Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

23 June 2008 00:48

 

 

 

Pencer û Hêvî

Dildar Ismail


 

Ne xem e  bi kû ve  herê

Te şikand cama pencerê

Roj çû ava  çawa vegerê

 

Te wilo kir   sûcê  te ye

Tu çi bêjî  ne  wek te ye

Xewa şeva her  tune ye

 

Rehme li çîrok û  civat

Ji destê wa her kêferat

Li dilê min  ar û  şewat

 

Li min negire bi dest nayê

Ji  kerba  te   ketim  tayê

War   nezan e  ra lê nayê

 

Tu yî yara bê soz û bext

Ne nêçîr e  hilgirim rext

Bi ciwanî ez  kirim şext

 

Bes e  dilê  min  te   êşand

Xwîna canê min tev kişand

Raman  ji  serî   hilweşand

 

Ji pencerê   xem  dibarê

Ji   birîna     dil   nikarê

Tarîbûn xewnên êvarê

 

Ji me re divê gelek zanîn

Tu çi bêjî li  min  ahîn

Qadera me wilo  danîn

 

Qeder bi destê dê û bav

Bes bişîne ji  min re  silav

Bere bimrim bê deng û nav

 

Ser te ji min re çêkirin dav

Tu nabînî dikim lave lav

Ji çavan  dibare  xunav

 

Va li dûr im bûme  şeyda

Çêdikim helbest û qeyda

Nalîna min tu  naxeyida

 

Dil  mişte  hemî  evîn e

Ji bîr nakim wan civîn e

Rojek ji temen  bimîne

 

Li min negre evîndar im

Tu li warî  ez  dil  jar im

Bi pêjna te  her şiyar im

 

Ev e  qeder  çawa  kirin

Dost yek e û neyar pir in

Ji  pencerê   hêvî   birin

 

Wek Ferhat û Mem û Zînê

Bûm  dildarê  te  şevînê

Dinya  ji  kesîr  namînê

 

Kilîtkin   derî   û   pencer

Bikşînin xwîn û gulya zer

Evîna   pêşî   nayê   der

 

Ji  bîr   nabe  ava  piyal

Reng zêrîn û dengê zelal

Sed ahîn û sed  nalenal

 

Jiyana me her bêbext e

Gunihkar im her li ber te

Sal buhirîn ma ne wext e

 

Dil negre ji wan gotina

Hin ji te ye  hin ji  min e

Dinya ye   dawî  mirin e

 

Nagrim li te ev e çîrok

Bi barê ji pencerê rok

Bibê rûpelek  ji dîrok

 

Tu dermanê birîna  min

Bû dawiya helbesta min

Ev e  war  û çîroka  min

 

Dûr nekeve herdem tî me

Vek pencarê bi  hêvî me

Bê te delal ma ez  kî me

 

dildarismail@hotmail.com

       Dem sal 2000

 

   

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1