|
Nerîna çavên te dîlber
Dil li min dike ar
Kenê lêvên te
Hêviyê li ber min pir dike
Ew rûkê te yê şahîk
Maça bê kêl dike
Gerdena te ya bê zêr
Zêrîn xwiya dike
Ew pêsîra te ya naz
Can li min har dike
Nawestim û li te dinêrim
Û tu li min dinêrî
Piştî zivistanê buhar tê
Piştî gezê maç tê
Piştî rojê şev tê
Ez û tu û bi tenê
Û çira divemire
Jiyan li hev dizîvire
Şev dibe buhişt
Di bextê te de şevê
Zû nebihure
Xwe giran ke dereng bimîne
Carekê tenê li min guhdar ke
Em evîndarê şevê ne
Mêhvanê tariya tene
Mêhvanê bê dengiya tene
Nebhure
Ez û yarê ji zû ve bêdeng in
Û bêdengiya te …………
Agirê şevê geş kir .
dildarismail@hotmail.com
|