî, ev serketin di dîroka hunera sînemê de
kêmnemûne bû! Jiber wê li vir pirseke giring tê
meydanê: Gelo nehêniya (sirrê) serketinên Güney
çi bûn?!
Bêgoman bersiva vê pirsê ne hesane, lê tevî wê
jî bi dîtina min, nehêniya rastî û sereke di
pêşkêşkirina babetên rastteqîn de bû, nexasime
yên jiyana rojane di civaka tirkiyê de bigiştî û
di welatê kurdan „Başûrê-Rojhelatê anadolya“ bi
taybetî! Lê nehêniya din a wê serketinê, û ya
nekêmtirî a berê, zîrekî û hostayetiya Yilmaz di
pêkanîna rolên sînemê de bû! Wî cîhana ruhî, dil
û hinavê qehremanên xwe nasdikir; jiber ku ew
bixwe, ji nav çîna wan derketibû, baş kerakterên
wan dizanî: çawa radibin û rûdinên, çawa bi
hevre didin û distênin û çi dixwazin,!
Werin em bi kurtî li naveroka hersê filîmên wî,
yên hersê xelatên sereke li tirkiyê standibûn
meyze bikin…Filîmê „Şêngirtî“ tê hejmartin yek
ji ên herî baş li tirkiyê di salên 70ê de!
Bûyerên filîm li ser sînorên di navbera tirkî û
sûriyê de, yanî di navçeyên kurdan de,
rûdidin…Herpênc /5/ qehremanên filîm cotiyarin;
ew jiber zakonên dijî navçeyê, yên dijwar û
nebûna alîkariya dewletê jibo xweşkirina jiyanê
û daku bikaribin kufletên malê xwe xwedî bikin,
neçar dibin karê qaçaxiyê li ser sînor bikin…Di
nav bûyeran de, derhêner bi zanebû û zelalî
paşdemayina wan navçeyan û xelkêd wê nîşan
dide…Herwise ew zêdeyî carekê hebûna leşker û
qereqolên wan, weke simbola nearamî û bindestiya
rûniştvanên wê navçeyê, nîşan dide! Di rêya
têkilî, rabûn û rûniştina qehremanên filîm de,
filîmçêker jiyana gundiyên belengaz, yên ku bûne
qurbana bindestiya netewyî û paşketina civakî,
tîne ser êkranê…Bi gotinekê; Güney bi hostayetî
û bi şêweyekî hunerî bilind, naveroka nama
filîm: derxistina kêm û kurtiyên wê jiyana
neyeksanî a xelkên deverê, rexnegirtin li
paşdemayina civakê û reswekirina bindestiya
xelkên deverê, pêşkêşî temaşevanan kir…hêjayî
gotinê ye, ku wî bi mêranî ronahî avête ser
mercên jiyana xelkên wê deverî (kurd), yên ku
berdewam di bin tirsê û zakonên awarte de
dijîn!!
Lê di filîmê „Dilşewat“ de, Yilmaz aliyên reş,
qirêj û malwêraniyê, yên a’detên kevnare,
nexasime tolhildana (heyfhilanîn) bi xwînê,
destnîşan dike û bi hemû teknîka hunera sênemê,
reswe û rexne dike! Weke ku em dizanin, li
Kurdistanê di salê de bi dehan mirovên bêguneh
dibine qurbana vê a’deta pîs…Jibo pênasandina
berhemên xerab yên vê tolhildana nerewa di
civaka kurdan de, û bi armanca reswekirina wê di
nav xelkê de, Güney dest bi çêkirina vî filîmî
kir…Ew tê de, malwêranî û çarenûsa Çîçek Alî
(qehremanê filîm) ê ku 15 sal ji temenê (emrê)
xwe, jiber sedemên tolhildanê, di zindanê de
derbaskirine, nîşan dide…Piştî derketina ji
girtîxanê, Çîçek Alî divegere gundê xwe û
daxwaza lêbuhrîn û e’fukirinê ji xizmên
(xwediyên, mirovên) kesê ku wî kuştibû, dike!!
