Em ê serê xewnên xwe
Yên êşdar,
di kelegerma befirbarînê de
di kêlîkên şîqînê de
di bahozên bêdengiyê de
berdin
dema ku elenda çav li xew
nimêjê di nav destên me de dike
bi destanên lehengiyê
bi bêhna birîêin Andekoyan
bi xwîna Lîluzên buhara zû hatî
çavên çiyan kil bikin
Bi gul û goleyan
bi girjnîn û stiranan
bi sirûd û aleyan
bejna xwenan bi xemlînin
da ku dîrok me bi şermî pêşkêş
neke
ji çavên zarokên me re
ji xweziyên daykan re
ji qebqeba kewan re
û nêrgiziya nêrgizê re
dîwarên bêdengiyê di giyanê me
de
yên sojandî biherfînin
da ku şêx Se,id di esra dartenk
de pêyaseyê bike
di celdeyên Dêrsmê de
da ku Qazî Mehemed quraanê xetim
bike
da ku Mistefa Berzanî hefsarên
hespê xwe
bi destên me bigihînê
da ku Maşûq Xeznwî ji hembêzê me
nervînê
dîwarên bêdengiyê di giyanê me
de
yên sojandî biherfînin