|
Çîrok berdewam e … weke ku jiyan
berdewam e çîrok jî berdewam e … hin ji
jiyanê koç dikin û hin jî têne jiyanê (
ji dayik dibin ) .
Bi vî awayî jiyan berdewam e… weke
çîrokê , belê çîroka me ya konevanî di
berdewamiyeke rawestyayî de westiya ye …
neçar e , bê gûman sedemên evê arîşeyê
hene û çareserî jî jêre hene ….
Gelo em dikarin sedemên evê arîşeyê
bidin bi nasîn û Piştî danasîna sedeman
… gelo emê karibin çareseriyê jêre peyda
bikin … Eger em evê ramanê bikar bînin
.. pêdivêye ku em sedemên xwe bidin
nasîn .
Sedemên rawestandina çîroka me ya
konevanî pirr in … lê em dikarin hin
sedemên bingehîn bidin nasîn … û eger em
bikaribin evan sedemên sereke û bingehîn
çareser bikin . bêguman emê çîroka xwe
ya konevanî ber bi berdewamiyeke rast û
durust de bidin .
-
Pêdivêye ku tevgera kurdî hin kar û
çalakiyên bi wirc pêkbîne :
-
Guh bidin xortên ciwan û asta wan a
çandî pêşbixin
-
Pêkanîna Xelekên çandî bi keç û xortan
re
-
Cirîdên çandî di navbera ciwanan de
-
Vekirina Xulên zanstî – çandî
-
Hînkirina ciwana di temenê naşîtî de
çawa evî temenî derbaskin
-
Hînkirina mafê mirovî demokrasî û pêre
erkên ku jê têne xwestin
lê mixabin pirr caran û pirr kesan jî çi
bi nivîsandin û çi bi devikî rû li rû li
himberî berpirsyarên tevgera kurdî
sedemên alozî û arîşe û têveliyên gûr di
navbera wan de dane bi nasîn , lê careke
dîtir mixabin serok û berpirsyarên
tevgera me di ser guhê xwe re avêtine û
li wan kesan guhdar nekirine û mane di
ewê hojîniya xwe de û hempaziya xwe ya
bê bayik de dijîn û kar û xebata xwe tev
dane dijberiya navxeyî bi mebestên
kesayetî hevdû rexin û tune bikin .
Pêdivê ye ku em pirs bikin , ka çareserî
çi ye ?:
Çareserî ew e ku serok û berpirsyarên
tevgera kurdî bi hemû hêzên xwe ( Çep –
Rast – orte – biçûk – mezin ) kar bikin
ji boyî barê xwe yê netewî û
berjewendiyê netwa xwe di ser her tiştên
dîtir re bigrin bi hevdîtin û
hevpeyvînên ramyarî û konevanî dûrî warê
rêkxistnî, bêguman hêviya me heye ew ê
ku karibin çereseriykê ji çîrokê re
deynin ku berjewendiyên xwe yên kesane
derbasî hundurê xebatê nekin .
Dilê Amûdê
|