Qehremanê Güney bi demê re û bi çetnahyeke
mezin, cihê xwe di nav gundiyan de, weke
mirovekî baş û xwe ji gunehşûştî (tobekirî),
digre… Çîçek Alî, daku nirxê şaşîtiya xwe bide,
û xwe ji guneh rizgar bike, ew bi hemû hêza xwe
ve, dest bi xizmet û alîkariya malbata wî kesê,
ku bûbû qurban tawanbariya wî dike…Di rêya
têkiliyên xwe bi gundiyan re, qehremanê filîm bi
hemû şêweyî hewil dide, daku ew wî a’detê pîs
terk bikin û dersê ji şaşîtiya ku wî bi xwe
kiriyê, werbigrin…Ew ji wan re şirove dike, bê
çiqasî wê bûyra kirêt (kuştina mirovekê bê
guneh) bandoreke nêgatîv li ser pisîkolojiya wî
hiştiye……
Roj derbas dibin û Çîçek Alî ji fecara sibehê de
û hetanî şevtariyê, bi dil û can xizmeta malikê
dike, lê bûyereke ne li bîr û ne jî di xeyalan
de rûdide û pêre jî çarenûsa jiyana wî tê
guhertinê… Di encama agirvemirandina bênderên
malbata ku li ba wan kar dikir, herdû çavên wî
kor dibin!! Jiber wê, êdî ew nema dikare kar
bike…Dêmek pêwistiya tu kesî bi alîkariya wî
namêne û wê bi taqê tenê di rezîlî û birçîbûnê
de rojên xwe yên dawî bijmêre…
Bi vî hawî û bi stîleke (şêweyekî) hunerî
bilind, derhêner me ber bi wê rastiyê ve dibe,
ku di wê civakê de wekhevî û dadperwerî
(e’dalet) tineye…Paşdemayin û belengazî dujminên
xelkê yên dijwarin û gereke bi hemû mêtodan şerê
wan bêkirinê!!
Zîrekî û mêraniya Yilmaz Güney di wê yekê de bû,
ku wî di berhemên xwe yên edebî û hunerî de,
hemû babetên civakê di dewleta tirkiyê de, wê
demê, analîz û şirove kirin! Yek ji babetên
giring, yên ku Güney bi rexne destnîşan kiribû,
babeta mafiya tirkî bû! Ew ê yekemîn bû di nav
hevpîşe yên xwe de, ku bi mêranî rastiya mafiya
tirkî nîşan da; ew mafiya ku berhema zakonên
gendelî (koruptsyon) , zordestiya civakî,
genîbûna dam û dezgehên dewletê û kêmmoraliya
birêvebirên wê bû! Ev hemû tişt bi zelalî di
filîmê „ kesên bêhêvî“ de hatine
diyarkirinê…Qehremanê vî filîmî, Firat (Yilmaz
bi rola wî dirabe) serokê hemû mafiya tirkî ye;
hevalê wî yê bi tenê û cihê baweriyê, demança wî
ye…Firat padîşahê herî mezine…Herkes jêre diçe
ser çokan û gotina wî li erdê nakeve…Sê biryar
di peyrewa (destûra) vê rêxistina hov û zalim de
hene, ku ti kes mafê wî tine di ser wan re
raweste: mafê endamê rêxistinê tine ku bi kabê
(qumar ê) bileyize; nabê Içkê (e’raqê, alkohulê)
hetanî bi serxwşbûnê vexwe û ya dawî, mafê wî yê
jinhênanê (zewacê) tine ye?!! Kî yekê ji van
biryaran binpê bike, heger Padîşahê mezin bixwe
be jî, wê çarenûsa wî kuştin be…Li ser van
bingehan û li ser hesabê xwîn û hêsrên xelkê ev
rêxistin a ku di gelek cihan de (weke ku di
bûyerên filîm de diyar dibe) têkiliyên wê bi
organên (dezgeh, birêveberî) dewletê re hene,
xebata xwe berdewam dike…Filîmçêker di rêya
bûyeran de, bi zanebûn hişkî, bêwijdanî û
bêrehmiya serokê mafiya, nîşan dide…Bi
awirdaneke wî, yanjî bi çavşikandinekê,
herkesekî ku di rê ya rêxistinê de dibe kelem,
yanjî nerazîbûna xwe nîşan bide, ew yekser tê
kuştinê, lê tevî wê jî, derhêner bi şêweyekî
hunerî û li hevhûnandî nîşan dide, ku Firat jî
mirove, hezkirin jî dikare bikeve dilê wî de…Ew
bê pilan ji aktera balêt ê (reqisvana şano,
têyatir, tatron) hezdike, a ku jêre pirsa
mêrkirinê weke şert datîne: Yan jinhênan û yanjî
mafiya, yek ji herduan…? Firat, weke ku tê
gotinê: kete nava du agiran…Piştî bîrkirineke
dirêj û daneberheva bûyerên jiyana xwe, wî rê ya
hezkirinê helbijart…Lê mafiya rehmê nake…Dema
peyayên (çete, zilamên) wî agehdarî vî tiştî
bûn; cîgirê wî serokatiya rêxistinê xiste destê
xwe de û biryara kuştina Firat stand……
Weha ev filîmê dilşikestî û şênî bidawî tê, û
herwise jî çarenûsa mirovê ku rêya hezkirin û
poşmaniyê di ser a kuştin, dizî û talaniyê re
bigre.
