Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 March 2008 01:28

 

 

 

Mihemedno ronî

Dilyar Dêrikî



Mihemednoooo
Mihemdno ronî, min tiştek ji te re gotî
Lê tu nexeyidî

kê gulên we yen Newrozê, bi guleyan cilmisandin
Mihemedên min,

Me xinezî li xwîna we kir,
Xwîna we ya germ ser kolanên Hara xerbî
Mihemednooooo
Me dîlan ser axa gorên we dikir di ahengên ewropayê de

Qey em ne li gor buhayê xwîna we ne,
Em ne li gor bejna we ne ,
Em ne hêjayên şehîdbûna we ne
Em xemsarê xwîna xwe ne
Ne guhdarên nalînên we ne
Mihmednoooo

Ava ewropayê , em ji mêraniyê şûştine
Ava ewropayê em ji dilşewatan şûştine

Me şehîdbûna we bi xemsaryên xwe pîroz dikir
Me nameyek eşkere û vekirî ji kujyarên we re
Dişiyand ,
Em ne xwediyê Mihemedoyan in

Da ku em millên xwe bihejînin ,
da ku em sing û berên xwe bihejînin
Da ku em ……. Bihejînin
Di dîlanê de

Me xwe ji xwîna we şûşt
Ez ê bikim qîrrrrrrrrrrrrr
Ez ê bikim qîrrrrrrrrrrrrrrr
Ez ê bikim qîrrrrrrrrrrrrrrrrr

Em ne mêrên tola ne ,
Em wekî konê Qereça ne
Em şahsiwarên, - vigira – ne di odên razanê de

Em mirî ne û hûn zindî ne
De werin mihmedooooo
Me ji vê mirina sermedî rabikin
Mihmedo ronî

Dilyar Dêrikî

 



 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1