Li gor belgenameyan; temaşevan û rexnegirên
sînemê bi dilxweşî pêşwazî li
hersê filîmên Güney kirin! Êdî Yilmaz, bê
pêşbirk (lihemberderketî, munafese) di tirkiyê
de, bû derhêner, akter û nivîsevanê sênariyo ê
yekem! Stêrka wî a hunerî li ba temaşevanan
hemûyan: feqîr û dewlemend, gundî û bajarvanî,
xwendevan û nexwendevanan bilindtir û geştir bû.
Lê di heman demê de jî, serketinên wî êdî bi
ced’î bûne çavkaniya sergêjî, çavreşî û
dildengiya hêzên desthelatdar! Neteweperistên
dewletê hest pêkirin, ku êdî jibo wan, ew dibe
tehlûke ya mezin; netnê jiber ku ew filîman li
ser jiyana feqîran çêdeike, yanjî di ramanên xwe
de pêşverû ye…belê hrewise jî, jiber ku ew
destpêdike rewşa „Tirkên ne dirust, ne ê
rastteqîn, yên çiyayî) têne ser êkranan û nîşanî
cîhanê dide…?
Wise û roj bi roj ev hunermendê zîrek û lêhatî,
di çav û pîlanê dewletê de bû dujminê wan ê
numre 1…“ Carina ew digirtin û bi rojan ew di
zindanê de dihiştin, bêyî ku ti sedem hebe…tenê
pirsyarî û biduvdeçûn…Gelek caran jî, jê re
digotin ji vî welatî barbike û bireve…Pir’ê
caranjî, polîs bi kuştinê gef (tehdîd) li wî
dikirin û jê re digotin: tê di kolanê (li ser
cadê) de weke seg (kuçik) werê kuştinê û ti kes
jî nizane bê kî kiriye…“(25).
Bi gef û çavsoriyê desthelatdarên dewleta
tirkiyê bixwirtî dest bi çavdêriya hatin û
çûyina wî û li her deverê kirin, Lê Yilmaz, weke
hercar çavşikestî nebû û xebata xwe bi zanebûn û
çav û guhên vekirî, berdewam kir. Wî rê ne dida,
daku Pîlan û da’fkên dujminan, yên ku jêre
vedabûn, biserbikevin; wî hemû tevger û xebatên
xwe di çarçoveya zakon û qeydên fermî de dikir!
Wise dikir, ku gelek caran dujminê wî jî
zîrekiya wî dipejirandin! Carekê yekî ij hevalên
wî (yên hindik) gotibû: „…Yilmaz bi zîrekiya
xwe, zora dewlemendan di mal û lêstika wan de,
bir…Pêwistiya wan bixwe jî bi filîmên wî heye,
jiber temaşevan li wan meyze dikin… Heger
filîmên Güney di ber komîsyonên çavdêriyê* re
derbasbûna, êdî serketina wan misoger (sedî sed)
bû…Dewlemendan dixwest, ku Güney bikeve nav
rêzên wan û li ser rê ya wn here, lê wî ev tişt
ji bingehê ve red kir.“(26)
Lê sedcarî mixabin, hevalên rastteqîn yên Yilmaz
gelekî kêm bûn! Di meydana şer de dijî rêjîmên
tirkiyê û bidrêjahiya salan, ew bi tenê mabû. Di
vê derheqê de wî digot: „…Problêm û serêşiya min
bi desthelatdarên dewletê re, ji kêliya ku min
dest bi nivîsandina çirokên kurt kiribû,
derketin. Dêmek ji sala 1956 av ve…“(27)
Birastî jî, tevgera Güney û serketina filîmên wî
di wê rewşa neyartî û çavdêriya berdewam de,
ciyê sersormandin û pirsê ye?!
Berî razîbûna li ser kişandina
(wênegirtinê) filîmên Güney, sênaryo yên wan
diçûne ber destê çar /4/ komîsyonên taybet; di
nav wan de jî a leşkerî, ya ku biryara dawî di
destê wê de bû…Encam jî, timî razîbûn li ser
naveroka wan û dest bi kişandina filîman,
didan!! Lê piştî çêkirina filîman û dema ku jibo
nîşandanê di eywanên sînemê de amadebûn, wan
komisyonan bixwe jî (dijî biryarên xwe yên berê)
pêşkêşkirina wan jibo temaşevanan, bi behaneya
ku ew filîm tehlûkene, yanjî nerastiya „civaka
me“ nîşandidin, qedexe dikirin??
Bêgoman, pirseke bê bersiv di serê wan kesan
(endamên komisyonan) de diçû û dihat?
Çawa me razîbûna xwe li ser sênaryo yên wan daye
?!!
Li vir giringe, ku em amaje bi zîrekî û
pehlewaniya Yilmaz di mêtodên xapandina
desthelatddaran de, bidin. Wî sênaryo yên kurt û
sade pêşkêşî komisyonan dikirin, daku tenê
razîbûna wan werbigre, lê di dema wênekişandinê
de wî guhertinên bingehîn dixistne naveroka wan
de!
Bi vî hawî, Güney desthelatdar û komisyonên
çavdêriyê xistibûne serkêjiyê de…Çi li der-dora
me bibe? Mirovekî bi tenê me hemiyan dixapêne û
bi serde jî bi rê yên rewa û destûrî?! Gelo
tiştê wise çawa dibin? Em çi bikin? Çawa û bi çi
şêweyî em wî winda bikin?? Ev û gelek pirsêd
mayin ji desthelatdaran re bûne karê rojane…Organên
asayişê (ewlekariyê) ew erk birine ser milê xwe
û bi şev û roj çavdêriya ne tenê çalakiyên wî
yên hunerî û edebî, belê her wise jî, ya hemû
tevger û jiyana wî a taybetî, kirin. Êdî eşkere
nûkerên dewletê 24 si’etan û bi mêtodên polîsî,
ew û mala wî xistin bin nîşanê…Di encama vê
çavsoriyê de, wan behaneyek (xwedêgiravî ew
xwendevanên şoreşgêr di mala xwe de diparêze) jê
re peyda kirin û bi biryara dadgehê a bi lez û
formalîtê (şeklî), 10 sal sizayê girtîxanê danê?!!
Bi vî hawî; di encama da’fka ku dujminan
jêre vedabûn û li ser bingeha biryara dadgehê a
nerewa û dijwar, Yilmaz di 17 ê adara 1971 ê de
birin girtîxanê…
Wî pêşwazî li roja ji daykbûna xwe, a 34- e mîn
di zindanên reş û tarî de kir Dumahîk maye!
----------------------------------------------
Jêder
û têbînî:
* Ev name û nameyêd
mayin, ku hejmara wan giha bû 177an. Weke pirtûk
li jêr sernivîsa “Nameyên ji Selemiyê” sala 1975
an û piştî ku Yilmaz bixwe pêşgotin jê re
nivîsîbû, hate çapkirinê.
(15) – Pirtuka “
Hucra min “ ( oda zindanê-I.M. ) Yilmaz Güney,
Istenbol sala 1975 an R. 9-11 (bi zimanê tirkî).
(16)
– rojnama “ TAZ “ 11.09.1984 an (bi zimanê
elemanî).
(17) – çavkaniya
berî wê (jorî wê).
(18) – Dîrok û
pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê -
çavkaniya berê.
(19) – Kovara
“Al-Nehic“ R.22 - çavkaniya berê.
(20) – Rojnama „
Heft Roj „ Organa komîta nawendî a partiya
komunîsta yûnanî- Roja Yekşembê, 16.09.1984.
(21) – ev gotinên
derbarê „Hêvî“ hemû, me ji Kovara „Jiyana Sînema
yê„
Hejmar:
23/24.
Sal: 1984–1985 (bi
zimanê erebî) wergirtine.
(22) – “Hucra min“.
Yilmaz Güney - çavkaniya berê.
(23) – Pirtuka
“Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“-
çavkaniya berê.
(24) – Dîrok û
pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê -
çavkaniya berê.
(25) – Pirtuka
“Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“-
çavkaniya berê.
* Zakonên çavdêriya
li ser wêje û huner li tirkiyê gelekî hişk û
dijwar bûn. Wan ew zakon ji kodêksa (yanî ji
destûra) Italî a dema – Mosolînî – fişiyetê
wergirtibûn!
(26) – “Dîrok û
pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê“ -
çavkaniya berê.
(27) – “Kovara
pêşerojê“ hejmara 395 an, 15. 09.1984 (bi
zimanê erebî) –
Têbînî:
Cend wêne ji filîmê Hêvî, heger win bixwazin win
dikarin bi weşênin!?
|